Piştî 5 rojan li ser zemîna cemedê kon vedan: Ji bo ne qerisîn em ranezan

  • rojane
  • 10:29 12 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Piştî ku ser erdhejê re 5 roj derbas bûn, AFAD’ê bi lez û bez li ser zemîneke berf û cemedê kon vedan. Mexdûrên erdhejê yên di roja ewil de li wan konan mabûn wiha gotin: “Wê şevê ji bo ku neqerisîn, em ranezan. 
 
Li navçeya Elbistan a Mereşê ku ji ber erdhejê hilweşîneke mezin lê çêbûye, tevî ku bi ser erdhejê re roj derbas bûne jî hêjta pirsgirêka cihê mayînê û germkirinê nehatiye çareserkirin. Ji bo mexdûrên erdhejê ku bi roja ye di bin hewayê sar de ji derve agir hil dikin û şeva xwe wisa derbas dikin, pêr dest bi vedana konan hate kirin. Kon, bi lez û bez hatin vedan û ji bo sobe tê de bên bicihkirin tevahiya rojê pê re mijûl bûn. Tenê çendek kes dikari di konan de bimînin û jiyana di wir de jî zehmet e. 
 
KON LI SER CEMEDÊ HATIN VEDAN 
 
Welatî bi hêviya çareserkirina pirsgirêka cihê mayînê ketin konên xwe lê hêviya wan têk çû. Kon, li rex cemxaneyê li deverekê ku zemîna wê bi temamî cemed û berf hatine vedan û welatî li hemberî vê rewşê pir bihêrs bûn. Ji ber ku zemînê konan cemed bû, mexdûrên erdhejê di tevahiya şevê de ji bo ku neqerisîn hewl dan. Mexdûran da zanîn ku ji bo ji sermayê neqerisin li ber xwe dane û ji ber berfa heliyayî jî hemû betaniyeyê wan şil bûne. Ji welatiyan Îbrahîm û Sûltan Karataş ku di bin konan de şeva xwe ya ewil derbas kirin, dan zanîn ku ji ber sobeya katalîtîk a vêxistin betaniyên wan şewitî ne, ber bi kêliyên dawî ve bi rewşê hesiyane û derketine derve. Mexdûrên ku bi zor û zehmet canê xwe xelas kirin wiha gotin: “Bi ser re ewqas dem derbas bû lê em hêj jî perîşe ne.” 
 
‘EM KETIN KONAN LÊ QERISÎN’ 
 
Îbrahîm Karakaş bi domdarî wiha got: “Min piştî erdhejê hevjîna xwe winda kir û demekî dirêj piştre dît. Ewqas roj in em perîşan bûne. Heta demekî dirêj me hewl da li derve bijîn. Çendek roj piştre konek hate vedan. Ez û hevjîna xwe derbasî konê bûn lê pirsgirêka me ya germê çareser nebû. Heke gotin di cih de be şevê din em qerisîn. Me jî sobeya katalîtîk vêxist. Di nîva şevê de betaniyeyên me agir pê ket û em hişyar bûn. Heke em hinek dereng hişyar bûbûna, dê tevî konê bişewitiyan. Kon, li ser cemedê û berfê vedane. Ma dê mirov di nava mercên wiha de çawa bijî? Kon avêtin vê derê û çûn. Heta niha jî pirsa rewşa me nekirine.” 
 
'EM Ê ZIVISTANÊ ÇAWA DERBAS BIKIN?’ 
 
Bi domdarî Karataş anî ziman ku li devera kon lê hatine vedan ne daşir û ne jî cihekî ku serê xwe lê bişon heye û wiha pê de çû: “Em li vir gelek pirsgirêkan dijîn. Em dixwazin ku êdî pirsgirêkên me bên çareserkirin. Cihekî em biçinê nîne. Ji roja ewil a erdhejê heta niha yek rayedarek nehatiye cem me. Em tenê jiyana xwe bi alîkariya mirovan şandin didomînin. Ji bo ku li kolanan perîşan nebin, derbasî konan bûn. Ez û hevjîna xwe bi saya gel dijîn. Li rexekî cenaze, li rexekî pirsgirêka cihê mayînê û li rexa din jî hewayê sar. Gelo ev mirov dê zivistanê çawa derbas bikin? Stûnên hundir ên konên belav kirine xistinê û çûne. Dema sibe ji bo dengan hatin em ê wan bibînin.” 
 
 ‘HEKE GEL NEBÛYA EM Ê BIQERISIYAN’ 
 
Sûltan Karataş jî bi lêv kir ku nikarin di bin konan de bijîn û axaftina xwe wiha qedand: “Em gelek spasiya gelê xwe dikin. Alîkariyeke mezin dan me û mirovên li vir dijîn. Em bi saya wan dijîn. Heke ew nebûna em ê biqerisiyan.” 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

14/02/2023
15:55 Koordînasyona li Şirnexê banga piştevaniyê kir
15:48 Cara ewil HDP’ê xwe gihand gundên Battalgaziyê
15:39 Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir: Em ê hemû bi hev re birînên xwe bipêçin
15:26 HDP’ê giliyê berpirsyarên hilweşînê kir
14:43 Stûnên avahiya ku bû gora 50 kesan ji bo eywana sporê hatine birîn!
14:41 Endamê OHD’ê parêzer Serhan Ozdemîr jî bû qurbaniyê erdhejê
14:40 Sancar li Meletiyê ye: Her kavilek cihê sûc e
14:24 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 31 hezar û 974 kesan
14:22 Rapora pêşenirxandin a avahiyên hilweşiyayîn hate eşkerekirin
13:48 Bahçelî 9 roj piştre xuya kir û weke her carê dîsa gef xwarin
13:46 Li Amedê 20 avahî li ber hilweşînê ne!
13:42 Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê: Pêdivî bi dermanên êşbir heye
13:33 Xwendekarên ji KYK’ê hatin derxistin: Krîzê bi krîzeke din vedişêrin lê ev tiştekî bi aqilane nîne
13:22 Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê: Bila çekên kîmyewî bên lêkolînkirin
13:14 AKP di bin kavilan de ma: Bacên erdhejê bo rantê û alîgiran çûn
13:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 Leşkeran tundî li penaberê ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest kir
12:59 Bîlançoya 24 saetên dawî nehat parvekirin
12:18 Hiqûqnas li dijî îşkenceyê diçin herêma erdhejê: Bi OHAL’ê re zêde bûn
12:05 Ciwanê li Bazarcixê bi dilxwazî dixebitî: Gel tî û birçî ye
12:00 Li Amedê avahiya ku hat valakirin, hilweşiya
11:38 Hevserokên KNK'ê: Mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Îmrali ye
11:22 Li Semsûrê dilxwazan bajarek ji konan ava kir û birînên mexdûran dipêçin
11:20 Gureşçî yê di binçavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin hate veşartin
10:28 Ji bin kavila Serîn 2’yê cenazeyê du kesan hate derxistin
10:20 Piştevaniya Mor li herêma erdhejê ye: Konê piştevaniya jinê ava kirin
10:18 Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz li Bazarcixê gund bi gund digerin
10:12 Kiliçdaroglû: Ji hilbijartinê direvin, divê demildest dîrok bê diyarkirin
10:09 Gundê ku 120 kesan lê jiyana xwe ji dest da ji holê rabû!
09:51 4 roj li benda rizgarkirinê man, lê qerisîn û canê xwe ji dest dan
09:30 AKP’ê li Silopiyayê ji ciwanan re zerf şand û deng xwest
09:14 Hevalê Bubo Taş ê têkoşînê: Li dijî rehawetê bû bersiv
09:03 Êzidiyên Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn
09:02 Emekçî: Sekn û berxwedana Ocalan komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2023''YAN
08:45 Roja 9’emîn a erdhejê: Xetereya şewbê belav dibe, xelk bajarên xwe diterikîne
08:40 Li Edeneyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin bidawîkirin
00:57 Di Sîteya Yagmûrê de 17 kes di bin kavil de ne
13/02/2023
23:38 Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hate avakirin
23:05 Polîsan li Colemêrgê wesayîta alîkariyê asteng kir
22:08 Li gundên Mereşê goristan jî xera bûne!
21:57 ‘Ji ber efûya îmarê keyfa me hat lê em ji canê xwe jî ji xaniyê xwe jî bûn’
21:17 Endamên Yekîtiya Karker û Kedkaran hatin binçavkirin
20:53 Mutehitê Apartmana Erdogan hate girtin
20:49 7 girtiyên ku bi hinceta serî rakirine hatin îşkencekirin, hatin sewqkirin
20:40 Li Amedê avahiyên li ber hilweşandinê hatin valakirin
20:34 Rapor tespîtkirina xesarê ya wezaretê: 33 hezar û 143 avahî pir xesar dîtine
20:18 'Bavê min heya roja 3'yan jî sax bû, roja 4'an ew derxistin'
20:16 HDP’ê têkildarî dîmenên îşkenceyê yên li herêma erdhejê gilî kir
19:59 Li Botanê 7 cenazeyên din hatin definkirin
19:26 Li Hatayê mutehitê avahiya hilweşiyayî hate binçavkirin
19:16 30 konteynerên ku ji aliyê HDP'ê ve ji bo herêma erdhejê hatin şandin hatin desteserkirin
18:45 Baroya Rihayê giliyê Umît Ozdag kir
18:41 Xelkê Nûrdaxiyê bajêr di terikîne
18:17 HDP’iyên kum zer li qadên kavila ne
17:59 Li Şirnexê gelek herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
17:09 Ji HDP'iyan serdana şînê
17:06 Ji rojnamegerên girtî peyama erdhejê
17:06 Meclisa Ciwanan a HDP'ê li Meletiyê kon danîn
16:53 Li Edene û Osmaniyeyê kavilên avahiyan tên rakirin
16:37 Ne mirin ne wêranî ne xema wan e!
16:20 Tenduristkaran li bloka nehilweşiyayî ya nexweşxaneyê dixebitînin
16:15 Sancar biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê bi bîr xist: Divê îktîdar vê serdema şer bi dawî bike
16:14 Li Hatayê grûbên nijadperest bi çekan digerin: Mexdûr û dilxwaz di hedefê de ne
16:14 Odeya Mîmaran: Rêziknameya erdhejê nehatiye pêkanîn
15:44 9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dan: We mala me xera kir
15:00 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezarî derbas kir
15:00 Li Amedê wargehên KYK'ê bi darê zorê tên valakirin
14:52 Di dema sewqkirina girtiyan de ferzkirina lêgerîna tazî
14:38 Zaroka xwe winda kir, destê hevjînê wê hat birîn: Bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin
14:37 Li Amedê welatî li ber deriyên morgan li benda cenazeyan in
14:37 Kompleksa sporê ku mexdûrên erdhejê lê ne, ji ber şewba guriyê hat valakirin!
14:10 Li Amedê avahiyên xesardîtî tên valakirin: Li taxekê dê 60 avahî bên mohrkirin
14:02 Leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin li ser wezîfeya xwe ne
13:25 Keya bertek nîşanî nelirêtiya di tespîtkirina xesarê da, li şûna wî qeyûm hat tayînkirin
13:04 Dozger ji bin kavilan derxistin û çûn!
12:24 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da derket 31 hezar û 643’yan
12:02 Tê gotin ku maliyeta aborî ya erdhejê 100 milyar dolar e
11:45 Dilxwazên erdhejê: Pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye divê piştevanî mezintir bibe
11:27 ‘Îktidar hewl dide li ser qurbaniyên me rantê bi dest bixe’
11:22 Gef li parêzerên ku qetilkirina Gureşçî lêkolîn kirin hatin xwarin
11:16 Li Wêranşarê xaniyên saxlem nemane
11:08 ‘Divê ji fikarên girtî û malbatan re bibin bersiv’
10:38 MA li gundên Meletiyê ye: Bi torpîlê konan belav dikin
10:37 Rojnamevanan tiştên li Hatayê qewimîn vegotin: Cihên ku alîkarî negihiştinê hene
10:24 Mal lê wêran bû, dewlet jê re alîkar nebû: Di gomê de dijîn
10:06 20 kes di konek dabeşkirî de dimînin: Zarok nexweş ketine
09:56 Li Islehiyeyê kes ji gotinên Erdogan bawer nîne: Mexdûrên erdhejê navçeyê diterikînin
09:55 ‘Ji ber ku analîza avahiyan nayê kirin em îro di vî halî de ne’
09:37 Roja 8’emîn a erdhejê: Malbat bi xemgînî li ber kavilan disekinin BLOGA ZINDÎ
09:34 24 sal in li dijî komployê li qadan in
09:19 Ji bo gundên Bazarcixe seferberiya alîkariyê
09:05 Çîçek: Em mecbûr in şertên ku azadiya birêz Ocalan tên axaftin biafirînin
09:03 ‘Rejîma Sûriyeyê û Tirkiye nahêle alîkarî derbasî Rojava bibin'
09:00 ROJEVA 13’Ê SIBATA 2023’YAN
01:21 Biryarnameya qada tenduristiyê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de ye
01:06 ÇHD: Gureşçî, di encama îşkenceya polîsan de jiyana xwe ji dest da
00:54 Dayika Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz wefat kir
00:41 Li ser navê Serokê Cemxaneyê ku di erdhejê de mir konbajar hate avakirin
00:28 Baroya Îzmîrê: Tu rewşên îstîsnaî îşkenceyê rewa nakin