Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn

  • rojane
  • 14:07 3 Kanûn 2022
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn û diyar kirin ku hem ji bo Huseyîn û hem jî ji bo hemû windayan dê bangewaziya xwe ya pêkanîna edaletê bidomînin.

 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 923'yemîn de çalakiya xwe li ser înternetê li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de li aqûbat Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê kanûna 1993'yan de li Siwêregê hatî windakirin pirsîn. Di çalakiyê de bûka Huseyîn Ayşe Taşkaya axivî û bal kişand ser bêedaletiyê. 
 
Taşkaya di destpêka axaftina xwe de gotinên Wezirê Dadê Bekîr Bozdag "Edaleta Rojava û Amerîkayê, li hemberî teraziya edaletê ya Tirkiyeyê mînak tê nîşandan, lê belê teraziya me ya edaletê ya herî rast e" bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji wezîrê dadê dipirsîn; ligel şahîd, delîl û qeydên dadgehê, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û raporên Meclisê hêj jî kujer bêceza hatine hiştin. Dosyayên windayan gelo li ku dera teraziya edaletê ye? 923 heftê ne em dibêjin û em ê her gotinên xwe bidomînin; edalet û hiqûq divê rast bê sêpandin. Edalet gotî divê kesên mafdar bighîje heqê xwe. Lê belê ji bo me ne hiqûq û ne jî edalet heye. Teraziya pergala edaletê xirab e."
 
'BI 30 MAŞÎNEYAN BI SER MALÊ DE GIRTIN' 
 
Taşkaya da zanîn ku xwezûrê wê Huseyîn (42) bavê 4 zarokan bû û li Siwêregê mutahît bû û serpêhatiya windakirina wî wiha vegot: "Huseyîn dema mutahîtî dikir mafê wî hat binpêkirin. Huseyîn li dijî vê yekê derket. Ji ber vê sedemê Huseyîn ji hêla hêzên dewletê û eşîra Bucakê ve hedef hat nîşandan. Piştî demekî zext zêdebûn û malbat ji neçariyê koçberê Stenbolê bû. Lê Huseyîn bi xwe li Siwêregê ma. Di 6'ê kanûna 1993’yan de li taxa Baglarê bi 30 maşîneyan leşker, polîs û cerdevanên ku ji eşîra Bucakê bûn bi ser malê de girtin û Huseyîn girtin binçavan. Malbat serî li cendermeyan, emniyetê, dozgerî û walîtiyê dan. Rayedarên leşkeriyê da zanîn ku piştî demekî polîsan Huseyîn birinê. Emniyet jî diyar kir ku ne di destê wan de ye bila biçin ji Sedat Bucak bipirsin. Parlamenterê DYP'ê, reîsê eşîr û sercerdevan Sedat Bucak jî got ‘Belê ekîba me girt lê belê me teslîmê dewletê kir. Dewlet dizane'. Hemû hewldanên malbatê bê encam ma. Êdî ji wê demê ve ji Huseyîn Taşkaya agahî nehat girtin." 
 
'BIRYARA DOZVENEKIRINÊ HAT DAYÎN' 
 
Taşkaya da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê bûyer nekarî ronî bike û wiha domand: "Huseyîn Taşkaya li ber çavên malbat û şêniyên taxê hat binçavkirin. Lê belê serdozgerî wek îdiayek razber nirxand û derbarê dosyayê de biryara neşopandinê da. Ji bo veşartina sûc û revandina kesan derfet afirand. Di tîrmeha derbasbûyê de li gundê Tutumlu ya Curnê Reş a Rihayê gelek hestiyên ku aîdê mirovan hat dîtin. Malbata Huseyîn, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di 25'ê tîrmeha 2022'yan de serî li Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş da. Serdozgerî daxwaza testa DNA'yê kir." 
 
DÊ DEST JI QADA GALATASARAYÊ BERNEDIN 
 
Ayşe Taşkaya, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîna ku hat dayîn: "Di dernexistina rastiyan de dozger û dadger berpirsin. Çend sal derbas dibe bila bibe, em ê ji bo Huseyîn û kesên hatine windakirin daxwaza pêkanîna edaletê bikin. Dewlet divê li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî tevbigere. Em dev jî Qada Galatasarayê bernadin." 

Sernavên din

09/12/2022
13:28 Budçeya şer 10 qet zêdetir bû
13:14 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:10 Temellî ji bo meşê bang kir: Divê em tecrîdê bişikînin
13:10 Tirkiyeyê firneya ku bo 20 gundan nan dipêje bombebaran kir
12:56 Ji ber ambargoya Şamê 2 tax bê ceyran man
12:09 Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn
12:01 Koçyîgît: Tirkiye hewl dide gavên îlheqkirina xaka Rojava biavêje
11:40 Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin
11:39 Girtiyê nexweş ê hate îdiakirin ku ‘ketiye’ jiyana xwe ji dest da
11:02 Parlamentera HDP’ê Orhan: Tundiya navneteweyî li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê tê domandin
10:32 ‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’
10:18 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide
09:53 ‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’
09:05 ‘Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye'
09:04 Banga ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin
09:03 Kesên xwe wekî MÎT'ê û polîsan didin naskirin 'sîxurtiyê' li hevseroka HDP'î ferz dikin!
09:02 Dayika ku kurê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da: Çi ji destê me bê divê em bikin
09:01 'Ger hiqûq hebe divê dewleta tirk bê darizandin'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2022'YAN
09:00 Li Dehgulan'ê Şademan Ehmedî di bin çavan de hate kuştin!
08/12/2022
20:41 Gundên Efrîn, Zirgan û Eyn Îsayê hatin bombebarankirin
19:25 Li Amedê ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
16:44 Saman Yasîn dibe ku ji nişkê ve were darvekirin!
16:43 Der barê daxuyaniya ‘Qirkirina Ermenan’ a HDP’ê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:31 Li Girtîgeha Gîresûnê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
16:23 Dozger di asta jor de ji bo Rojbîn Çetîn ceza xwest
16:22 Hevalê hucreyê yê Şekarî helbest nivîsand: Xweziya min ew nûçe qet nexwendibûya
16:12 Di Doza Vartînîsê de tevî xetereya demborînê jî wezaret bersivê nade muzekkereyê
16:00 Piştî bidarvekirina Şekarî gel li Îranê dakete kolanan
15:34 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir
15:25 ‘Hêj niha jî li Meclisê ji bo kurdî dibêjin X an jî zimanê nayê zanîn’
15:25 Qala çîroka strana ‘Megrî megrî’ kir: Hûn stranê îstîsmar dikin
15:09 Li Zanîngeha Stenbolê êrişên nijadperest: Berpirsyar kesên ku kampus veguherandine leşkergehê ne
14:51 HDP’ê bersiv da gefa parlamenterê nijadperest: Em bi bedelên giran hatin vir
14:33 Temel: Desthilat nikare derewan li civakê bike
14:31 Salvegera 27’an a KESK’ê li Mêrsînê hat pîrozkirin
14:13 Di nava 24 saetan de li Çemçoyê 12 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:11 Xizmên girtiyan 148 roj in bi daxwaza edaletê nobetê digirin
14:05 Ji bo firehkirina qada mitînga Erdogan avahiya xizmetê hilweşandin
14:04 Serpelê ku ji bo kadroyên cerdevanan bertîl xwariye hat binçavkirin
13:29 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê li ku ye?
13:23 Dozger ji ber îşkenceya li girtîgehê ceza xwest
13:03 Ji bo çalakiyên Nobeta Edaletê yên Amed û Wanê bang hat kirin
12:49 Nasir Erdal ku gîranî hat birîndar kirin: Îsmail Arslan gule berdan min
12:44 Muhsin Şikarî yê 23 salî hat bidarvekirin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
12:20 Mûsa Sevîm ê Meryem qetil kir ji ber ‘şahidê nepen e’ nayê dîtin?
12:15 Ji Aslan û Qoçgîrî straneke nû: Reseno
12:06 Doza hevşaredar Toprak ji ber guherandina şandeyê hate taloqkirin
12:03 Encamnameya Kongreya 21'emîn a KNK'ê: Dem dema yekitî û statûya Kurdistanê ye
11:25 Qeymeqamê ku zarokê 13 salî perçiqandibû bialkol û leza zêde derket
11:17 Ahmet Silik bi ‘bêhiqûqiya bikontrol’ hate qetilkirin!
10:50 Garîbe Gezer ku hatibû qetilkirin: Ez tu carî serî natewînim
10:38 ‘Bi tayînkirina qeyûman re destkeftiyên jinan 50 sal li paş man’
10:08 ‘Ocalan bi redkirina hevdîtina CPT’iyê re peyam da CPT û derve’
09:54 Gursucu bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da: Dema mijar bû Kurdistan her kes bêdeng e
09:17 Dest û lingek wî tune ye, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dane wî
09:07 Li Zap, Avaşîn û Metînayê hejmara leşkerên mirî zêde dibe
09:06 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Êdî bes e, dengê wan bibihîsin
09:04 'Ha Rojava ha Bakur ev êriş li dijî hemû kurdan e'
09:02 Geliyên Gabarê zivistanê pêşwazî kirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:18 Ji Walîtiyê daxuyaniya MHP’ê: Tu eleqeya wî nîne
07/12/2022
19:48 Li Rihayê winda hatin bibîranîn
18:52 Ji bo Ocalan li ber CPT’yê çalakî hat lidarxistin
18:26 Bertek nîşanî ferzkirina 'poşmanîtiyê' dan: Em serî natewînin
17:08 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ hate dayîn
17:06 Ji xwendekarên îranî daxuyaniya hevpar: Em ê parşverûtiyê tune bikin
16:57 Parêzerê kujerê Alturk cînayet girêdayî HDP û Qendîlê kir!
16:49 Malbatên Windakiriyan serdana Malbata Şenyaşar kirin
16:20 Cenazeyê Fatma Yilmaz hate veşartin
16:19 Ji bo Fîncanci û Yildiz banga berdanê kirin
15:53 Nehiştin xizmên girtiyê ketiye greva birçîbûnê pê re hevdîtinê bikin
15:46 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Muxalefet jî parçeyekî tecrîdê ye
14:53 Greva giştî ya li Îranê di roja 3’yemîn de ye
14:31 ‘Em ê doza qetilkirina Bahar Hezer ji nêz ve bişopînin’
14:17 Doza Sîncar: Divê Meclis berpirsiyariya xwe bicih bîne
14:15 Daxwaza yekkirina dosyaya endama Akademiya Jinê Aras hate kirin
14:03 Bernameya Hefteya Mafên Mirovan a Wanê diyar bû
13:21 ‘Bila kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL’
13:04 Malbatên girtiyan: Em deyndarên têkoşîna zarokên xwe yên girtî ne û bi wan re ne
12:31 Pankartên malbata Şenyaşar bi wesayîtên fermî hatin astengkirin
12:18 Suer bi wêneyê Roboskî xelata salê wergirt
11:43 Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê: Heta ku tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
11:22 'Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava ji bo hemû cîhanê xetereyeke mezin e’
11:22 Ciwanan tecrîd protesto kirin
11:20 Pîroglû: Dijminatiya gelê kurd sedemê hebûna desthilatê ye
10:30 HPG: Cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê me de ye
09:58 Ji bo Abdullah Ocalan bang li baroyan kir: Divê baro li dijî tecrîdê bi peywira xwe rabin
09:48 Serokê DGD'ê Daş: Hin komele li ser navê me bazara rayên kurdan dikin
09:46 Komele û saziyên ziman: Serdestên faşîst dixwazin dîrok, çand û zimanê kurdî ji holê rakin
09:05 Rojnamevana îranî Abasîan: Tirkiye û Îran ji bo rojnamevanan girtîgeh in
09:05 'Kovara Demeokratîk Modernîte fikrek e, nayê darizandin'
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Gel bi vê meşê dikare tecrîdê bişikîne
09:01 Hevşaredarên jin: Dewletê bi tayînkirina qeyûman xwe teşhîr kir
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2022'YAN
06/12/2022
19:05 KCD û DBP li Bedlîsê bi gel re civiyan
16:54 Ji HDP’ê bo MHP’ê bersiva ‘mafên mirovan’: Ne hedê we ye
16:51 HSD: Di êrişan de saziyên xizmetê hedef tên girtin
16:38 Parlamenterên AKP û Partiya ÎYÎ şer kirin