Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê: Em ê pergalên zordar biavêjin sergoyê dîrokê

img
AMED - Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Abbas Şahîn ê hilbijartin weke mîladek bi nav kir û wiha got: “Xwezayeke hatiye talankirin, mafên mirovan ên hatine tunekirin, pergala hiqûqê ya hatiye sekinandin heye. Gel guhertinê dixwaze. Em ê biguherînin û pergalên zordar biavêjin sergoyê dîrokê.”
 
Ji bo hilbijartina Serokkomariyê û parlamenteriyê ku dê di 14’ê gulanê de bên kirin kêm roj man. Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê îro Beyannameya xwe ya Hilbijartinê aşkere bikin. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Abbas Şahîn stratejiyên hilbijartinê yên partiya xwe û pêşniyarên çareseriyê yên têkildarî pirsgirêkên welat nirxandin. 
 
AN DEMOKRASÎ AN JÎ PERGALA OTOKRATÎK
 
Şahîn, bal kişand ku wê hilbijartin di navbera pergala demokrasiyê û otokratîk de pêk were û hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an bi bîr xist. Şahîn, diyar kir ku piştî hilbijartinê hin hêzên ketin dewrê welat ber bi kaosê ve bir. 
 
AJANDAYA AKP’Ê DERKET HOLÊ 
 
Şahîn, bi bîr xist ku AKP di erdheja 99’an de bi gotinên demokratîk bû desthilat û piştî desthilat bi temamî bi dest xist ajandaya wê ya rast derket holê. Şahîn bal kişand ku AKP di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de gavên ne ji dil neavêtin û armanca wê ya esasî binpêkirin û bişaftina kurdan bû. Şahîn di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Lê vê yekê encam negirt. Ewqas nelirêtî kirin ku jê re qilf dîtin. Lê êdî qilf jî bi kêrî tiştekê nayên her tişt di holê de ye. Erdhejên di 6’ê sibatê de ev derxistin holê. Gel dît ku AKP’a 23 sal in welat bi rê ve dibe û MHP’a pişt re tev li wê bû tiştekê nake û şûna pirsgirêkan çareser bike paşguh dike û alîgirên xwe dewlemend kirin.”
 
‘14’Ê GULANÊ WÊ BIBE MÎLAT’ 
 
Şahîn, bal kişand ser pêkanînên antîdemokratîk ên li welat û qala têkoşîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya hevî hemû polîtîkayên zextker kirin. Şahîn, diyar kir ku Rêya 3’yemîn rêya demokrasiyê ye û wiha berdewam kir: “Rêya sêyemîn, rêya demokrasiyê ev nîşanî me da; 14’ê gulanê ji bo me mîladeke, wê hilbijartina serokkomariyê û parlamenteriyê çêbibe. Ji bo parlamentoyeke bi hêz divê em li qadan gelek bixebitin.”
 
‘GEL BÊALTERNATÎK NÎNE’
 
Şahîn, anî ziman ku weke partî polîtîkayên wan ên têkildarî pirsgirêkên welat zelal in û wiha berdewam kir: “Em xwedî feraseteke ekolojîk, wekheviya zayendî ya civakî û azadîxwaz in. Ev encama têkoşîneke bi salan e tê dayîn e. Vî gelî nîşan da ku bê alternatîf nînin. Partiya Çep a Kesk jî tam di vî alî de ji gelên Tirkiyeyê re weke hêvî derket holê. Ji ber em dizanin ku ne AKP ne MHP, ne CHP ne Partiya ÎYÎ ne jî Partiya Saadetê ji bo vî gelî tiştekê îfade nake.
 
XWEZAYA HATIYE TALANKIRIN, MAFÊ HATIYE TUNEKIRIN
 
Di noxteya em hatinê de xwezayeke talankirî, mafên mirovan ên hatin tunekirin, pergaleke hiqûqê ya hatiye sekinandin û demokrasiyeke navê wê neyê xwendinê derket holê. Qedera vî welatî ketiye nava du lêvên kesekî û bi vî şiklî hewl tê dayîn 85 milyon bên birêvebirin. Divê em vê baş bizanin gelê me ji me guhertinê dixwaze, em ê vê guhertinê pêk bînin. Ev guhertin tenê bi 14’ê gulanê re nebisînor e ji ber em dizanin ku hişmendiyên faşîst wê tu car dest ji bernedin. Em ê biguherînin.”
 
‘EM Ê BIBIN SEFERBER’
 
Şahîn, bi lêv kir ku wê ji hefteya pêşiya me xebatên hilbijartinê yên li qadê bi bernameyeke aktîftir bimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê bi ruhê seferberiyê mal bi mal, kolan bi kolan ku kes nemîne em xwe bigihînê em ê bixebitin. Ji ber ku ev pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Ev pêvajoya tunebûnê ne bi tenê 14’ê gulanê bi sînor e. Piştî 14’ê gulanê jî em ê saziyên demokratîk bînin asta ku aktîf bixebitin û van pergalên zordar em ê biavêjin sergoyê dîrokê. Em ê xwe bigihînin hemû gund û taxan, em ê her tim li qadan bin. Wê piştî çend rojan buroyên me vebin. Em niha jî li qadan e lê ji bo bên dîtin wê di nava hefteyekê de xebatên me zelal bibin. Em ê bi gelê xwe re vê pêvajoyê bimeşînin.”
 
Şahîn ê got ku “Her ferdê gelê me partiyeke. Xebatkarekî partiyê ye, hezkiriyê azadiyê ye” bang li gelan kir ku bêyî bibêjin “wê çi li dengê min bê?” herkes biçe ser sindoqê.
 
MA / Eylem Akdag
 
 

Sernavên din

04/04/2023
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir
15:09 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:57 Li Stenbolê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
14:47 Partiya Çep a Kesk li 2 bajaran starta hilbijartinê da
14:36 Tevî biryara bêçalakitiyê jî artêşa tirk bênavber êriş dike
14:32 Banga ‘Îmraliyê bigirin’ li namzetên serokkomariyê kirin
14:07 Malbata Şenyaşar: Pêdiviya me bi azadî û edaletê heye
14:04 Li DYA’ê bablîsok rabûn: 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:49 Jinên filistînî ji bo Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şandin
12:43 Uçar: Em ê hesabê bipirsin û vê îktîdarê bi hev re biguherînin
12:19 Buldan: Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt dê jin bidin
12:03 Beyannameya Partiya Çep a Kesk: Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve
11:54 Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan
11:24 Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê ragihand
10:49 Ji Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê: Dîsa jin, dîsa jiyan
10:36 ‘Em dengê xwe nadin partiyên dijminatiyê li jinan dikin’
10:13 Baroya Amedê: Bikaranîna çekê ya bi keyfî nayê qebûlkirin
10:02 'Em ê li dijî tecrîdê li Amarayê bin'
09:21 Îspenax, roqe û bexdenûz di dest cotkarên Hatayê de man!
09:05 Esnafên mexdûrê erdhejê hewl didin di konteyniran de xwe li jiyanê bigirin
09:04 Ji 5 birayên girtî berdana 2'yan jê hat taloqkirin
09:03 Banga ji bo 4'ê Nîsanê: Em ji bo azadiyê bimeşin
09:01 Li dijî tecrîdê banga ji bo Meşa Amarayê
09:00 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2023’YAN
01/04/2023
23:58 Li Amedê leşkeran welatiyek qetil kir
21:37 ANYAKAY-DER'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:53 Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
17:00 Partiya Çep a Kesk li Hatayê xebatên hilbijartinê didomîne
16:42 Cihên namzetên serokkomariyê yên di pisûlayê de diyar bûn
16:41 Karabûlût: Îstîhbaratê karsazê kurd Zekî Ogûz revandiye
16:06 Bi girseyî serdana şîna Nazlier kirin
15:55 ÎHD: Tevî îtîrafa endamê JÎTEM’ê aqûbeta 4 kesan nehate lêkolînkirin
15:38 Hat xwest ku girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ê rewşa wî giran e bê berdan
15:19 Komeleya Ekolojiyê: Em tev li kampanyaya çandina şitilan bibin
15:07 Ji bo girtiyên nexweş Emîn Çam banga berdanê hat kirin
14:53 ‘Heta ku hemû kedkarên cemaweriyê bên vegerandin dê têkoşîna me bidome’
14:08 Malbatên Windakiriyan xwestin faîlên Bûlmûş bên darizandin
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
13:16 TEV-DEM: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin
12:04 Li Qoserê mirina biguman a leşkerekî
11:38 Li Îzmîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan