Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bûrsa, Kocaelî û Tekirdagê gel li dor agirê Newrozê li hev civiyan. Ji qadan peyama "Em ê di sindoqan de dersê bidin vê pergalê û em ê bi hev re rojên azad bibînin." 

Li Kocaelî, Bûrsa û Tekirdag Newroza bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pîrozkirin. 
 
KOCAELΠ
 
Li Kocaeliyê gel li qada Bazarê ya Mevlanayê ya li Gebzeyê li hev kom bû. Tevî baranê jî ji heftê saliyan heta heftê saliyan her kes tevlî Newrozê bû. Qada Newrozê bi pankartên li ser  “Her der Newroz, her dem azadî”, “Newroz dê dawî li selteneta Dehaqê zalim bîne" û "Em li ser rêça Kawayên Hemdem agirê Newrozê gur dikin" nivîsandî û alayên HDP û Partiya Çepgir a Keskan hat xemilandin. Di pîrozbahiyê de tim dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan", "Berxwedan jiyan e", "Hikûmet îstifa" û "HDP gel e, gel li vir e" hatin berzkirin. 
 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Paşê beşdar axivîn. Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku tevî hemû astengiyan jî gel qada Newrozê tije kiriye û got: "Ma li vî welatî qey tecrîd tune ye? Em ê vê tecrîdê biqedînin." 
 
Paşê nameya Hevseroka HDP'ê ya Gebzeyê Damla Bagciyê ku di Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê de hat xwendin. 
 
Piştî xwendina nameyê Fevzî Dogan, birayê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Dayikên Aştiyê û jinan agirê Newrozê vêxistin. 
 
Paşê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk axivî. Ozturk bal kişand ser têkoşîna gel a rêxistinbûyî. Hevberdevka Platforma Piştevaniay Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçûyê jî got: "Di şexsê rêberê gelê kurd de gelê kurd tê tecrîdkirin. Meseleya kurdî ancax bi diyalogê bê çaresekirin. Rêya diyalogê jî diyar e, di Îmraliyê re derbas dibe." 
 
Pîrozbahî bi stranên hunermend Şahîn Farqîn bi daqî bû.
 
Hat diyarkirin ku di dema belavbûna girseyê de Rêveberê Partiya Çepgir a Keskan a Navçeyê Ferdî Fatah û Beyza Nûr Ozmen a 13 salî hatine binçavkirin. 
 
TEKIRDAG
 
Li Tekirdagê jî Newroz bi pêşengiya HDP'ê li navçeya Ergeneyê hat pîrozkirin. Welatiyên ku bi kincên xwe yên kurdî daketin qada Newrozê, govend gerandin. Li qadê dirûşmeyên "Bijî Newroz" û "Newroz pîroz be" hatin berzkirin. Pîrozbahî piştî axaftinan bi dawî bû.
 
Hat hînkirin ku piştî belavbûna girseyê kesek hatiye binçavkirin. 
 
BÛRSA 
 
Li Bûrsayê jî Newroz li Qada Bazara Arabayatagiyê hat pîrozkirin. Ji heft saliyan heta heftê saliyan gelek kes bi kincên xwe yên kurdî daketin qada Newrozê. Qad bi alayên Partiya Çepgir a Keskan û HDP'ê hati xemilandin. Li qadê pankarta "Êdî bes e, em nikarin debara xwe bikin" û "6'ê Sibata 2023'yan şîna me heye" nivîsandî hatin daliqandin. Liq adê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", “Bê Serok jiyan nabe”, "Bijî berxwedana zindanan" û “Jin, jiyan, azadî”  hatin berzkirin.
 
Di pîrozbahiyê de Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû axivî. Kenanoglû hilbijartinên 14'ê Gulanê bibîr xistin û got: "Ev hilbijartinê tenê ne yên serokkomartiyê ne, di heman demê de hilbijartinên parlementoyê ne jî. Teqez em ê ji Bûrsayê parlementerekî bişînin meclisê. Em ê hesabê êrişa nijadperest a li hemberî Amedsporê bipirsin." 
 
Pîrozbahî bi stranên Koma Golgedekîlerê bi dawî bû.
 
Ciwanên ji qada Newrozê çûn, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” heya Kolana Ûlûsê meşiyan. 

Sernavên din

20/03/2023
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan
17:11 Li Manîsayê pîrozbahiya Newrozê hat kirin
16:50 ‘Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrok nikare bê nivîsîn’
16:46 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Newrozê: Hewcedarî bi azadiya Ocalan heye
16:38 Şaxa OHD’a Amedê kongre li dar xist: Em ê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin
16:28 Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk: Em ê komareke demokratîk ava bikin
16:27 Newroza Qoserê bi meşê bi dawî bû
16:27 Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes meşiyan
16:15 Ji Antalyayê peyama Newrozê: Em ê hemû girtiyên siyasî azad bikin
16:11 Bi sedhezaran li Yenîkapiyê ne: Em ê di 14’ê Gulanê de azadiyê ragihînin
15:56 ‘Dê ev Newroz bibe dawiya texrîbata pergala faşîst’
15:50 ‘Li qada Newrozê li dijî desthilatê bi hezaran Kawa hene’
15:33 ‘Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye’
15:23 Salîha Aydenîz: Divê birêz Ocalan azad bibe
15:13 Agirê Newrozê malbata Zekiye Alkan û Denîz Poyraz vêxist
15:04 Li Mêrsînê bi dehhezaran kesan azadiya Abdullah Ocalan qîriyan
14:52 Newroza Dêrsimê: Em heqê xwe helal nakin
14:44 Li Newroza Qoserê peyama azadiyê Ocalan: Tecrîdê rakin
14:30 Li Wanê peyama sedhezaran: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:24 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Agirê Newrozê wê ji bo azadiyê vêkeve
14:12 Li Îdirê gelan Newroz pîroz kir: Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidarê rizgar bibin
14:09 Li Stenbolê agirê Newrozê hate vêxistin: Em dengê vîna di bin tecrîdê de ne
14:03 Li Çewligê agirê Newrozê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ vêxistin: Têkoşîna Kawayan dê mezin bibe
13:49 Rojnamevan Hasan Îşler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:41 Li Tetwanê Newroza azadiyê
13:35 Newroza Antalyayê dest pê kir
13:31 Gel di Newroza Îzmîrê de nerazîbûn nîşanî îktidarê dide
13:28 Gever bi agirê Newrozê germ bû: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
13:01 Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê
12:57 Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:45 Li Gebzeyê pîrozbahiya Newrozê
12:31 Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê bi meşê dest pê kir
12:23 Li Wanê Newrozê dest pê kir: Bi deh hezaran kes diherikin qadê
12:08 Di Newroza Êlihê de gel azadiya Ocalan diqîre
12:01 Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye: Gelek tiştên bên lêkolînkirin hene
12:00 Li Sêrtê gel ji 3 milan ve dikeve qada Newrozê
11:56 Ji Geverê heta Mûşê gel li qadên Newrozê ye
11:46 Newroza Çewligê dest pê kir | ZINDÎ
11:10 Li Îdirê gel li qada Newrozê ne
11:07 Gel diherike Qada Yenîkapiyê: Hezar silav bo Îmraliyê
10:55 Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Qoserê diherike qada Newrozê: Ji bo Ocalan azadî
10:39 Li 23 bajaran agirê Newrozê tê vêxistin | ZINDÎ
10:33 Xelkê Wanê tevî şiliyê jî diherike qada Newrozê
09:55 Li Ewropayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir
09:42 KNK’ê ji bo 9 şervanên HSD’ê sersaxî xwest
09:00 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber redkirina serlêdana ji bo hevdîtinê serî li AYM'ê da
09:00 Banga beşdariya ji bo Newroza Amedê: Dem dema şikandina tecrîdê ye
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'YAN
08:50 Kişanak: Em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê
18/03/2023
23:23 Ciwanên Geverî agirê Newrozê vêxistin
21:34 Qeyûmê Pirsûsê ji wezîfeyê hat girtin
21:27 Ciwanan li Wêranşarê agirê Newrozê hil kir
21:21 Hejmara kesên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 49 hezar û 589'an
20:11 Li bajar û navçeyan bangên ji bo Newrozê
18:31 Ji Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji bo QSD'ê
16:54 'Ji bo gelên Sûriyeyê em ê modela modernîteya demokratîk ava bikin'
16:36 Hat xwestin girtiyê ku penceşêra qirikê lê peyda bûye bê berdan
16:28 Adarok îsal bêdeng hat pîrozkirin
15:49 ÎHD û Malbatên Windakiriyan ji bo Hasan Ocak bang kirin
15:16 Piştî 11 salan serdana Misrê kir
15:14 Ji bo girtiyê ku gurçikên wî îflas kirine daxwaza taloqkirina înfazê kirin
15:03 Nisêbîna rengîn xwe ji Newroza azadiyê re amade dike
14:34 Dayikên Şemiyê: Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin
14:05 Xizmên Windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn
13:55 Li Hatayê bekçiyan tundî li mexdûrên erdhejê kir
13:46 Sibê wê li Antalyayê agirê Newrozê bê pêxistin
13:15 Kujêrê malbata Şenyaşar li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da
12:55 Ji partiyên Kurdistanî peyama Newrozê: Em bi ruhê yekitiya neteweyî qadan tije bikin
12:03 Li Semsûrê avahiya 3 qatî ya bixesar xwe bi xwe hilweşiya
11:54 Li Serhedê amadekariyên Newrozê temam bûn
11:40 Derbarê Pûtîn de biryara girtinê hate dayîn
11:31 Li Geverê mirinek bi guman
11:30 Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê peyameke sersaxiyê weşand
11:17 Malbata Şenyaşar: Yên zilmê dikin wê axir û dinyaya wan wêran bibe
11:16 Ji bo Newroza Mêrsînê bang kirin: Werin em serhildana xwe bikin yek
10:44 Li Êlihê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn: Em li qada Newrozê hesab bixwazin
10:27 Qoser ji Newrozê re amade ye: Em qesra Dehaqan bi serê wan ve hilweşînin
10:26 Qeymeqamtiyê xizmên AKP’î û MHP’iyan wergirtin kar
10:09 Parêzer Dînç: Divê CPT demildest rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bike
09:57 Qada Yenîkapiyê ji bo agirê Newrozê amade ye
09:30 Nexweşxaneya Elkê tevî rapora “Ji erdhêjê re ne qayime” jî nayê valakirin
09:21 Dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:02 Onlîk ê ji konebajar hat derxistin: Piştî erdhejê, lehiyê li me da!
09:01 Banga ji bo Newrozê: Em tecrîdê bişikînin