Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in

  • rojane
  • 09:03 15 Nîsan 2023
  • |
img
MELETÎ - Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Meletiyê Perîhan Yucekaya anî ziman ku ji bo li Meclisê pirsgirêkên gelê Meletiyê bîne ziman û rojevê bûye namzet û got: “Gelê Meletiyê ji ber erdhejê li dijî desthilata AKP’ê bi bertek e. Ji ber vê yekê armanc û daxwaza me li Meletiyê bijartina 3 parlameteran e."
 
Partiya Çepên Kesk bi siyaseta Rêya 3’yemîn hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li bajarên Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bênavber didomîne. Coş û enerjiya xebatên hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk xwe li Meletiyê jî nîşan dide. Li Meletiyê 6 namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk hene. Bi rêzê, Perîhan Yucekaya, Yûsûf Bozkuş, Sevîm Alagoz, Huseyîn Kilinç, Rozerîn Ercan û Gafar Bayram in. Namzet li navçe û gundên Meletiyê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dikin. 
 
Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Perîhan Yucekaya ku di rêza 1’emîn de cih digire, ji ajansa me re axivî û da zanîn ku armanca wan li Meletiyê ew e 3 parlamenteran bijêrin û heke biçin Meclisê dê hesap ji desthilata AKP bipirsin. 
 
'GELÊ MELETIYÊ BI BERTEK E'
 
Yucekaya bal kişand ser tesîra erdhejê ya li bajarê Meletiyê kiriye û got: “Çend rojên ewil dewlet nehat Meletiyê. Gelê Meletiyê jî ji ber xemasariya dewletê bi bertek e. 20 sal in Meletî di bin rêveberiya desthilata AKP’ê de ye. Lê di erdhejê de gel jî dît ku desthilata AKP alîkariya wan nekiriye û li dijî vê yekê gel bi bertek e.” 
 
'CIHÊN ÇANDINIYÊ JI ÎMARÊ RE VEKIRIN'
 
Yucekaya di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku yek ji sedema kereseta erdhejê destûrdayîna îmarê ya cihên çandiniyê ye û wiha pêde çû: "Taxa Bostanbaşi ya navçeya Yeşilyurtê berê cihê çandiniye û baxçeyê fêkiyan bû lê ew der di dema rêveberiya vê desthilatê de ji îmarê re hat vekirin û li wir TOKÎ hatin çêkirin. Li ser avahiyên li ser qatan malên TOKÎ’yê li wir hatin çêkirin. Ji bo rantê ev der ji gelek kesan re bû goristan. Ji roja destpêke ve em diçin konbajaran û serdana gel dikin. Maxdurên erdhejê ku xaniyên wan hilweşiyanê ji me re dibêjin bi krediyan me ji Bostanbaşiyê xanî kirine lê xaniyên wan an hilweşiyan e an jî xesareke mezin dîtine. Lê tevî vê jî ew dê pereyên van krediyan bidin. Gel jî ber vê rewşê mexdûr bûye. Sedema vê yekê jî şeredarî û desthilata AKP’ê ye."
 
'CIVAK GUHERÎ YE’ 
 
Yucekaya anî ziman ku çend serdem in Meletî keleha AKP’ê ye lê piştî erdhejê ew rewş di civakê de guherî ye û wiha axivî: "Ji roja ewil a erdhejê ve em li cem gelê xwe ne û birînên hevdu derman dikin. Meletî wêran bûye. Gel jî dît ku sedema vê yekê kî ne. Maxdûrên erdhejê yên ku di şeredariyê de dixebitîn ji me re dibêjin, 'em şeredarê bajêr nabînin, nizanin li ku ye'. Gel dibêjê 'me karesatek mezin hat serê me lê partiya ku me deng didanê ne li cem me bû. Em bi rojan li derva man, me li ber agir xwe germ kir û berf heland û vexwar’. Gelê Meletiyê bi bertek e dema em li nav gel digerin jî vê yekê dibînin."
 
'EM Ê JI ÎKTIDARÊ HESAB BIXWAZIN’ 
 
Yucekaya diyar kir ku heke ew biçin Meclisê wê pirsgirêkên gelê Meletiyê bînin ziman û rojevê û wiha got: "Heke ez weke welatiyeka Meletiyê biçim Meclisê ji bo ez bikaribim pirgirêkên gel çareser bikim çi ji destê min were ez ê bikim. Em ji bo li hesabê mexdûriyeta gel a erdhejê bipirsin, em ê li Meclisê bin. Her wiha ji bilî erdhejê jî pirgirêkên gelê Meletiyê yê çandiniyê jî hene. Bajarê Meletiyê pêdiviya dinyayê ya mişmişan ji sedî 70'ê dabîn dike. Lê ji ber bihabûna mazotê gel nikare çandiniyê bike. Ji ber ku kooparatîfên mişmişan tune ne, cotkar jî nikarinê heqê ked û karên xwe bigrin. Ji ber wê gel di rewşeke xirab de ye. Cotkar tên mexdûrkirin. Heke em biçin Meclisê em ê van pirsgirêkan bînin rojevê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Meletiyê bixebitin." 
 
'ARMANCA ME 3 PARLAMENTER IN'
 
Yucekaya di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca wan li Meletiyê bijartina 3 parlamenteran e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Meletiyê armanca me 3 parlamenter in. Em ji gelê Meletiyê bi bawer in. Lewma em ê di vê hilbijartinê de li Meletiyê parlamenteriyê bi dest bixin. Gel jî dît tevî ku hemû şeredariyên me qeyûm tayînî ser wan kirin jî di erdhejê de em li cem gelê xwe bûn û birînên wan me derman kirin. Gel jî ev yek dît ji ber wê armanc û daxwaza me bijartina 3 parlamenteran e. Dema em diçin cem gel, gel ji me re dibêje, 'Heta niha me HDP nedizanî lê ya ku dirust bû û li cem gel bû HDP ye. Ji ber vê jî em ê deng bidin HDP’. Êdî gel jî rastiyan dît û ji ber vê em bi bawer in."
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

28/04/2023
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye
10:03 'Bozdagê ku serok û amire dadgeran e gelo wê çawa edaleta hilbijartinê temîn bike?'
09:02 Baroya Îzmîrê ji bo hilbijartinê amade ye: Dê hezar û 600 parêzer li qadê bin
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin
09:01 Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN
00:19 Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê