Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger hate destpêkirin

  • rojane
  • 17:04 17 Mijdar 2022
  • |
img
EDENE - Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyan li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên diqewimin duh dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê  ya bêdem û bidorveger ku girtiyên siyasî li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê dane destpêkirin berdewam dike. Komên dikevin çalakiyê 10 rojan careke hev diguherînin. Yek ji girtiyan Yakûp Brûkanli yê Rojhilatî li dijî şertên tecrîda girankirî di 28’ê cotmehê de xwe şewitand. Hate hînbûn ku girtiyên bi navê Faîk Bûdak, Fatîh Baran û Remzî Akyurek jî di 16’ê mijdarê ve çalakiya xwe weke bêdem û bêdorveger didomînin. 
 
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TÛAY-DER), di 11’ê mijdarê de bi rêveberiya girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kirin û raporek amade kirin. 
 
TECRÎDA MUTLEQ
 
Yek ji girtiyên pê re hevdîtin hate kirin Omer Sîpek, da zanîn ku li Edîrneyê hatiye girtin pişt re 41 saetan bi wesayîta rîngê rêwitî kiriye, di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî û lêgerîna nava dev hatiye. Sîpek, diyar kir ku li odeyeke 14 metrekare de tenê tê girtin, li odeyên din jî yek kes hene, 23 saet li odeyê derbas dibe tevî ku girtî ye jî weke cezayê muebbeta giran girtibe mûamele lê tê kirin û deriyê wî yê hewadarkirinê nîne. 
 
Di raporê de cih da binpêkirinên mafan ên Sîpek, girtiyên din Metîn Înce û Muslum Kaya dijîn û hate bi bîr xistin ku girtî Yakûp Brûkanli li dijî van binpêkirinan xwe şewitandiye. 
 
Girtî Faîk Bûdak jî ragihand ku di 23’yê tebaxê de sewqî Girtîgeha Eregliyê hatiye kirin, ji ber ferzkirina muayeneya bikelemçe mafê wan ê tedawîkirinê hatiye astengkirin, di dema sewqê de rastî mûameleya nebaş hatiye û bi girtiyên edlî re di heman qatê de tên ragirtin.                                                
 
Bûdak, bi lêv kir ku daxwaza wan a ewil pêkanîna hucreyên yek kesî bê bidawîkirin, wan wergirin odeyên 3 kesî û ji aktîvîteyên çandî sûdê bigirine. Bûdak, anî ziman ku hin gardiyan wan tacîz dikin û nahêlin ew silavê bidin girtiyên din. 
 
XWE ŞEWITAND
 
Hevdîtina bi Yakûp Brûkanli re jî hatiye kirin di raporê de cih girt. Di raporê de hate ragihandin ku tiliyên destê çepê, aliyên sing ê rastê û milê Brûkanli yê rastê pêçayî bûn û Brûkanli pirsa têkildarî pêçanê wiha bersivand: “Ji bo komploya li dijî Abdullah Ocalan û tecrîda tê sepandin min xwe şewitand. Dû re rêveberiyê ez birim nexweşxaneyê. Lê ji ber çalakiya min bi armanca siyasî bû min tedawî qebûl nekir. Şewatên laşê min şewatên asta duyemîn in. Niha li revîra girtîgehê tedawiya birîna min tê kirin. Piştî bûyerê çend rojan gotin lijne gazî mink iriye û li ser vê yekê ez birim odeya sê kesî. Li vir armanca çalakiya min pirsîn û min jî armanca wê ji wan re vegot. Piştî ku min armanca xwe vegot 3 kesan heqaret û tundiya fîzîkî li min kirin. Gardiyanekî li wir kesên din sekinandin û ez ji odeyê derxistim. Min ev bûyer ji midurê yekemîn ê girtîgehê re vegot. Midur nêzîkatiyeke ku ez derewan dikim nîşan da. Piştî çalakiya ku min kir derman, qayîş û şûşeya min bikardianî desteser kirin û birin niha paş ve jî nadin.”
 
REWŞA GIRTÎGEHÊ
 
Di raporê de cih da hin agahiyên hevdîtina şandeya parêzeran a bi rêveberiya girtîgehê re jî. Di raporê de hate diyarkirin ku tiştên diqewimin ji rêveberiyê re hatine parvekirin û ev tişt hatin gotin: “Midurê girtîgehê got ku kapasîteya girtîgehê 480 kes in, 45 odeyên 3 kesî hene, temamê odeyên din yek kesî ne, anîna girtiyan a girtîgehê di encama bi cih kirina Wezareta Dadê û Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan de ye. Midur ji şandeyê re ragihand ku ji ber hejmara personelan kêm e sewq û îdareya girtîgehê nikarin pêk bînin. Şandeyê ji rêveberiya girtîgehê xwestiye ku girtiyên nexweş, pîr an jî yên di koma rîskê de divê bi awayekî bilez bigirin odeyên 3 kesî. Rêveberiyê jî gotiye dê vê daxwazê binirxînin.”
 

Sernavên din

20/11/2022
22:19 Erdem ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
22:00 Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Bêdengî hevkariya sûcê şer e
21:12 Xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya ye
19:50 Amedspor di lîgê de ket rêza yekemîn
19:37 Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn
18:47 Li Artûklûyê pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin
18:11 ‘Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye’
17:17 Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû
16:53 HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
16:52 Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn
16:51 Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e
16:15 Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan