‘Kurd divê li dijî bêhiqûqîtiya li girtîgehan deng derxînin'

  • rojane
  • 09:01 18 Mijdar 2022
  • |
WAN - Malbata girtiyê nexweş Rojhat Aydin ku perçeyên şarapnaleê di canê wî de hene û du tiliyên wî yên rastê tune ne û di hucreya yekkesî de ye, destnîşan kirin ku divê kurd li dij vê neheqiyê rabin. 
 
Girtiyê nexweş Rojhat Aydin ku surgûnî girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê hatıye kirin, 8 sal in di girtîgehê de ye. Aydin ku tiliyên wî yên rast û çepê hatine jêkirin û di ling, mil û çavên wî de perçeyên şarapnelê hatine dîtin, niha li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê di hucreya yekkesî de tê girtin. Aydin, di dema binçavkirinê de sirgûnî deverên dûrî Wanê ku malbata wî lê dimîne hatiye kirin. Malbata Aydin ku rewşa wê ya aborî ne baş e, ev demeke dirêj e nikare Rojhat Aydin bibîne. Dayik Xemê Aydin û bav Mehmet Aydin dixwazin kurê wan sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin. Dayika Aydinê anî ziman ku jiyana kurê wê roj bi roj girantir dibe û wiha got: “Niha di hucreya yekkesî de ye. Piştî ku ew sewqî Konyayê hat kirin jiyana wî dijwartir bû. Em nikarin biçin wir. Armanca vê yekê jî hem îşkencekirina wan hem jî ya me ye. Ev ji bo me heqaret e."
 
‘TENDURISTIYA WÎ NEBAŞ E'
 
Dayika Aydinê anî ziman ku di hevdîtina dawî ya bi telefonê de kurê wê ragihandiye ku tenduristiya wî nebaş e û wiha got: “Nêzîkatiyên rêveberiya girtîgehê xerab in. Ev du sal in min ew nedîtiye. Ji ber ku girtiyên nexweş li girtîgehan nayên dermankirin, her tim cenaze ji girtîgehê derdikevin. Kesên ku cezayê wan qediyaye jî, êdî nayên berdan. Ev hem li girtiyan hem jî li me zilm e. Em vê zilma dewletê qebûl nakin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em dixwazin kesên ku cezayên wan qediyaye bên berdan û girtiyên nexweş bên dermankirin. Pêwîst e gelê kurd di vî warî de hestiyar be û dengê xwe li hemberî vê derxîne. Divê van heqaret û binpêkirinan qebûl neke û li dijî vê têbikoşe. Yan na dê ev pêkanîn bidomin." 
 
‘EM DOZA EDALETÊ DIKIN'
 
Bav Mehmet Aydin diyar kir ku ji ber sedemên aborî demeke dirêj e kurê xwe nedîtiye û wiha got: “Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka me malbatan e, pirsgirêka hemû kurdan e. Zarokên me bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de ne û îşkence û zilma li wan tê kirin. Bila gelê kurd li dijî van kiryarên neheq û bêhiqûqî dengê xwe derxe. Divê zarokên me di girtîgehê de nerizin. Tenduristiya kurê min qet ne baş e. Li hemberî vê yekê tişta ez bibêjim ev e; tekane tişt edalet e, lê mixabin heq û hiqûq nemaye. Dema mesele tê ser kurdan be heq û hiqûq ji holê radibe. Em bang li Wezareta Dadê dikin; bila hiqûq ji bo kesên ku belesebeb girtî ne bê pêkanîn. Divê bingehên dewletê li ser hiqûqê bên avakirin. Yan na dema ku edalet nebe dê dewlet qet pêş ve neçe."
 
‘A TÊ KIRIN ÎŞKENCE YE'
 
Bav Aydin anî ziman ku girtî bi zanebûnî sirgûnî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin û wiha axivî: “Ev ji bilî îşkenceyê ne tiştekî din e. Ev biryar hemû ji ber sedemên siyasî tên dayîn. Ger hiqûqî bûya dê girtî di girtîgehên nêzî malbatên xwe de bûna. Ger ew li vir bûya, wê derfeta me hebûya ku em herî kêm hefteyê carekê bi wî re hevdîtinê bikin. Lê di van şert û mercan de derfeta me tune ku em pê re hevdîtinê bikin, lê em dikarin bi telefonê biaxivin. Kesekî di hucreyeke yekkesî de be ma dê tenduristiya wî çawa baş be? Ev îşkence ye, neheqî ye, bêhiqûqîtî ye."
 
‘DIVÊ EM BIBIN YEK'
 
Aydin diyar kir ku armanca vê polîtîkayê çavtirsandine girtiyan e û ev tişt gotin: “Ji ber ku girtî vê yekê qebûl nakin, rastî îşkenceyê û heqaretan tên. Em dixwazin tevahiya gelê kurd li ber vê rabe. Gava em bibin yek dê ev pirsgirêk bi temamî çareser bibin. Bêyî yekîtiyê tu tişt bi ser nakeve."
 
 

Sernavên din

20/11/2022
16:53 HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
16:52 Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn
16:51 Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e
16:15 Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan
10:01 KON-MED: Divê li dijî sûcên şer xeta têkoşînê bê avakirin
09:59 'Ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li pêş çav e ‘
09:23 Dayika girtiyê nexweş Mûtlû: Berî bimirim dixwazim berdana kurê xwe bibînim
09:01 Birayê girtiyê nexweş ê 74 salî: Ev îşkence ye
09:01 ‘Kurd divê li dijî bêhiqûqîtiya li girtîgehan deng derxînin'
09:00 OHD'ê bang li rêxistinên hiqûqî kir: Li hemberî tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:54 Li Mûglayê erdhej