Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan

  • rojane
  • 09:01 23 Cotmeh 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Dayik û bavê endama YJA-Starê Helbest Koçerîn ku di êrîşa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû û dîmenên wê yên ku dema ji çekên kîmyewî bandor bibû hatibûn belavkirin wiha gotin: "Ew bi bêbextî hat qetilkirin. Ew ne tenê şehîda me, şehîda tevahiya Kurdistanê ye. Divê tevahiya gelê kurd rabe ser pêyan."
 
Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê ji hewayê û bêjahiyê ve êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Di êrişên ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de Tirkiye tevî bikaranîna çekên kîmyewî jî nikare pêş bikeve. Di êrişan de heta niha 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî yên cur bi cur hatine bikaranîn. Di 18'ê cotmehê de Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 endamên HPG'ê û YJA-Starê ku di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn belav kiribû û paşê jî dîmenên 2 HPG’iyên ku ji çekên kîmyewî bandor bûbûn hatibûn belavkirin. Ji kesên di dîmenan de yek jê jî endama YJA-Starê Helbest Koçerîn (Kevser Ete) bû. 
 
Ete, keça malbateke Koçer e û di sala 1996'an de li navçeya Heskîfê ya Êlihê ji dayik dibe. Kevser Ete, gava xwendekara polsa 5'an a dibistana seretayî ye dayika wê nexweş dikeve. Ji ber ku ji 4 keçan a mezin ew bûye, di wî temenî de barê malbatê dikeve ser milê wê û dest ji dibistanê berdide. Ete ku hestên xwe yên welatparêziyê bi tu awayî venaşêre, di mîtîng, 8'ê Adar û Newrozên li herêmê de tim di refên pêş de cihê xwe digire. Ete ku zilmê dewletê qebûl nake, di 15'ê tebaxa 2014'an de tev li nava refên PKK'ê dibe. Berî biçe navê Sorxîn li xwişka xwe ya nû çêbûye dike. Piştî ku Kevser Ete tev li nava refên PKK'ê dibe, barê malbata xizan jî giran dibe. Malbat pezê xwe difiroşe û di sala 2015'an de ji bo karê pirteqalan berê xwe dide Qibrisê. Malbata Ete, salekê li wir dimîne û piştre berê xwe dide rojavayê Tirkiyeyê bajarê Manîsayê. Malbata Ete 4 salan li Manîsayê karkeriya demsalî dike.
 
WEKE NAVÊ XWE BÛ HELBESTEK LI SER ZIMANÊ JINÊN KURD
 
Leyla Ete (50), dayika Helbest Koçerînê anî ziman ku keça wê di temenê xwe yê biçûk de barê jiyanê hilgirtiye û wiha qala keça xwe kir: "Kevser ji 8 zarokên min a 3'yemîn e. Ez û bavê wê tenê bûn. Sewalê me hebûn û gelek zehmet bû. Me 10 salan jiyana xwe di nava wê zehmetiyê de derbas kir. Me nikaribû pezê xwe xwedî bike. Em jî rabûn, me pezê xwe firot û em çûn navçeya Dihê. Ji ber ku zarokên me hemû biçûk bûn, em jî neçar bûn ku pez bifiroşin. Em du sê salan man û debara me nebû. Hevala Helbest jî êdî ji dinyayê fêm dikir. Keça min a mezin jî ew bû. Hemû karê malê wê dikir. Pişt re ew tev li nava refên gerîla bû. Em jî bê kar man. Êdî me nexwest ku em li Dihê bimînin. Ji ber ku me nedikarî debara xwe bike, me berê xwe da bajarên tirkan. Em 4 salan li Manîsayê man. Helbest hevaleke gelek bi şeref û namûs bû. Pir li ber xwe dida. Miroveke gelek zana bû. Ew ji me hemûyan hêjatir bû. Ji ber ku pir biaqil bû çû tev li bû. Ez jî bi wê serbilind im û serfiraz im. Serê gelê kurd sax be. Ew ne tenê şehîda min e, şehîda tevahiya Kurdistanê ye. Ez hêvî dikim ku tevahiya gelê kurd rabe ser pêyan. Divê kes di xew de nemîne û her kes hişyar be. Divê kes bikaranîna çekên kîmyewî qebûl neke. Bi mehan bi top û balafirên xwe nikarin şerê hevala Helbest bikirana. Rabûn bi çekên kîmyewî şer kirin. Hevala Helbest gelek li ber xwe da, lê ew bi bêbextî qetil kirin."
 
'EZ ÇI BI ŞENSIM KU KEÇA MIN DI VÊ DOZÊ DE ÇÛ'
 
Dayik Ete bilêv kir ku ew pir serbilind e ku keça wê di vê rêyê de şehîd ketiye û wiha got: "Helbest gelek tev li mîtînga dibû. Tevlî hemû meşan dibû. Kengî cenazeyên şehîdan bihatana ew diçû pêşengtî dikir. Miroveke her tim rûken û zana bû. Ji ber wê çawa çû bû fermandar. Min nedizanî ku wê tev li gerîla bibe. Barê malê hemû li ser milê wê bû. Zarokên min hemû wê xwedî kirin û mezin kirin. Heta pola 5'an dibistan xwend. Lê ez nexweş bûm. Min nikaribû li zarokan binêrim û min nexwest ku ew biçe dibistanê. Wê pir dixwest lê min nehişt. Di xwendina xwe de jî gelek serkeftî bû. Tu carî nedigot, 'ez ê biçim.' Heta ku ew roja çûyî jî ez birim nexweşxaneyê. Piştre em hatin malê. Ji min re got, 'Ji min re gustîlek zêr bikire' Min jê re gustîla zêr kirî û bi wê gustîlê çû. Roja ku çû jî ji min re got, 'Li pey min neyê.' Tu caran zilm û zordarî qebûl nedikir. Dema min ew dîmen dîtin, ez gelek qehirîm. Heta serê sibehê xew neket çavê min û bavê wê. Pişt re min got, 'Ez ne bi tenê me, ew 17 kes in ez jî wekî wan malbata me.' Min got, 'Ez çi bi şens im ku keça min di vê dozê de çûye.' Êşa me û jana me hemûyan yek e. Helbest ne tenê şehîda min e, şehîda hemû kurdan e. Nikaribûn pê re şer bikin û bi xayintî ew kuştin. Divê kes bêdeng nemîne û doza wê li erdê nemîne. Hevala Helbest fermandereke bi nav û deng bû. Ez pê xemgîn im. Lê ez ew qasî jî serbilind im û serfiraz im. Keça min di rêya şeref û namûsê de canê xwe da. Ez xiyaneta Barzanî lanet û şermezar dikim. Divê em ewilî wan ji nava xwe derxin. Tu doza me bi wî re nîn e. Ew heqeretê li me dike. Zarokê me dide kuştin. Divê gelê kurd ewilî Barzanî ji nava xwe derxîne."
 
'NE TENÊ DILÊ MIN, DILÊ GELÊ KURD ŞEWITÎ'
 
Bavê wê Ahmet Ete (51) jî wiha got: "Dilê min tenê neşewitî. Dilê gelê kurd şewitî. Tişta ku dikeve ser milê me divê em bikin. Pêwîst e em wekhev bin. Divê em hemû bi hev re rabin, çi ji me tê em wê bikin. Ez di mala xwe de rûniştibim jî divê ez alikariyê bikim. Ez ne ji bo Helbestê tenê dibêjim. Ez bavê hemû hevalên Helbestê me jî. Ez bavê hemû gerîlayan im. Ez wan şermezar dikim yê ku bi dijmin re diçe ser kozikan, yê bi dijmin re diçe Bestayê, yê di geliyan de bi dijmin re digere, yê bi dijmin re diçe çiya, ez wan lanet dikim. Ez heta êvarê jî bibêjim xelas nabe. Kurdê bêşeref serê xwe dide erdê û dibêje ku, 'hema pereyê me hebe ya dîtir pûç e.' Xayinê mezin Barzanî ye. Demekê Erdogan digot gelê kurd, 'herin ma Kurdistan li vir e, Kurdistan li Iraqê ye, herin bigihîjin Barzanî.' Lê îro Barzanî ne kurd e. Îro Barzanî bûye hevalê wî. Ji ber çi, ji ber pereyan. Heke ew rast bûna wê Kurdistan hemû jî rast bûna. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî li dijî xelkê xwe disekine. Ez niha bi qasî çiyayekî bûme. Ez serbilind im. Serê kurdê bi şeref sax be. Em çi bi şens in ku navê me jî bikeve wê derê. Ez ji dewleta tirk natirsim. Bila mirov bi şeref be, bila tu tiştê mirovî nebe. Bangawaziya min ji gelê kurd ev e, bi destê hev bigirin."
 

Sernavên din

26/10/2022
09:01 Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye
09:00 7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere
09:00 'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN
25/10/2022
23:15 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
23:10 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin
20:59 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:26 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
18:27 Raportorê PE'yê yê Tirkiyeyê Sanchez-Amor jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
17:56 Piştî 5 saetan pitika 45 rojî ya rojnamevan Aggozê birin cem wê
17:06 IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan
16:55 Rojnamevan Derya Ren hat girtin
16:36 Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin
16:33 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin