'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'

  • rojane
  • 10:13 25 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Walîtiya Amedê bêyî ku guh li hişyariyên sazî û rêxistinên Amedê bike, bi israr dixwaze konbajarê ji bo mexdûrên erdhejê li qeraxa Çemê Dîcleyê bê çêkirin. Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç bertek nîşanî vê da û got: "Dixwazin mirovan ji civakê îzole bikin û ‘getto’yan ava bikin."
 
Erdhejên Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6 bandoreke mezin li 11 bajaran kirin. Yek ji van bajaran jî Amed e. Li bajêr yek jê vala 7 avahî hilweşiyan û herî kêm 409 kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 900 kes jî birîndar bûn. Her wiha li bajêr gelek avahî jî xesar dîtine. Ji ber vê tê xwestin li qeraxa Çemê Dîcleyê konbajar bê avakirin. Piştî vê biryarê, sazî û dezgehên Amedê li hemberî vê rabûn. Lê Walîtiya Amedê bêyî ku guh li hişyariyên rêxistinên bajêr bike, di ya xwe de israr dike. Herî dawî Komeleya Mavên Mirovan  (ÎHD) ji bo li qeraxa çem konbajar neyê avakirin serî li Muduriyeta Bajer a Karesatê da. 
 
‘DESTHILATDAR BERPIRSYARIYÊ NAGIRE SER XWE’
 
Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç anî ziman ku piştî ku erdhej çêbûye wan hewl daye birînên mexdûrên bicebirînin û got: “Erdehej çêbû, lê em dibînin ku desthilatdar xwe nade ber tu berprisiyariyê. Gerek ji ber van tiştên qewimîn û ji ber kêmasiyên xwe îstifa bikirana, lê ev jî nîn e.”
 
QEYRAN Û ALOZÎ
 
Bîlgîç diyar kir ku desthilatdar bi kirinên xwe xetereyên nû danîne pêşaya civakê û wiha domand: “Xetereya herî mezin, konbajara li qeraxa Çemê Dîcleyê ye. Ku dê 4 hezar û 200 konan deyne. Di rojên pêş de lehiyek rabe, ew der hêmû dê di bin avê de bimîne. Divê em vê xetereyê bînin ber çavan. Lewre beriya niha tiştek wiha qewimiye û me bi çavên xwe dîtiye. Ev xetereya li vir ne tenê ji bo lehiyê ye. Gelo ev der çi qasî ji bo konbajar ewle ye û ev pirs hatiye kirin an na?" Bîlgîç destnîşan kir ku walîtî bê ser û ber dê 16 hezar mirovan li cihekî bi vî rengî kom bike û got: "Ev, di demên pêş de dê bibe sedema qeyranên nû û aloziyên nû."
 
Bîlgîç di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku gelek sazî û dezgehên bajêr îşaret bi vê talûkeyê kirine û got: “Ji bo cihê konan saziyan pêşniyariya xwe jî kirin. lê hê jî Walîtiya Amedê di biryara xwe de israr dike. Gelo li gel ev qas xetereyan çima, çima di vir de israr dike?” 
 
‘ZINDANÊ AVA DIKIN'
 
Bîlgîç wiha axivî: “Dixwazin polîs û leşkeran deynin ser serê kesên li vir kom bikin û wan têxin bin kontrola xwe. Bi vî rengî dixwazin civakê qut bikin û pêşî li ber bertekên wan û hêrsa wan bigirin. Bi kurtasî li vir dixwazin 'getto'yê, yanî zindanekê ava bikin. Bi îzolekirina wan a ji civakê, dengê wan qut bikin. Dixwazin tu kes hay ji qewimînên li vir çênebe"
 
‘XWEZAYÊ JÎ QIRÊJ DIKE’
 
Bîlgîç bibîr xist ku meseleya konên li vir tên avakirin dê neyê çareserkirin û got ku ji lew re ji bo vê plansaziyeke demdirêj divê. Bîlgûç wiha domand: “Êvaran sermayek pir zêde heye. Ger tu tenê di vî warî de li ser bisekinî jî, ev cih ne cihekî guncav e. Havînê ji ber kelmêş û jêzikan û şiliyê dê nexweşiyên cuda cuda çêbibin. Dê bi bermayiyên ew qas mirovî çem û xweza jî qirêjî bibin." 
 
'DIXWAZIN HÊZA GEL QELS BIKIN'
 
Bîlgîç di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêdiviyên zarokan hene. Koordinasyon û sazî ji bo vê tevdigerin û dixwazin bandora erdhejê ya li ser zarokan kêm bikin, lê polîs dest datînin ser alîkariyên wan. Em nizanin wê deh salê din zarok bi pirsgirêkine çawa re rû bi rû bimînin. Yan jî em nizanin cerdevanên ku dişînin wir dê bi wan çekên xwe bandorek çawa li ser wan çêbike. Wan ji civakê didizin, dora wan dorpêç dikin û zindaneke nû ji wan re çêdikin. Çima wiha dikin? Ji bo ji qoltixên xwe nebin, dixwazin hêza gel qels bikin." 

Sernavên din

01/03/2023
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin