Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin

  • rojane
  • 10:05 24 Îlon 2022
  • |
WAN - Bahattîn Keve, bavê Bariş Keve ku bi awayekî biguman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku ew yeqîn nake ku kurê wî xwe kuştibe û wiha got: "Bi awayekî organîzekirî hat kuştin." 
 
Bariş Keve, di 18'ê îlonê de li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Bi bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re derheqê Keve de bi îdiayên "endamtiya rêxistinê", "alîkarîdayîna rêxistinê", "heqareta li serokkomar" û "propagandaya rêxistinê" gelek lêpirsîn hatin vekirin û doz hat vekirin. Keve di sala 2017'an de hat girtin û 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da. Bi biryarê re Keve 2 meh û nîvan di girtîgehê de ma û piştre bi şertê kontrola edlî hat berdan. Piştî ku cezayê wî ji hêla îstînafê ve hatî erêkirin, birin Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind biryar da ku hemû dozên Keve bikin yek doz û dîsa ji dadgeha herêmî re şand. Dema di hezîrana sala 2022'yan de dixwest biçe derveyî welat, li Edîrneyê hat binçavkirin û girtin. Keve ku piştî ji Edîrneyê sewqî Akçadagê hatibû kirin, 5 roj piştre jiyana xwe ji dest da. Rayedaran îdia kirin ku Keve xwe kuştiye. Her wiha rapora otopsiyê ya Keve jî nedane malbatê. Bira Îlkkan Keve ku di dema otopsiyê de li wir bû, ragihandibû ku li qirika birayê wî hin şop hebûne, lê stuyê wî neşikestî bû. 
 
Bav Bahattîn Keve destnîşan kir ku ew yeqîn nake ku kurê wî xwe kuştibe. 
 
 
ÇÎROKA KEVE
 
Bav Keve anî ziman ku kurê wî di sala 2013'an de di pêvajoya bi navê "çareseriyê" de, di nava xebatên partiya siyasî de cih girtiye û got ku piştî bidawîbûna pêvajoyê der barê kurê wî de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" doz hatiye vekirin û ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ve 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê biriye. Bav Keve diyar kir ku ji bilî cezayê girtîgehê cezayê qedexeya derketina derve jî li kurê wî hatiye birîn. Bav Keve da zanîn ku gava kurê wî ji ber cezayê lê hatiye birîn hewl daye biçe derveyî welêt li sînorê Edîrneyê hatiye zevtkirin û wiha got: "Di dema pêvajoya çareseriyê de me xwest em tevkariyekê li vî karî bikin. Ji lew re me gelek êş kişandiye. Wekî her malbateke kurd, em jî bi darê zorê yê dewletê re rû bi rû man. Birayê min Sadûn Keve di sala 1996’an de hat qetilkirin. Ji wê rojê ve mala me bû hedefa dewletê. Em hê jî nizanin hestiyên wî li ku ne. Ez û zarokên xwe ji bo dawî li vê êşê bê em di pêvajoya çareseriyê de xebitîn. Lê piştî ku desthilatê dawî li pêvajoya çareseriyê anî, doz li kurê min Bariş Keve hatin vekirin.”
 
YEQÎN NAKIN KU XWE KUŞTIBE
 
Bav Keve bilêv kir ku kurê wî herî dawî bi telefonê bi hevjîna xwe re axiviye û gotiye rewşa wî baş e. Keve got: "Piştî ew anîn Meletiyê bi 5 rojan jiyana xwe ji dest da. Herî dawî di 16'ê îlonê de bi telefonê bi hevjîna xwe re axivî. Gotibû pereyê wî qediyaye û pêlavek xwestibû. Her wiha gotibû rewşa wî pir baş e. Tew bi ser de moralê hevjîna xwe xweş kiribû. Roja min pere şand, ji kantînê hin tişt kirîne."
 
Keve anî ziman ku ew yeqîn nake ku kurê wî xwe kuştibe û wiha got: "Dema kurê min got ez ê ji welêt biçim, ez qilqilîm. Lê piştî hat girtin qet nebe me dizanibû li ku ye. Ez wisa difikirîm ne di talûkeyê de ye. Lê piştî bûyerê dewletê ev tişt hînî me kir; neheqî û zilma dewletê li her derê ye. Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe. Kurê min 3 mehan di Girtîgeha Edîrneyê de ma. Çima xwe nekuşt, lê piştî wî anîne Meletiyê bi pênc rojan li hucreyê xwe kuştiye? Ez wisa difikirim ku kurê min bi awayekî organîzekirî û plankirî hatiye kuştin." 
 
‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ DIDOME'
 
Keve destnîşan kir ku polîtîkayên li hemberî kurdan tu carî neguherîne û got ku qetlîamên JÎTEM'ê yên di salên 1990'î de, îro ro li her derê belav bûne. Bav Keve wiha got: "Di salên 90'î de kurd li kolanan dihatin qetilkirin. Îro jî rewş ne pir cuda ye. Îro jî kurdan qetil dikin, lê taktîka xwe guhertine. Di bin navê qaşê hiqûqê de wan digrin û li girtîgehan dikujin. Em her roj vê yekê dibînin. Di girtîgehan de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane. Ev jî nîşan dide ku hiqûqa dijminatiyê ya li dijî kurdan hê jî didome." 
 
Keve di dawiyê de destnîşan kir divê pêşî li ber mirinên biguman ên li girtîgehan bê girtin û wiha got: "Heya pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, bila kes li benda aştî û demokrasiyê nesekine. Êdî em naxwazin tu kes bimire." 
 
MA / Hakan Yalçin 

Sernavên din

27/09/2022
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome