Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan

img
RIHA - Hevserokê OHD yê Şaxa Rihayê û parêzerê malbata Şenyaşar Îbrahîm Halîl Oyke der barê yekkirina dosyeyên malbata Şenyaşar de anî ziman ku daxwaza wan ji destpêke ve ev bûye û got: “Bi vê yekê darizandin wê ji nû ve destpê bike. Fadil 5 sal in girtiyê, êdî ragirtina wî dema maqûl derbas kir. Ji ber vê yekê divê Fadil Şenyaşar bê berdan.”
 
Der barê doza malbata Şenyaşarê de ku di 14’ê Hezîranê 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzkar û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li dijî wan komkujiyek pêk anîbûn biryara yekkirina dosyeyan hat dayin.  Komkujiya ku li dijî malbatê pêk hatibû li dikanê dest pê kiribû û Adil Şenyaşar di dikanê de hatibû qetilkirin û paşê bav Hecî Esvet û lawê wî Celal Şenyaşar jî li nexweşxaneyê hatibûn qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ku der barê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin dosyeya komkujiye wekî dosyeya "nexweşxane û "dikanê" kiribûn du dosya. Di çarçoveya dosyeya dikanê de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza jatibû birîn. Biryara ku di 2’yê Nîsana 2021’ê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê hatibû dayin di 9’ê Kanûna 2021’ê de ji aliyê Dadgeha Edliye ya Dîlokê ve hatibû xerakirin. 
 
Dosyeya "nexweşxane"yê ku der barê doza qetilkirina malbata Şenyaşar de hatibû destpêkirin jî piştî 4 sal û 4 mehan hat betalkirin û yekemîn danaşîna dosyeyê di 17’ê Çileyê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Meletiyê hat lidarxistin. Parêzerên malbata Şenyaşar jî di dadgehê de daxwaz kirin ku dosyeya "nexweşxane"yê û ya "dikanê" bikin yek dosye. Dadgeha Cezayê Giran di 1’ê Sibatê de biryar da ku her du dosyeyan bikin yek. Bi vê yekê re dê êdî darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê were lidarxistin. 
 
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) yê Şaxa Rihayê û parêzerê Malbata Şenyaşar Îbrahîm Halîl Oyke têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
 
‘JI BO PARASTINA MALBATA YILDIZ DOSYE JI HEV CUDA KIRIN’
 
Îbrahîm Halîl Oyke anî ziman ku sedema jihevcudakirina dosyeyan ji bo parastina malbata Yildiz bûye û wiha got: “Jixwe dadgeh jî di wê ferqê de bû. Lê ji ber ku lêpirsîneke bi bandor û darizandineke rasteqîn tune bû ew dosye ji hev cuda kirin. Ji bo parastina malbata Yildiz ew biryar hat dayin. Ji bo berjewendiyên malbata Yildiz ev dosya ji hev cuda kirin. Di vê pevajoyê de gelek delîl jî hatin dizîn û tunekirin. Ji bo dizîna delîllan jî lêpirsîneke bi bandor nehat destpêkirin.”
 
‘DARIZANDIN DÊ JI NÛ VE DEST PÊ BIKE’
 
Oyke der barê yekkirina dosyeya nexweşxane û dikanê de bi lêv kir ku wan ji destpêke ve ew yek daxwaz kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku me tekiliya her dû bûyeran, ya nexweşxane û ya dikanê bi lêv kiribû jî dosye ji hev cuda kirin û pişt re jî bi awayekî demildest lêpirsîna dosyeya dikanê bi dawî kirin û îdanameya wê amadekirin. Lêpirsîna dosyeya nexweşxaneyê jî ev 5 sal in berdewam dike û ji ber ku biryara nepen li ser heye em jî nikarin li dosyeyê binêrin. Lê gumanbar dikaribûn xwe bigihînin dosyeyê. Ev jî newekheviya di navbera her du aliyan de nîşan dide. Îdianameya dosyeya nexweşxaneyê çend meh berê amad kiribûn û dosye şandibûn Meletiyê. Me jî di rûniştina dadgehê ya yekemîn de daxwaz kiribû ku dosyeyan bikin yek. Dadgehê jî biryar da ku dosyeya nexweşxaneyê ya li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran û  ya dikanê ya lı 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran bibe yek dosye. Jı ber  dosyeya dikanê ku li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran de bû hatibû xerakirin. Ji ber wê jî darizandin dê ji nû ve destpê bike. Jixwe ya pewîst yekkirina dosyeyan bû, êdî tişekî ku bikin bihane nemaye, ji ber wê jî her dû dosya kirin yek dosye. Yanî ne ji ber bila lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin û faîl bên darizandin ew biryar hat dayin.”
 
‘DIVÊ FADIL ŞENYAŞAR BÊ BERDAN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Oyke destnîşan kir ku cezayên li Fadil Şenyaşar hatibûn birîn ji aliye Îstînafê ve hatiye xerakirin û ev tişt gotın: “Tu mafê dadgehê tune ye ku li hemberî biryara Îstînafê bisekine. Bi yekbûna dosyeyê dê darizandineke nû bê li darxistin û biryareke nû bê dayin. Fadil 5 sal in girtiye, êdî ragirtina wî dema maqûl derbas kir. Ji ber vê yekê divê Fadil Şenyaşar bê berdan.”
 
MA / Mahmût Altintaş - Omer Akin

Sernavên din

05/02/2023
18:50 Li Amed û Dersîmê ji ber berfê betlana dibistanan dirêj bû
16:55 Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
16:45 HDP çû serdana malbata Ozdemîr ku li deriyê sînor rastî êrişê hatibû
14:44 Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê
14:26 Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
14:24 Leşkerên Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin
13:44 Doza Şîmonî Dîrîl: Apro Dîrîl dîsa hate girtin
13:30 Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e
13:14 Konferansa Komara Demokratîk: Lêgerînê têkoşînê hat nîqaşkirin
13:08 Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye
13:07 Bekir Agirdir: Hewcehî bi şoreşeke zihnî heye
12:32 Înfaza girtiyê ku rewşa wî giran bû hate taloqkirin
12:19 Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin
11:38 Riza Turmen: Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê ne pêkan e
11:05 Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide
10:37 Konferansa Komara Demokratîk: Çareserî neteweya demokratîk e
10:15 Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin