Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin

img
ŞIRNEX - Li Botanê kelecana Newrozê dest pê kir. Botaniyan anîn ziman ku ev Newroz, Newroza hesab pirsinê ye û wiha bang kirin: "Li hemberî Dehaqan dê berxwedana Kawayan jî bidome. Divê em qada Newrozê tije bikin." 
 
Newroza îsal dê li 43 navendên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Yek ji navendên ku dê fînala Newrozê lê bê lidarxistin jî navçeya Cizîr a Şirnexê ye. Li Botanê ku îsal êriş di asta herî jor de pêk hatin, çavê her kesî lê ye ku dê peyamên çawa bên dayîn. Li Botanê ji her navçe, bajarok û taxan ku dê mirov berê xwe bidin Cizîrê, xebatên Komiteya Amadekar a Newrozê dest pê kirin. Li Botanê ku coşa Newrozê ji niha ve dest pê kiriye gel li benda 21'ê Adarê ye. Botaniyan diyar kir ku ew ê qada Newrozê tije bikin û ji bo tevlibûna li Newrozê bang kirin. 
 
'NEWROZ ROJA HESABPIRSÎNÊ YE'
 
Ji şêniyên herêmê Sabrî Ecer (60) bi lêv kir ku ew her sal ji bo ji desthilatdaran hesab bipirsin li benda Newroza dimînin û got: "Di serî de Newroza me pîroz be. Newroz ji me re hêvi ye. Dema ku Newroz nêz dibe em kelecan dibin, bi coş dibin. Keyfa me gelek ji Newrozê re tê. Li dinyayê  her gelekî cejnek xwe heye. Cejna me gelê kurd jî Newroz e. Gelek cejnên me bi nexweşiyan derbas bûne. Me heta niha gelek êş û nexweşî dîtine. Em bihêvî ne ku ev Newroz bibe wesîleya sulh û selahetê. Her cejnek ji tengiyê mirov dibe firehiyê. Navê vê jî Newroz e. Em dixwazin ku di vê Newrozê de jî em ji nexweşiyê derkevin xweşiyê. Ji ber vê karesata erdhêjê ku çêbûye jî em gelek xemgîn in. Xezaba ku xwedê tîne sedemê wê mirov in. Çimkî dema ku mirov zilmê neke, nebaşiyê neke xwedê jî zilma xwe lê nake. Ji ber wê jî divê em hesab bipirsin û ew roj jî roja Newrozê ye. Divê gelê Botanê hemû di 21'ê Adarê de biherikin qada Newrozê." 
 
'BILA BIBE WESILEYA AŞITIYÊ'
 
Ji welatiyan Ahmet Haci Karan (70) jî anî ziman ku ew bi salan e di bin zilmê de ne û ji ber wê jî bihêvî ne ku ev Newroz dê aştiyê û aramiyê bi xwe re bîne û wiha axivî: "Em dixwazin ku Newroza 2023'yan bibe Newroza aştî û demokrasiyê. Bila ev xwîn bes bê rijandin. Kesekî ji vê xwîn ijandinê sûd negirtiye. Heger heq û hiqûq hebûya dikaribûn çareser bikirina. Em dixwazin ku ev nexweşî ji nava me rabe. Yên ku kurên wan, keçên wan hatine kuştin, xaniyên wan hatine hilweşandin, yên ku bajarên wan hatine xerakirin hene. Ev bi hev re hatine serê me. Lê bi van kirinan tu kes bi ser neket. Ji ber wê jî em dixwazin ku ev Newroza 2023'yan bibe sedema aştî û demokrasiyê da ku ev fitne vemire. Kesek ji kuştinê sûd nagire. Ma wê heta qiyametê wisa bidome? Ev 43 sal in ku didome. Me çi xweşî dit? Me kşmyasal, kuştin, girtin dît. Ev Newroz bila bibe wesîleyê aştiyeke mayinde. Banga me ji gelê Botanê heye ku biherikin qadê Newrozê. Newroz ji niha ve li hemû kurd û Kurdistanê pîroz be."
 
'WERIN QADA NEWROZÊ'
 
Ji welatiyan Mehmet Şerîfoglû bi lêv kir ku ev Newroz Newroza hesabpirsînê ye û ev tişt gotin: "Beriya her tiştî kesên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane rehmetê ji wan re dixwazim. Ji ber vê erdhêjê em xemgîn in. Ji ber vê erdhêjê em Newrozê bi xemginî pêşwazî dikin. Dewletê berpirsyariya xwe pêk neanî. Gelek kes bi rojan di bin kavilan de man û alikariya wan nekirin. Ji ber wê bi hezaran kes mirin. Heger ne wisa bûya diviyabû gelek kes bihatana rizgarkirin. Lê dilê me li gel wan e. Em hemû gelê xwe vedixwînin qada Newrozê. Em xemgin jî bin, divê em tevlî Newrozê bibin. Ji bo bidawîbûna zilmê divê em li qada Newrozê bin. Ev Newroz, Newroza hesabpirsînê ye."
 
NEWROZA HESAB PIRSÎNÊ
 
Ji Dayikên Aştiyê Sidika Erden jî bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û got: "Divê îsal hemû dayik, jin biherikirin qada Newrozê. Ev Newroz, Newroza serkeftinê, aştiyê ye. Em bi kelecaneke mezin tev li dibin. Ji bo ku kuştin, tecrîd, komkujî, bikaranîna çekên kîmyewî û tacîz û tecawîz bi dawî bibin divê em cihê xwe li qada Newrozê bigirin. Bila agirê Newrozê qet venemire û em vî agirî bi hev re geş bikin. Werin em bi hev re di vê Newrozê de hesab bipirsin. Em Newrozê li her gelî pîroz dikin."
 
LI HEMBERÎ ZILMA DEHAQAN BERXWEDANA KAWAYAN
 
Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin jî, diyar kir ku li dijî zilma Dehaqan pêdivî bi berxwedana Kawayan heye û wiha axivî: "Em Newroza 2023'yan li hemû gelên bindest pîroz dikin. Bi rastî jî wateya Newroza îsal ji bo me gelekî mezin e. Newroza îsal di bin siya erdhêjê de tê pîrozkirin. Lê em Newrozê wekî şahî û dîlanê tenê esas nagirin. Newroz, cejna kurdan a serhildanê ye. Ev Newroz jî diyarî heremên erdhêjê hat kirin. Lê em gelê Botanê ku em bindest in û azadiyê dixwazin, em cejna Newrozê bi vî ruhî û mejiyê pêşwazî dikin. Bi sedan zarokên kurd bi kîmyasalê hatin qetilkirin, bi sedan ji wan di girtîgehan de rastî îşkenceyê tên. Ji ber wê jî li hemberî Dehaqan divê ku berxwedana Kawayan jî bidome. Bi vî ruhî em Newrozê pêşwazî dikin. Em ê di vê Newrozê de jî vê peyamê bidin. Tecrîda girankirî êdî di asteke wiha de ye ku nayê qebûlkirin. Pêwîst e ku ev Newroz bibe sedema rakirina tecrîdê û bi dawîbûna qirkirina gelê kurd. Em gelê xwe bi van hestan vedixwînin Newrozê. Divê em qadên Newrozê tije bikin. Divê em tecrîdê bînin ber çavên xwe, em laşên ciwanên kurd ê bi kîmyasalê şewitîn bînîn ber çavên xwe û bi wan hestan qesda qadên Newrozê bikin." 
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Cizîrê Firdevs Poyraz jî wiha bang li gelê Botanê kir: "Banga me ji bo hemû gelê Botanê ye ku bên em Newrozê bi hev re pîroz bikin. Em dixwazin ku ji bin vê zilmê rabin. Newroz, Newroza aştî û serkeftinê ye. Em 21'ê Adarê li qada Newrozê li benda gelê xwe ne."
 
Rêvebera HDP'a Cizîrê Songul Kuçuk jî got ku divê gelê Botanê bi ruhê salên 90'î biherike qada Newrozê û wiha bang kir: "Em dixwazin ku ev Newroz bibe Newroza hesappirsinê. Newroz pîroz be. Çawa ku di salên 1990'î de em herikîn qadan, em dixwazin ku îsal jî ji Silopiya, heta Hezex, Basa, Qilêban û Elkê em biherikin Cizîra Botanê. Newroz pîroz be." 
 
Ji welatiyan Mehmet Ozalp (70) jî got ku wî heta vî emrê xwe zilm û zordestî dîtiye û xwest ku cejna Newrozê bibe cejna aştiyê. Îsmail Ûca (68) jî bang li hemû gelê Botanê kir ku di 21'ê Adarê de li qada Newrozê bin û bi hev re doza aştiyê bikin. 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 

Sernavên din

20/03/2023
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû
16:27 Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes meşiyan
16:15 Ji Antalyayê peyama Newrozê: Em ê hemû girtiyên siyasî azad bikin
16:11 Bi sedhezaran li Yenîkapiyê ne: Em ê di 14’ê Gulanê de azadiyê ragihînin
15:56 ‘Dê ev Newroz bibe dawiya texrîbata pergala faşîst’
15:50 ‘Li qada Newrozê li dijî desthilatê bi hezaran Kawa hene’
15:33 ‘Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye’
15:23 Salîha Aydenîz: Divê birêz Ocalan azad bibe
15:13 Agirê Newrozê malbata Zekiye Alkan û Denîz Poyraz vêxist
15:04 Li Mêrsînê bi dehhezaran kesan azadiya Abdullah Ocalan qîriyan
14:52 Newroza Dêrsimê: Em heqê xwe helal nakin
14:44 Li Newroza Qoserê peyama azadiyê Ocalan: Tecrîdê rakin
14:30 Li Wanê peyama sedhezaran: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:24 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Agirê Newrozê wê ji bo azadiyê vêkeve
14:12 Li Îdirê gelan Newroz pîroz kir: Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidarê rizgar bibin
14:09 Li Stenbolê agirê Newrozê hate vêxistin: Em dengê vîna di bin tecrîdê de ne
14:03 Li Çewligê agirê Newrozê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ vêxistin: Têkoşîna Kawayan dê mezin bibe
13:49 Rojnamevan Hasan Îşler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:41 Li Tetwanê Newroza azadiyê
13:35 Newroza Antalyayê dest pê kir
13:31 Gel di Newroza Îzmîrê de nerazîbûn nîşanî îktidarê dide
13:28 Gever bi agirê Newrozê germ bû: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
13:01 Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê
12:57 Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:45 Li Gebzeyê pîrozbahiya Newrozê
12:31 Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê bi meşê dest pê kir
12:23 Li Wanê Newrozê dest pê kir: Bi deh hezaran kes diherikin qadê
12:08 Di Newroza Êlihê de gel azadiya Ocalan diqîre
12:01 Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye: Gelek tiştên bên lêkolînkirin hene
12:00 Li Sêrtê gel ji 3 milan ve dikeve qada Newrozê
11:56 Ji Geverê heta Mûşê gel li qadên Newrozê ye
11:46 Newroza Çewligê dest pê kir | ZINDÎ
11:10 Li Îdirê gel li qada Newrozê ne
11:07 Gel diherike Qada Yenîkapiyê: Hezar silav bo Îmraliyê
10:55 Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Qoserê diherike qada Newrozê: Ji bo Ocalan azadî
10:39 Li 23 bajaran agirê Newrozê tê vêxistin | ZINDÎ
10:33 Xelkê Wanê tevî şiliyê jî diherike qada Newrozê
09:55 Li Ewropayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir
09:42 KNK’ê ji bo 9 şervanên HSD’ê sersaxî xwest
09:00 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber redkirina serlêdana ji bo hevdîtinê serî li AYM'ê da
09:00 Banga beşdariya ji bo Newroza Amedê: Dem dema şikandina tecrîdê ye