Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye

  • rojane
  • 10:12 30 Çile 2023
  • |
img
AMED - 3’yemîn Dadgeha Kargêrî ya Amedê ji bo projeya veguherîna bajar a ku şaredarî dixwaze li Taxa Kaynartepe ya Rezanê têxe meriyetê, bi sedema “li dijî qanûnê ye” betal kir. 
 
Huseyîn Beyoglû li ser biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de li Şaredariya Rezan a Amedê hate tayînkirin. Li ser hewldanên Beyoglû, Taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeyê di 26’ê îlona 2020’an de ji hêla Serokkomariyê ve weke “qada birîsk” hate ragihandin. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî di 22’yê adara 2021’an de weke “Qada Veguherîna Bajar” ragihand. 
 
JI ŞPO’YÊ DOZ
 
Odeya Plangerên Bajar (ŞPO) a Amedê li dijî projeyê serî li 3’yemîn Dadgeha Kargêrî ya Amedê da. Serlêdan bi daxwazên “rawestandina rêvebirinê” û “rawestandina projeyê” hate kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku li qada 54 doniman bi giştî 375 avahî hene û hezar û 365 xwediyên maf lê dijîn. Bi domdarî ev hişyarî hate kirin: “Heke proje were cîbicîkirin, dê ziyanên ku nema dikare bên telafîkirin û jêveneger çêbibin.” 
 
Di berdewama serlêdanê de ev sedem hatin destnîşankirin: “ (…) Plana îmarê li dijî hiqûqê ye, plan weke ku nifûsa heyî kêm dike xuya dike lê tevî nifûsa kêm jî qala nifûseke ku dê lê were zêdekirin tê kirin, dema anketa ji bo xebatên planlamayê hatiye kirin teknîkên zanistî esas nehatine girtin, Analîza GZFT a ji bo qada planê baş nehatiye hûnandin, biryarên planê ne li gorî rêgez û esasên plankirinê ne, li dijî mewzûeta plankirinê û armanca plana bi xwe ye, biryarên planê dê bi xwe re pirsgirêkên veguhestinê veke û trafîkê nebaştir bike.” 
 
BIRYARA ‘RAWESTANDINA RÊVEBIRINÊ’
 
Dadgehê biryara ewil ji bo daxwaza “Rawestandina rêvebirinê” da. Dadgehê da zanîn ku veguherîna bajar a ku dê ji bo taxê bikeve meriyetê taxê nagire nav xwe, vesazkirineke parçe parçe ye lewma jî mimkin nîne ku qadên civakî û binesaziya teknîkî ya li tevahiya qadê hatiye belavkirin û li deverên birîsk kontrol bike.  
 
Bi domdarî dadgehê sedemên ku ŞPO’yê rêz kiribûn di cih de dît û wiha got: “Hat tespîtkirin ku li gel ku dê nifûsa heyî kêm bike jî, qadên civakî û binesaziya teknîkî ya bikare pêdiviya nifûsa heyî pêşwazî bike nîne, bi taybet jî fonksiyona qada şînkahî bi qasî tê xwestin nîne. Dema li qada veguherîna bajêr avahî hatin çêkirin, tu krîter esas nehatine girtin bê ka dê çawa li qadê bên belavkirin. Bi awayekî rasthatî hatine bicihkirin.” 
 
Dadgehê biryara “proje li dijî berjewendiyên cemaweriyê ye” da û gihişt wê qenaetê ku “Heke proje cîbicî bibe dê bi xwe re ziyanên nema dikare telafiya wan bê kirin bîne.” 
 
TEVÎ BIRYARÊ JÎ RÛXANDIN
 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, ji bo 24 avadaniyên di bin navê Projeya Veguherîna Bajar a hatiye betalkirin de îhale kir. Di îhaleyê de, di çarçoveya “Projeya Veguherîna Bajar” de hat xwestin ku 24 avahiyên li ser qadeke 4 hezar û 92 metrekareyê  bi rêya “Rêbaza rûxandina bi dest hilbijartî” bên rûxandin. 
 
BIRYARA NÛ: PROJE BETAL BÛ
 
Dadgeha Kargêriyê ku beriya niha ji bo projeyê biryara “rawestandina rêvebirinê” dabû, ji bo daxwaza “betalkirina projeyê” ya ŞPO’yê jî biryar da. Dadgehê biryara betalkirina kiriyarên doza behsa xeberê da. Dadgehê her wiha biryar da ku lêçûnên darizandinê bidin dozdar an. 
 
RAPOR: PROJE BI TÊRÎ PÊDIVIYA HEYÎ NAKE
 
Di biryarê de cih da rapora kesê pispor ku di 26’ê çileya 2022’yan de li cihê behsa xeberê keşf kiribû. Di raporê de wiha tê gotin: “Hat dîtin ku qada birîsk a ketiye çarçoveya Qanûna Têkildarî Veguherîna Qadên di Bin Rîska Karesatan de bi giştî 150 hektar e. Planên ku bûne mijara dozê û beşa ku li herêma veguherîna bajar tê plankirin tenê 5.36 hektar e. Mezinahiya qada tê plankirin, bi qasî ji sedî 5’î qada birîsk jî nîne. Dema di vê çarçoveyê de tê nirxandin, hatiye tespîtkirin ku li Qada Veguherîna Bajar a Herêma Rezanê helwestekî plankirinê ya giştî nehatiye nîşandan.” 
 
Her wiha di raporê de hat gotin ku li şûna bi awayekî giştî nêz bibin, helwestekî parçeyê esas hatiye girtin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Hat tespîtkirin ku li gel ku dê nifûsa heyî kêm bike jî, qadên civakî û binesaziya teknîkî ya bikare pêdiviya nifûsa heyî pêşwazî bike nîne, bi taybet jî fonksiyona qada şînkahî bi qasî tê xwestin nîne.”
 
Di raporê de hate diyarkirin ku proje ne li gorî berjewendiyên cemaweriyê ye û dema plan dihat amadekirin anketa li taxê hatiye kirin “netêr” e. 
 
Dadgehê jî rapora kesê pispor ber çavan girt û gihişt wê qenaetê ku “plan li dijî hiqûqê ye.” 
 
Dadgehê, biryar da ku rêya qanûnê ya îstînafê ya Dadgeha Kargêriya Herêmê ya Dîlokê di nava 30 rojan de vekirî ye. 
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

04/02/2023
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû