'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'

  • rojane
  • 09:41 19 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnexê û navçeyên wê walîtî û qeyûm xwendekaran dibin çalakiyên xwe û yên desthilatê. Rêvebirê Egîtîm-Senê Serhat Ûgûr bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Ev zarok, ne yekîneyên we ne jî şeqşeqkerên we yên pêşwazîkirinê ne." 
 
Li Şirnexê û navçeyên wê, walîtî û qeymûm xwendekaran bi awayekî girseyî dibin çalakiyên xwe. Di çalakiyên wekî konser, mîhrîcan û kampan de walîtî, qeymeqamtî û saziyên din ên dewletê hemû derfetan seferber dikin û bi rêya van çalakiyan propagandaya AKP'ê dikin. Di meha Gulanê de li navçeya Qileban a Şirnexê Navend Ciwanan û Werzîşê bi navê kampê bi dehan xwendekarên lîseyê birin "Şahiya Ciwanan" a Baskên Ciwanan a AKP'ê. Her wiha di Cotmehê de jî Qeymeqamtiya Silopiyayê "Şahiya Fisteqan" li dar xist û bi fermana qeymeqamtiyê ya ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Silopiyayê bi sedan xwendekar daxilî vê "şahiyê" hatin kirin. Di 29'ê Cotmehê li navenda Şirnexê jî di bin navê "Alaya Fenerê" de meşa şevê hat lidarxistin û bi sedan xwendekar daxilî vê "şevê" hatin kirin. Li navçeya Hezexê çalakiya "Alemd Daxî" û li Cizîrê jî "Mîhrîcana Muzîkê" hat lidarxistin û bi sedan xwendekar tevlî vê çalakiyê hatin kirin. 
 
Endamê Desteya Rêvebir a Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Şaxa Şirnexê Serhat Ûgûr, bertek nîşanî vê yekê da. 
 
FERMANA 'XWENDEKARAN BIŞÎNIN'
 
Ûgûr bilêv kir ku gava mirov bi dildarî biçin cihekî ew ne li dijî vê ne, lê gava mesele tê ser xwendekaran ew xwe berpirs hîs dikin û mafê wan ê gotinê çêdibe. Ûgûr wiha got: "Walîtî û qeymeqamtî ji bo xwendekar tevlî çalakiyên wan bibin fermana 'wan bişînin' didin. Em li dijî vê ne. Ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr bêyî nîvseke fermî hebe bi rêya Whatssapê peyama 'xwendekaran bişînin' dişîne û zarokên me dibin cihên bi vî rengî." 
 
ÇEWISANDINA 'MAMOSTE Û XWENDEKARAN'
 
Ûgûr da zanîn ku gava saziyên fermî talîmatekê bidin ev yek divê xwe bisipêre tiştekî fermî û ev tişt gotin: "Bêyî nivîseke fermî hûn nikarin bibêjin xwendekaran bibin vir û wir. Ger bingeha wê ya fermî bê amadekirin jî, saet piştî 17.00'an hûn nikarin xwendekaran bibin tu derî. Du çalakiyên dawî yên li bajarê me hatin kirin, saet piştî 17.00'an hatin kirin. Li gorî qanûnê hûn nikarin saet piştî 17.00'an xwendekaran ji wargehênw an derxînin. Lê li vir, di wan saetan de xwendekaran berbayî şovên xwe dikin." 
 
Ûgûr destnîşan kir ku sirf ji bo beşdariya li çalakiyan zêde bibe xwendekar daxilî wan tên kirin û wiha pê de çû: "Ji ber ku di ser mamosteyan re ji xwendekaran re tê gotin 'tevlî çalakiyan bibin', xwendekar jî xwe mecbûr hîs dikin. Ji ber vê tevlî dibin. Ji ber dîrektîfên îdarekar û meqamên erkdar xwe mecbûr hîs dikin. Ji lew re paşê tê gotin 'te hindik şandine yan jî te zêde şandine.' Yanî em bibêjin mobbîngê tê kirin. Ev kar bi fermanên ji jor tên, tên kirin." 
 
‘XWENDEKAR NE ŞEQŞEQKER IN'
 
Ûgûr anî ziman ku îtiraza wan a herî mezin jî ew e ku bi sedan xwendekar tevlî çalakiya li navçeya Cizîrê hatine kirin û wiha got: "Bi taybetî jî şova bi israr a li Cizîrê ku bi navê mîhrîcanê hat lidarxistin û çalakiyên 29'ê Cotmehê ku xwendekar daxilî nav wan hatin kirin, li Şirnexê pir tên nîqaşkirin. Îtiraza me ya herî mezin jî veguhastina xwendekaran a ji bo mîrhîcana li Cizîrê ye. Ji lew re her kesî dizanibû ku gava ev mîhrîcan bê lidarxistin dê rageşiyek rû bide. Gelê Cizîrê diyar kiribû ku dê wê mhîrcanê qebûl neke. Bi zanebûnî xwendekar birin wir. Dibû ku li wir tiştên pir xirab jî rû bidana. Ger hûn ê xwe nexin bin wî barî, zarokan nebin vir û wir. Van zarokan nebin çalakiyên hikûmetê an jî Tifaqa Cumhûrê. Ev zarok, ne yekîneyên we ne jî şeqşeqkerên we yên pêşwazîkirinê ne. Dê ji niha û pê ve jî gelek çalakî bên lidarxistin. Em ê şopdarê vê yekê bin." 

Sernavên din

20/11/2022
22:00 Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Bêdengî hevkariya sûcê şer e
21:12 Xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya ye
19:50 Amedspor di lîgê de ket rêza yekemîn
19:37 Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn
18:47 Li Artûklûyê pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin
18:11 ‘Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye’
17:17 Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû
16:53 HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
16:52 Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn
16:51 Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e
16:15 Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan
10:01 KON-MED: Divê li dijî sûcên şer xeta têkoşînê bê avakirin