Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin

  • rojane
  • 10:38 24 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnameger Savash Porgham da zanîn ku çalakiyên li Îranê piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî berfireh bûne û wiha got: “Qonaxeke girîng a psîkolojîk hat derbaskirin. Lê hêj zûye ku mirov qala guherîneke berfireh bike ku hemû welêt bigire nav xwe.” 
 
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî (22) li Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve hat qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re bi pêşengtiya jinan di serî de li rojhilatê Kurdistanê, gelek bajarên Îranê çalakî dest pê kirin û ev çalakî roj bi roj berfirehtir dibin. Jin, li gelek bajaran derketin qadan, pora xwe jê kirin û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bertekên xwe nîşan dan. Rojnamegerê îranî Dr. Savash Porgham têkildarî çalakiyên bi pêşengtiya jinan tên kirin û sepanên “polîsên exlaqê” bi ajansa me re axivî. 
 
Rojnameger Savash Porgham diyar kir ku ji ber qutkirina înternetê ji hêla rejîmê ve, nikarin zêde agahiyan ji qadê bigirin û wiha got: “Hem înterneta mobîl û hem jî yên malê hatine qutkirin. Jixwe yekemîn rêbaza ku rejîmên destpot serî lê didin jî birîna înternetê ye. Lê belê di sedsala 21’emîn de nikarin bi qutkirina înternetê re encamekî bi dest bixin. Dibe ku bo demekî kin rê li ber kêmasiyan vekin. Em hêj jî bi çavkaniyên xwe re hevdîtinê dikin û agahiyên li kolanan piştrast dikin. Li kolanan berxwedan heye. Çalakî hêj li tevahiya Îranê belav nebûne lê belê li deverên ku çalakî çêdibin jî gelê Îranê bertekên xwe nîşan dide.” 
 
‘JI GELEK DEVERÊN ÎRANÊ AGAHIYÊN ÇALAKIYAN TÊN’
 
Bi domdarî Porgham anî ziman ku çalakî bi taybet jî li bajarên girêdayî eyaletên Tehran, Meşhed, Kum, Îsfehan, Ûrmiye, Tebrîz, Bandar Abbas û Kurdistanê belav bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji gelek deverên cuda yên Îranê jî agahiyên çalakiyan tên. Sepanên polîsên exlaqê piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an dest pê kir. Li kolanan ji ewil di bin navê komîteya şoreşê de hêzên paramîlîter ava kirin da ku kontrolê têxin bin destê xwe. Piştre jî bi destê Besîz û Mihafizên Şoreşê ev sepan domandin. Her wiha polîs jî di nava kar de bû. Lê belê di sala 2005’an de polîsên exlaqê anku Polîsên Emniyeta Exlaqê sazûman kirin. Di esasê xwe de xwestin di hemû qadên jiyana civakî de azadiya mirovan bisînor bikin, kontrol bikin. Êdî gihişt astekî wisa ku xwe têkilî cil û berg û pora jinan kirin. Êdî kesên li cem jinan jî dipirsiyan û kontrol dikirin.” 
 
‘PÊŞENGTIYA JINAN HEYE’
 
Di berdewamê de Porgham anî ziman ku jin bi tevgerên siyasî û aktîvîzmê re li dijî rejîmê têdikoşin û wiha pê de çû: “Li dijî ‘lixwekirina dersokê’ ya bi darê zorê, jinan li kolanan li ber xwe dan. Tevgera jinan a Îranê ev demekî dirêje çalak e. Serî li tevgerên aktîvîst ên pir girîng didin. Qedexe bû ku jin bikevin stadyûman. Lê jinan cil û bergên zilaman li xwe kirin û hewl dan bikevin stadyûman. Dîmenên xwe yên bêdersok li ser medyaya civakî parve kirin. Di her qadên jiyana civakî de dersokên xwe derxistin û têkoşîna xwe ya li dijî derdorên sivîl û fermî qeyd kirin û dîmenên xwe bi cîhanê re parve kirin. Her wiha di hemû çalakiyên li dijî xizanî, bêkarî, mamoste, bihabûna jiyanê û zemên sotemeniyê, jinan pêşengtî kirin.” 
 
ÊDÎ BÛ NOQTEYA DAWÎ
 
Rojnameger Porgham bi lêv kir ku tevgera jinan a Îranê xwedî çandekî qewî ye û ev tişt anî ziman: “Li Îranê roj bi roj mezintir dibe. Êdî zilam jî tev li dibin û veguherî hêzeke xurt ê civakî. Ji vê hêlê ve serkêşên çalakiyên li Îranê, jin in. Ev demekî dirêj e li Îranê zext li jinan tê kirin. Ji kolanan heta kafe, restaurant, navendên kargehan û heta di trafîkê de jî qedexeye serê xwe vekin. Demekî şûnde ev zext êdî veguherin serhildanê. Tiştên bi serê Jîna Amînî hatin, bû noqteya dawî. Li gorî agahiyên berdest, di encama êrişên ser çalakiyan de gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin. Lê hewcehî bi piştrastkirina van agahiyan heye.”
 
JIN JI REJÎMÊ NATIRSIN
 
Porgham, destnîşan kir ku êdî qonaxeke girîng ê psîkolojîk hatiye derbaskirin û ev nirxandin kir: “Jin, êdî ji rejîma Îranê natirsin. Tevî her zext, girtin, sirgûn, cezayên hefsê û kuştinan jî jin di çalakiyên xwe de biisrar in û bibiryardarî didomînin. Bêguman ev rewş jî bi nîzama muesses û eyarên avaker ên rejîmê re dilîze. Ev yek jî li kolanan vediguhere tundiya li dijî gel. Tiştekî rast heye ku li Îranê derdorên cuda nabin yek. Gelek derdorên xwedî daxwazên cuda hene ku li Îranê her tim di nava pêvajoya raperînê de ne. Ji ber ku ev derdorên civakê nayên ba hev, bernameyeke hevpar û armancên hevpar diyar nakin, ev serhildan naveguherin serhildanên topyekûn ku welêt bihejînin. Niha jî heman rewş heye. Rast e têkoşîneke girîng heye lê hemû derdorên civakî yên Îranê piştgiriyê nadin. Ji ber vê jî rejîm bêhtir rehet van serhildanan ditepîsîne. Ji bo jinan destkeftiyeke girîng e ku dengê xwe dan bihîstin lê hêj zûye ku mirov bibêje dê veguhere qonaxeke din. Divê mirov bişopîne.” 
 
JIHEVBELAVIYA MUXALEFETÊ
 
Porgham, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mezintirîn pirsgirêka muxalefetê, jihevbelavbûna wê ye. Jixwe muxalefeteke xurt jî nîne. Muxalefeta li derve jî ji hev parçe ye. Pêşengtiyeke birêxistinkirî ya siyasî û rêbertiyek li nava Îranê nehat kirin. Lewma serhildan û tevgerên gel nagihijin encamekê. Her tevgereke siyasî, saziyeke siyasî, saziyeke muxalîf an jî partî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Lê dema mijar dibe yekitî, tiştek li holê nîne.”
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

27/09/2022
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome