'Ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li pêş çav e ‘

  • rojane
  • 09:59 18 Mijdar 2022
  • |
img

EDENE -  Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê parêzer Yakûp Ataş diyar kir ku ATK raporên nezanistî û alîgir dide û wiha got: “Ji bo berdana Mehmet Emîn Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt jixwe li ber çava ye.” 

Li gorî daneyên Komîsyona Girtîhan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li seranserî girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Tevî hemû hewldanên parastvanên mafên mirovan jî girtiyên nexweş nayên berdan û mafên wan ên teduristiyê tên binpêkirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê parêzer Yakûp Ataş bal kişand ser raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ku ji bo girtiyên nexweş dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne” û got ATK alîgirtiyê dike. 
 
'MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN’ 
 
Parêzer Ataş da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê, li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû û li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê 54 girtiyên nexweş hene û wiha got: “Rewşa van girtiyên nexweş tevan jî giran e. Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ‘lêgerîna nava dev’ li girtiyan tê ferzkirin û mafên wan ên tedawî û tenduristiyê tên binpêkirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê; di sala 2021’an de 13 girtiyan ji ber ‘întîharê’, 5 girtiyan bi awayekî guman û girtiyekî jî ji ber sedemên nediyar jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2022’yan de jî herî kêm 70 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.” 
 
'DIVÊ ATK TEKANE SAZIYA DIYARKER NEBE’ 
 
Bi domdarî Ataş anî ziman ku girtiyên nexweş li gel ku hatine ber demê dawî jî nayên berdan û wiha bertek nîşanî ATK’ê da: “Ji ber raporên alîgir û ji zanistê dûr ên ATK’ê, girtiyên rewşa wan giran ku nikarin bi tena serê xwe li girtîgehê bimînin bêhtir li girtîgehê dimînin û nexweşiya wan girantir dibe. Ji ber raporên ATK’ê ku dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’, gelek girtî jiyana xwe ji dest didin. An jî dema dikevin ber mirinê tên berdan lewma jî bo tedawiyê dereng dimîne. Demekî kin piştre jî jiyana xwe ji dest didin. Weke mînak; yek ji girtiyên nexweş jî Mehmet Emîn Ozkan e. ATK ji bo Ozkan dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ û bernade. Ozkan, nikare di danişînan de parastina xwe bike ji ber ku dadger û parêzeran nabihîse. Nikare bi tena serê xwe bimeşe. Anku ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li ber çava ne. Tevî vê jî nayê berdan. Ji ber ku tekane saziya diyarker, ATK ye û raporên nexweşxaneyên baş û yên zanîngehan nayên qebûlkirin. Ji bo parastina mafê jiyanê, divê ATK di vê mijarê de tekane saziya diyarker nebe.” 
 
'HEWCEYE XEBATEKE QANÛNÊ YA BI KOORDÎNE WERE KIRIN’ 
 
Di berdewamê de Ataş bal kişand ser sererastkirina qanûnî ya di Qanûna Înfaza Cezayan de û wiha bi dawî kir: “Wezareta Dadê û desthilatdarî divê beriya guhertina di qanûna têkildarî girtiyên nexweş, bi saziyên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên tenduristiyê û baroyan de xebateke bi koordîne bimeşîne. Bi vê yekê re dikare çareseriyên mayînde bên peydakirin.” 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

20/11/2022
22:54 Rojavayê Kobanê careke din hate bombekirin
22:30 Roket avêtin Deriyê Sînor ê Oncupinarê
22:19 Erdem ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
22:00 Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Bêdengî hevkariya sûcê şer e
21:12 Xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya ye
19:50 Amedspor di lîgê de ket rêza yekemîn
19:37 Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn
18:47 Li Artûklûyê pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin
18:11 ‘Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye’
17:17 Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû
16:53 HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
16:52 Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn
16:51 Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e
16:15 Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!