Malbatên girtiyan: Rêya demokrasî û azadiyê di zindanan re derbas dibe

  • rojane
  • 12:54 6 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Keça girtiyê nexweş Herdem Merwanî ku di çalakiya nobeda edaletê de axivî da zanîn ku bavê wê 3 roj in di nexweşxaneyê de ye û got: "Heke azadî û demokrasiye dixwazin bila deriyên zindanan vekin, rêya demokrasi û azadiyê di zindanan re derbas dibe."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan bi mabesta girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin di roja 324'an de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber Edliyeya Amedê li dar xistin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, Hevserokê HDP yê Amedê Zeyad Ceylan, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya 78'an jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.
 
Di çalakiye de ewilî keça girtiyê nexweş Abdulhalim Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî anî ziman ku weke xizmên girtiyan ên Amedê nezî saleke di çalakiya nobeda edaletê de ne û wiha got: “Lê heta niha piştgiriyeke xurt nehatiye dayin û gavêk şênber nehatiye avetin. Malbatên girtiyan ên Wanê jî niha li Enqerê bi partiyên siyasî re di nava hewildanekê de ne. Em jî li Amedê bi heman xwestekê li ser pêyanin. Em li vir bang li partî, sazî û sendikayên Enqereyê dikin ku bila xwestekên malbatan guhdar bikin û ne tenê di gotinê de, bi gavên şênber piştgirî bidin malbatan. Em li benda gavên şênber in.”
 
‘EDÎ MIRINA GIRTIYÊKÎ JI BO ME QIYAMET E’
 
Di berdewama axaftina xwe de Merwanî da zanîn ku bavê wê ew 3 roj in li Balikesîrê rakirinê nexweşxaneyê û ev tişt gotin: “Lê tevî ku 3 roj in li nexweşxaneyê ye jî haya min ji rewşa wî nîne. Rapora bavê min a nikarê di girtîgehê de bimîne heye, lê ew 3 roj in di nexweşxaneyê de ye û em nikarin agahiyê jê bigrin. Ji ber vê yekê ez li vir li ser keseyeta bavê xwe carek din bang dikim ku bila girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Eynika civakê zindan in, rêya azadî û demokrasiyê di zindanan re derbas dibe. Heke azadî û demokrasiyê dixwazin bila deriyên zindanan vekin. Dilê me diêşê, bifikirin ku bavê min 3 roj in di nexweşxaneyê de ye, em jî di şîne de ne. tu mafê kesî tune ye ku vê yekê bi me bidin jiyîn. Bila ne bi hiqûqa neyartiyê bi hiqûqa mirovahiyê nezî me bibin. Edî bila ne bi gotinê, di çareseriyê de israr bikin. Edî mirina girtiyêkî ji bo me qiyamet e.”
 
‘GIRTÎ LI GIRTÎGEHAN MALBAT LI DERVE LI BER XWE DIDIN’
 
Pişt re jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag axivî. Dag destnîşan kir ku nêzî saleke xizmên girtiyan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiyê şewitandin di çalakiya nobeda edaletê de ne. Dag, balkişand ser zextên li ser girtiyan û wiha got: “Her roj di girtîgehan de girtî bi îşkenceyan re rû bi rû dimînin. Di 9 mehan de 66 cenazê ji girtîgehan derketin. Bi hincetên keyfî înfaza dehan girtiyan hat şewitandin. Ji ber vê yekê xizmên girtiyan ev saleke ji bo desthilat dengê wan bibihîse û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin di çalakiya nobeda edaletê de ne.  Herî dawî li Girtîgeha Elbîstanê avetine ser qawişa girtiyan û girtî bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Ew kesên ku xwe bi JÎTEM'ê nav dikin, ew ne xebatkarên girtîgehê ne? Ew kî ne? Bi çi sedemê bi ser qawişan de digirin? Çi berpirsyariya wan heye ku di girtîgehê de îşkenceyê dikin. Hemû girtiyên ku li Girtîgeha Elbîstanê ragirtine bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Girtiyên ku sirgûnî Erzurumê kirine jî rewşa wan di xetereyê de ye. 3 girtî di nexweşxaneyê de ne. Em li vir weke HDP'ê banga desthilatê dikin ku, ev zext, tundî, îşkence û tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe. Bila desthilat dengê malbatan bibihîse û vê yekê jî baş bizane ku girtî li zindanan malbat li derve li ber xwe didin. Vê rûmetê tu car îşkence qebûl nekir. Em jî wê her tim li hemberî, îşkence û tecrîdê bisekinin û tekoşîna xwe bilind bikin. Bila hemû civak jî li dijî vê bê hiqûqiyê rabe li ser pêyan û bibe dengê girtiyan. Bila demildest girtiyên nexweş bên berdan. Em ê jî li hemberî vê yekê li cem malbatên xwe bin û hertim di nava hewildanekê de bin.”
 
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYE BELAVÎ HEMÛ CIVAK Û GIRTÎGEHAN BÛYE’
 
Dag, di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku zext, tundî û îşkence giredayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev tişt anîn ziman: “Bila tecrîda ku ji Îmraliyê tê meşandin û belavî hemû civakê bûye bi dawî bibe û birêz Abdullah Ocalan jî li gor hiqûqê hevdîtinan bike. Em dizanin ew bêhiqûqî û tunehesibandina demokrasiye, tunehesibandina zagonan ji Îmraliyê destpêdike û belavî hemû girtîgehan dibe. Ji ber vê yekê em dê dijî tecrîdê dengê xwe û tekoşîna xwe bilind bikin. Çi dibe bila bibe em dê serbikevin. Heta îşkence û tecrîd berdewam bike, ew tekoşîn jî wê bidome.”
 
Çalakiya malbatan bi dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.
 

Sernavên din

11/10/2022
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'