Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide

  • rojane
  • 09:02 15 Mijdar 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Nivîskar Yûsûf Baran Beyî, avakirina Serokatiya Cemxaneyê ya di bin banê Wezareta Çandê de wekî "dewlet dixwaze elewiyên xwe biafirîne" nirxand û wiha got: "Dewlet divê dest nede dîn û baweriyan. Ewilî divê hesabê komkujiyê ku kirine bide." 
 
Bi biryarnameya bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Cemxaneyê hat avakirin. Lê bertekên elewiyan ên li dijî vê serokatiya di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de didomin. Nivîskar û lêkolînerê elewî Yûsûf Baran Beyî ku vê biryarê nirxand got ku ev serokatî dê bi destê "dedeyên qeyûm" bê birêvebirin.
 
ZEXTÊN BI DEHAN SALAN 
 
Beyî anî ziman ku ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha kesên ku dewletê bi rê ve dibin bi feraseteke tekparêz hereket dikin û got ku bi çavê dijminan li elewî, kurd û gelên din tê nihêrîn. Beyî destnîşan kir ku zêdetirî sed sal in elewî tên çewisandin û dewlet dixwaze wan bîne ser xeta xwe. Beyî axaftina xwe wiha domand: "Elewî piştî avakirina komarê rastî zirareke mezin hatin. Ocax û komeleyên elewiyan yeko yeko hatin girtin. Hema bibêje elewîtî hat asta binaxkirinê. Mûstafa Kemalê li ser desthilatê di çarçoveya tekparêziyê de civakên din kêm dîtin. Bawerî bi awayine din hatin vegotin. Lê kirin nekirin elewî nehatin asta wan. Pergalê jî her ku dît elewî bihêz dibin, bi rêbazên bişavtinê xwest wan bitepisîne." 
 
NETEHEMÛLKIRINA ELEWÎTIYÊ 
 
Beyî bal kişand ser Komkujiya Madimakê ku di 2'yê Tîrmeha 1992'yan de hat kirin û got ku piştî komkujiyê Weqfa CEM'ê hatiye avakirin û bi vê weqfê re serî li tepisandina elewiyan hatiye xistin. Beyî da zanîn ku bi vê re gelek kes ji baweriya xwe dûr ketine û asîmle bûne.
 
Beyî xwest ku elewî li hemberî vê projeya nû ya dewletê pir baldar bin û got ku ev mudaxeleya li meclîsê hatiye kirin nîşaneya netehemulkirina elewîtiyê ye. 
 
Beyî wiha axivî: "Dixwazin cemxaneyan bi xwe ve girêbidin, dedeyên xwe tayinî wir bikin û fikr û baweriyeke li gor dilê xwe angajeyî civakî elewî bikin. Ev talûkeyeke xasûk û tarî ye li hemberî elewiyan. Elewî divê xwe radestî vê projeyê nekin. Ev serokatî, dixweza elewiyan têxe bin banê xwe, wan asîmîle bike, elewiyan ji rîtuelên wan dûr bixe û wan bişibîne xwe."
 
Beyî destnîşan kir ku dewlet bi vî awayî dixwaze elewiyan kontrol bike û got: "Amanc dikin ku elewiyên xwe biafirînin."
 
 'DIVÊ DEWLET DEST NEDE BAWERIYAN'
 
Beyî destnîşan kir ku divê cemxane wekî îbadetxaneyan esas bên girtin û di warê qanûna bingehîn de bê mîsogerkirin û got: "Elewîtî, dînê wekhevî, aştî û xwezayê ye. Ev baweriya ku zirara wê nagihê tu kesî bihêz dibe. Dewlet vê yekê tamûl nake. Serokatiya Cemxaneyan, derî daxwazên elewiyan e. Divê tu elewî vê serokatiya dûrî statuya îbadetxaneyê ye qebûl neke. Dewlet ewilî divê hesabê komkujiyên xwe yên li hemberî elewiyan kirine bide. Serokatiya Karên Diyanetê divê bê fesixkirin bawerî azad bibin. Li vî welatî heya meseleya demokrasiyê neyê helkirin, ne elewî, ne kurd, ne jî xizan û kedkar dê rihetiyê nebînin. Dewlet divê dest ji Baweriyan berde û hemû bawerî bi awayekî sivîl serbest bên berdan." 
 
MA / Mûkadder Akyol
 

Sernavên din

18/11/2022
08:49 Ji binçavkiriyên teqîna Stenbolê 17 kes jê hatin girtin
17/11/2022
23:08 Têkildarî teqîna li Taksîmê 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
21:48 Li Silêmaniyeyê teqîn: 3 xanî xera bûn
21:43 Li Kadikoyê polîsan avêt ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê
19:51 Platforma Jinan a Şahmaranê qert şandin ji girtiyan re
19:15 Di doza malbata Dedeogûllariyê de li tetikkêş Mehmet Altûn 7 caran cezayê muebeda giran hat birîn
18:38 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Heya niha 342 kes hatine qetilkirin
17:04 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger hate destpêkirin
17:01 Di danişîna doza komkujiya Dedeogûllari de parêzer ji eywanê hatin derxistin
17:00 Albashir got ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye
16:44 Xwendekarên welatparêz ‘Meclisa Xwendekarên Demokratîk’ ragihand
16:28 Baroya Enqereyê dê destûra ‘reglê’ bide xebatkarên xwe
15:58 Meclisa Jinan a DBP’a Wanê damezrandina xwe ragihand
15:43 ‘Divê Iraq li NY’ê giliyê Tirkiyeyê bike’
15:39 Di şer de leşkerek hat kuştin
15:38 Wezîrê Karên Derve dê ji ber êrişên Tirkiyeyê vexwînin Parlamentoya Iraqê
15:26 Nobeta Edaletê: Doza gelê kurd, doza demokrasî û azadiyê ye
15:02 ÎHD: Mûxalefeta ji hedefgirtinê re bêdeng ma jî hevkarê sûc e
14:59 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak hat berdan
14:27 Danişîna xebatkarê ÎBB’ê Başkapan hat taloqkirin
14:05 Ji ber parvekirinên hesabeke din cezayê hefsê dan rojnameger Canozer
13:44 Dayikên Aştiyê çûn serdana Malbata Şenyaşar
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin