Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin

  • rojane
  • 15:51 16 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê bi vekirina bûroyan û bi civînên gel re didomîne. 

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, ji hêlekê ve diçin serdana esnafan û li hêla din jî bi coşeke mezin bûroyên hilbijartinê vedikin. Endamên partiyê yên ku bi daxwaza ku bibin hêviya ciwan, jin û xizanan xebatên xwe didomînin, li bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. 
 
AMED 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê û namzetên parlamenteriyê bi hev re li gundê Palûkê yê Sûr a Amedê bûroya hilbijartinê vekirin. Namzetên parlamenteriyê, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk a Amedê, û gelek welatî tev li vekirina bûroya hilbijartinê bûn. Şande, bi dahol û zirne û çepikan hate pêşwazîkirin.
 
Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn di vekirina bûroyê de axivî û wiha got: “Nifteya demokrasiyê ya welêt, di destê gelê kurd de ye. Ev nifteye dê di heman demê de gelê Tirkiyeyê jî rizgar bike. Lewma divê em mal bi mal bigerin û xwe bigihînin gelê xwe. Tenê yek deng jî pir bi qîmet e.” 
 
'ÎDIAYÊN ME YÊN MEZIN HENE’
 
Namzeta parlamenteriyê Adalet Kaya jî got ku hilbijartinên pêş ji bo gelê kurd pir krîtîk in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke jin û ciwanan em dixwazin vê pergala zordest têk bibin. Di hilbijartinan de em xwedî îdiayên mezinin. Em ê şaredariyên xwe yên qeyûm lê hatine tayînkirin dîsa li gelê xwe vegerînin, siyasetmedarên girtî bidin berdan û dawî li vê pergala rantxwir bînin. Em ê van îdiayan jî bi Rêya 3’yemîn pêk bînin.” 
 
Ji namzetan parlamenteriyê Azad Bariş jî destnîşan kir ku heke Amed di vê hilbijartinê de bi ser keve dê Tirkiye bi ser keve û wiha pê de çû: “An em ê rêyekê bibînin, an jî dê rêyekê vekin. Em ê alaya vê têkoşînê hilgirin. Em ê alaya têkoşînê ya Amedê bibin Enqereyê, dawî li vê pergala zordest bînin û welatê xwe mîna bihûştê bikin.” 
 
GÊL
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi şêniyên gundê Saricek ê Gêl a Amedê re hate ba hev. Namzetên parlamenteriyê yên Amedê Ceylan Akçe, Sorgul Aytek, Serhat Eren, Mehmet Kamaç û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hasîbe Yazdik jî di nav şandeyê bûn. Şande, bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Dema şande ber bi gund ve diçû, welatiyên li ser rê di nava bax û baxçeyên xwe de jî eleqeyeke mezin nîşan dan, nîşaneyên serkeftinê kirin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Gund, bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibû xemilandin. Şande û gundiyan li ber def û zirneyê govend gerandin. Her wiha di dema danasîna namzetên jin de welatiyan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Ji namzetên parlamenteriyê Serhat Eren got ku dê di hilbijartinê de pergala zordest têk bibin û wiha got: “Heke em vê pergalê ne hilweşînin, dê zilm û zoriya li ser girtîgehan bidome. Ev hilbijartin dê bibe xelasiya ji vê pergala zordest.” 
 
Piştî axaftinan, bûroya hilbijartinê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hate vekirin. 
 
STENBOL
 
Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Yukari ya navçeya Kartal a Stenbolê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzetên parlamenteriyê yên jin ên herêma 1’emîn, aktîvîstên TJA’yê, parlamenterên HDP’ê, rêveberên HDP’ê, dayikên tev li Nobeta Edaletê bûn û gelek jin tev li vekirina bûroyê bûn. 
 
Pankarta “Gotina ku em bikin, hêza me ya guhertinê heye” û ya bi 10 zimanan a “Jin, jiyan, azadî” hatibûn daliqandin. Her wiha bûro bi alayên Partiya Çepên Kesk û pivdankên bi rengên spî û mor hatibû xemilandin. Jinên ku bi saetan beriya vekirina bûroyê hatin ba hev, şalên bi nivîsa “Em ê bi jinan re biguherînin” li xwe kiribûn û li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin. Jinên ku bi cil û bergên kurdî yên rengîn tev li vekirina bûroyê bûn, di tevahiya vekirinê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
'JIN DÊ BIGUHERÎNIN’
 
Di vekirina bûroyê de ji ewil Hevseroka HDP’a Kartalê Aygul Sîncar axivî û wiha got: “Bi sala ye nasname, çand, ked û vîna jinan tune hate hesibandin. Em ê zîhniyeta ku mudaxeleyî fikr û sekna me dikin biavêjin sergoyê.” 
 
Piştre jî Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) û namzeta parlamenteriyê Kezban Konukçu axivî û ev tişt anî ziman: “Em ji bo guherandinê tênn. Em hêza xwe ji gelê kurd, ji kedkaran, ji jinan û ciwanan digirin û em ê biguherînin. Em, ji bo serkeftinê tên. Armanca me ew e ku herî kêm 100 parlamenteran derxînin. Em ê têkoşîna jin, kedkar û civakê veguhêzin meclisê û bibin dengê we. Em ê dîwarên di navbera meclis û kolanan de rakin û vî welatî bi hev re birêve bibin.” 
 
Namzeta parlamenteriyê Pervîn Tunbul jî bal kişand ser 14’ê Gulanê û wiha derbirî: “Me soz da Dayika Taybet, Ceylan û Berkîn Elvan ku dê rê nedin zilmê.” 
 
Piştî axaftinan jî ji dayikên Nobeta Edaletê digirin Fînce Akman û namzeta parlamenteriyê Kezban Konukçu Kok di nava çepik û tililiyên jinan de bûroya hilbijartinê vekir. 
 
DÎLOK 
 
Partiya Çepên Kesk li Taxa Hacibaba ya navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê bi tevlibûna namzetan çû serdana esnafan û belavok belav kir. Eleqeyeke mezin a xelkê Dîlokê bo namzetan hebû û xelkê bajar ji ber krîza aborî nerazîbûnên xwe nîşan dan. Welatiyan got ku dê AKP’ê di vê hilbijartinê de têk bibin.
 
CIWAN JÎ LI KOLANAN BÛN
 
Li gel xebatên hilbijartinê yên namzetên parlamenteriyê, her wiha Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Dîlokê jî li navçeya Şahînbeyê belavok belav kirin. Di dema belavkirina belovakan de ciwanan erbane lê xistin, stranên kurdî gotin û gelek caran dirûşmên “Ciwan li vir in, li ser pêya ne”, “Dê Çepên Kesk were îktîdar têk biçe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Şêniyên taxê jî bi çepikan piştgirî dan ciwanan. 
 
Partiya Çepên Kesk dê xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Dîlokê, îro bi vekirina bûroya hilbijartinê ya taxên Hacibaba û Karayilan bedewam kir. Bi sedan kes li pêşiya bûroyan kom bûn, govend gerandin û bi dirûşman anîn ziman ku ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê amade ne. Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî di vekirina bûroyan de axivî û wiha got: “Em ê bi hemû hêza xwe tev li xebatan bibin û serkeftineke mezin bi dest bixin.” Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sûltan Bayindir jî diyar kir ku dê di 14’ê Gulanê de xwedî li sindoqan derbikevin û di 15’ê Gulanê de li rojeke xweş hişyar bibin. Bayindir, diyar kir ku ew li dijî tecrîda îktîdarê, govenda azadiyê digerînin. 
 
Piştre jî namzetên parlamenteriyê hatin danasîn. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Dîlokê Mûrat Sarisaç dema coşa gel vedigot, girseyê bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê serbikevin” bersiv da. 
 
Sarisaç, axaftina xwe wiha domand: “Em bi hêviya gelan a aştî û azadiyê tên. Lewma ji me ditirsin. Dibêjin qey heke bi dozên kompasê HDP’ê bigirin, pêşî li ber gelê kurd û dostên wan bigirin dê kedkar û elewiyan bêdeng bikin. Gelo ma ev pêkan e? Dîlok ne cara ewil e ku dikeve hilbijartinê. Gelên wê ne cara ewil e ku têdikoşin. Di salên 90’î de ji Abdulsamed Sakikan heta Hakî Kareran û dayikan, berdewamiya kevneşopiya şoreşger in. Çiqas bixwazin pêşî li me bigirin jî dê nekarin bi ser kevin.”
 
Ji namzetên parlamenteriyê Dîlan Guler jî wiha bang kir: “Em bang li jinên ku dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li cîhanê belav kirine dikin ku di 14’ê Gulanê de serkeftina me pîroz bikin.”
 
Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê hate vekirin. 
 
 
EDENE 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk tevî namzetên parlamenteriyê li Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê bûroya hilbijartinê vekir. Beriya vekirina bûroyê, girseya ku li ser Cadeya Mîthatpaşayê kom bû şande bi çepik, tililî û dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî", "Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” pêşwazî kir. 
 
Piştî axaftinan jî Dayikên Aştiyê bûroya hilbijartinê vekir. 
 
ANTALYA
 
Nûnertiya Partiya Çepên Kesk a Mûratpaşayê li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Antalyayê bi gel re civîn li dar xist. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk û gelek welatî tev li civînê bûn. Hevserokê HDP’a Mûratpaşayê Hamît Çelîk têkildarî ewlehiya sindoqan gel agahdar kir. 
 
MÊRSÎN
 
Endam û rêveberên Şaxa Komeleya Colemêrgiyan a Mêrsînê çû serdana Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrrsînê. Di serdanê de Hevserokê Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce axivî û got ku Tirkiye hem ji hêla siyasî ve hem jî ji hêla civakî û aborî ve di bin kavileke mezin de ye. Yuce, got ku dê li dijî yekperestiya îktîdarê bêhtir hev bigirin û dê bi hev re bijîn. 
 
'EM Ê BI SER KEVIN’
 
Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz jî got ku bi serdana komeleyê gelek keyfxweş bûne û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê. 
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Esra Erguzeloglû jî got ku ji bo pêvajoya hilbijartinê bi awayekî herî baş temam bikin dê bi şev û roj bixebitin. 
 
Namzetê parlamenteriyê Mûstafa Turk jî xêrhatina mêvanan kir û keyfxweşiya xwe anî ziman. Ji namzetan Alî Bozan jî got ku ew amade ne ku pirsgirêkên Mêrsîn û Tirkiyeyê çareser bikin û dê nûnertiya xwe ya li Mêrsînê ji sedî sed zêdetir bikin. 
 
XARPÊT 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê têkildarî ewlehiya hilbijartinê li Buroya Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk civîna agahdarkirinê li dar xist. Di civîna ku bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê yên Xarpêtê hate lidarxistin de endamê Komîsyona Karên Hilbijartinê yên Meclisê yê HDP’ê Mûstafa Akengîn, di mijara ewlehiya hilbijartinê de beşdarvan agahdar kir. 
 
Akengîn, da zanîn ku girînge peywîrdar li ser sindoqên ku lê peywîrdar in veneqetin û bi dawîbûna deng avêtinê divê teqez girtekên bi îmze bên wergirtin. Akengîn bal kişand girîngiya ku muşahît zû biçin cihên lê peywîrdar û xwest ku derbarê bêûsuliyên dema deng avêtin û pişt re qewimin girtek bên girtin. 
 
KONYA
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Karatayê buroya hilbijartinê ya Saraçoglûyê vekir. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Konyayê Mûlla Şîmşek û şandeya pê re ji aliyê rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyê ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Şîmşek ê di vekirina buroyê de axivî, bi bîr xist ku beriya niha li Bajaroka Golyazi ya navçeya Cîhanbeyliyê 2 serdeman şaredarî kir û wiha got: “Divê em xwedî li xwe derkevin. Dema em bûn yek em dikarin biserbikevin. Dostên me hevalên me bedel didin û em nikarin tiştekî bikin. Rêya guhertina vê pêkanîna nûnertiyê ye. Hemû dengan bi yek dengî bi awayekî xurt bidin ragihandin. Ji ber vê yekê girîng e ku em li Konyayê wekîlekê derxînin. Ez bawer dikim ku vê carê dê çêbibe. Em ê vê carê li Anatoliya Navîn li Konyayê serbikevin.”
 
Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû jî bal kişand ser doza girtinê ya HDP’ê û wiha got: “Tişteke ku qet bi serê me nehatiye ev? Tirkiye şerma demokrasiyê ye û vê şermê didomîne. Hêj jî li benda girtina partiyê ne. Hûn bigirin dê çi bibe. Dê bibe ‘Çep a Kesk’ , ‘Rêya Kesk’. Em ê di rêya 3’yemîn de mil bi mil bi berxwedanê pêş bikevin.”
 
WAN 
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Tûşba ya Wanê li Taxa Abdûrrahman Gazî buroya hilbijartinê vekir. Hevserokên HDP’ê yên Wanê, namzetên parlamenteriye yên Partiya Çepên Kesk, endamên partiyê û bi sedan kes beşdarî vekirina buroyê bûn. 
 
‘EM Ê PERGALA YEK ZILAMÎ BIŞÎNIN’ 
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn a di vekirina buroyê de axivî, anî ziman ku pergala qesrê ya vîna gel nas nake û qeyûmên wan dê di 14’ê Gulanê de bişînin. 
 
Piştî axaftinên ku namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk kirin, Dayikên Aştiyê buro vekirin. Piştî vekirina buroyê welatiyan govend gerand. 
 

MÊRDÎN

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Taxa Bahçebaşi ya navçeya Kerboran a Mêrdînê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê vekir. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk George Aslan, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan a Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî û şandeya pê re di ketina Kerboranê de ji aliyên endamên partiyê û gel ve hatin pêşwazîkirin. Girse pişt re bi konvoyê ber bi navenda navçeyê ve bi rê ket, li navçeyê gel bi îşaretên serkeftinê û tililiyan şande pêşwazî kir. Şande pişt re derbasî Taxa Bahçebaşi ya buroya hilbijartinê lê were vekirin bû û li vir jî bi tilîlî û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate pêşwazîkirin. Beriya gerandina govendê û vekirinê axaftin hatin kirin.

WÊ LI SER SINDOQAN BERSIVÊ BIDIN

Hevseroka HDP’ê ya Kerboranê Yuksel Oguz, anî ziman ku polîsan hewl daye amadekariyên bi rojan in ji bo vekirina buroya hilbijartinê dikin asteng bikin û got ligel hemû astengiyan ew buroya xwe vedikin. Yuksel, bi lêv kir ku li hember van zext û zordariyan ew ê li ser sindoqan bersivê bidin.

DU RÊ HENE

Piştre namzetê parlamenteriyê George Aslan axivî. George jî destnîşan kir ku di 14’ê Gulanê de du rêyên weke rêyên reş û ronahî li pêşiya wan hene û wiha got: “Rêya reş ew e ku 21 sal in ji tundiyê wêdetir me tiştek nedîtiye. Ji ber vê yekê jî bila gelê me dema ku diçe ser sindoqan dengê xwe bikar tîne bila van hemûyan jî baş bînin bîra xwe. Rêya ronahiyê jî rêya tifaqê ye. Ji ber vê jî ev rê ji bo me rêya ronahî û demokrasiyê ye. Îro ji 7 salî heta 70’ê salî hemû kes li ser piyan e û rêxistinkirînî ne. Lewma jî em ê di 14’ê Gulanê de bikin 6 û 0.”

Piştî axaftinan qurdeleya buroya hilbijartinê ji aliyê dayîkan ve hat birîn. Bername bi coşek mezin bi gerandina govendê bi dawî bû. 

ENQERE 

 
Partiya Çepên Kesk li Cadeya Mamak General Zekî Dogan buroya yekem a hilbijartinê vekir. Girse bi konvoyê tev li buroya hilbijartinê ya yekem hatî vekirin, bû. Beriya vekirina buroyê govend hate gerandin. Namzetê Partiya Çepên Kesk a Enqereyê Emîralî Turkmen di vekirina buroyê ya Cadeya Natoyolûyê de axivî û ev tişt got: “Em ê rejîma yek zilamî hilweşînin. Em ê jiyanek a ku gel û kedkar bi hev re têde azad û wekhev bijîn, ava bikin. Li dijî tarîkat û cematan em ê azadiyê mîsoger bikin.” 
 
Piştî vekirina li Natoyolûyê hat kirin, namzetên parlamenteriyê û girse di cadeya 518’emîn de ji bo buroya ku bê vekirin, meşek girseyî li dar xist. Vekirina li cadeya 518’emîn hat kirin jî, bi govend û dirûşmeyan hate pîrozkirin. Di vekirina li cadeya 518’emîn hat kirin de, namzeta Enqereyê Selma Gurkan axivî û got ku ev desthilata ku karkeran di komkujiyên karan de, jinan jî di komkujiyên jinan de qetil dike, wê hilweşe. 
 
AMED 
 
Namzetên Partiya Çepên a Kesk ên Amedê li navçeya Rezan serdana esnafan kir. Namzetên parlamenteriyê yên Amedê Halîde Turkoglû, Azad Bariş, Adalet Kaya serdana esnafan kirin û bi welatiyan re hatin bahev. Di sohbetên bi esnafan re hat kirin de, wiha hate gotin: “Em li benda 14’ê Gulanê ne. Dengê me ji bo me ye.” 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Zeynep Odûncû, Nûrten Ertûgrûl, Ekrem Baran û Mehmet Ruştu Tiryakî, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistinên bajêr û navçeyan ên Partiya Çepên Kesk li gundên Qûbîn, Hezo, Heskîf, Qabilcewz û Kercewsê bi gel re hatin bahev. Di dema serdanan de ku tilîlî, îşaretên serketinê û alên partiyê lê kêm nebûn de, namzet bi eleqedariyek zêde hatin pêşwazîkirin.
 
Namzetan di serdanan de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna birêxistinkirî û bang li her kesê kirin ku di 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Qabilcewzê buroya hilbijartinê vekir. Buroya hilbijartinê bi tevlibûna Ûca ya HDP’î, namzet Nûrten Ertûgrûl, TJA û Meclîsa Dayikên Aştiyê pêk hat. Ûca diyar kir ku Sason ji bo gelê kurd xwedî girîngiyekî mezin e.
 
Piştre buroya hilbijartinê hat vekirin û bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
DÊRSIM
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Sîhenk a Dersimê buroya hilbijartinê vekir. Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dersimê Ayten Kordû, nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê û welatî tev li vekirina buroyê bûn. Qad bi alên partiyê hate xemilandin û gelek caran dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. 
 
Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dersimê Ayten Kordû di vekirinê de axivî û anî ziman ku li Dersimê keda jinan xurt e û got: “Bi salan nasname, ziman û baweriya me tune hate hesibandin û hîna jî berdewam dike. Em tevgereke ku bi cihêrengiya xwe bi hev re dijîn in. Heta ku mafên me bi destûra bingehîn a demokratîk bên parastin, maf û azadî pêş bikevin wê têkoşîna me bidome.”
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin. Vekirina buroyê bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
ÇEWLIG
 
Partiya Çepên Kesk li taxa Senayiyê ya navçeya Dara Hênî ya Çewligê hem serdana esnafan kir û hem jî buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyê de Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Çewligê Emîne Yalçin û Lutfu Aslan û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Çewligê Mîhrîban Ekîncî û Feyzî Şahanoglu û parlamenterê HDP'ê Erdal Aydemîr amade bûn. Namzetên Partiya Çepên Kesk Cemîle Turhalli, Omer Farûk Hulakî û Farûk Aris piştî ku serdana esnafan kirin hatin cihê vekirina buroyê. Dema ku buro hat vekirin dirûşmeyên weke "Jin Jiyan Azadî" , "Bijî Serok Apo" û "Hikumet Îstîfa" hatin berzkirin. 
 
CIWAN TERKA WELATÊ XWE DIKIN
 
Namzeta parlementeriyê ya Çewligê Cemîle Tûrhalli ya di vekirinê de axivî, bal kişand ser rewşa aboriyê û rewşa ciwanên terka welatê xwe dikin û wiha got: "Rast e gelek pirsgirêkên me hene, tevî evqas birîn, kul, xemgînî û xweşiyê em bi hev re dijîn. Em di demekî wisa xweş de ne ku niha bihar e, em ê bi ruhê Newrozê van hemû kiryaran derbas bikin. Pirsgirêka em di serîde dijîn pirsgirêka aborî ye. Mixabin ciwanên me bi piranî ji ber rewşa aboriyê terka welatê xwe dikin. Ez gelek caran dibihîzim ku tê gotin ku cihekî wekî welatê me xweş nayê dîtin. Ji ber ku êdî hêviya ciwanan nema ye. Mixabin li Tirkiyeyê bajarê xizan Çewlîg e, elbet ev sûcê me ye. Ev der ji aliyê kar ve cihê herî kêm e. Ev sûcê kesên ku me layiqê vê jiyanê dibînin e."
 
Vekirina buroyê bi gerandina govendê ya bi coş bi dawî bû.
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/05/2023
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in