Wezaretê ji bo zarokên mexdûr ên erdhejê paşve gav avêt

  • rojane
  • 15:52 12 Sibat 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî ku eşkere kiribû dê zarokên mexdûrên erdhejê bidin malbatan lê wezaretê bi paş ve gav avêt, xwe derewand û got: “Çiqas niyet û daxwazan wan baş dibe bila bibe, ne mimkin e em ê zarokên xwe radestî wan bikin.” 
 
Di karesata erdhejên ku navenda wê Mereş bû û bandorê li 10 bajaran kir, heta niha 24 hezar û 617 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hê jî li gelek bajaran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li ser avahiyên hilweşiyeyî berdewam dike. Tê diyarkirin ku pitik û zarokên ji bin xirbeyên avahiyên li bajaran sax tên derxistin, rakirine nexweşxaneyan. Lê ji ber kes tine li nexweşxaneyan li wan binêre, malbat nikarin xwe bigihînin zarokên xwe û aqûbeta gelek zarokan ne diyar e. Ji ber ku agahî ji zarokan-pitikan nayê girtin fikarên malbatan zêde dibin. Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Derya Yanik diyar kir ku rewşa têkildarî zarokan di bin kontrola wan de ye û ji bo zarokên mexdûrên erdhejê banga xwedîderketinê li malbatên wan biparêzin kiribû. 
 
Di roja 3’yemîn a erdhejê de (8’ê sibatê) Wezaretê li ser malera xwe daxuyanî dabû û hatibû diyarkirin ku ew zarok û pitikên bêxwedî mane dikarin radestî malbatên dê wan mezin bikin û biparêzin bikin. Wezaretê ji bo vê yekê jî gotibû ew kes ango malbat dikarin serî li Midûriyetê Xizmetên Malbat û Civakî yên bajaran bidin. 
 
Hê jî ku li xirbeyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, welatiyan nerazîbûn nîşanî daxuyaniya wezaretê da. 
 
WEZARETÊ XWE DEREWAND 
 
Wezaretê li ser nerazîbûnan di 11’ê sibatê de daxuyaniyek nû da û wezaretê xwe derewand ango tekzîb kir. Wezaretê eşkere kir ku radestkirina zarokan a malbatên wan biparêzin ne rast e û ne jî qanûnî ye. 
 
BAROYA ÎZMÎRÊ BERTEK NÎŞAN DA 
 
Endama Desteya Rêveberiya Navenda Mafên Zarokan a Barya Îzmîrê parêzer Zerrîn Şenyil Kale nerazîbûn nîşanî wezaretê da û got: “Helbet em ê vê meseleya zarokan bikin rojev. Xwedîderketina ewil ne ev e ku bang bê kirin. Bêkoordînasyonek mezin û bêliyaketek mezin heye. Ev yek li dijî feydeya zarokan e. Yên serlêdan dikin ji bo xwe baş hîs bikin û wîjdanê wan rehet be viya dikin. Di demên krîzan de ev derdikevin holê. Wezaretê jî rê li ber vê vekir. Daxwaza me ya sereke ew e ku zarok di bin parastina dewletê de ji bo bigihînin malbatên wan biyolojîk, xebat bên kirin. Divê tomarkirin bê kirin. Ewlehî û xwedkirina zarokan nabe ku ji insafa kesan, sazî û malbatan re bê hiştin.”
 
DI PERGALÊ DE 526 ZAROKÊN MEXDÛR TOMARKIRÎ NE 
 
Li gorî daxuyaniya dawî ya wezaretê 526 zarokên bûne mexdûrên erdhejê di pergala wan de tomarkirîne û di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: “Me ji van zarokan 78 zarok radestî malbatên wan kir. Rewşa 335 zarokên me li nexweşxaneyan tê şopandin. 113 zarokên me jî di bin parastina saziya me de ne. Nasnameya 303 zarokan tê zanîn. Lewma heke di vê pêvajoyê de malbatên wan bên tespîtkirin dê bên radestkirin. Nexwê wê wezareta me wan xwedî bike û biparêze. Nasnameya 223 zarokên me jî nayê zanîn. Heke nasnameya wan bê tespîtkirin û zanîn wê radestî malbatan bê kirin. Heke neyên tespîtkirin dê wezareta me wan mezin bike.” 
 
Li gorî daxuyaniyê hat gotin 190 hezar malbatên ku dê zarokan biparêzin serî li Wezaretê daye û wiha hat gotin: “Çiqas niyet û daxwazan wan baş dibe bila bibe, ne mimkin e em ê zarokên xwe radestî wan bikin. Ji xwe ne mimkin e ev yek qanûnî be jî.” 
 

