Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin

  • jin
  • 13:38 18 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Aktivîsta feminîst Nesrîn Afzaliyê ku got li Îranê "şerpa tabûyek e bû" destnîşan kir ku êdî ev tabû hatiye şikandin. Afzaliyê bal kişand ser cudabûna çalakiyên jinên îranî û wiha got: "Jin, berî ku şerpayên xwe bişewitînin ewilî dans kirin. Her du jî li gorî îslamê heram in." 
 
Serhildana gel a li Îranê ku piştî "polîsên exlaqê" yên rejîmê Jîna Emînî kuştin dest pê kir, zêdetirî 2 meh in bênavber didome. Berxwedana ku li Rojhilat bi dirûşma "jin, jiyan, azadî" dest pê kir, li tevahiya bajarên Îranê belav bûye û tevî hemû çewisandinên rejîmê jî her diçe xurttir dibe. 
 
Yek ji edîtorên kovara herî navdar a Îranê "Everday Feminîzm"ê aktivîsta feminîst a îranî Nasrîn Afzalî ku di sala 2010'an de ji bêgavî ji Îranê derketiye, geşedanên li Îranê ji ajansa me re nirxandin. 
 
'QEREQOLA TAYBET: VOZARA
 
Afzaliyê diyar kir ku Jîna Emînî ji ber ku xuya kiriye hatiye binçavkirin û di binçavan de hatiye kuştin û bal kişand ser raporên polîsan. Afzaliyê da zanîn ku "polîsên exlaqê bi vê hincetê bi hezaran jin girtine. 
 
Afzaliyê bilêv kir ku gelek jinên guh li pîvanên rejîmê nekirine polîsan ew birine "Qereqola Vozarayê" û ev agahî dan: "Qismek jin tên hişyarkirin; lê piraniya wan dibin Qereqola Vozarayê. Ez jî carekê ji ber şerpayê hatim girtin û min birin Qereqola Vozarayê ku naşibe qereqoleke asayî. Ev qereqol li gor yên din cudatir û taybettir e. Li vir kesên araqê vedixwin, kesên ji ber bîrdoziya xwe û sûcên dînî, jin û mêrên bi hev re tevlî partiyan dibin an jî hezkiriyên nezewicandî tînin vira. Gava mirov li van pêkanînên li welêt mêze dike, mirov dikare bibêje ku Jîna Emînî bi lêdanê hatiye kuştin." 
 
PÊVAJOYA BINÇAVKIRINÊ
 
Afzaliyê bal kişand ser pêvajoya binçavkirina jinan jî û axaftina xwe wiha domand: "Polîs, jinên guh li 'pîvanan' nakin li nava kuçeyê binçav dikin. Wan li wesayîtan siwar dikin û paşê wan dibin vê qereqola taybet. Ji ber ku jin wekî sûcdar tên hesibandin wêneyên wan digirin û formekê bi wan didin îmzekirin ku careke din sûc nekin. Radigihînin, ger ev bê dubarekirin dê cezayên giran li wan bên birîn. Piştî ku bav an jî hevjînên jinan kincên munasib ji wan re tînin, tên berdan. Malbatan jî bi zanebûnî daxilî vê pêvajoyê dikin û bi v awayî jinan diçewisînin. Ev tişt hatiye serê min bi xwe jî." 
 
ROJNAMEVANÊN HATINE GIRTIN
 
Afzaliyê ragihand ku birayê Emîniyê wê li nexweşxaneyê dîtiye û telefonî çend rojnamevanan kiriye. Afzaliyê wiha domand: "Hê j em tam nizanin bê ka birayê Mahsayê pêwendiyeke çawa bi rojnamevanan re daniye. Lê rêyek dîtiye. Ji lew re ev yek ji bo rojnamevanan pir talûke ye. Jixwe du nûçegihanên ji nexweşxaneyê nûçe ragihandine û li bajarê Seqizê çûne merasîma cenaze hatine girtin." 
 
Afzaliyê destnîşan kir ku ji ber ku Emînî kurd bûye bêtir berbiçav bûye û got ku li nezaretên polîsan gelek kes tên kuştin. Afzaliyê ji bo vê çend mînak dan: "Mesela, jinek ji ber ku bi hevalekî xwe yê mêr re bûye li bajarê Hemedanê hat girtin û paşê polîsan got xwe kuştiye. Lê em dizanin ku ev ne pêkan e. Bi îşkenceyê hatiye kuştin. Yanî tişta ku ez dixwazim bibêjim; piştî binçavkirin û girtina ji aliyê polîsên exlaqê ve cinayet çêdibin an jî xwekuştin." 
 
'ŞERPA TABÛYEK BÛ'
 
Afzaliyê bilêv kir ku cara ewil e ku li vir jin bi awayekî berbelav şerpayên xwe derxistine û bi şewitandina şerpayan çalakiyên protestokirinê mezin bûne. Afzaliyê wiha got: "Tew hin jin berî ku şerpayên xwe bişewitînin an jî piştî şewitandinê dans kirin ku ev pir sembolîk e. Ji lew re em dizanin ku her du jî li gorî îslamê qedexe ne. ŞErpa tabûyeke rasteqîn bû. Bi rastî jî ji aliyê hikûmetê  mirovan wekî tiştekî pir hesas dihat dîtin. Lewma ev liv û tevgera jinan tiştekî pir ecêb bû. Jin niha çalakiyên xwe li ber polîsan dikin, dîmenan digirin û dişînin. Helbet ev pêşketineke pir mezin e. Ev israra jinan dikare 'polîsên exlaqê' veguherîne exlaqeke rasteqîn." 
 
 

Sernavên din

21/11/2022
08:55 Li dijî qehwexaneyeke Amedê êrişa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
20/11/2022
22:54 Rojavayê Kobanê careke din hate bombekirin
22:30 Roket avêtin Deriyê Sînor ê Oncupinarê
22:19 Erdem ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
22:00 Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Bêdengî hevkariya sûcê şer e
21:12 Xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya ye
19:50 Amedspor di lîgê de ket rêza yekemîn
19:37 Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn
18:47 Li Artûklûyê pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin
18:11 ‘Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye’
17:17 Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû
16:53 HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
16:52 Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn
16:51 Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e
16:15 Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin