Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike

  • rojane
  • 21:09 29 Çile 2023
  • |
img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku weke dareke HDP'ê ya li ser erdê ku HDK’ê çandiye ew ê Komara Demokratîk ava bikin û got: “Em bi hêza xwe bawer in, em bi gelê xwe bawer in, bi biryar in em ê bi ser bikevin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ku beşdarî 12'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bû, li vir xîtabî hezaran kesên beşdarî konserê bûn kir û derbarê rojevê de nirxandin kirin.
 
Sancar ê kongreya HDK’ê pîroz kir, bi hezaran kesên eywan tejî kirin silav kirin. Sancar, diyar kir ku rêwîtiya ku HDK'ê ji bo civakîkirina siyasetê û siyasetkirina civakê da destpêkirin dewam dike. 
 
Sancar, bi lêv kir ku ew deyndarên HDK’ê ne û wiha got: “Damezrandina kongreyê gelekî hêja bû, meşa wê gelekî girîng bû. Cihê ku em jê hatine, rexne, xwerexnekirin û pirsiyarkirin jî pêwîstiyeke berpirsyariyê ye, pêwîstiyeke berpirsyariyê ya li pêşberî van wezîfeyan e. Dirûşmeya em bi meclîsan re xwe birêxistin bikin yek ji stûnên herî bingehîn ên kongreyê bû. Divê em qebûl bikin ku kêmasiyeke me heye, lê li pêşiya me serdemek û bendeke gelekî girîng heye. Ji bo fêmkirina vê bendê, divê beriya her tiştî em hemû hêzan bi rengê xwe yê herî dînamîk ji nû ve seferber bikin, lê belê hîn bêhtir divê.”
 
‘LI PÊŞIYA ME PÊVAJOYEKE KRÎTÎK HEYE’
 
Sancar, qala hilbijartina ku nêzîk dibe kir û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku li pêşiya me xaleke werçerxê û bendeke krîtîk heye ku bi sedsala komarê re li hev tê. Hilbijartin hene. Şert û mercên jiyanî yên ku têkoşîna civakî û têkoşîna hilbijartinê ya heta niha me meşand, di jiyana civakan de zêde dernakeve holê. Her hilbijartin evqas krîtîk û girîng nîne. Niha jî di vê hilbijartinê de, çawa ku em armancên xwe diyar dikin, em bi wezîfeya ji nû ve bicihanîna dirûşma damezrandinê û armancên HDK'ê bi rengekî herî xurt re rû bi rû ne.
 
ARMANCA ME BI DESTHILATÊ BIDE WINDAKIRINE
 
Me got hilbijartin ji hilbijartinê wêdetir e. Belê, avahiya rejîmê tê meşandin. Bloka desthilatdar a heyî, ji bo rejîma otorîter mayînde bike wê hemû rê û rêbazan bi kar bîne. Di vê hilbijartinê de armanca me ya destpêkê divê sekinandina pêvajoya avakirina vê rejîmê be. Beriya her tiştî divê em rê li ber rejîma ku tê xwestin bê avakirin bigirin. Armanceke me ya din a girîng, stratejîk heye ku em bi vê desthilatê  bidin windakirin. Em ê avakirina rejîmê rawestînin, em ê bikin ku desthilat winda bike, lê dema ku em bidin windakirin em ê bi hemû civakê bidin qezenckirin. 
 
HERÎ BAŞ GELÊ KURD DIZANE LI BER XWE BIDE
 
Herî baş em dizanin ka em ê çawa li ber xwe bidin. Kombûyîna siyasî ya li van eywanan tê temsîlkirin, berxwedana herî baş dizane û herî baş gelê kurd dizane li ber xwe bide. Têkoşînên bi dehan salan hene, rîsk hene ku ji bo azadiyê, ji bo wekheviyê her berdêlê bidin. Di van hemûyan de em dikarin şêweyên herî bi rûmet ên berxwedanê bibînin. Dem ew dem e ku bi îradeya avakirinê, entegrekirina bi temamî berxwedanê re têkiliyê deynin. Ev benda krîtîk berpirsyariyeke mezin li ser me ferz dike.
 
AVAKIRINA KOMARA DEMOKRATÎK
 
Weke dareke HDP'ê ya li ser erdê ku HDK’ê çandiye em ê Komara Demokratîk û jiyana nû ava bikin. Baweriya me û hêza me bi vê heye. Em ê teqez serbikevin. 
 
GELÊ ME WÊ MEŞÊ BI SERKETINÊ TACÎDAR BIKE
 
Dilê gelê me dewlemendiya me ya herî mezin e, em dibêjin 'Xezîneya me gelê me ye', em dizanin ku ev xezîne wê teqez pêşengiyê ji vê meşê re bike û bigihîne serkeftinê. Em deyndarê vê xezîneyê ne, em deyndarê gel in û erk û berpirsyariya dîrokî ya me hemûyan e ku em deynê xwe bidin.
 
EM BAWERÎ BI HÊZA XWE Û GELÊ XWE TÎNIN 
 
Ev rê rêya ronîkirinê ye. Tifaqa xurt a ku me bi Tifaqa Ked û Azadiyê ava kiriye, meşaleyeke xurt e ku wê siberoja vî welatî ronî bike. Ji ber vê yekê wê Tifaqa Ked û Azadiyê mezin û berfireh bibe. Serkeftina vê tifaqê jî jêveneger e. Ya ku bingehê ji vê tifaqê, Tifaqa Ked û Azadiyê re dabîn dike HDK ye. Dema HDK'ê beriya 12 salan, weke zemîna vê tifaqa herî berfireh a demokrasiyê derket holê. Di dema pêş de HDK sazî û dezgeha me ye ku wê vê zemînê ji nû ve xurt bike. Ji bo em vê fonksîyonê bi cih bînin wezîfeyên girîng ên me hemûyan hene. Divê em hemû van wezîfeyan bi temamî bi cih bînin. Weke HDK, HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê em bi hêza xwe bawer in. Em ji gelê xwe bawerin. Em ê bi ser bikevin, em bi biryar in, ji ber ku heke em bi ser nekevin gelek tişt hene ku em ê winda bikin. Ev civak wê destûrê nede xwe ku ewqasî winda bike.”
 
Piştî axaftina Sancar, koroya Komîsyona Çand û Hunerê ya HDK'ê derket ser dikê. Dû re Lawje derket ser dikê û Lijneya Giştî ya bi gerandina govendê ya bi coş bi dawî bû. 
 

Sernavên din

04/02/2023
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû