Me cara ewil dîmenên gundên Bazarcixê girtin: 156 kesan jiyana xwe ji dest da

img

MEREŞ – Li 3 gundên Bazarcixa Mereşê ku MA’yê cara ewil dîmenên wan girt, herî kêm 156 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gundan ku merasîma cenazeyan bi awayekî giştî tê kirin, zêmar olan didin û gotina “Min dostê xwe yê qedîm winda kir keko” vê êşa bêtarîf xulase dike.

Li navenda erdheja Bazarcixa Mereşê, her diçe rewş xirabtir dibe. Li navenda bajêr û bajarokên wê, hema bibêje tu avahî nemaye ku zirar nedîtiye û me ji erdheja ewil, ji 6’ê Sibatê heya niha, dîmenên ew gundên ku xeber ji wan nedihat girtin kişandin û guh li gundiyan kir. Ji ber rê ji wesayîtan xalî nedibû, em ancax piştî çend saetan ji nava bajêr derketin û çûn gundên Buyuknacar Kocadere, Buyuknacar Fatîh û Buyuknacar Merkezê.

BI SEDAN KES LI DERVE NE

Gava em nêzî gund bûn, welatiyên di ber me re derbas dibûn, diyar kirin ku ew ji bin kavilan xelas bûne. Hin welatiyên ku di vê sir û seqemê de dimeşiyan, anîn ziman ku li cihekî digerin xwe lê bihêwirin û gotin ku lê hê jî bi sedan malbat hene ku kon bi dest wan neketine.

GORÊN GIŞTÎ

Piştî çend deqeyan komeke qelebalix xuya kir. Em pê hesiyan ku ev qelebalix kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi awayekî komî veşartine. Gava em nêzî qelebalixê dibûn zêmarên zarok û jinan hîn bêtir olan didan. Her wiha çend kemçe jî tim dixebitîn û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane gor çêdikirin.

Gava em ketin nava goristanê, em bi dîmeneke dijwar re rû bir û man. Me dît ku ji bo nêzî 80 kesî gor hatine vekirin û hin kes jî hatine definkirin.

 Welatiyên ku di nava heriyê de mabûn, mirovên jiyana xwe ji dest dabûn yeko yeko defin dikirin. Her ku kesên din ava kefan û betaniyan de dihatin definkirin, zêmar jî bêtir olan didan. Din av van kesan de pitikên 3-5 mehî jî hebûn. Kesên ku hêsir ji çavên wan dibariya, gava xizmên xwe hemêz dikirin dest bi zêmaran dikirin. Piştî definkirina çend cenazeyan, di qaseyên qamyonan de hin cenazeyên dihatin.

Ciwanekî ku gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane, ragihand ku nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest dane û hê xwe negihandine hin kesên di bin kavilan de. Ciwan ragihand ku hê jî pêwendî bi hin gundan re nayê danîn û ji bo pitikên bi kefenan pêçayî defin bike ji cem me diçe.

‘MIN DOSTÊ XWE YÊ QEDÎM WINDA KIR KEKO’

Gundiyên li têketina goristanê, diyar kirin ku dê hin cenazeyên din jî bên û dixwazin kemçe li dawiy goristanê jî hin deran bikolin. Zarokên ku hê jî tirsa erdhejê li ser wan e, ji ser gorên dê û bavên xwe ne. Zarokekî ku dît em ji cihekî bilind dîmenan digirin, nêzî me bû êşa kul ê peyda bûye bi van gotinan anî zimên: “Min dostê xwe yê qedîm winda kir keko. Li vir tê definkirin.” Zarokê ku peyv di qirikê de asê man, li nav goran mêze dike bê ka hin nas û hevalên wî yên din hene yan na.

Em ji ser gorê diçin, ber bi gundê Buyuknacar Merkezê ve bir ê ketin. Gava em nêzî gund bûn, me dît ku hemû xanî ji ber erdhejê texrîb bûne û hin jê jî hilweşiyane. Li têketina gund keyayê gund Uzeyîr Karabûlak û çend kesan em pêşwazî kirin.

‘KARESAT BÛ’

Keyayê gund ku ji bêxewî û cebirandina birînan ji hal ketibû, behsa tiştên hatine serê gundan kir. Keya got: “Me dojehê dît. Erdhejeke wisa bû ku erd ji binî de hejiya. Yanî ax verişiya.”

46 WINDA

Keyayö gund Karabûlak ragihand ku 130 xanî li gundê wan hebûne û piştî erdhejê tenê 10-12 gund li ser pêyan mane û got ku xaniyên serobino bûne jî 31 in. Karabûlak da zanîn ku li navenda gund 31 kesî jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî li mezra Mehmet Akîf Ersoyê ya gund jiyana xwe ji dest dane. Karabûlak da zanîn ku hê jî nizanin bê çend heywan di bin kavilan de mane.

2-3 XANÎ LI SER PÊYAN MANE

Karabûlak bilêv kir ku xaniyên wan ketine halek ku êdî niakrin lê bimînin û got ku rewşa gundê Fatîhê ku 80 mal lê ne, xirabtir e. Karabûlak got ku li heman gundî herî kêm 60 kesî jiyana xwe ji dest daye.

REWŞA DAWÎ YA KOCADEDEYÊ

Karabûlak ragihand ku li gundê Kocadereyê jî 40-50 kesî jiyana xwe ji dest daye û got ku xaniyên bikerpîç ên li vî gundî hemû hilweşiyane. Karabûlak destnîşan kir ku tenê 10 xaniyên beton li gund mane.

ROJA ERDHEJÊ RÊ HATIN GIRTIN

Karabûlak ku got “Ez jî di nav de em hemû diqilqilin” ji bo roja erdhej çêbû ev tişt gotin: “Me bi xwe 22 kes derxistin. Wê kêliyê bager hebû rê girtî bûn. Kevirên mezin ketibûn rêyan. Makîne nikaribûn bên. 8 kes di bin kavilan de mabûn. Herî dawş me îro jî kesek derxist. Em bi definkirina cenazeyên xwe re eleqedar dibin.”

PÊDIVIYÊN SEREKE

Karabûlak diyar kir ku pêdiviya wan a sereke kon in û got: “Ji lew re cihekî ku em lê bimînin tune ye. Înşeleh rojek berî rojekê dê ew jî bên. Pêdiviya me ya sereke kon in. Dewlet û miletê me zexîre û kinc şandin.”

AFAD HAT LÊ…

Piştî keya me bi welatiyên li ser kavilan re jî xeber da. Mehmet Horal ragihand ku ew jî di bin kavilan de maye û got: “AFAD hat, lê tiştek nekir. Gotin, ‘makîneyên kar lazim in, tiştekî bi destan bê kirin tune ye.’”

Gundiyên ku me hevdîtin bi wan re kirî ragihandin ku li her sê gundan herî kêm 156 kesî jiyana xwe ji dest daye.

MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok

Sernavên din

11/02/2023
14:51 Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
14:38 Biryarnameya OHAL’ê: Doz hatin taloqkirin
14:15 TTB: Di erdhejê de 30 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
14:14 Dayikên Şemiyê: Mirina di erdhejê de ne qeder lê cînayet e
13:58 Birînên erdhejê bi piştevaniyê tên pêçandin
13:58 Deriyê sînor ê Tirkiye-Ermenistan ji bo mexdûrên erdhejê hat vekirin
13:37 Çapemeniya hewzê cih da ‘sozên Erdogan’
13:20 Ji gundên Semsûrê banga lezgîn: Gur cenazeyên qurbaniyan dixwin
13:15 Ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 350 girtî hatin sewqkirin
12:57 CÎSST: Erdhejê bandor li ser 17 hezar û 600 girtiyan kiriye
12:31 Kamyona ku alîkarî dibir Hatayê qeza kir
12:18 Keça Oneren di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da
12:08 Bi kemçeyan derxistina cenazeyan, cînayet e!
11:55 Li Amedê hejmara qurbaniyan gihîşt 281 kesan
11:54 ÎTO’yê 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandin herêmên erdhejê
11:41 Li Semsûrê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê tune ne: Em cenazeyên xwe dixwazin
11:36 Waliyê ku bi gel keniya bû piştî sê rojan sersaxî xwest
11:36 Komeleyên Mereşê yên li Ewropa: Em xwe bi xwe birînên xwe bipêçin û bajar û gundên xwe ava bikin
11:34 Ji bo du rojan dê li Amedê gaza xwezayî bê kêmkirin
11:18 Şêniyên Taxa Xoltoyê: Ji bilî endamên AKP’ê alîkariyê nadin tu kesî
11:10 'Em ê pêdiviyên banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyan bi cih bînin'
11:08 Li Sulumagarayê ku xeta fayê lê derbas dibe daxwaza ‘kon û sobeyan’
11:08 Di bin kavilan de qerisîn û canê xwe ji dest dan: Me hawar kir lê kes nehat alîkariyê
10:44 ‘Niha li ser navê mirovahiyê dem dema piştevaniyê ye’
10:37 HDP’ê li serdozgeriyê giliyê BTK’ê kir
10:29 Li Êlihê ruhê seferberiyê: KHK’î li qadê ne
10:09 Paylan: Cenaze bêyî werin tomarkirin tên veşartin
10:05 Parlamenterên HDP’ê: Li gundên Meletiyê xelk di rewşek şerpeze de ye
10:05 Yên ku digotin ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarîn du rojan bikevin Antakyayê
10:02 Kesên Abdullah Ocalan nas kirin: Fikrên wî komplo şikandin
09:48 Roja şeşemîn a erdhejê: Ji bo cihên ku alîkarî negihîştiyê bangên lezgîn tên kirin BLOGA ZINDÎ
09:33 Li Nûrheqa ku du roj piştre rêyên wê vebûn herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:19 Şaredariya Silopiya: Em dixwazin bibin pira piştevaniya navbera Botan û herêmên erdhejê
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'YAN
08:57 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 318’an
08:52 Denîz Baykal mir
08:50 Li Amedê piştî 122 saetan jinek sax hat rizgarkirin
02:28 Bozdag li Amedê hate protestokirin û nekarî biçe cihê kavilan
01:55 Li Xarpêtê hilweşandina avahiyên bixesar dest pê kir
01:40 Demîrtaş: Reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in
00:58 Şandeya HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê
00:22 Gelê Amedê bertek nîşan da, Eronat a AKP’î herêm terk kir
10/02/2023
23:59 Ji bo Rojava û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê
23:58 Hatîmogûllarin ji bo avakirina konbajaran banga lezgîn kir
23:39 HDP û rêxistinên sivîl li Bazarcixê ji taxan heta gundan birînên xelkê dipêçin
23:09 KNK’ê piştgirî da kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê
23:03 Dilxwazan rizgar kir, AFAD’ê wêne kişand
23:00 Li Semsûrê piştî 110 saetan pitekek 10 mehî hat rizgarkirin
22:30 Ji ewil erdhej piştre hezaz: Ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihîne gundan
22:12 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 20 hezarî derbas bû
22:07 Mizgefta 'restorekirî' ya AKP'ê piştî 800 salî hilweşiya
21:59 AFAD’ê tîmên biyaniyan ên lêgerîn û rizgarkirinê asteng kirin
21:45 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar 875’an
21:35 Meclisa Ciwanan a HDP’ê banga piştevaniyê kir
21:25 Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin
21:19 CHP dê civîna xwe ya MYK'ê li herêma erdhejê li dar bixe
21:08 Ji Demîrtaş banga ji bo xurtkirina piştevaniyê
21:07 Tevahiya nexweşxaneyên Edeneyê bi mirî û birîndran tije bûne
20:58 Şandeya HDP’ê serdana birîndarên li Dîlokê kir
20:51 Muteahîdê rezîdansa du erdhejê de serobino bû hat binçavkirin
20:48 ‘Dilxwazên AFAD’ê hatin Semsûrê lê li benda fermanê ne!
20:37 12 girtî ji Girtîgeha Turkoglûyê sewqî Eregliyê bûn
20:22 Li Hatayê roja 5'an: Êdî kavil tên rakirin
20:11 Endamên Kaldiraçê yên ji bo herêma erdhejê dixebitiyan hatin derbkirin
20:10 Bûldan: Karesat wêneyê AKP'ê ye
Sancar: Em piştevaniyê belavtir bikin
20:05 Kesên li Balyanê bi saxî ji kavilan derketin yên mayî rizgar kirin
19:48 6 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin veşartin
19:26 Di erdhejê de 19 hezar û 388 kesan jiyana xwe ji dest daye
19:22 Li Hênê 40 xanî hilweşiyan û gelek heywan mirin
19:09 Li Nûrdaxiyê jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin
19:04 TIR'ên alîkariyê yên HDP'ê digihên herêma erdhejê
16:58 Me ji Midûrê Tenduristiya Meletiyê pirsa dermanan kir wî bersiva konan da!
16:58 Bi TIR'an tabût sewqî Hatayê tên kirin
16:51 ‘Bila hemû girtiyên li herêma erdhejê bên berdan’
16:43 Dilxwazê AFAD'ê: Divê bajar jinûve vê avakirin
16:33 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Me xwest tev li maseya krîzê bibin lê hate redkirin
16:27 Li Hatayê pêdivî bi pêdiviyên bingehîn heye
16:04 Li Licê ku bandor ji erdhejê girt, cihêkariya qeymeqam!
16:03 Li herêmên erdhejê Navenda Koordînasyona Zarokan hat avakirin
16:02 DER-MEZ’ê kampanyaya piştgiriyê ya psîko-sosyal da destpêkirin
15:58 Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Apartmana Işikê hatin bidawîkirin
15:52 Erdogan bi OHAL’ê gef li mexdûrên erdhejê xwar
15:47 AFAD a kavil ranekir, bexş xwest!
15:44 Tu kes çoltarê Semsûrê napirse: Taxên ku hêj tu kesî xwe negihandinê hene
15:36 Hejmara qurbaniyan gihîşt 18 hezar û 991'ê
15:32 3 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Çelê hatin veşartin
15:31 Serokê DÎSÎAD'ê: Divê Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin
15:27 Di Apartmana Yoldaş de nagihin 8 daîreyan
15:11 'Ji bo alîkariyan bila deriyên sînor ên Sûriye û Rojava bên vekirin’
15:06 Rapora kavilan a TMMOB'ê: Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
15:05 Aktîvîstên TJA’yê: Li herêma erdhejê pêdivî bi biberon û pedê heye
15:04 Rojnameya Xwebûnê şahiya xwe betal kir
14:25 Ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê banga lezgîn: Hewceyî bi kon û tîmên tenduristiyê heye
14:21 Gelê Amedê hem birînên xwe hem jî yên cinarên xwe dicebirîne
14:20 Li Galeriayê wêneyê xebata AFAD’ê!
13:55 Welatiyên tev li seferberiyê bûn: Dê îktîdar jî di bin kavilan de bimîne
13:54 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê: Çend roj in tiştek nehatiye kirin
13:48 Partiya Komunîst a Îranê: Alîkariya mexdûrên erdhejê peywîreke enternasyonalîst e
13:32 Xizmên wî di bin kavilan de ne: Li Semsûrê koordînasyon tune ye
13:12 Ji medyaya hawîz mizgîniya ‘OHAL’ê’