Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike

img

ÎZMÎR - Siyasetmedar Sirri Sureyya Onder di Newroza Îzmîrê de axivî û di dema axaftina wî de girseyê gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” gotina wî birî. Onder, wiha got: “Bawerim ku birêz Ocalan niha we teşame dike. Dê aştiya li vê xakê li cihê mayî dîsa berdewam bike.” 

 
Agirê Newroza Îzmîrê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li Qada Gundogdu ya Konakê hate vêxistin. Ji saetên serê sibehê ve gel bi dirûşmên “Bijî Newroz", "Bijî serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana zindanan", “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Bijî têkoşîna gelan” û “Em ê bi berxwedanê ser kevin” herikîn qada Newrozê. 
 
Di Newrozê de li dijî îktîdara AKP’ê hêrseke mezin hebû. Hevserokên HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan, Nûnerê TUHAD-FED’ê Salih Tekîn, Endamê MYK’a Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena û Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay derketin ser dikê, têkildarî girîngiya Newrozê axivîn û spasiya gel kirin. 
 
BAŞ: DAWIYA DÎKTATORIYÊ HATIYE
 
Piştre Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş derket ser dikê û wiha got: “Êdî dawiya dîktatoriya 20 salî hatiye. Em bi vê hêvî û baweriyê li van qadan e. Bi sala ye hezkiriyên me dîl girtin. Her wiha me erdhejeke mezin jiya. Dema mirovên me di bin kavilan de ketin derdê canê xwe, wan li qesran temaşe kirin. Di rojên me yên herî giran de em terkî tenêtiyê kirin. Lê gel bi destê hev girt û jiyan. Me li dijî karesata sedsalê, piştevaniya sedsalê ava kir. Êdî dema hesabpirsîna sedsalî hatiye. Em ê dawî li vê serdema binemaltiyê bînin. Tayyîp Erdogan hewl dide HDP’ê bigire û bêdeng bike. Ey Tayyîp Erdogan; divê tu baş bizanî ku HDP dê tu caran bi tenê nemîne. Dê gelê kurd tu carî bi tenê nehêle. Hûn nikarin vîna gelê kurd bigirin. Lê em ê dawî li kedxwariya we bînin.” 
 
TUMUKLU: SERHILDAN TÊ GEŞKIRIN
 
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî got ku aliyekê wan bi agirê Newrozê û aliyê din jî bi serhildanê geş dibe û wiha domand: “Ruhê Newrozê ev e. Her ku dilê me teng dibe, em bi agirê Newrozê germ dikin. Em bi agirê Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan’an xwe germ dikin. Em ê baweriya xwe bi hêza xwe ya azadî û edaletê bînin. Dê pêşeroja xwe ava bikin. Bijî Newroz, bijî azadî.” 
 
'EM Ê AŞTÎ Û WEKHEVIYÊ BÎNIN’
 
Siyasetmedar Sirriya Sureyya Onder jî di şexsê Denîz Poyraz de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Girseyê gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” birî. Li ser vê yekê Onder wiha got: “Ez piştrast im ku birêz Ocalan niha van dîmenan temaşe dike. Dê aştiya li vê xakê li cihê xwe berdewam bike. Ji vir ez bi hezaran silavan bo Îmraliyê dişînim.” 
 
'EM Ê VEGUHERÎNIN BAXÇEYÊ SER RÛYÊ ERDÊ’
 
Bi domdarî Onder ev tişt anî ziman: “Di van rojan de du tişt hene ku enflasyona wan heye. Yek kursî ya din jî mase ye. Li her deverê kursî û mase hene. Tenê em tiştekî ji van kursî û maseyan naxwzin. Em li ser wan maseyan tenê çayekî jî naxwazin. Siyaseta we ya sedsala 19’an êdî bûye gilêş. Mîna siyaseta wan, ew bi xwe jî dê biçin sergoya dîrokê. Dê ji wan mirovatî û hêvî bimîne. Bêyî ku bikevin pey kursî û maseyan, em ê vî welatî veguherînin baxçeyê rûyê erdê. Bi wê baweriyê ez we tevan silav dikim.” 
 
Piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha axivî: “Sedema encamên giran a erdhejê, îktîdar û pergala qirêjî ye. Em ê hesabê ji wan bipirsin. Dê hesabê bidin. Cihekî ku bikarin birevinê tune ye. Ji bo erdhejê dibêjin ‘karesat.’ Lê derewand ikin. Pergala wan a rizî di erdhejê de derket holê.” 
 
Ozturk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hedef tê girtin. Em dibînin bê ka kî niha tune dibe. Ji 5’ê nîsana 2012’an ve tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran kirin. Xwestin her çar parçeyên Kurdistanê dîl bigirin û serî pê bidin tewandin. Xwestin gava ewil jî li Îmraliyê biavêjin. Mejiyê wan tenê ji bo dijminatiya kurdan dixebite. Îktîdar tenê ji 2 partiyan pêk nayê. Pergala wan a serdsalî kurdan û elewiyan tune dihesibîne. Em dikevin hilbijartineke nû. Ev hilbijartin ne di navbera me û AKP-MHP’ê de ye. Ev pirsgirêkeke sedsalî ye. Erdogan û Bahçelî xwedî vê zîhniyeta sedsalî ya înkar û tunekirinê ne. Divê muxalefet nebêje ‘em ê hikûmetê biguherînin û li kursiyên wan rûnin.’ Heke wisa tevbigerin, dê dawiya wan ji ya Erdogan û Bahçelî xerabtir bibe.” 
 
Axaftina Ozturk bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hate birîn. 
 
Di berdewamê de Ozturk bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha derbirî: “Tecrîd, Îşkence ye. Gelo weke muxalefetê dê tu gotinên we li dijî vê nebin? Heke hûn vê neyînin ziman, em ê nekarin ji we bawer bikin. Gelo demokrasiya li Stenbolê ma li Amedê demokrasî nîne? Hûn çawa îradeya gelê kurd tune dihesibînin? Hûn nikarin bibêjin ‘ez li dijî şer im’ lê li hêla din Kurdistanê bombebaran bikin. Çekên kîmyewî tên bikaranîn. Hûn çima li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng in? Piştre jî tên dibêjin ‘em li dijî şer in.’ Newroz, ji bo me xwedî peyameke girîng e. Ez li vir dîsa muxalefetê hişyar dikim; nekevin pey hesabên biçûk. Ocalan dengê aştiyê û temînata jiyana wekhev e. Hedê xwe bizanin.” 
 
Newroza Îzmîrê piştî stranên Dengbêj Xalîde û Koma Hevra bi dawî bû. 
 

Sernavên din

20/03/2023
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû
16:27 Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes meşiyan
16:15 Ji Antalyayê peyama Newrozê: Em ê hemû girtiyên siyasî azad bikin
16:11 Bi sedhezaran li Yenîkapiyê ne: Em ê di 14’ê Gulanê de azadiyê ragihînin
15:56 ‘Dê ev Newroz bibe dawiya texrîbata pergala faşîst’
15:50 ‘Li qada Newrozê li dijî desthilatê bi hezaran Kawa hene’
15:33 ‘Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye’
15:23 Salîha Aydenîz: Divê birêz Ocalan azad bibe
15:13 Agirê Newrozê malbata Zekiye Alkan û Denîz Poyraz vêxist
15:04 Li Mêrsînê bi dehhezaran kesan azadiya Abdullah Ocalan qîriyan
14:52 Newroza Dêrsimê: Em heqê xwe helal nakin
14:44 Li Newroza Qoserê peyama azadiyê Ocalan: Tecrîdê rakin
14:30 Li Wanê peyama sedhezaran: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:24 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Agirê Newrozê wê ji bo azadiyê vêkeve
14:12 Li Îdirê gelan Newroz pîroz kir: Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidarê rizgar bibin
14:09 Li Stenbolê agirê Newrozê hate vêxistin: Em dengê vîna di bin tecrîdê de ne
14:03 Li Çewligê agirê Newrozê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ vêxistin: Têkoşîna Kawayan dê mezin bibe
13:49 Rojnamevan Hasan Îşler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:41 Li Tetwanê Newroza azadiyê
13:35 Newroza Antalyayê dest pê kir
13:31 Gel di Newroza Îzmîrê de nerazîbûn nîşanî îktidarê dide
13:28 Gever bi agirê Newrozê germ bû: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
13:01 Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê
12:57 Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:45 Li Gebzeyê pîrozbahiya Newrozê
12:31 Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê bi meşê dest pê kir
12:23 Li Wanê Newrozê dest pê kir: Bi deh hezaran kes diherikin qadê
12:08 Di Newroza Êlihê de gel azadiya Ocalan diqîre
12:01 Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye: Gelek tiştên bên lêkolînkirin hene
12:00 Li Sêrtê gel ji 3 milan ve dikeve qada Newrozê
11:56 Ji Geverê heta Mûşê gel li qadên Newrozê ye
11:46 Newroza Çewligê dest pê kir | ZINDÎ
11:10 Li Îdirê gel li qada Newrozê ne
11:07 Gel diherike Qada Yenîkapiyê: Hezar silav bo Îmraliyê
10:55 Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Qoserê diherike qada Newrozê: Ji bo Ocalan azadî
10:39 Li 23 bajaran agirê Newrozê tê vêxistin | ZINDÎ
10:33 Xelkê Wanê tevî şiliyê jî diherike qada Newrozê
09:55 Li Ewropayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir
09:42 KNK’ê ji bo 9 şervanên HSD’ê sersaxî xwest
09:00 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber redkirina serlêdana ji bo hevdîtinê serî li AYM'ê da
09:00 Banga beşdariya ji bo Newroza Amedê: Dem dema şikandina tecrîdê ye
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'YAN
08:50 Kişanak: Em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê
18/03/2023
23:23 Ciwanên Geverî agirê Newrozê vêxistin
21:34 Qeyûmê Pirsûsê ji wezîfeyê hat girtin
21:27 Ciwanan li Wêranşarê agirê Newrozê hil kir
21:21 Hejmara kesên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 49 hezar û 589'an
20:11 Li bajar û navçeyan bangên ji bo Newrozê
18:31 Ji Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji bo QSD'ê
16:54 'Ji bo gelên Sûriyeyê em ê modela modernîteya demokratîk ava bikin'
16:36 Hat xwestin girtiyê ku penceşêra qirikê lê peyda bûye bê berdan
16:28 Adarok îsal bêdeng hat pîrozkirin
15:49 ÎHD û Malbatên Windakiriyan ji bo Hasan Ocak bang kirin
15:16 Piştî 11 salan serdana Misrê kir
15:14 Ji bo girtiyê ku gurçikên wî îflas kirine daxwaza taloqkirina înfazê kirin
15:03 Nisêbîna rengîn xwe ji Newroza azadiyê re amade dike
14:34 Dayikên Şemiyê: Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin
14:05 Xizmên Windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn
13:55 Li Hatayê bekçiyan tundî li mexdûrên erdhejê kir
13:46 Sibê wê li Antalyayê agirê Newrozê bê pêxistin
13:15 Kujêrê malbata Şenyaşar li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da
12:55 Ji partiyên Kurdistanî peyama Newrozê: Em bi ruhê yekitiya neteweyî qadan tije bikin
12:03 Li Semsûrê avahiya 3 qatî ya bixesar xwe bi xwe hilweşiya
11:54 Li Serhedê amadekariyên Newrozê temam bûn
11:40 Derbarê Pûtîn de biryara girtinê hate dayîn
11:31 Li Geverê mirinek bi guman
11:30 Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê peyameke sersaxiyê weşand
11:17 Malbata Şenyaşar: Yên zilmê dikin wê axir û dinyaya wan wêran bibe
11:16 Ji bo Newroza Mêrsînê bang kirin: Werin em serhildana xwe bikin yek
10:44 Li Êlihê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn: Em li qada Newrozê hesab bixwazin
10:27 Qoser ji Newrozê re amade ye: Em qesra Dehaqan bi serê wan ve hilweşînin
10:26 Qeymeqamtiyê xizmên AKP’î û MHP’iyan wergirtin kar
10:09 Parêzer Dînç: Divê CPT demildest rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bike
09:57 Qada Yenîkapiyê ji bo agirê Newrozê amade ye
09:30 Nexweşxaneya Elkê tevî rapora “Ji erdhêjê re ne qayime” jî nayê valakirin
09:21 Dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:02 Onlîk ê ji konebajar hat derxistin: Piştî erdhejê, lehiyê li me da!
09:01 Banga ji bo Newrozê: Em tecrîdê bişikînin