Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir

  • rojane
  • 11:16 29 Çile 2023
  • |
img

RIHA - Endama Komîteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku Tirkiye hucreyên DAIŞ’ê yên li herêmê çalak dike û wiha got: “Heke şerek çêbibe dê ev şer neşibe şerê li Efrîn û Serêkaniyê.” 

 
Piştî ku Tirkiyeyê di 19’ê mijdara 2022’yan de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, li Moskovê bi rejîma Sûriyeyê re dest bi hevdîtinên fermî kir. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan li Moskovê bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê jî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê zêde bûn. Piştre jî liv û tevgera DAIŞ’ê ya li herêmên Reqa û Dêrazorê zêde bû. Li hêlekê li bajarên di bin kontrola Tirkiyeyê de bertek zêde bûn û Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad jî got; “Heta Tirkiye ji deverên dagirkirî dernekeve em ê pê re çi hevdîtinan nekin.” Tê payîn ku wezîrên karên derve yên her du welatan di bin garantoriya Rûsyayê de hevdîtinê bikin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî jî got; “Dibe ku Tirkiye di meha sibatê de ji hêla bejahî ve êriş bike.” 
 
Endama Komîteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî geşedanên li herêmê û êrişê îxtîmalî bi ajansa me re axivî. 
 
'TIRKIYE Û DAIŞ BI HEV RE TEVDIGERIN’
 
Foza Yûsif da zanîn ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê didomin û wiha got: “Di demên dawî de bi SÎHA’yan gelê herêmê hedef digirin. Bi zêdebûna êrişên Tirkiyeyê re liv û tevgera DAIŞ’ê jî zêde bû. Li gorî agahiyên ber destê me, di navbera DAIŞ û MÎT’ê de xebateke hevpar heye. Li deverên ku Tirkiye lê ne çalak, DAIŞ’ê têxe dewrê. Herî dawî jî li Reqa, Dêrazorê û gelek deverên din DAIŞ çalak bû. DAIŞ’ê hucreyên xwe yên li Til Hemîs, Til Berak û herêmên din çalak kir. Lewma jî DAIŞ û Tirkiye operasyonên hevpar dikin. Dewleta tirk ji jor ve û DAIŞ jî bi rêya hucreyên xwe van êrişan dike. Li dijî êrişên Tirkiyeyê, hemû saziyên siyasî û civakî yên li herêmê di nava xebatan de ne. Têkoşîna li dijî van êrişan didome. Erdogan û Bahçelî ji bo di hilbijartinan de bi ser kevin, dixwazin êrişî herêma me bikin. Ev îxtîmal hêj ji holê ranebûye. Gelê herêmê xwe ji bo van êrişan amade dike.” 
 
'HEVDÎTIN BI ZEXTA RÛSYAYÊ TÊN KIRIN’
 
Bi domdarî Yûsif got ku hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê yên piştî 11 salan bi zexta Rûsyayê tên kirin û wiha domand: “Sûriye baş dizane ku hikûmeta Erdogan van hevdîtinan ji bo hilbijartinê dike. Inyeta Erdogan a derketina ji deverên dagirkirî nîne. Lewma hikûmeta Şamê lezê nake. Rûsya jî ji ber şerê li Ûkraynayê girêdayî Tirkiyeyê ye. Lewma dixwaze van hevdîtinan çalak bike û pêş bixe. Lê li gorî min nikare ewqas zû encamekî ji hevdîtinan bigire. Ji ber ku heta Tirkiye ji deverên dagirkirî dernekeve, hikûmeta Şamê şertên Tirkiyeyê wisa bi hêsanî qebûl nake. Lê ev nayê wê wateyê ku di mijarên cuda de gavan navêje. Li gorî me dê Sûriye ji ber zextên Rûsyayê gavên biçûk biavêje lê heta ku dagirkerî hebe dê di mijarên stratejîk de tev li peymanan nebe.” 
 