Sernavên din

14/02/2023
15:55 Koordînasyona li Şirnexê banga piştevaniyê kir
15:48 Cara ewil HDP’ê xwe gihand gundên Battalgaziyê
15:39 Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir: Em ê hemû bi hev re birînên xwe bipêçin
15:26 HDP’ê giliyê berpirsyarên hilweşînê kir
14:43 Stûnên avahiya ku bû gora 50 kesan ji bo eywana sporê hatine birîn!
14:41 Endamê OHD’ê parêzer Serhan Ozdemîr jî bû qurbaniyê erdhejê
14:40 Sancar li Meletiyê ye: Her kavilek cihê sûc e
14:24 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 31 hezar û 974 kesan
14:22 Rapora pêşenirxandin a avahiyên hilweşiyayîn hate eşkerekirin
13:48 Bahçelî 9 roj piştre xuya kir û weke her carê dîsa gef xwarin
13:46 Li Amedê 20 avahî li ber hilweşînê ne!
13:42 Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê: Pêdivî bi dermanên êşbir heye
13:33 Xwendekarên ji KYK’ê hatin derxistin: Krîzê bi krîzeke din vedişêrin lê ev tiştekî bi aqilane nîne
13:22 Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê: Bila çekên kîmyewî bên lêkolînkirin
13:14 AKP di bin kavilan de ma: Bacên erdhejê bo rantê û alîgiran çûn
13:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 Leşkeran tundî li penaberê ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest kir
12:59 Bîlançoya 24 saetên dawî nehat parvekirin
12:18 Hiqûqnas li dijî îşkenceyê diçin herêma erdhejê: Bi OHAL’ê re zêde bûn
12:05 Ciwanê li Bazarcixê bi dilxwazî dixebitî: Gel tî û birçî ye
12:00 Li Amedê avahiya ku hat valakirin, hilweşiya
11:38 Hevserokên KNK'ê: Mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Îmrali ye
11:22 Li Semsûrê dilxwazan bajarek ji konan ava kir û birînên mexdûran dipêçin
11:20 Gureşçî yê di binçavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin hate veşartin
10:28 Ji bin kavila Serîn 2’yê cenazeyê du kesan hate derxistin
10:20 Piştevaniya Mor li herêma erdhejê ye: Konê piştevaniya jinê ava kirin
10:18 Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz li Bazarcixê gund bi gund digerin
10:12 Kiliçdaroglû: Ji hilbijartinê direvin, divê demildest dîrok bê diyarkirin
10:09 Gundê ku 120 kesan lê jiyana xwe ji dest da ji holê rabû!
09:51 4 roj li benda rizgarkirinê man, lê qerisîn û canê xwe ji dest dan
09:30 AKP’ê li Silopiyayê ji ciwanan re zerf şand û deng xwest
09:14 Hevalê Bubo Taş ê têkoşînê: Li dijî rehawetê bû bersiv
09:03 Êzidiyên Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn
09:02 Emekçî: Sekn û berxwedana Ocalan komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2023''YAN
08:45 Roja 9’emîn a erdhejê: Xetereya şewbê belav dibe, xelk bajarên xwe diterikîne
08:40 Li Edeneyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin bidawîkirin
00:57 Di Sîteya Yagmûrê de 17 kes di bin kavil de ne
13/02/2023
23:38 Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hate avakirin
23:05 Polîsan li Colemêrgê wesayîta alîkariyê asteng kir
22:08 Li gundên Mereşê goristan jî xera bûne!
21:57 ‘Ji ber efûya îmarê keyfa me hat lê em ji canê xwe jî ji xaniyê xwe jî bûn’
21:17 Endamên Yekîtiya Karker û Kedkaran hatin binçavkirin
20:53 Mutehitê Apartmana Erdogan hate girtin
20:49 7 girtiyên ku bi hinceta serî rakirine hatin îşkencekirin, hatin sewqkirin
20:40 Li Amedê avahiyên li ber hilweşandinê hatin valakirin
20:34 Rapor tespîtkirina xesarê ya wezaretê: 33 hezar û 143 avahî pir xesar dîtine
20:18 'Bavê min heya roja 3'yan jî sax bû, roja 4'an ew derxistin'
20:16 HDP’ê têkildarî dîmenên îşkenceyê yên li herêma erdhejê gilî kir
19:59 Li Botanê 7 cenazeyên din hatin definkirin
19:26 Li Hatayê mutehitê avahiya hilweşiyayî hate binçavkirin
19:16 30 konteynerên ku ji aliyê HDP'ê ve ji bo herêma erdhejê hatin şandin hatin desteserkirin
18:45 Baroya Rihayê giliyê Umît Ozdag kir
18:41 Xelkê Nûrdaxiyê bajêr di terikîne
18:17 HDP’iyên kum zer li qadên kavila ne
17:59 Li Şirnexê gelek herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
17:09 Ji HDP'iyan serdana şînê
17:06 Ji rojnamegerên girtî peyama erdhejê
17:06 Meclisa Ciwanan a HDP'ê li Meletiyê kon danîn
16:53 Li Edene û Osmaniyeyê kavilên avahiyan tên rakirin
16:37 Ne mirin ne wêranî ne xema wan e!
16:20 Tenduristkaran li bloka nehilweşiyayî ya nexweşxaneyê dixebitînin
16:15 Sancar biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê bi bîr xist: Divê îktîdar vê serdema şer bi dawî bike
16:14 Li Hatayê grûbên nijadperest bi çekan digerin: Mexdûr û dilxwaz di hedefê de ne
16:14 Odeya Mîmaran: Rêziknameya erdhejê nehatiye pêkanîn
15:44 9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dan: We mala me xera kir
15:00 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezarî derbas kir
15:00 Li Amedê wargehên KYK'ê bi darê zorê tên valakirin
14:52 Di dema sewqkirina girtiyan de ferzkirina lêgerîna tazî
14:38 Zaroka xwe winda kir, destê hevjînê wê hat birîn: Bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin
14:37 Li Amedê welatî li ber deriyên morgan li benda cenazeyan in
14:37 Kompleksa sporê ku mexdûrên erdhejê lê ne, ji ber şewba guriyê hat valakirin!
14:10 Li Amedê avahiyên xesardîtî tên valakirin: Li taxekê dê 60 avahî bên mohrkirin
14:02 Leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin li ser wezîfeya xwe ne
13:25 Keya bertek nîşanî nelirêtiya di tespîtkirina xesarê da, li şûna wî qeyûm hat tayînkirin
13:04 Dozger ji bin kavilan derxistin û çûn!
12:24 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da derket 31 hezar û 643’yan
12:02 Tê gotin ku maliyeta aborî ya erdhejê 100 milyar dolar e
11:45 Dilxwazên erdhejê: Pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye divê piştevanî mezintir bibe
11:27 ‘Îktidar hewl dide li ser qurbaniyên me rantê bi dest bixe’
11:22 Gef li parêzerên ku qetilkirina Gureşçî lêkolîn kirin hatin xwarin
11:16 Li Wêranşarê xaniyên saxlem nemane
11:08 ‘Divê ji fikarên girtî û malbatan re bibin bersiv’
10:38 MA li gundên Meletiyê ye: Bi torpîlê konan belav dikin
10:37 Rojnamevanan tiştên li Hatayê qewimîn vegotin: Cihên ku alîkarî negihiştinê hene
10:24 Mal lê wêran bû, dewlet jê re alîkar nebû: Di gomê de dijîn
10:06 20 kes di konek dabeşkirî de dimînin: Zarok nexweş ketine
09:56 Li Islehiyeyê kes ji gotinên Erdogan bawer nîne: Mexdûrên erdhejê navçeyê diterikînin
09:55 ‘Ji ber ku analîza avahiyan nayê kirin em îro di vî halî de ne’
09:37 Roja 8’emîn a erdhejê: Malbat bi xemgînî li ber kavilan disekinin BLOGA ZINDÎ
09:34 24 sal in li dijî komployê li qadan in
09:19 Ji bo gundên Bazarcixe seferberiya alîkariyê
09:05 Çîçek: Em mecbûr in şertên ku azadiya birêz Ocalan tên axaftin biafirînin
09:03 ‘Rejîma Sûriyeyê û Tirkiye nahêle alîkarî derbasî Rojava bibin'
09:00 ROJEVA 13’Ê SIBATA 2023’YAN
01:21 Biryarnameya qada tenduristiyê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de ye
01:06 ÇHD: Gureşçî, di encama îşkenceya polîsan de jiyana xwe ji dest da
00:54 Dayika Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz wefat kir
00:41 Li ser navê Serokê Cemxaneyê ku di erdhejê de mir konbajar hate avakirin
00:28 Baroya Îzmîrê: Tu rewşên îstîsnaî îşkenceyê rewa nakin