Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be

  • rojane
  • 09:04 30 Çile 2023
  • |
img
WAN - Rojnamevan Şêro Qelenî diyar kir ku çalakiyên li Îranê weke roja ewil nebin jî berdewam dikin û wiha got: “Ji bilî jinan êdî malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin pêşengtiyê dikin. Ev jî nîşan dide ku wê gel li dijî rejîmê li ser pêyan be.”
 
Jina kurd Jîna Emînî, bi hinceta ku “cil û bergên ne li gorî rêgezên îslamî li xwe kirine” di 13’ê îlona 2022’yan de li paytextê Îranê Tehranê ji aliyê Gaştî Îrşad ku weke “polîsên exlaqê” tên zanîn ve bi lêdanê hate binçavkirin. Emînî ku rakirin nexweşxaneyê, di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Mirina Jîna Emînî bû sedemê nerazîbûnên li dijî rejîmê. Serhildanên gel ên li dijî rejîmê 4 meh in didomin. Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan (HRANA) ku navenda wê li DYA'yê ye 15'ê çileyê di çalakiyên şermezarkirinê de zêdetirî 160 bajaran herî kêm 522 kesan jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 20 hezar kes hatin girtin. Heta niha li 22 kesan cezayê darvekirinê hatiye birîn, 4 kes jî hatin darvekirin.
 
Rojnamevan Şêro Qelenî, têkildarî geşedanên dawî yên li Îranê nirxandin kirin. 
 
ÇALAKÎ BERDEWAM DIKIN
 
Qelenî diyar kir ku çalakiyên li dijî rejîmê her çend ne weke roja destpêkê bin jî dewam dikin û got: “Niha jî mirov li bajarên cuda nerazîbûnên xwe didomînin. Bi taybetî êvarê mirov dadikevin kolanan, derdikevin ser banên xaniyên xwe û li dijî rejîmê dengê xwe bilind dikin. Dîsa li kuçe û kolanan bi nivîsên li ser dîwaran û li medyaya dîjîtal li dijî rejîmê bertekên xwe nîşan didin. Xebatkarên petrolê, karkerên kargehê li gel van çalakiyan jî dikevin grevê û daxwaza mafên xwe dikin.  Dîsa li Eyaleta Belûcistanê gel piştî Nimêja Înê bi dirûşmên li dijî rejîmê dimeşin. Ji ber ku Belûcistan jî mîna kurdan heta hîn bêhtir rastî zext û zordariyê tê. Duh dîsa dest bi meşê kirine û gelek kes hatine binçavkirin. Der barê binçavkirinên li wir de tu agahî nînin.”
 
‘FELSEFEYA RÊBER APO’
 
Qelenî, bi bîr xist ku çalakî bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin û wiha berdewam kir: “Çalakiyên ku jin pêşengtiyê dikin bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kirin. Jinan bi van çalakiyan daxwaza azadiya xwe kirin. Ji ber ku beriya wê li ser cil û bergan û bi şêwaza jiyanê zilmeke domdar li ser jinê hebû. Jinên ku li nava kolanan hatin rawestandin, hatin lêpirsînkirin, derbarê cil û bergên xwe de hatin hişyarkirin, bi qetilkirina Jînayê hêrsa di dilê wan de kombûyî anîn ziman. Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ jî ewilî li ser gora Jîna Emînî hate berzkirin. Pişt re ev dirûşm wergêrandin farisî û bû dirûşmeya bingehîn a çalakiyan û gelek beşên civakê piştgirî dan. Di serî de jin her kes li dijî van zextan bû yek deng û azadî qîr kirin. Ev dirûşm jî cewhera xwe ji fikren Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire û herkesê ev dirûşm qebûl kir. Gelek dirûşmeyên din jî hatin berzkirin lê tu ji wan nekarin bikevin pêş ‘jin jiyan azadî’. Ev dirûşm li Îran û cîhanê deng veda. Hêj jî li gelek deverên cîhanê jin vê dirûşmeyê berz dikin.”
 
GEL DEST JI KOLANAN BERNADE
 
Qelenî diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê ev 44 sal in li dijî hemû gelan û bi taybetî jinan zext û binpêkirinan dike û wiha pê de çû: “Rastiya ku jin bindestiyê qebûl nake, bûye sedem ku rola pêşengiyê bilîzin. Bêguman civakê jî destek da vê serhildana mafdar û kesî paşve gav neavêt. Li Îranê bi salan e çalakî hene lê bi piranî çalakiyên aborî bûn. Çalakiyên heyî li dijî hemû pirsgirêkên civakê, bi taybet pirsgirêka jinan e. Gel li dijî van pirsgirêkan li kolanan e. Xuya ye rejîm paşve naçe, lê gel jî kolanan naterikîne. Gel êdî nikare xwe li sîstema ji aliyê rejîmê ve hatiye avakirin ragire. Rejîmê bi zext, girtin, darvekirin, kuştin û îşkenceyên domdar berê xwe da civakê. Ji ber vê yekê her kes tev li çalakiyên şermezarkirinê yên bi pêşengiya jinan bûn û bi rengekî dengê xwe bilind kirin.”
 
TÊ XWESTIN GEL BÊ NEFES BÊ HIŞTIN 
 
Qelenî, anî ziman ku nêzîkatiya rejîmê ya dixwaze gel bêdeng bike û bênefes bihêle ya li dijî çalakiyan jî bi vî şiklî didome wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çalakiyên herî demokratîk de jî êrişî gel dikin, bi awayekî bêhiqûqî diavêjin girtîgehê, biryarên darvekirinê didin û qetil dikin. Bi vî awayî hewl didin gel çavtirsandî bikin û çalakiyan bi dawî bikin. Piraniya kesên hatine girtin, bêyî ku mafê parêzer bidin wan, biryarên dadgehê didin wan. Di qenalên televîzyonê yên fermî de dîsa li dijî çalakvanan propagandaya xwe dike. Lê belê ev nêzîkatî heta niha ji bo pirsgirêkên Îranê nebûne çareserî û wê ji îro pê ve jî nebin. Gel li aliyê din jî li hemberî van nêzîkatiyan paşve naçe.” 
 
MALBAT LI HERÎ PÊŞ CIH DIGIRIN
 
Qelenî, da zanîn ku ji bilî jinan malbatên zarokên wan hatine qetilkirin pêşengtiya çalakiyan dikin û wiha got: “Ev rewş dide nîşandan ku gel li dijî nêzîkatiya rejîmê paş ve gavê naavêje. Ji ber ku ev malbat tevî ku zarokên wan xizmên wan tên qetilkirin jî bêyî ku bitirsin pêşengtiyê dikin. Ev jî careke din vê nîşan dide ku gel her tim wê li dijî vê rejîma zalim li ser piyan be. Dema di nava civaka Îranê de kesek hate qetilkirin piştî 40 rojan ji bo bîranîna wî/ê li ser gorê kom dibin. Kesên tên darvekirin an jî qetilkirin di roja 40’emîn de li ser gora xwe tên bibîranîn. Lê rejîm beriya van bîranînan pêşiya gel digire û mudaxile dike. Di navbera gel û polîsan de pevçûn derdikeve. Gel dîsa bi meş û daxuyaniyan li dijî Komara Îslamê bertekên xwe nîşan dide.”
 
YEKITIYA GELAN
 
Qelenî, destnîşan kir ku taybetmendiya sereke ya ku van çalakiyan ji çalakiyên din cuda dike yekitiya gelan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji 44 salên damezrandina Komara Îslamî û vir ve gel cara ewil bû yek û deng derxist. Ev yek ne tenê li bajarekî li hemû bajarên Îranê belav bû. Vê yekîtiyê ne tenê gelên Îranê, Îraniyên li deverên cuda yên cîhanê dijîn jî kirin yek. Kurd, azerî, belûc, şîa û sûnî hemû bûn yek. Rejîmê ev jî dît û bi propagandaya xwe xwest vê yekîtiyê xera bike, lê belê nekarî vê bi ser bixîne.”
 
MA / Bêrîvan Kûtlû
 

Sernavên din

04/02/2023
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû