Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan

  • rojane
  • 09:43 26 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Li ser xeta fayê erd bi qasî 30 metreyan qelişî ye û ev yek di nava gel de rê li ber tirseke mezin vedike. Ji bo avahiya bi qasî 2 metreyan xişiyaye jî rapora “nîvxesar” hatiye dayîn. 
 
Di erdheja Mereşê de li tevahiya herêmên xeta fayê jê re derbas bûye erd gelek qelişî ye. Li ser xeta fayê ku ji navçeya Cela ya Mereşê dest pê dike û heta gundên Îçmeler, Nergele, Gozpinarê dirêj dibe û ji gundê Bariş ê Nûrheqê heta Çiyayê Nûrheqê dom dike,  li gelek deveran bi qasî 15 metreyan û li hinek deveran jî erd bi qasî 30 metreyan qelişî ye. 
 
Xeta fayê ya ku li girên bilind ên navçeya Celayê rê li ber qelişînên mezin vekiriye, bi taybet jî li gundê Îçmeler a Navîn di nava zeviyan de derbas bûye û korên pir kûr çêkiriye. Kevirên ku ji çiyayan hatin xwarê, heta nava gundan jî hatine. Her wiha gelemperiya avahiyên li ser xeta fayê bi metreyan xişiyane û hinek avahî jî di nava xeta fayê de çûne. Xelişînên li ser xeta fayê û avahiyên bi metreyan xijiyayîn, ji hêla ajsan me ve hatin kişandin. 
 
MALA LI SER XETA FAYÊ
 
Ji bo avahiyên li ser xeta fayê ku dîmenê wan ji bo mirovan sehmê çêdike, rapora “nîvxesar” hatiye dayîn. Ji ber xeta fayê ya ji navçeya Celayê derbas dibe, avahiyeke 2 qet ji milê rastê ve 5 metreyan û ji aliyê peşve jî 6 metreyan xijiyaye. Di xebatên tespîtkirina xesaran a du roj berê hatiye kirin de jî ji bo avahiyê behsa xeberê rapora “nîvxesar” hatiye amadekirin. 
 
Ev rapora ji bo vê malê hatiye dayîn, dîsa pirsa “Gelo ev tespîtên xesarê çawa tên çêkirin?” di serê xelkê herêmê de çêkir. Xwediyê malê Îmam Tepe, li mala xwe dinêre û vê pirsê dike; “Gelo tişta ku em tevek dibînin, ma ew nabînin?” 
 
Tepe, wiha qala serpêhatiya xwe kir: “Em li malê bûn û dema xeta fayê teqiyayî, korên pir kûr çêbûn. Di wê navberê de mala me xişiya. Em 17 kes di malê de bûn. Me bi zor û zehmetî canê xwe xelas kir. Piştî em derketin me dît bê ka mal ji ku heta ku derê xijiyaye. Jixwe her tişt li ber çava ye. Ji bo tespîtkirina xesarê hatin vê derê û rapora ‘nîvxesar’ dan.” 
 
‘MA TIŞTA KU EM TEVEK DIBÎNIN EW NABÎNIN?’ 
 
Li ser vê yekê me pirsa “Ma we nîşan neda bê ka avahî çawa xijiyaye?” ji Tepe kir û wî jî wiha bersiv da: “Ma ez ê nîşanî wan bidim. Ma wan bi xwe nedît? Em li dijî vê raporê derketin. Lê heta niha tu kes nehatiye. Me ev der nîşanî tîma hatibû vê derê da. Gotin ku erd bi qasî 15 metreyan qelişî ye. Ev der tevek rast bûn lê niha xwar bûne. Min avahiyê xwe du sal berê çêkiribû û min hêj deynê wê nedaye. Gelo ma dewletê pê çênabe du endezyarên hişê wan li serê wan bişîne vê derê? Ez 75 salî me û nikarim ji cihê xwe rabim. Tevî zarokên xwe di bin konê de dimînin.” 
 
DI KORÊN FAYÊ DE ÇÛN 
 
Gelemperiya malên gundê Mîralî yê Nûrheqê bi metreyan xijiyane ku xeta fayê di naverasta gund re derbas dibe. Her wiha li gund qenaleke dirêj a bi firehiya 3 metreyan vebûye. Avahiyeke du qet a li ser xeta fayê bi temamî di cihê qelişî yê fayê de çûye û li qontarê çiyê jî gelek qeliştekên fireh çêbûne. Ji şêniyên gundê Mîraliyê Haci Elma ev tişt anî ziman: “Gundê me rast bû lê korên pir kûr lê çêbûn û taxa niha tebiqî ye. Min bi çavên xwe dît bê ka xeta fayê ji rojhilat ber bi rojava ve çawa erd qelaştiye. Êdî kesek nema dikare di van avahiyan de bimîne. Hema hema tevahiya avahiyên li ser xeta fayê bi qasî 5-6 metreyan xijiyane. Heta qelaştekên li çiyayan ser xeta fayê çêbûyîn jî mirov bi zelalî dibîne.  Bakurê gund hema hema bi tevahî qelişî ye.” 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

01/03/2023
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin