Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere

  • rojane
  • 10:55 29 Çile 2023
  • |

STENBOL-  Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari di 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê de axivî û got ku kongre bi mebesta guherîn û veguherîna civakî hatiye avakirin. Hatîmogûllari bi domdarî wiha got: “Mirovahiya mezin, li rêya xwe digere.” 

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em li meclisên demokratîk yekitiya xwe ava bikin û bi civaka rêxistinkirî û azad jiyana nû ava bikin” li Stenbolê 12’emîn Lijneya Giştî li dar dixe. Lijneya Giştî ku duh bi Lijneya Jinan a HDK’ê dest pê kir, di roja duyemîn de bi Lijneya Giştî berdewam kir. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Kiliç û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu û Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce tev li lijneyê bûn. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyoneke ku têkoşîna HDK’ê vedibêje û peyamên hevserokên ewilî yên HDK’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu tê de hate pêşandan. 
 
AVAKIRINA RÊYA SÊYEMÎN
 
Di Lijneya Giştî de endama Dîwana Lijneyê Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Hatîmogûllari diyar kir ku lijneyeke ku dê bike HDK gaveke din pêşde biavêje tê lidarxistin û wiha got: “Di avakirina rêya nû de rola piştevaniyê girîn e. Me bi hev re dest pê kir û neçarin ku bi hev re bi ser kevin. HDK, soza avakirina welat û cîhaneke adilane, wekhev, azad û aştiyane dide hemû bindestan û kesên keda wan tê xwarin. HDK, dema ber bi Lijneya Giştî ya 12’emîn ve diçe, xwe weke tifaqeke dîrokî ya bindest û kesên keda wan tê xwarin pênase dike. Li dijî du bloqên bingehîn ên serdest ku li gel tên ferzkirin, ji bo avakirina Komara Demokratîk, birêxistinkirina dînamîkên civakî, avakirina xalên hevpar, guherîn û veguherîna civakê hatiye avakirin.” 
 
RÊYÊN RIZGARBÛNA JI KRÎZÊN PERGALÊ
 
Bi domdarî Hatîmogûllari diyar kir ku pergal li şûna cîhana yekqutb, xwe weke cîhana pirqutb ava dike û wiha domand: “Di demeke ku pergal xwe bi vî awayî ava dike de bedela herî giran jî bêkar, kedkar, karker û bindest didin. Di sedsala bihûrî de pergalê ji bo xwe ji krîza heyî xelas bike li hêlekê kedxwarî, li hêla din zilma xwe zêde kir. Her wiha şer û pevçûnan di asta herêmî de zêde dike. 
 
ÎKTÎDARBÛYÎNA AKP’Ê
 
Em dibînin ku li seranserî cîhanê serdestiya rejîmên nîjadperest, neteweperest û otorîter zêde dibe. Ev rejîm hewl didin xwe bihêz bikin û bi rêya krîza hebûna xwe bidomînin. Em dibînin ku îktîdara AKP-MHP’ê jî di nava heman hewldanan de ye. Dema AKP bûyî îktîdar, ji bo cîbicîkirina polîtîkayên neolîberal bû îktîdar. Ji aboriyê heta civaknasî û civakî, di her alî de ev polîtîka xist meriyetê û em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de pêş jî ket. 
 
ZEXTA ZAYENDA CIVAKÎ YA 5 HEZAR SALÎ
 
Her ku bêkarî, xizanî û bihabûn zêde bû, îktîdarê bêhtir bi destê çîna sermayedar girt û hewl da berxwedanên li dijî vê rewşê bifetisînin. Mîna nîjadperestî û neteweperestiyê, tundiya li dijî jinan jî di vê serdemê de zêde bû. Em dizanin ku ev zêdetirî 5 hezar sal in jin di bin zexta zayenda civakî de dijîn, rastî tundiyê tê û di bin zexta mêrê serdest de ne. Lê em dizanin ku ev zext di rejîmên otorîter de hêj girantir e. Rewşa Tirkiyeyê ya niha mînaka vê ye. Îktîdara AKP’ê dixwaze civakeke kevneperest a nû ava bike ku li ser bedena jinan teşe dide kodên wê. Nîqaşa dersokê, betalkirina Peymana Stenbolê û hwd. nîşaneyên bingehîn ên vê zextê ne. 
 
DIVÊ QADÊN TÊKOŞÎNA HEVPAR BÊN PÊŞXISTIN
 
Ji ber krîza kapîtalîzmê, li seranserî cîhanê ji ber şer û pevçûnan koçberî zêde bû. Gelek kes di rêyan de dimirin. Tacîz û tecawizên li ser van rêyan li penaberan tên kirin pir zêde bûn. Bi hezaran penaber di Behra Spî de xeniqîn. Weke HDP’ê yek ji pirsgirêkên herî zêde em li ser disekinin, pirsgirêka penaberan e û divê em pir li ser bisekinin. Her wiha ji ber krîza kapîtalîzmê, yek ji pirsgirêkên din jî krîza avhewayê ye. Êdî gerstêrka me anîne rewşeke wisa ku jiyan lê nema ye. Ji bo ku çerxên kedxwariyê û çavsoriya ji bo kar a sermayeyê, xwezaya me tê tunekirin. Yek ji peywirên me yên legzîn ew e ku bi tevgerên ekolojiyê yên herêmî û kûrewî re qadên têkoşîna hevpar pêş bixin. 
 
RÊXISTINIYA CEWHERÎ YA CIWANAN
 
Girseya Ciwanan, yek ji wan girseyan e ku jiyana xebatê ji destê wan hatiye girtin. Bêkarî û bêdahatûyî li ciwanan tê ferzkirin. Hêvî û jiyana wan jê hate standin. Ji ber bazirganiya tiryakê ya li Tirkiyeyê, êdî bendîbûna tiryakê pir zêde bûye. Ciwan, ji her alî ve pêşeroja me ne. Ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê, rûxandina berê û avakirina nû dê bi destê ciwanan bê kirin. Pir girîng e ku rêxistiniya cewherî ya ciwanan bi qadên din re hevkariyê bike. 
 
ÇARESERIYA PIRGIRÊKAN BI MODÊLA ROJAVA DIBE
 
Rejîma faşîst a bi destê AKP-MHP’ê tê avakirin, ji bo birêkûpêkkirina netewe-dewletê her rêyê rewa dibîne. Rejîm, hewl dide sedsala nû li ser kurdan bi ‘Plana Têkbirinê’ bidomîne. Bi her rê û rêbazên leşkerî, dîplomatîk û yên şerê taybet diceribîne û qirkirina siyasî û civakî li gelê kurd ferz dike. Dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her çar parçeyên Kurdistanê bêstatû bihêle. Ji bo vê jî hem di nava sînorên xwe de û hem jî li derveyî sînoran stratejiyan pêş dixe. Şerên hegemonyayê yên hêzên emperyalîst ên li Bakurê Rojhilat û Efrîqayê didomin û dixwazin pêşî li ber belavbûna modêla Rojava bigirin. Bêdengmayîna li hemberî operasyonên li derveyî sînor, tê wateya erêkirina operasyoneke bejahî. Di esasê xwe de armanc ew e ku modêla Rojava tune bikin. Modêla Rojava ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo hemû gelên li herêmê çavkaniya hêviyê ye. Dema em li du sed salên dawî dinhêrin, dibînin ku tekane çareseriya pirsgirêkên gelên herêmê bi modêla Rojava dibe. Lewma hêzên emperyalîst naxwazin bijî. 
 
PIRSGIRÊKÊN LI PÊŞIYA DEMOKRATÎKBÛNÊ
 
Domkirina rejîmên otorîter û totalîter dê bike ku çerxa kedxwariyê jî mezintir bigere. Ji bo ku têkoşîna gelê kurd li rojavayê Tirkiyeyê bêhtir bê fêmkirin, divê em bêhtir têbikoşin. Yek ji sedemên xizaniya niha ya li welêt jî, krîza pergala kapîtalîst û budçeya ji bo şer tê veqetandin e. Divê em vê yekê baş bi ji gelên Tirkiyeyê re vebêjîn. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li pêşiya demokratîkbûnê ew e ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin. Divê em vê ji gelên Tirkiyeyê re vebêjin. 
 
MODÊLA ÇARESERIYÊ YA OCALAN
 
Divê tecrîda bi salan a li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Birêz Ocalan vîna gelê kurd e û rêbereke ku kariye ji bo pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn modêla çareseriyê peyda bike. Lewma ji bo rakirina tecrîdê divê bêhtir xebat bên kirin. 
 
Gelê kurd li her çar parçeyên erdnîgariya Kurdistanê birêxistinkirî ye û gelê cîhanê yê herî zêde dînamîk e. Her wiha elewî jî beşeke civakê ya girîng e ku têkoşîna girseyî ya ji bo hemwelatiya wekhe didomînin. Divê em di ferqa vê de bin û têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. 
 
TÊKOŞÎNA LIO DIJÎ FAŞÎZMÊ
 
Divê hemû rêxistinên li dora HDK’ê bala xwe bidin ser van noqteyan. Divê nîqaş û lêgerîn di nava rêxistinan de neyên hefskirin. Divê peywendiyên tevekan jî bi hev re hebin û bikarin veguherîna civakî pêk bînin. Pirsa “Gelo em ê çawa bigihijin potansiyela têkoşîna li dijî faşîzmê’ dê bibe mijara esasî ya nîqaşên HDK’ê. Kongreya me bi girse û hemparên xwe ve heye. Divê em bikarin dînamîkên civakî bikin şirîkên vê meşa dîrokî û destkeftiyên civakî û polîtîk jî arasteyî rêxistinbûneke rast bikin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bindestan heta ku li ser rêxistiniya cewherî û di cih de ya girseyan bilind bibe, dê wê demê derfeta serkeftinê bi dest bixe. Nexwe girse nikarin li dijî faşîzmê têbikoşin, nikarin rejîmeke azadîxwaz û piranîparêz ava bikin. 
 
Bêyî ku bi navên komîsyon, komun an jî meclisa mijûl bibin, divê li dijî faşîzmê rêxistiniya civakî ya pêwîst bibe rojeva me ya esasî. Ya herî girîng jî ew e ku em pratîkên rêxistiniya civakî bikin pratîkên hevpar. Hema hema tu pêkhate nabêjin ku pirsgirêk an jî nakokiyên wan bi fîkriyata HDP’ê re heye lê bi hincetên weke ‘dema wê nîne’ û ‘hêza me nîne’ xwe ji HDP’ê dûr digirin. Lê pirsgirêka esasî, bi van hincetan nayên îzehkirin. Bi kurt û kurmancî, ji bo ku xeta stratejîk bê zelalkirin, gavên taktîkî yên li gorî vê werin avêtin, ji bo rêxistiniyeke civakî ya xurt û kadroyên wê bên gihandin, divê zemîna kongreyê ji bo serdema nû bibe zemîna avakirina îdeolojîk û ev yek berpirsyariyeke girîng e. 
 
Di serdemeke ku bi milyonan kes ji ber polîtîkayên kapîtalîst-emperyalîst dimirin, xizan dibin û dibin penaber de cîhan mizgîniya şoreşê dide. Tevgerên civakî yên nû xwe didin ferzkirin. Mirovahiya mezin li rêya xwe digere.”
 
Lijneya Giştî piştre jî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 
 

Sernavên din

04/02/2023
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû