DFG û MKGP: Girtina rojnamegeran sûc e, hevalên me berdin

  • rojane
  • 11:11 16 Kanûn 2022
  • |

AMED - DFG û MKGP'ê têkildarî rewşa 16 rojnamegerên kurd li Amedê hatibûn girtin ku ev 6 meh in îdianameya wan nehatiye amadekirin daxuyanî dan û got: "Girtina wan sûc e, divê ku rojnameger demildest bên berdan."

 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê  (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DGF) têkildarî rewşa 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê di 16 hezîranê de hatin girtin, li ber deriyê Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de gelek rojnamevan amade bûn û her wiha rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY - DER) ya Amedê, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştgirî dan rojnamevanan. Di daxuyaniyê de pankarta "Çapemeniya azad serî natewîne" vekirin.
 
Daxuyanî bi zimanên kurdî û tirkî hat dayîn. Metna daxuyaniya kurdî ji aliye endama MKGP'ê Medya Uren ve hat xwendin û daxuyaniya tirkî jî Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu xwend.
 
 
Uren, bi bir xist ku îktidar bi hevkariya darazê êrişên xwe yên li dijî hemû aliyên mûxalîf didomîne û wiha got: “Di nava van şertên dijwar ên Tirkiyeyê de çapemeniya azad a ku van êrişan dibîne û dinivisîne ji aliyê heman hevkariyê ve hedef tê girtin. Ji bo partiyên tên îktidarê û tenê navê wan diguherin, tiştê ku tenê nayê guhertin hedefgirtina kevneşopiya çapemeniya azad e.”
 
‘DELÎLÊN SÛC BI WÊNEYAN NÎŞAN DAN'
 
Bi domdarî Uren da zanîn ku sala 2022'yan dîsa bû sala ku rejîma AKP-MHP'ê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan û çapemeniya kurdan nîşan bide û axaftina xwe wiha domand: “Ev bi awayekî zelal derket holê. Binpêkirina mafên li dijî çapemeniya azad a ku hejmara wê ne diyar e dewam dike. Daraz jî li dijî çapemeniya azad wekî rêbazeke cezakirinê tê bikaranînin. Di 8'ê hezîranê de dîsa ev kevneşopî hat hedefgirtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger 22 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Ji ber zanibûn delîleke sûc a li dijî hempîşeyên me tune ye loma 8 rojan hevalên me di binçavan de hiştin. Nehiştin pîşeya xwe bikin. Emniyetê alavên biserdegirtina saziyan dest xistibû jî wekî 'delîlên sûc' di wêneyan de nîşan da. Bi vê yekê jî eşkere rojnamegerî hedef hat girtin.”
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD BI TALÎMATAN NÛÇEYAN ÇÊNAKE'
 
Di berdewamê de Uren behsa pêvajoya girtina rojnamegeran kir û wiha pê de çû: "Piştî pêvajoya binçavkirinê ya nehiqûqî, bi awayê ku ev îktidar hiqûqa xwe jî bieciqîne di 16'ê hezîranê de 16 hevalên me da girtin. Tevî tirsa ku hat afirandin jî hevalên me dîsa jî bi wêrekî rastî nivîsandin. Daraza ku hevalên me bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' girt, di rojnamegeriya me de li 'talîmatê' geriya. Lê belê heke li kesên bi destûr û talîmatê dinivîsin, digerin bila berê xwe bidin medyaya alîgir a li qesrê. Rojevên medyaya alîgir li qesrê tên diyarkirin. Bi vê yekê wê bê famkirin ku çapemeniya azad bi talîmatê nûçeyan çênake. Ji ber ku li gor talîmatên îktidarê tevnagere, li dij vêya derdikeve, dibe hedef.  Disa daraza îktidarê wekî 16'ê hezîranê di 25'ê cotmehê de jî dîsa bi binçavkirin û girtina xebatkarên çapemeniya azad êrişa xwe pêk anî. Vê carê jî talîmat dan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. 9 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin, bi tevahî 10 rojnameger dîsa hatin girtin. Xebatên rojnamegeriyê wekî hincet hat nîşandan û rojnameger hatin girtin. Ev êriş bi me gavê paşde nade avêtin. Berovajî vê yekê ew ê têkoşîna me ya heqîqetê hîn mezin bike."
 
‘EM ŞOPDARÊN APÛ MÛSA Û GURBETELLÎ NE'
 
Uren, bi bîr xist ku wan berê jî diyar kiribû û ew careke din diyar dikin ku çapemeniya azad bi kuştin, girtin, binçavkirin û sansurê nayê qedandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev kevneşopiyeke wiha ye ku bi êriş û zextan nayê qedandin. Dîsa di hefteyeke ku rojnameger dibin hedef de 6 meh bi ser girtina 16 hevalên me yên rojnameger re derbas bûn. Ev 6 meh in ku hîn tu îdianame der barê hevalên me de nehatiye amadekirin. Ji ber ku li holê sûcekî hevalên me tune ye! Ji ber ku em dizanin ku rojnamegerî ne sûc e! Lê bidûrxistina hevalên me ya ji kar a ji aliyê darazê pêk tê, sûc e. Hedefgirtina rojnamegeriyê sûc e. Êrişa li dijî çapemeniya azad, azadiya raman û îfadeyê sûc e. Em li vir dîsa diyar dikin. Ev kevneşopiya me ji Mûsa Anter û Gurbetelli Ersoz girtiye wê bidome. Dev ji hedefgirtina rojnameger û çapemeniya azad berdin. Divê hevalên me demildest serbest bên berdan û darizaninda der barê wan de bê sekinandin. Ji bo rojnamegeran azadî!”
 
Daxuyanî bi dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû. 
 

Sernavên din

25/12/2022
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!