Li Botanê seferberiya alîkariyê

img
ŞIRNEX - Kampanyaya alîkariyê ya ku Şaredariya Silopiyayê daye destpêkirin, ji aliyê gelê Botanê ve rastî eleqeyeke mezin tê, bi sedan kesan ji bo ku biçin herêmên erdhejê serî li şaredariyê dan. 
 
Bi erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê û bi pileya 7.7 û 7.6'an çêbûn, heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî di bin kavilên avahiyan de li benda alîkariyê ne. Ji bo piştevaniya mexdûrên erdhêjê, Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) li her deverên Tirkiyeyê û Kurdistanê ku erdhej çebû, maseyên krîzê avakirin. Bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re kampanya hatin destpêkirin. Li Şirnexê jî Şaredariya Silopiyayê ya HDP'î seferberî îlan kir. Li gel banga şaredariyê konê berhevkirina alikariyê hate danîn, ji gund, tax û bajarokên herêmê bi hezaran kes di destê wan de alîkarî berê xwe didin şaredariyê. Heta niha bi hezaran pêdiviyên bingehîn hatine berhevkirin û ber bi cihên ku erdhêj lê çêbûye bi rê ketin. Her wiha gelek ajokarên TIR'an, xebatkarên tenduristiyê, kesên perwerdehiya AFAD'ê dîtine serî li şaredariyê didin ku biçin herêmê alîkariya mexdûran bikin. Li navçeyê dem bi dem anonsên alikariyê tên kirin. 
 
JI TAXAN HETA GUNDAN SEFERBERΠ
 
Ji komîsyona krîzê ya Şaredariya Silopiyayê Mehmet Yalgetekîn, anî ziman ku gelê Botanê ji bo mexdûrên erdhêjê seferber bûye û wiha axivî: "Roja ku erdhêj çêbû, weke Şaredariya Silopiyayê me komîsyona xwe ava kir. Di vê komîsyona me de 5 kes hatin bicihkirin. Di serî de kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin. Me xwest ku di navbera Botan û herêmên ku erdhêj çêbûye de pirekê çêbikin û li ser vê pirê jî alîkariyên xwe bişînin. Di serî de betanî, doşeg, balif û xurek komkirin. Ev alîkariye rastî eleqeyeke mezin hat. Ji duh heta niha bi hezaran malbatên me xwe gihandin me. Li tevî hemû şert û mercên hewayî jî malbatan alîkariyên xwe anîn. Ew alîkariyên anîne em dijmêrin û dikin paket. Me heta niha TIR'eke ku ji balif û doşegan pêk tê tejî kir. Ev TIR'ên ku hatine jî pere nexwestin û bi dildarî alikariyê dikin. TIR'ên ku tên tejîkirin jî dê ber bi herêmê ve biçin. Ji hemû gund û taxên Silopiyayê alîkarî tê. Malbatên ku dixwazin alîkariyê bikin û nikarin bînin jî weke şaredarî em diçin tînin. Yên ku şûna xurek û kincan pere jî tinin hene. Lê em pere nastînin şûna pere em eşyayan distînin. Ji 7 salî heta 70'ê salî Botan seferber bûye. Niha gel di rêzê de ye ku alikariyê bikin. Em spasiya gelê xwe dikin. Kampanyaya me didome û em li benda alikariyê ne." 
 
MUXTARAN ALIKARIYA MALBATAN DESTESER KIRIN
 
Endama komîsyonê Fehîme Sarûhan ku lîsteya dildarên ku biçin herêmê digire jî diyar kir ku, alikariyên ew kom dikin tên astengkirin û wiha got: "Malbatên me bi şev ve alikariyên xwe amade kiribûn. Serê sibehê dema ku em hatin şaredariyê malbatên me alikariyên xwe anî bûn. Çend personel, makîneyên me, kamyonek a molozê çûye cihê herêmê. Alîkarî niha bênavber berdewam dike. Bi sedan ciwan hatine ku alikariya me bikin. Ji van ciwanan ên ku di nava taxan de alikariyê kom dikin û di konan de alîkariyan paket dikin hene. Tiştê ku neyê bikaranîn em jê digirin. Weke bangawazî jî em dibêjin bi taybetî mamayê zarokan û ped hebin. Ji ber ku niha tiştên herî pêwîst ew in. Ji bilî wê betanî, qapût bînin. Pêwîstiyên jinan kêm in. Di nav alikariyê de divê ku ew jî hebin. Her wiha ji me re astengiyê jî derdixin. Heta niha çend malbat hatin û gotin ku muxtaran alikariyên me ji me standine û mudexele kirine. Malbatan xwestine ku bînin şaredariyê lê muxtarên taxan pêşiya malbatan girtiye û ji wan re gotiye ku bibin qeymeqamtiye. Piştre ji wan standine û bi xwe re birine. Malbat hatin pirs kirin û pişt re çûn alikariya xwe anîn dan şaredariyê. Malbat dibêjin ku alikariya ku em dikin bila şaredarî bibe. Ji ber ku gelek deran hê mudexele nehatiye kirin."
 
HETA NIHA BI SEDAN KESAN SERLÊDAN KIR
 
Sarûhan, diyar kir ku heta niha ji bo çûyina herêma erdhejê bi sedan serlêdan girtine û hişyarî ji gel re kir ku tiştên ku tên bikaranîn bila neyê şandin û wiha domand: "Heta niha 7 xebatkarên tenduristiyê bi me re ketin têkiliye û dixwazin ku biçin cihê herêmê. Her wiha 6 ajokarên TIR'ê bi TIR'ên xwe ve hatin û gotin em dixwazin bi TIR'ên xwe alîkariya we bikin. Her wiha 50'î kesên ku dixwazin biçin wê derê alikariyê bikin hene. Her wiha 10 hevalên ku perwerdehiya AFAD'ê dîtine hene. Yê ku serlêdan dikin em ê bişînin. Alikarî didome. Em dixwazin ku êşa gelê xwe parve bikin. Dem dema destê hev girtinê ye."
 
JI CIWANAN BANGAWAZÎ
 
Her wiha 50'î xwendekarên zanîngehê ku hatine cihê alikariyê bi lêv kirin ku niha berpirsyariya herî mezin dikeve li ser milê ciwanan û bang li ciwanan kirin ku dakevin qadan û ji bo alikariyê seferber bibin. 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

08/02/2023
10:10 Li Rihayê mexdûrên erdhejê: Alîkarî nayê kirin, berpirs kî ne?
10:09 Li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin: Kevir li ser kevirê nemaye
10:06 Mexdûra erdhejê yê Bazarcixî: Gelo dê ro kengî derkeve?
10:05 Li Botanê seferberiya alîkariyê
09:07 Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
08:52 Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an
02:23 Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin
01:38 Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:29 Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû
01:19 51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin
01:13 2 jê zarok malbatek ji 5 kesan pêk tê di bin kavilan de ne
01:04 Kiliçdaroglû: Berpirsiyarê vê pêvajoyê Erdogan e
00:49 Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
00:46 HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
00:07 Meclis dê di 9’ê sibatê de bi rojeva OHAL’ê bicive
07/02/2023
23:52 Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê
23:41 Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye
23:23 Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye
22:51 TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene
22:33 Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin
22:07 Bûldanê serdana Semsûrê kir
21:58 Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
21:50 Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê
21:45 HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
21:35 Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin
21:06 Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin