Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye

  • jin
  • 11:54 24 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Çalakvanên ku bi qetilkirina Jîna Mahsa Amînî re li 3 bajarên Îranê daketin qadan gotin; “Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye. Em welatê xwe dixwazin. Em weke gel li qadan in, dê ji hev parçe nebin. Ev yek bi tena serê xwe azadî ye.” 
 
Piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî (22) ji hêla polîsên “exlaqê” yên rejîma Îranê ve, di serî de li bajarên rojhilatê Kurdistanê, li seranserî çalakî hatin destpêkirin. Tevî êrişên rejîmê jî, çalakî roj bi roj zêdetir dibin û li bajarên cuda belav dibin. Sê çalakvanên ji bajarên cuda ku t evî rewşên neyînî jî daketine qadan, têkildarî rewşa dawî bi ajansa me re axivîn. Ji ber ewlehiyê me nexwest navên çavkaniyên xwe parve bikin û me navên cuda bi kar anîn. 
 
Yek ji wan çalakvanan Nazanîn a 15 salî ye ku li Tehranê xwendekara dibistana amadehî ye. Ji ber pirsgirêka înternetê me hevdîtineke kin bi Nazanîn re kir. Nazanîn, da zanîn ku înterneta li Îranê hatiye qutkirin û tenê dikarin li ser VPN’ê hevdîtinên kin bikin. Bi domdarî Nazanîn anî ziman ku kolanên Tehranê ji çalakvanan tije bûne û wiha got: “Hêzên rejîmê bi dijwarî êrişî çalakvanan dikin. Lê belê êrişên polîsan ên li eyaleta Kurdistanê hêj dijwartirin. Li jîngehan heta serê sibehê dengê dirûşm û qêrînên mirovan tên. Heta serê sibehê dengê çekan tê.” 
 
‘POLÎSÊN REJÎMÊ LI NEXWEŞXANEYAN KÊMÎNAN DANIN’ 
 
Di berdewamê de Nazanîn got ku bi hevalên xwe re hêj li kolanan in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rojên destpêkê yên çalakiyan de ji ewil gelek ciwan tev li bûn. Piştî ku polîsan dest bi kuştina mirovan kir, gelek malbatan nehişt zarokên wan dakevin kolanan. Lê astengkirinên malbatan jî nekarîn pêşî li berxwedanê bigirin. Zarok ji malên xwe direvin û tev li çalakiyan dibin. Hêzên zordest bi bombeyên xazê êrişî me dikin û bi çeka cifteyê mirovan dikujin. Gelek kes birîndar dibin lê heta birîndar nebin jî naçin nexweşxaneyê. Ji ber ku polîsan li nexweşxaneyê kemîn danîne. Dema kesekî birîndar diçe nexweşxaneyê, hêj bijîşk tedawî nekirî ji wir dibin navenda binçavkirinê.” 
 
‘JIYANA LI ÎRANÊ JI MIRINÊ CUDATIR NÎNE’ 
 
Nazanîn, bi lêv kir ku hinek polîsên sivîl ji bo astengkirina çalakiyan xwe weke çalakvanan nîşan didin û ev agahî parve kirin: “Xwe weke kesên ji gel nîşan didin. Mirovan dixapînin û hewl didin bibin cihên kesek lê tune. Piştre jî wan digirin. Em piştre jî van kesan nabînin. Ji ewil em tevî gelek hevalên xwe yên polê diçûn. Lê malbatên gelek ji wan ditirsin û nahêlin derkevin. Lê em natirsin. Erê rast e li vir bêyî ku xwe ji tiştekî bidin paş, li kolanan mirovan dikujin. Lê belê jiyana niha ya li Îranê jixwe ji mirinê cudatir nîne. Em ji bo xwe li Îranê pêşerojekê nabînin. Heke pirgsirêk tenê dersok bûya, jinên dersokê li xwe dikin piştgirî nedidan çalakiyan û xwe nediavêtin talûkeyê. Em ji bo pêşeroja xwe li kolanan in. Em hewl didin pergala li vê derê biguherînin. Bavê min her tim dibêje xwe tevli mijarên siyasî neke lê mijara behsa xeberê pêşeroja min e.” 
 
‘DENGÊ ME BIBIHÎZIN’
 
Bi domdarî Nazanîn wiha bang li jinên cîhanê kir: “Ricaya me ya ji hemû jinên cîhanê ew e ku li hemberî tiştên li vê derê diqewimin, bêdeng nemînin. Weke jin û zarokên keç em ji bo pêşerojeke birûmet derketine kolanan û tên kuştin. Xwestin bi qutkirina înternetê dengê me qut bikin. Ji kerema xwe dengê me bidin bihîstin. Çapemeniya Îranê pirsgirêkên navxweyî û kuştina mirovan nade. Ev jî me hêrs dike. Li Îranê hemû bajar rabûne ser pêyan û em nizanin bê ka çend kes hatine kuştin. Lê rojnamegerê îranî diçe nûçeya dereskeya pirekî çê dike. Ev çawa dibe? Ji kerema xwe hûn rojnamegerên rasteqîn nûçeyên me biweşînin. Ragihînin ku li vir mirov tên kuştin û birîndarkirin. Birîndar nikarin biçin nexweşxaneyê û ji ber çûyîna xwîna zêde dimirin. Heke pevçûn bi vî awayî berdewam bikin dê hejmara miriyan gelek zêdetir bibe. 
 
ÊRIŞÊN SER KURDISTANÊ HÊJ GIRANTIRIN
 
Hevalekî min ê li bajarê Seqiz ê eyaleta Kurdistanê da zanîn ku bi roja ye yek deqeyê jî dengê çekan li kolanan kêm nebûye. Niha li kolanan tank hatine bicihkirin. ‘rêveberiya awarte’ heye. Rewşa li wê derê ji ya vê derê gelek xerabtir e. Mirov tên kuştin. Hemû mirovên li Îranê mazlum in. Jin, kurd, fars, tirk... Em tevek jî di bin zext û zilmê de ne. Êrişên li Kurdistanê gelek dijwartir in lê em tevek jî ji bo guherandina şert û mercan li kolanan in. Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye.” 
 
'HEMÛ AMÛRÊN ZEXTÊ DI MERIYETÊ DE NE’
 
Rawbar jî yek ji çalakvanan e ku ji ber qutkirina înternetê me karî xwe dereng bigihîninê. Rawbar jî têkildarî rewşa çalakiyên li bajarê Kerman ê rojhilatê Kurdistanê axivî. Rawbar, da zanîn ku niha li kolanan polîs û çalakvan hene û wiha got: “Mirov gelek bihêrs in. Em tevek gelek aciz in. Hemû amûrên xwe yên zextê xistine meriyetê. Kerman, ew bajare ku Qasim Silêmanî lê ji dayik bûye. Weke ku hûn jî dizanin bi DAIŞ’ê re li Sûriyeyê şer kir û Mihafizeke Şoreşê yê berê ye. We niha dîmenên wî yên çendek berê hatine weşandin dîtine. Çalakvanan psotereke wî yê mezin anîn xwarê û şewitandin. Em Kermanî naxwazin bi navê kesên mîna vî bên bibîranîn. Îro di danê sibehê de li ser Cehdeya Sarbazê ku li nêzî gora Silêmanî ye gelek tank hebûn. Ji bo ku gel neçe goristanê û li wir çalakiyan li dar nexe, derdora gor hatiye girtin û bi sedan polLîs lê hatine bicihkirin.” 
 
'TEVLIBÛNA ÇALAKIYAN ZÊDE DIBE’
 
Di berdewamê de Rawbar daxuyand ku piştî êrişên polîsan ên li dijî çalakvanan, tevlibûna çalakiyan zêdetir bûye û wiha derbirî: “Bi dehhezaran bi yek dengî gotin ‘em dixwazin rejîm bê guhertin.’ Jin, pêşengtiya çalakiyan dikin. Rejîm dibêje; ‘em gel ji rêbiran diparêzin.’ Lê hewcehiya me pê nîne ku gel ji gel biparêzin. Kesekê ku diparêzin tune ye. Tu saziyên fermî me naparêzin. Derewan dikin. Bi cifte û çekên nêçîrvaniyê me dikujin. Ma tişta jê re dibêjin parastin ev e?” Rawbar ji ber qutbûna înternetê nekarî zêdetir biaxive.
 
‘KAL Û CIWAN TEVEK LI KOLANAN IN’
 
Çalakvana ciwan Mehrshahr a 23 salî ku li bajarê Karajê tev li çalakiyan dibe, ji ber qutbûna înternetê pirsên me bi nivîskî bersivand. Mehrshahr, rewşa heyî wiha vegot: “Bajarê Karajê niha di bin dorpêçê de ye. Hêzên ‘Besîç’ ên ji hêla Mihafizên Şoreşê ve tên fînanskirin daketine kolanan. Ev hêz, cil û bergên sivîl li xwe dikin, çekdar in û hewl didin bi tirs û tundiyê bi gel paşdegav bidin avêtin. Heta hêzên paramîlîter ên li daîreyên fermî û di saziyên dewletê de sîxûrtiyê dikin jî tev li çalakiyan kirine. Ev hêzên Besîç li Sûriyeyê li gel DAIŞ’ê şer kirin. Ez dikarim bibêjim zêdetir ciwan û jin tev li çalakiyan dibin. Lê di demekî qet ne li bendê dibînî ku keseka kal dersoka xwe derdixîne û tev li çalakiyan dibe. Di çalakiyan de ji her temenan mirov hene. Kal, ciwan, jin, mêr li kolanan in. 
 
EM Ê BI SER KEVIN
 
Hejmara kuştî û birîndaran roj bi roj zêdetir dibe. Lê li dijî vê cisareta mirovan jî zêdetir dibe. Her ku tundî zêde bû, leehengiya mirovan zêdetir bû. Ji hev cisaretê digirin û natirsin. Her ku hejmara miriyan zêde dibe, bi sedan kesên din dadikevin kolanan. An em ê bi ser kevin an dê serkevin. 
 
JI GELEK KESAN AGAHÎ NAYÊN GIRTIN
 
Bi hezaran çalakvan hatine girtin. Gelek caran dema polîsan dixwest çalakvanekî bigire, welatiyan nehişt û ji nava lepên wan derxistin. Her wiha agahî ji hinek kesên polîsan birine nayên girtin. Em nizanin bê ka bi ku de birine. Kar û barekî fermî tune ye. Gelek baregehên vê hêza em jê re dibêjin ‘Besîç’ hene. Ev baregeh, baregehên fermî nînin û veşarî ne. Li gorî me kesên hatine revandin dibin wan baregehan. 
 
JI BO KU GEL XWE BIRÊXISTIN NEKE ÎNTERNET QUT KIRIN 
 
Ji bo ku gel nekare agahiyan ji hev bigire, înternet qut kirin. Çapemenî her tim derewan dike. Lê îranî di ferqa vê mijarê de ne. Ji ber ku gel li dijî hev sor dikin û agahiyên derew parve dikin, gel çapemeniya dewletê guhdar nake. Guh nade wan.” 
 
ŞERMEZARKIRINA HIKÛMETA ÎRANÊ
 
Bi domdarî Mehrshahr bal kişand ser daxuyaniya Talîban a têkildarî rejîma Îranê ku dixwest Îran rêzê bo mafên jinan bigire û wiha bi dawî kir: “Gelo ma dê rewşeke çiqas xerab a hikûmetekê hebe ku Talîban jî peyama şermezarkirinê parve bike. Rêxistineke terorîst jî hikûmeta Îranê şermezar kir. Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye. Em, welatê xwe dixwazin. Weke gel em li qada ne, dê ji hev parçe nebin. Ev yek bi tena serê xwe azadî ye.” 
 
MA / Gozde Çagri Ozkese 
 

Sernavên din

28/09/2022
16:24 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
16:22 Xizmên girtiyan: Êdî dengê me bibihîsin
16:10 Di doza rojnameger Demîr de dê mutalaa bê amadekirin
15:50 Faîlê Esma Başegmez piştî 3 mehan hat girtin
15:42 ‘Rêya aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe’
15:41 Jin beriya hilbijartinê kom dibin: Li 11 bajaran forum wê bê lidarxistin
15:25 Li Bismîlê qeza çêbû: 4 kes birîndar bûn
15:17 Pêşnûmeya Uca ya ji bo Ocalan bi hinceta ‘pirsên divê neyên kirin’ lê hat vegerandin
15:11 Baroya Dîlokê: Jîna Mahsa serhildana me ye
14:56 ÎHD’ê binçavkirina xebatkarên Şaredariya Mêrsînê şermezar kir
14:35 Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin
14:26 Di doza Demokratîk Modernîteyê de “perspektîfa dîrokî” hate destnîşankirin
13:50 Îranê êrişî baregehên partiyên kurd kir: 9 mirî, 32 birîndar
13:44 Malbata Şenyaşar: Her roja li ber deriyê edliyeyê tê derbas kirin ji bo rêveberan şermeke
13:33 Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin
13:02 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civake ne
12:32 ‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’
12:28 Jinên girtî li dijî hişmendiya mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:00 Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel
11:40 Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin
11:08 Di êrişa Tirkiyeyê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin
27/09/2022
23:46 Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!