Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin

  • rojane
  • 16:05 16 Sibat 2023
  • |
STENBOL - HDK û HDP’ê xwest qeyûmê tayînî Navenda Koordînasyonê ya li Bazarcixê hat kirin protesto bike. Polîsan êrişî daxuyaniyê kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewletê gel qetil kiriye û niha jî dixwaze piştevaniya gel asteng bike. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî qeyûmê danîn ser Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ku li navçeya Bazarcixa Mereşê hatibû sazkirin û rawestandina xebata li wir li ber avahiya HDK’ê hat şermezarkirin û daxuyanî hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Hevgirtina gelan bi qeyûman nikare bê astengkirin” hat vekirin. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, rêveberên HDP’ê, pêkhateyên HDK’ê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 
 
POLÎS: BISEKININ EM Ê BIRYARÊ BÎNIN 
 
Di kêliya dê çalakiyê dest pê bikira, polîsan xwest bi îdiaya “daxuyanî bêqanûnî ye” asteng bikin. Tevî ku biryarek qedexeyê ya walîtiyê û qeymeqamiyê nebû jî polîsan xwest çalakiyê asteng bikin. Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu diyar kir ku biryara qedexekirina çalakiyê bêqanûnî û bêhiqûqî ye. Di vê navberê de balkêşe ku polîsan got, “Bisekinin, em ê biryarê bidin girtin.” Çalakvanan helwesta polîsan protesto kir. 
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku alîkarî û piştevaniya li herêma erdhejê li Bazarcixê embara wan bêqanûnî û bêhiqûqî hatiye desteserkirin û qeyûm danîne ser û got: “Di ser erdhejê re 10 roj derbas bûn. Dewleta ku 10 roj bûn ku di xewa zivistanê de bû, di encama roja 10’an de torên piştevaniyê belav kirin û qeyûm danîn ser embara me.” 
 
‘ARMANCA WAN EW E KU HEVGIRTINÊ ASTENG BIKIN’ 
 
Demîr anî ziman ku ji bo piştevanî bê astengkirin êriş hatiye kirin û wiha axivî: “Yên ku li malên xwe germ rûniştine, êrişî piştevaniya gel dikin û hêza xwe ya zordest dixin dewrê. Heke we qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê nekira dê ewqas qurbaniyên me çênebûna. Dewlet bi pêçandina birînên welatiyên xwe ve berpirsiyar e. Dewlet neçare di çarçoveya erka xwe de alîkarî û xizmeta welatiyan bike. Dewlet köle û qewraşê welatiyê xwe ye.” 
 
‘WE GELÊ ME QETIL KIR’ 
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: “Hûn neçar in rêyên diçin herêmên erdhejê vekin.” Polîsan div ê navberê de ji girseyê re got, “hûn qanûnan nizanin.” Çalakvanên HDK’yî jî bersiv dan û gotin: “Çima ew qanûn ji bo qurbaniyên di bin xirbeyan de neket dewrê. Wê dewleta qatîl hesab bide. We gelê me qetil kir.” Li ser van gotinên HDK’iyan polîsan gefê li HDK’iyan xwar. Polîsan piştre êrişî çalakiyê kir û li çalakvanan da. 
 
‘EM Ê KUJERAN JI BÎRA NEKIN’ 
 
Piştre girse derbasî avahiya HDK’ê bû û daxuyanî da. Berdevka Giştî ya Meclisên Jinan a Sosyalîst Çîçek Otlû bertek nîşanî astengkirina polîsan da û got: “Dewlet kujerê ewqas qurbanî ye. Em ê qet van kujeran ji bîr nekin.” 
 
Hevserokê Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst (SYKP) yê Stenbolê Ronî Goren jî diyar kir ku dewlet li herêmên erdhejê nebû û îktidar dixwaze piştevaniyê asteng bike. 
 
Heverdevkê DBP’ê yê Herêma Marmarayê Atîlla Ozdogan jî destnîşan kir ku dewlet dixwaze piştevanî û alîkariya gel asteng bike. 
 

Sernavên din

20/02/2023
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e