Di 9'ê Cotmehê de wê daxwaza bingehîn bibe azadiya Abdullah Ocalan

  • rojane
  • 09:03 7 Cotmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên saziyên sivîl û partiyên siyasî ku ji bo meşên li Wan û Îzmîrê li dijî Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên kirin, banga tev li bûnê kirin, diyar kirin ku wê azadiya fîzîkî ya Ocalan biqîrin. 

Dê bi boneya salvegera komploya navdewletî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû kirin, bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, Agirî, Stenbol û Îzmîrê jî di nav de dê li gelek bajaran meşên girseyî bên lidarxistin. Meş dê bi dirûşmeya "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" bên li dar xistin û her wiha bi panel û hin çalakiyên din wê balê bikişînin ser geşedanên piştî komployê qewimîn. 
 
Di salvegera komployê de dê bi pêşengiya Kongreya Civaka demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bê û bi beşdarbûna gelek saziyan bê lidarxistin. 
 
‘AZADIYA WÎ AZADIYA ME YE'
 
Rêvebira Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TÛHAY-DER) a Şaxa Wanê Halîme Albay, bi tecrîda di di şexê Ocalan de hatiye destpêkirin, hemû kurd tên tecrîdkirin û ji bo pûçkirina tecrîdê her kesî vexwand meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de li dar bixin. Albay wiha got: "A rast, tê xwestin ku di şexsê Ocalan de hemû kurd bên tecrîdkirin. Heta ku ev polîtîkaya tecrîdê neyê şikandin, wê şer kûrtir bibe, jin bêtir bên kuştin û gel bi pêkanînên bêhiqûqî re rû bi rû bimîne. Armanca sereke ya vê meşê mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Bi taybetî divê jin beşdarî vê meşê bibin. Feraseta zilam-dewletê her roj bi sedan jinan qetil dike. Ji bo ev yek bi dawî bibe divê jin bi hev re pêşî li ber tecrîdê bigirin. Em baş dizanin ku heta ku tecrîd neyê şikandin dê jin, ciwan û gelê kurd azad nebin. Azadiya Ocalan azadiya me ye. Bi vê boneyê em di 9’ê Cotmehê saet di 13.00’an de li Kolana Hunerê meşekê li dar bixin û em li benda gelê xwe yê welatparêz in."
 
‘EM POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
 
Rêvebirê Rêxistina DBP'ê yê Bajêr Selahattîn Genco jî diyar kir ku ji bo pûçkirina komployê divê wê rojê her kes dakeve qadan û wiha got: "Ji bo pûçkirina vê komployê û şikandina tecrîdê em ê li bajarê xwe meşekê li dar bixin. Em baş dizanin ku heya ev tecrîd bidome, dê rojên dijwar li benda welêt bin. Ji bo meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, divê tecrîd bê şikandin. Em dizanin ku bê ev rewş çi qas hesas û girîng e. Em dixwazin wê rojê van polîtîkayên tecrîdê bişkînin. Ez hemû gelê me vedixwînim meşê; werin em bi hev re polîtîkaya tecrîdê bişkînin."
 
‘OCALAN PLANÊN WAN PÛÇ KIR'
 
Sedema bingehîn a komployê û tecrîda li ser Ocalan, tecrîdkirina gelê kurd e. Ocalan li dijî pergala tecrîdê paradîgmayeke nû afirand. Ocalan ev lîstik pûç kir. Hêzên navneteweyî negihiştin armanca xwe. Lewma roj bi roj tecrîdê kûrtir dikin. A rast, berdewamiya komployê pergala tecrîdê bû, lê bi ser neket. Armanca komployê qutkirina têkiliya di navbera Ocalan û gelê kurd de ye. Lewma divê bi beşdarbûna çalakiyên ji bo Ocalan ev feraset bê teşhîrkirin û tecrîd bê şikandin. Ji bo pûçkirina planên feraseta komploger em her kesî vedixwînin meşa 9'ê Cotmehê." 
 
LI ÎZMÎRÊ MEŞA GIRSEYÎ
 
Bajarekî din ê Komploya 9’ê Cotmehê lê bê şermezarkirin jî Îzmîr e. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Komeleya Piştevaniyê ya bi Xizmên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAY-DER), Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandê ya Avesta (AVESTA ZIMAN) û Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), wê di 9'ê Cotmehê saet di 15:00’an de li Meydana Basmane meşeke girseyî lidar bixin.
 
AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN
 
Hevberdevkê HDK’a Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul jî, da zanîn ku divê ji bo azadiya Ocalan têkoşîn bê dayîn û wiha got: “Berpirsiyariya sereke ya kesên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, yên ku mafên kedê diparêzin û yên ku têkoşîna azadiya jinê dimeşînin ew e ku komploya li ser Birêz Ocalan şermezar bikin. Li dijî vê komploya ku hemû xetên aborî, siyasî û demokratîk asteng dike û rê li ber xeta faşîst a li dijî wan vedike daxwaza azadiyê û bilindkirina têkoşînê ye. Azadiya Birêz Ocalan polîtîka û qada bingehîn a têkoşînê ye ku wê pêşî li şer bigire, rê li ber têkoşîna jinê veke, rê li ber kesên mafên kedê didin veke û pêşî li bêkariyê bigire. Bi meşa ji qada Basmane destpê dike ku em armanc dikin azadiya Rêberê Gelê Kurd bixwazin têkoşînê bilind bikin.”
 
‘TECRÎD LI HER QADA JIYANÊ YE’
 
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk jî bi lêv kir ku bi komployê fikrên Ocalan hedef hatin girtin. Çelîk, da zanîn ku bi komploya li dijî Ocalan, polîtîkayeke tecrîdê ya li ser civakê hate pêşxistin û wiha got: “Pêvajoya ku ji bo gelan bênefes bihêle hate pêşxistin 24 sal in didome.” Çelîk, da zanîn kul i dijî tecrîdê têkoşîneke ku tê dayîn heye û wiha berdewam kir: “Niha tecrîdeke ku tenê li dijî gelê kurd tê meşandin nîne. Polîtîkayeke tecrîdê ku li her qada jiyanê belav bûye heye. Di rewşa heyî de xizaniya li civakê, cînayetên jinan, girtin, astengkirina rêxistinên girseyî yên demokratîk, pirsgirêkên aboriyê yên tên jiyîn, bi pêşîgirtina li fikrên Ocalan re eleqedar in. Divê gel têkoşînê bilind bike. Bi vê têkoşînê re ne tenê tecrîd di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were divê xebat bên kirin.”
 
JI BO MEŞÊ BANG HATE KIRIN
 
Çelîk, destnîşan kir ku Ocalan ji bo civakê li cihekî girîng e her gava ku diavêje dê diyarker bibe û got: “Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were. Ji ber vê yekê nîqaşên bi rêyên navbeynkaran re bi Birêz Ocalan re tên kirin her tim kêm dimînin.” Çelîk, ji bo meşa dê di 9’ê cotmehê de li Qada Basmaneyê were lidarxistin banga tev li bûnê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev çalakî wê ne tenê bidawîbûna pêvajoya tecrîdê be, di heman demê de dê destpêka gaveke ku azadiya fîzîkî bi xwe re bîne. Banga me li her kesên xwe weke parçeyekî aştiyê dibînin e: Em bang li we dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan li Basmaneyê dengê xwe bilind bikin.”
 

Sernavên din

11/10/2022
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'