Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!

img
DÎLOK - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li Dîlokê bi gel re civiya, diyar kir ku ew ê tiştên hatine serê gelê Dîlokê ji bîr nekin û got: "Di 14'ê Gulanê de em ê derseke wiha bidin AKP'ê ku di dîroka siyasetê de hew navê wê bê bibîranîn." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çaçroveya xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk de, tevî Hevseroka Giştî ya SYKP'ê li Dîlokê bi gel re civiya. Bûldan li Dîlokê bi karwaneke ji gelek wesayitan pêkhatî hat pêşwazîkirin û tevî şandeya pê re, tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Vatanê bû. Bi hezaran kes tevlî vekirina buroyê bûn û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin. 
 
Di bernameyê de ewilî Hevseroka HDP'ê yê Dîlokê Ayten Kaya axivî. Kayayê got ku ew ê li Dîlokê û çar aliyên Tirkiyeyê dîrokê binivîsin, ji lew re wekî din tu çare tune ye. Hevserokê HDP'a Dîlokê Avnî Bînîcî jî got ku ew ê bi şev û biroj bixebitin. 
 
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuceyê jî destnîşan kir ku ew ê jibîr nekin ku bê ka dewlet û desthilatê çawa ew bi mirinê re rû bi rû hiştine û got: "Em ê welatekî ku hemû gel wekî xwişk û bira bin ava bikin." 
 
'EM Ê DERSEKE GIRÎNG BIDIN AKP'Ê'
 
Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldanê îşaret bi dek û dolabên desthilata AKP-MHP'ê kir û got: "Didizin, diçirpînin, lê dikin nakin nikarin serî bi me re derxin. Dê nikaribin jî. Astengiyên gelekî mezin dan ber me. Doza girtinê dan ber me. Dixwazin HDP'ê li derî siyasetê bihêlin. Ji bo Meclisê bêyî HDP'ê bihêlin, serî li hemû bêhiqûqîtiyan dan. Lê me soz daye gelê xwe. Me got, gel dek û dolabên wan hebin, ê me jî pêngavên me hene. Me biryar da ku em bi navê Partiya Çepên Kesk beşdarî hilbijartinê bibin. Niha armanc û rêyeke me ya nû heye. Partiya Çepên Kesk, dê li her derê Tirkiyeyê bibe reng û dengê hemû gelan û parlementeran bişîne meclisê." 
 
'EM Ê WAN BAVÊJIN SER SERGO'
 
Bûldanê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Dîlokê AKP'ê baş nas dike û îşaret bi erdhejên 6'ê Sibatê kir. Bûldanê got: "Dîlokî 21 sal in dibînin ku bê AKP'ê ev welat xistiye çi halî. Herî dawî jî di erdhejê de 3 rojan xuya nekirin. Mexdûrên erdhejê bi tenê hiştin. Lê dê di 14'ê Gulanê de, bi rêjeya ku wergirtine bi çarenûsa xwe re rû bi rû bimînin. Niha dor, dora me ye, dora gelên me ye. Êdî dem hatiye ku em AKP'ê bi çarenûsa wê re rû bi rû bihêlin. Ev jî, girêdayî etcriha gelê me ye. Raya ewil ji bo guherandina serokkomar e. Raya duduyan jî ji bo parlementoyê ye. Em ji we dixwazin ku em bi awayekî pri qelebalix biçin meclisê. Em yeqîn dikin ku gelê Dîlokê dê vê carê terciheke baş bike. Heyama borî Mahmût Togrûl, li parlementoyê bû dengê we û vîna we. Niha jî dê Partiya Çepên Kesk bi gelek parlementeran Dîlokê temsîl bike." 
 
Bûldanê bilêv kir ku ew ê di 14'ê Gulanêd e vê detshilatê bavêjins er sergo û got: "Di 14'ê Gulanê de em ê derseke wiha bidin AKP'ê ku di dîroka siyasetê de hew navê wê bê bibîranîn." 
 
Di dema axaftina Bûldanê de dem bi dem dirûşmeya "Hikûmet îstifa" olan da. Bûldanê jî ji bo vê dirûşmeyê got ku "fediuya îstifakirinê bi vê hikûmetêr e tune ye." 
 
Piştî axaftina Bûldanê bi hezaran kesî bi ekdengî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin. Bername bi govendgerandinê bi dawî bû. 

Sernavên din

21/04/2023
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin
20:56 Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
20:51 YSK'ê lîsteya namzetan pesend kir
19:53 KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
19:47 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî
17:41 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan
17:32 Li Midyadê Çarşema Sor hat pîrozkirin
17:23 Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan
17:05 Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin
16:33 Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin
16:15 Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN
14:57 Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da
14:48 Uçar: Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdar e û em ê pergala wan hilweşînin
14:35 YSK’ê têkildarî wezîran biryar da: Hewce nake ku îstîfa bikin
14:18 Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin
13:04 Dadgeha Îstînafê cezayê Gokkan erê kir
12:56 Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin
12:31 Li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza birîn
12:21 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin
11:54 Ji TJA’yê helwestnameya hilbijartinê: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
11:51 Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe
11:17 Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e
10:11 Lênûska nîşeyan a rojnamevan Bûlût jî kirine mijara tawanbariyê!
09:56 Ji Rênas Jiyan berhemeke nû: Êvar Încas in Şev Kersele
09:46 Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê
09:02 Altan: Nûçevaniya me wekî unsûreke sûcî veguherandin îdianameyê
09:02 Mexdûra erdhejê: Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:58 Rojnamevan Serdar Akînan hate binçavkirin
18/04/2023
23:59 Li Torosan vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
23:57 Tirkiyeyê gundê Dibisê yê Eyn Îsayê bombe kir
21:59 Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin
21:09 Li Lubnanê hilbijartin hat taloqkirin
21:01 Erebistana Siûdî piştî 12 salan çû Sûriyeyê
20:54 DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
20:27 Partiya Çepên Kesk serdana Egîtîm-Sen a Çewligê kir
19:43 Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê
19:23 Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
18:56 Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin
18:55 HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir
18:46 Bûldan ji Seyhanê bang kir: Oxir be AKP!