Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di du erdhejên ku navenda wê Mereş bû li pey hev pêk hatin de, hejmara miriyan zêde dibe. Bi hezaran kes hê jî di bin kavilan de ne. Nûçegihanên me ji herêmên erdhejê ragihandin ku xelkê şeva xwe li derve derbas kiriye û ji ber piştevanî ji bo wan nayê kirin li dijî îktidarê û saziyên wê bi bertek in. 

 
Li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, cara ewil bi pileya 7.7 û cara duyemîn jî bi pileya 7.6 hejiya. Mereş jî di nav de erdhejê bandora xwe li ser 10 bajaran kir. Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 6 hezarî bihûrî. Her saeta ku diçe bilançoya miriyan zêdetir dibe. Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê OHAL hat ragihandin. Hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê têr nakin û tê gotin hê jî cihên ku tîman xwe negihandinê hene. Nûçegihanên ji herêmên erdhejê kêlî bi kêlî agahiyan radigihînin. Nûçegihanên me ragihandin ku xelkê li herêmên erdhejê bi şerv li derve man û heta serê sibê erdhejok qet nesekinînin. 
 
17.18 - ROJNAMEVAN HATIN BINÇAVKIRIN
 
Nûçegihanê MA’yê Mahmut Altintaş û nûçegihana JinNewsê Sema Çaglak ku li navçeya Bêrecûkê avahiyê hilweşandî dikişandin, hatin binçavkirin.
 
17.17 - Niha 6 endamên malbata Gunduz di bin kavilê avahiya Navenda Kargehan a Galeria’yê de ne. Xizmê malbatê Enes Gunduz diyar kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê pir kêm in û wiha got: “Vînç bi pirsgirêk in. Xwe nêzî kîjan parçeya beton bikin di destê wan de dimîne û ben dipiçe. Çapemeniya îktîdarê nûçeyên derew çêdike.” 
 
17.05 - Yekitiya Bijîşkên Tirk ragihand ku di encama erdhejê de 10 bijîşkan jiyana xwe ji dest dane. 
 
17.04 - AFAD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê cenazeyên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin, piştî 24 saetan dê bên definkirin. 

17.03 - SANCAR LI EDENÊ YE

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya pê re, li Edeneyê serdana deverên ku bandor ji erdhejê girtine kirin. Sancar got: "Ev kavilên ku hûn dibînin, rûxandina pergalekê ye."

16.10 - Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê tenê ji bo 10 deqîqeyan hat ber Navenda Kar a Diyar Galeriayê, ji mexdûrên erdhejê yên bertek nîşandan re wiha bersiv da: “Xebata hêdî bi temamî teknîka ku welatiyên me ji bin xirbeyan derbixîne.”

15.34 - TIFAQA KED Û AZADIYÊ BANGA SEFERBERIYÊ KIR

Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kir ku îktîdar li şûna destwerdan û alîkariyan organîze bike, hewl dide xwe biparêze û wiha got: “Ya ku divê bihata kirin ne ragihandina OHAL’ê lê seferberiya civakî ye.”. 
 
14.57 - 8 HEZAR Û 574 MIRΠ
 
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku çû navenda erdhejê Mereşê, li vir daxuyanî da. Erdogan daxuyand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezar û 574 û ya birîndaran jî 49 hezar û 133 ye. Her wiha Erdogan daxuyan ku hejmara avahiyên hilweşiyayî jî 6 hezar û 444 e. Serokkomar Erdogan ku piştî îlankirina Rewşa Awarte çû herêma erdhejê, gel guh lê nekir. Erdogan got ku dê 10 hezar TL'yî bidin mexdûrên erdhejê. 
 
14.54 - Nûçegihanê wêneyan Efekan Akyuz ku rewşa dawî ya li Hatayê ragihand got: "Mirov cenazeyên xwe vedişêrin, lê haya dewletê ji vê tune ye." 
 
 
14.50 - GIRTIYÊN LI GIRTÎGEHA TURKOGLÛ SEWQÎ GIRTÎGEHÊN DIN KIRIN
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûyê ku ji erdhejê zirareke mezin gihiştibûyê dihatin ragirtin sewqî girtîgehên din hatin kirin. 
 
14.45 - SANCAR SERDANA BIRÎNDARAN KIR 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re li Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê birîndar ziyaret kirin û piştre jî ber bi Edeneyê ve ketin rê. 
 
13.00 - BIRYARA REWŞA AWARTE ŞANDIN MECLISÊ
 
Biryara Rewşa Awarte ku 10 bajarên Kurdistanê yên bandor ji erdhejê girtin dihewîne, berpêşî Meclisê hat kirin. 
 
13.35 - JI AMEDÊ BER BI SEMSÛR Û MEREŞÊ VE SEFERBERΠ
 
Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê ragihand ku 5 TIR alîkarî bo mexdûrên erdhejê yên li Mereş û Semsûrê şandine û tîmek ji 300 dilxwazan û 60 endezyaran pêk tê şandin herêmê. 
 
 
12.19 - LI AMEDÊ HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE
 
Li Amedê ku ji ber erdhejên Mereşê 7 avahî hilweşiyan, hejmara kesên mirî gihîşt 132'yan û ya birîndaran jî gihîşt 909'an. Hê jî xeber ji gelek kesan nayê girtin. Walîtiya Amedê û rayedarên AFAD'ê hem daneyan belav nakin hem jî daxuyaniyê nadin. 
 
12.29 - HEJMARA MIRIYAN ZEDE DIBE
 
AFAD, daxuyand ku hejmara kesên di erdehejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 7 hezar û 108’an û 40 hezar û 910 kes jî birîndar bûne. 
 
12.00 - WHO'YÊ REWŞA LEZGÎN RAGIHAND
 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji ber erdhejên navenda wê Bazarcix e, “Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn” ragihand. 
 
11.43 - Welatiya ku ji Elbistanê xwe gihand MA’yê da zanîn ku tevahiya navenda navçeyê rûxiyaye, xizmên wan ên di bin kavilan de bi rêya telefonê li wan geriyane lê ji ber ku makîneyên kar û tîmên rizgarkirinê dereng çûne, heta niha nekarîne xwe bigihînin tu kesên sax. 
 
11:19 - 6 HEZAR Û 957 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
AFAD'ê ragihand ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 957'an û ya birîndaran gihîştiye 38 hezar û 224'an. 
 
10.57 - XELKÊ SEMSÛRÊ WALÎ PROTESTO KIR
 
Xelkê Semsûrê bi armanca ku rayedar xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nakin, ber bi Walîtiya Semsûrê ve meşiyan. Rayedar di bin parastina polîsan de ji avahiya walîtiyê hatin derxistin. 
 
10:33 - Mûsa Koseyê ku li Islahiyeyê ji bin kavilan hat derxistin, anî ziman ku ji bin heman kavilê peyama "em sax in" hatiye, lê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tune ne. 
 
10:13 - HDP'Ê 30 TIR ALÎKARÎ ŞAND HERÊMÊN ERDHEJÊ 
 
Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê dest bi belavkirina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê berhev kiribûn kir. Li herêmên ku ekîbên AFAD’ê hejmara wan lê kêm jî komên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên şandin. 
 
10:11 - AFAD'ê ragihand ji saet 06.15'an pê ve di erdhejên ku navenda wê Mereş e, 6 hezar û 234 kesan jiyana xwe ji dest daye û 37 hezar û 11 hes jî birîndar bûne. 
 
09.49 - GELÊ SEMSÛRÊ BI HÊRS E
 
Welatiyên li Semsûrê li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne wiha bertekên xwe anîn ziman: “Semsûr dem û duz bûye. Li navenda Semsûrê 80-90 hezar mirî hene. Hikûmet, dewlet, ceyran, av, gaza xwezayî, nan tune ye.” 
 
08:49 - LI BAZARCIXÊ GEL DI SIR Û SEQEMÊ DE LI DERVE YE 
 
Li navenda erdhejê navçeya Bazarcixê ya Mereşê sir û seqemek dijwar heye. Mexdûrên erdhejê konek û bereqeyek nabînin ku lê bimînin. Mexdûr di binê sifrê pileya 5 de li derve dijîn. Hin kes li derdora agir, hin kes di qaseyên kamyonan de, hin kes di wesayîtan de, hin kes jî li derdora avahiyê hilweşiyayî li benda xeberên xêrê ne. Malbatên ku şeva xwe li derve derbas kirin diyar kirin ku cenazeyên xwe ji bin kavilan dernexistine. 
 
 
HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE
 
* Li Rihayê hejmara qurbaniyan gihîşt 95’an û 195 jî birîndar bûne. 
 
* Cenazeyên qurbaniyên ku li Semsûrê jiyana xwe ji dest dane, li korîdorên Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê û li ber dibistanan tên sekinandin. 
 
* Hat daxuyandin ku di erdhejê de 5 hezar û 894 kesan jiyana xwe ji dest dane û 34 hezar û 810 kes birîndar bûne. 
 
01.12 - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku îktidara AKP’ê welat ber bi hilweşandinê ve biriye û got: “Berpirsê vê pêvajoyê Erdogan bi xwe ye. Bacên erdhejê bi çeteyan dan xwarin.” 
 
 

Sernavên din

08/02/2023
10:10 Li Rihayê mexdûrên erdhejê: Alîkarî nayê kirin, berpirs kî ne?
10:09 Li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin: Kevir li ser kevirê nemaye
10:06 Mexdûra erdhejê yê Bazarcixî: Gelo dê ro kengî derkeve?
10:05 Li Botanê seferberiya alîkariyê
09:07 Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
08:52 Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an
02:23 Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin
01:38 Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:29 Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû
01:19 51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin
01:13 2 jê zarok malbatek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de ne
01:04 Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e
00:49 Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
00:46 HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
00:07 Meclis dê di 9’ê sibatê de bi rojeva OHAL’ê bicive
07/02/2023
23:52 Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê
23:41 Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye
23:23 Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye
22:51 TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene
22:33 Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin
22:07 Bûldanê serdana Semsûrê kir
21:58 Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
21:50 Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê
21:45 HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
21:35 Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin
21:06 Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin