OHD'ê bang li rêxistinên hiqûqî kir: Li hemberî tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin

  • rojane
  • 09:00 18 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Endamê OHD'ê Parêzer Xebat Demîrcan diyar kir ku parêzerên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "ronahiyeke ji bo çareseriyê" dibînin û bang li rêxisinên hiqûqê kir ku li hemberî pergala tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin. 
 
Nêzî 20 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de nayê girtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hincetên wekî "cezayê dîsîplînê" û "qedexeya hevdîtinê" tên astengkirin. 
 
Ji ber vê nexebergirtinê û ji bo bidawîbûna tecrîdê û rakirina astengiyên li ber hevdîtinê bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) 775 parêzer û ji Ewropa û Rojhilata Navînê jî bi sedan parêzer serî li Wezareta Dadê dabûn. LÊ belê heya niha çi erênî çi jî neyînî bi tu awayî bersiva van serlêdanan nehatiye dayîn. 
 
Parêzerê OHD'î Xebat Demîrcan tecrîda li ser Ocalan û serlêdana ku kirine nirxand. 
 
PÊKANÎNA ŞERÊ TAYBET
 
Demîrcan tecrîda ku li Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn, wekî "projeksiyona" polîtkaya li ser gelê kurd tê pêkanîn nirxand. 
 
Demîrcan bal kişand ser helwesta desthilatê ya ji bo "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera salên 2013-2015'an de û anî ziman ku sedema sereke ya kûrkirina tecrîdê ji nêz ve girêdayî vê pêvajoyê ye. Demîrcan destnîşan kir ku ya rast rola Ocalan a di "pêvajoya çareseriyê" de baş hatibû dîtin û wiha got: "Di wê pêvajoyê de ku bi pêşengiya Ocalan dihat birêvebirin, pevçûn bi dawî bûbûn û çareserî nêz bûbû. Vîna Ocalan a ji bo çareseriyê hatibû dîtin. Lê hikûmetê piştî ku vê vîna Ocalan dît, rabû ev pêvajo bi dawî kir û tecrîdê kûrtir kir. Ji ber ku bi rola wî ya çareserkirina meseleya kurdî dizane, vê bêhiqûqîtiyê dike. Dewletekê biramin, nikare qanûnên xwe pêk bîne. Tecrîda li ser Ocalanî rewşeke 'îstisnayî' ye. Ne li welêt ne jî li cîhanê mînaka wê tune ye. Tiştên li ser Ocalan tên pêkanîn, encameke polîtîkayên şerê taybet e. Em hiqûqnas bi vî awayî lê mêze dikin." 
 
'ME XWEST EM BÊHIQÛQÎTIYÊ EŞKERE BIKIN'
 
Demîrcan bal kişand ser serlêdana "demildest hevdîtin bi Ocalan re" ya 775 parêzerên girêdayî 29 baroyên li Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha axivî: "Em parêzerên kurd ên OHD'î û dostên wan me bi vê serlêdana xwe ya li Wezareta Dadê xwest bêhiqûqîtiya tê kirin eşkere bikin. Ev rewş, tenê me parêzeran eleqedar nake. Tevahiya baroyên hiqûqê eleqedar dike. Ji lew re li holê nepêkanîna hevdîtina girtiyekî ya bi malbata wî, wasiyê wî û parêzerên wî re heye. Li holê bi awayekî eşkere bêhiqûqîtiyek heye. Yanî hemû kesên dibêjin em hiqûqnas in, divê li ber vê yekê rabe. Diviyabû baroyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî bertek nşan bidana. Divê li hemberî vê tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin.Lê niha em dibînin ku hin baro guhnedêriyê dikin. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê îro ro li tevahiya girtîgehan belav bûye. Niha belesebeb înfaza girtiyên siyasî tê şewitandin, nayên berdan û çalakiyên malbatên girtiyan tên astengkirin. Hevdîtina malbatan a bi girtiyan re tê astengkirin. Mînaka herî berbiçav jî astengkirina girtiyên siyasî yên Girtîgeha Bakirkoyê ye. Her wiha belesebeb cezayên hucreyên li girtiyan tên birîn." 
 
‘OCALAN RONAHÎ YE JI BO ÇARESERIYÊ'
 
Demîrcan bibîr xist ku ji Rojhilata Navîn û welatêN Ewropayê jî gelek parêzer ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serî li wezaretê dane û wiha got: "Ocalan, rêberê tevgereke pir mezin e. Ev parêzer jî baş hay ji rola Ocalan hene. Axirê meseleya kurdî tenê ne meseleya Tirkiyeyê ye, meseleyeke tevahiya Rjhilata Navîn û cîhanê ye. Weziyeta Ocalan a bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurdî, di heman demê de ji bo Ewropa û Rojhilata Navîn jî ronahiyek e. Lewma serlêdana parêzerên jI Ewropa û Rojhilata Navîn pir girîng e." 
 
‘EM Ê ROLA XWE BILÎZIN'
 
Demîrcan di dawiyê de da zanîn ku hê jî Wezareta Dadê tu bersiv nedaye wan û got: "Serlêdan nehatine bersivandin. Lê em ê her tim vê bêhiqûqîtiyê eşkere bikin û em ê bi awayekî herî baş rola xwe bilîzin. Ji lew re tecrîda li ser Ocalan ne tecrîdeke hêsan e. Ev tecrîd berdewama polîtîkaya qirkirin û înkarkirinê ye. Em behsa rêberê gelekî dikin. Ji bo bidawîbûna vê tecrîdê divê siyaseta sivîl, rêxistinên civaka sivîl, baro û saziyên navneteweyî tevbigerin." 
 
MA / Ergîn Çaglar 
 
 

Sernavên din

20/11/2022
22:19 Erdem ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
22:00 Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Bêdengî hevkariya sûcê şer e
21:12 Xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya ye
19:50 Amedspor di lîgê de ket rêza yekemîn
19:37 Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn
18:47 Li Artûklûyê pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin
18:11 ‘Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye’
17:17 Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû
16:53 HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
16:52 Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn
16:51 Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e
16:15 Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan