Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan

  • rojane
  • 16:23 4 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Gelek kesayetên serbixwe, akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedarên Başûr bi rojeva êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava û Başûr li Silêmaniyeyê civiyan. Di civînê de peyama hevgirtina gelê kurd û têkoşîna hevpar hat dayîn. 
 
Li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê bi pêşengtiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û bi tevlibûna gelek kesayetên serbixwe, rewşenbîr, siyasetmedar û akademîsyenan, li dijî êrişên artêşa tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê civînek hat lidarxistin. Civîn, li Eywana Xak a Silêmaniyeyê hat lidarxistin. 
 
Di destpêka civînê de Nûnera PYD’ê yê başûrê Kurdistanê Cavîdan Kemal axivî û bixêrhatina mêvanan kir. Piştre jî peyamên bi dîmen ên Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî hatin xwendin. 
 
Peyama Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah wiha ye: “Divê em civaka kurd, aliyên xwe yên siyasî vê mijara qirkirinê û çekên qedexekirî nîşan bidin. Girîng e ku em hevbeş kar bikin, destkeftiyên li Rojava û Başûr biparêzin, têkoşîneke hevpar bimeşînin. Armanca ji êrişan, têkbirina destkeftiyan e. Bi berxwedana hevbeş û têkoşîna neteweyî em dikarin ser bikevin. Berdêlên mezin tên dayîn. Erka me ya aliyên siyasî û rewşenbîran ew e ku vê mijarê nîqaş bikin û li ber xwe bidin. Divê em destkeftiyên neteweyî û kurdistanî biparêzin. Çekên qedexe tên bikaranîn, xetereyên mezin hene û metirsiya DAIŞ’ê zêde dibe. Di her warî de divê xebatek mezin bê kirin. Divê hemû sazî û rêxistin xwe bikin yek, têkoşîneke hevpar bimeşînin û li ber dagirkeriyê rabin. Em ji bo her karî re amade ne.”
 
‘DIVÊ GELÊ BAŞÛR PIŞTEVANIYEKE XURTIR BIDE’
 
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî jî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk di êrişên dawî de hemû kes û saziyên jiyanî hedef girt. Dixwazin vê herêmê ji xelkê vala bikin. Amadekariyên dagirkirina herêmên nû tê kirin. Helwesta gel a li ber vê li her derê derket holê. Dostên me jî piştevanî kirin. Doza gelê kurd dozeke rewa ye. Xetere bi dawî nebûye. Ji bo wê jî divê dewletên dost ên dijî DAIŞ’ê şer dikin helwesta xwe zêdetir nîşan bidin û gel jî hişyar be. Dewleta tirk ne tenê Rojava, her wiha dixwaze Başûr jî dagir bike. Divê gelê Başûr û Rojava hişyar be. Ji ber ku hedefa êrişan e. Dixwaze gav bi gav herêmê dagir bike. Divê gelê Başûr û kesayetên welatparêz li dijî dagirkeriyê bêhtir tevbigerin. Em şer naxwazin, em alîgirên aştiyê ne. Bi diyalogê dixwazin çareserî bikin. Divê derkevin ji herêmên me. Em ji berxwedanê re amade ne. Em ê bersivên xurt bidin. Ji gelê me daxwaza me ew e ku piştevaniyeke xurt bidin û em ê bi hev re vê planê têk bibin.” 
 
PYD: EM BI HEV RE BIHÊZ IN
 
Cavîdan Kemal piştre jî peyama partiya xwe xwend. Peyama PYD’ê wiha ye: “Rejîm, naxwaze çareserî û demokratîkbûn pêk were. Daxwazên gel pêk nayîne. Me ji bo azadiyê xeta sêyemîn hilbijart. Dewleta tirk bê navber êriş kir û hêj dike. Gelek deverên mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Em li gel aştî û guftûgoyê ne. Li gel rejîma jî dixwazin guftûgoyê bikin. Daxwaza me ya ji hêzên navneteweyî ew e ku bingehekî siyasî amade bikin û Rêveberiya Xweser jî divê projeyê de cih bigre. Metirsî heye. Armanca êrişan ne tenê Rojava lê dagirkirina Başûr jî ye. Em bi hev re bihêz in û bi hev re dikarin serkevin.” 
 
Piştî xwendinan peyaman, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Tê payîn ku encamnameya civînê bi raya giştî re were parvekirin. 
 

Sernavên din

09/12/2022
13:14 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:10 Temellî ji bo meşê bang kir: Divê em tecrîdê bişikînin
13:10 Tirkiyeyê firneya ku bo 20 gundan nan dipêje bombebaran kir
12:56 Ji ber ambargoya Şamê 2 tax bê ceyran man
12:09 Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn
12:01 Koçyîgît: Tirkiye hewl dide gavên îlheqkirina xaka Rojava biavêje
11:40 Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin
11:39 Girtiyê nexweş ê hate îdiakirin ku ‘ketiye’ jiyana xwe ji dest da
11:02 Parlamentera HDP’ê Orhan: Tundiya navneteweyî li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê tê domandin
10:32 ‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’
10:18 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide
09:53 ‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’
09:05 ‘Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye'
09:04 Banga ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin
09:03 Kesên xwe wekî MÎT'ê û polîsan didin naskirin 'sîxurtiyê' li hevseroka HDP'î ferz dikin!
09:02 Dayika ku kurê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da: Çi ji destê me bê divê em bikin
09:01 'Ger hiqûq hebe divê dewleta tirk bê darizandin'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2022'YAN
09:00 Li Dehgulan'ê Şademan Ehmedî di bin çavan de hate kuştin!
08/12/2022
20:41 Gundên Efrîn, Zirgan û Eyn Îsayê hatin bombebarankirin
19:25 Li Amedê ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
16:44 Saman Yasîn dibe ku ji nişkê ve were darvekirin!
16:43 Der barê daxuyaniya ‘Qirkirina Ermenan’ a HDP’ê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:31 Li Girtîgeha Gîresûnê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
16:23 Dozger di asta jor de ji bo Rojbîn Çetîn ceza xwest
16:22 Hevalê hucreyê yê Şekarî helbest nivîsand: Xweziya min ew nûçe qet nexwendibûya
16:12 Di Doza Vartînîsê de tevî xetereya demborînê jî wezaret bersivê nade muzekkereyê
16:00 Piştî bidarvekirina Şekarî gel li Îranê dakete kolanan
15:34 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir
15:25 ‘Hêj niha jî li Meclisê ji bo kurdî dibêjin X an jî zimanê nayê zanîn’
15:25 Qala çîroka strana ‘Megrî megrî’ kir: Hûn stranê îstîsmar dikin
15:09 Li Zanîngeha Stenbolê êrişên nijadperest: Berpirsyar kesên ku kampus veguherandine leşkergehê ne
14:51 HDP’ê bersiv da gefa parlamenterê nijadperest: Em bi bedelên giran hatin vir
14:33 Temel: Desthilat nikare derewan li civakê bike
14:31 Salvegera 27’an a KESK’ê li Mêrsînê hat pîrozkirin
14:13 Di nava 24 saetan de li Çemçoyê 12 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:11 Xizmên girtiyan 148 roj in bi daxwaza edaletê nobetê digirin
14:05 Ji bo firehkirina qada mitînga Erdogan avahiya xizmetê hilweşandin
14:04 Serpelê ku ji bo kadroyên cerdevanan bertîl xwariye hat binçavkirin
13:29 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê li ku ye?
13:23 Dozger ji ber îşkenceya li girtîgehê ceza xwest
13:03 Ji bo çalakiyên Nobeta Edaletê yên Amed û Wanê bang hat kirin
12:49 Nasir Erdal ku gîranî hat birîndar kirin: Îsmail Arslan gule berdan min
12:44 Muhsin Şikarî yê 23 salî hat bidarvekirin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
12:20 Mûsa Sevîm ê Meryem qetil kir ji ber ‘şahidê nepen e’ nayê dîtin?
12:15 Ji Aslan û Qoçgîrî straneke nû: Reseno
12:06 Doza hevşaredar Toprak ji ber guherandina şandeyê hate taloqkirin
12:03 Encamnameya Kongreya 21'emîn a KNK'ê: Dem dema yekitî û statûya Kurdistanê ye
11:25 Qeymeqamê ku zarokê 13 salî perçiqandibû bialkol û leza zêde derket
11:17 Ahmet Silik bi ‘bêhiqûqiya bikontrol’ hate qetilkirin!
10:50 Garîbe Gezer ku hatibû qetilkirin: Ez tu carî serî natewînim
10:38 ‘Bi tayînkirina qeyûman re destkeftiyên jinan 50 sal li paş man’
10:08 ‘Ocalan bi redkirina hevdîtina CPT’iyê re peyam da CPT û derve’
09:54 Gursucu bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da: Dema mijar bû Kurdistan her kes bêdeng e
09:17 Dest û lingek wî tune ye, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dane wî
09:07 Li Zap, Avaşîn û Metînayê hejmara leşkerên mirî zêde dibe
09:06 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Êdî bes e, dengê wan bibihîsin
09:04 'Ha Rojava ha Bakur ev êriş li dijî hemû kurdan e'
09:02 Geliyên Gabarê zivistanê pêşwazî kirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:18 Ji Walîtiyê daxuyaniya MHP’ê: Tu eleqeya wî nîne
07/12/2022
19:48 Li Rihayê winda hatin bibîranîn
18:52 Ji bo Ocalan li ber CPT’yê çalakî hat lidarxistin
18:26 Bertek nîşanî ferzkirina 'poşmanîtiyê' dan: Em serî natewînin
17:08 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ hate dayîn
17:06 Ji xwendekarên îranî daxuyaniya hevpar: Em ê parşverûtiyê tune bikin
16:57 Parêzerê kujerê Alturk cînayet girêdayî HDP û Qendîlê kir!
16:49 Malbatên Windakiriyan serdana Malbata Şenyaşar kirin
16:20 Cenazeyê Fatma Yilmaz hate veşartin
16:19 Ji bo Fîncanci û Yildiz banga berdanê kirin
15:53 Nehiştin xizmên girtiyê ketiye greva birçîbûnê pê re hevdîtinê bikin
15:46 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Muxalefet jî parçeyekî tecrîdê ye
14:53 Greva giştî ya li Îranê di roja 3’yemîn de ye
14:31 ‘Em ê doza qetilkirina Bahar Hezer ji nêz ve bişopînin’
14:17 Doza Sîncar: Divê Meclis berpirsiyariya xwe bicih bîne
14:15 Daxwaza yekkirina dosyaya endama Akademiya Jinê Aras hate kirin
14:03 Bernameya Hefteya Mafên Mirovan a Wanê diyar bû
13:21 ‘Bila kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL’
13:04 Malbatên girtiyan: Em deyndarên têkoşîna zarokên xwe yên girtî ne û bi wan re ne
12:31 Pankartên malbata Şenyaşar bi wesayîtên fermî hatin astengkirin
12:18 Suer bi wêneyê Roboskî xelata salê wergirt
11:43 Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê: Heta ku tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
11:22 'Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava ji bo hemû cîhanê xetereyeke mezin e’
11:22 Ciwanan tecrîd protesto kirin
11:20 Pîroglû: Dijminatiya gelê kurd sedemê hebûna desthilatê ye
10:30 HPG: Cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê me de ye
09:58 Ji bo Abdullah Ocalan bang li baroyan kir: Divê baro li dijî tecrîdê bi peywira xwe rabin
09:48 Serokê DGD'ê Daş: Hin komele li ser navê me bazara rayên kurdan dikin
09:46 Komele û saziyên ziman: Serdestên faşîst dixwazin dîrok, çand û zimanê kurdî ji holê rakin
09:05 Rojnamevana îranî Abasîan: Tirkiye û Îran ji bo rojnamevanan girtîgeh in
09:05 'Kovara Demeokratîk Modernîte fikrek e, nayê darizandin'
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Gel bi vê meşê dikare tecrîdê bişikîne
09:01 Hevşaredarên jin: Dewletê bi tayînkirina qeyûman xwe teşhîr kir
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2022'YAN
06/12/2022
19:05 KCD û DBP li Bedlîsê bi gel re civiyan
16:54 Ji HDP’ê bo MHP’ê bersiva ‘mafên mirovan’: Ne hedê we ye
16:51 HSD: Di êrişan de saziyên xizmetê hedef tên girtin
16:38 Parlamenterên AKP û Partiya ÎYÎ şer kirin
16:27 Turan ê HDP’î: Ev budçe, budçeya şer e