TIFAQA STRATEJÎK A SÛRIYE Û RÛSYAYÊ
 
Yûsif bal kişand ser tifaqa stratejîk a di navbera Sûriye û Rûsyayê de û wiha derbirî: “Rûsya dixwaze ku rejîm bi hemû sazî û hêzên xwe vegere herêmên xweser. Dixwaze vê jî bi zexta Tirkiyeyê bike. Rûsya dixwaze rêveberiya xweser neçarî Şamê bike û êrişên Tirkiyeyê bi kar tîne. Lê sekna rêveberiya xweser û HSD’ê zelal e. Lê divê çareseriyeke siyasî ya mayînde şert e. Divê pergala Sûriyeyê biguhere. Divê heqê herêmê bê mîsogerkirin. Lewma rêveberiya xweser muzakereyê nake. Her çende ku armancên van êrişan cuda bin jî, dixwazin rêveberiya xweser neçarî tifaqeke neadilane bikin. Lewma jî rêveberiya xweser seknekî xurt û jixwebawer raber kir.” 
 
'TIRKIYE DIXWAZE ÇETEYAN TUNE BIKE’
 
Di berdewamê de Yûsif got ku rewşa komên girêdayî Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye dixwaze van koman tune bike. Ji ber ku êdî bi kêrî wê nayên û emrê wan ji bo Tirkiyeyê qediya. Ji bo vê jî hewldanên wê hene. Li gorî nirxandinên me dê ev yek ewqas bi hêsan nebe. Ev komên çete di ferqa armancên Tirkiyeyê de ne. Dizanin ku êdî ji çav hatine derxistin. Ew jî dê li dijî vê li ber xwe bidin. Lê nizanim bê ka dê hêza wan çiqas têrî bike. Ji wan hinek dê qebûl nekin û li dij derkevin û hinek jî dê teslîm bibin. Dê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê bi perspektîfa MÎT’ê tevbigerin. Colani daxuyanî da û got ku dixwazin serbikevin. Lê nebawerim xwedî wê vînê bin ku planên Tirkiyeyê vala derxînin.”
 
'ÎXTÎMALA ÊRIŞÊ HEYE’
  
Foza Yûsif, diyar kir ku dibe heta hilbijartinan Tirkiye êrişeke bejahî bike û ev nirxandin kir: “Erdogan di rewşeke zehmet de ye. Ji bo ku di vê hilbijartinê de bi ser keve dikare her tiştekî bike. Lewma li gorî me êriş, îxtîmaleke zêde dûr nîne. Hewcehiya Erdogan bi serkeftinekê heye. Dibêje qey êrişî vê derê bike dê nîjadperest dengê xwe bidin wî. Lê şerekî vêcarê derdikeve dê neşibe şerê li Efrîn û Serêkaniyê. Ji bo me dê ji her alî ve bibe şerê hebûn û nebûnê. Dê rewşeke ku paşvegavê biavêjin tune be. Lewma divê hemû kes hesabên xwe li gorî vê bike. Ji bilî serkeftinê tu rêyên din li pêşiya me jî nînin. Dê ji bo me bibe şerê qederê. Em bi vî awayî nêz dibin. Hêvîdarim ku nekevin nava hesabên xelet. Dê encama vî şerî bi xwe re encamên pir cuda bîne.” 
 
'RÊVEBERIYA XWESER LI DIJÎ ÊRIŞAN AMADE YE’
 
Herî dawî jî Yûsif ev tişt anî ziman: “Rêveberiya Xweser li dijî van êriş û gefan hem ji hêla leşkerî û siyasî ve, hem jî ji hêla civakî, dîplomasî û aborî ve amadekariyan dike. Hemû dibêtiyan hesab dike û amadekariyên xwe wisa dike. Di serdemê berê de hemû kesî digot rêveberiya xweser nikare xwe li ber van êrişan bigire. Gelên herêmê rêveberiya xweser ji bo xwe weke rêya rizgariyê dibîne. Di vê çarçoveyê de jî lê xwedî derdikeve. Ji bo ku rêveberiya xweser hîn bêhtir xurt bibe û pêş bikeve, hemû kes di nava hewldanan de ye. Her kes têdikoşe. Van êrişên dawî nîşan dan ku gelên herêmê bi rêveberiya xweser re ne. Ji bo her êrişekê amade ne. Mirov dikare vê yekê di sekna gel de bibîne. Gelek kesan digotin bi van êrişan re dê gel ji herêmê derkeve lê gel xwedî li rêveberiya xweser derket û ev plan vala derxistin. Dê gelê me li dijî her cureyên êrişan li ber xwe bide.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

04/02/2023
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû