Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye

  • rojane
  • 13:10 22 Çile 2023
  • |
img
BEDLÎS - Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul ku ji ber nûçeyan her carê tê binçavkirin û derheqê wî de 7 lêpirsîn hene, diyar kir ku li bajêr tenê ew nûçeyên binpêkirin, nelirêtî, dizî, tacîz û destdirêjiyan çêdike lewma her tim dibe hedef û wiha got: “Lê paşvegavavêtin nîne. Ez ê ji bo rûmeta pîşeya xwe li ber xwe bidim.” 
 
Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul ji ber nûçeyên ku çê dike hema hema her mehê tê binçavkirin. Pêr jî hate binçavkirin û piştre hate berdan. Derheqê Aygul de 7 lêpirsîn hatine destpêkirin û dibêje ku tevî hemû zext û astengkirinan jî dê dev ji karê xwe bernede. 
  
DI MEHA DAWÎ DE ZEXT ZÊDETIR BÛN
 
Aygul, da zanîn ku sedemên girtin û binçavkirina wî bi temamî girêdayî xebatên rojnamegeriyê ne û wiha got: “Gelemperiya nûçeyên min têkildarî nelirêtî, dizî, tacîz, destdirêjî û binpêkirinên mafan in. Weke mînak; ji ber ku min parlamenterê AKP’î rexne kir hatim binçavkirin. Hefteyek berê jî ji ber nûçeyeke xwe ya têkildarî tacîzê hatim binçavkirin, derbkirin û 10 rojan girtî mam.  Rojek berê jî li ser giliyê Parlamenterê AKP’ê yê Bedlîsê Vahît Kîler hatim binçavkirin. Polîsan ez ji pişt ve kelemçe kirim. Di esasê xwe de dema gilî tê kirin, kiriyara binçavkirinê pêk nayê. Heta ku ez sûc qebûl jî bikim divê binçavkirin çênebe. Lewma jî binçavkirina min derqanûnî ye. Sedema binçavkirina min jî xebatên rojnamegeriyê ne. Nelirêtî û diziyên siyasetmedaran rewşeke wiha ya sosret derdixîne holê. Ez nizanim bê ka ev rewş dê heta kengî wiha bidome. Lê ev 13 sal in ez vê dikişînim. Lê balkêş e ku di vê meha dawî de hîn bêhtir hedef têm girtin.” 
 
‘EZ DEV JÊ BERNADIM’ 
 
Bi domdarî Aygul bi lêv kir ku zext û astengiyên li ser rojnamegerên ku nûçeyên nelirêtî, tacîz û destdirêjiyê çêdikin zêde bûne û wiha derbirî: “Dixwazin ku rojnameger tenê nûçeyên çîçek û kêzikan çêbikin. Xuyaye ku bi ser jî ketine. Ji ber ku otosansurek li ser rojnamegeran heye. Li vî bajarî tenê ez têkildarî binpêkirina nûçeyan çêdikim. Lewma dibim hedef. Ez rojnameger im û dê paşvegavê neavêjim. Heke bixwazin hinek tişt bi dawî bibin, divê dev ji nelirêtî, dizî, binpêkirinên mafan û faşîzmê berdin. Ez tişta rast dikim. Divê tu rojnameger dev ji heqîqetê bernedin. Ez dixwazim ku zext û astengkirinên li ser rojnamegeran bi dawî bibin. Bila rêzê bo çapemenî û mafê azadiya xweîfadekirinê bigirin. Peywira rojnamegeran ew e ku li ser navê cemaweriyê venihêrînê bikin. Em vî karî li ser navê gel dikin. Lê partiya îktîdarê û siyasetmedar vê fêm nakin. Ev xeteke têkoşînê ye û ez vê têkoşînê didomînim. Beriya min jî kes hebûn. Min pênûsa wan rakir û dê hin kesên din jî pênûsa me dewr bigirin. Ji bilî vê tu rêyên din nînin.” 
 
BERXWEDAN DÊ BIDOME
 
Di berdewamê de Aygul da zanîn ku bi dehan rojnameger bi awayekî neheq û derhiqûqî hatine biçavkirin û wiha bi dawî kir: “Bi dehan jê niha girtî ne. Divê ev rojnameger tavilê werin berdan. Ditirsim ku bêm girtin. Ditirsim ku rojekê li nava kolanê bêm kuştin. Ji ber ku ev îxtîmal zêde dûr nînin. Bi dehan hevalên me bi vî awayî hatin qetilkirin. Ev fikara min heye lê dê ev fikar min ji nivîsandinê neke. Em bi israr karê xwe bi awayekî herî baş bikin. Berxwedana me ya ji bo pîşeya me dê bidome.” 
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

03/02/2023
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê