Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin

  • rojane
  • 10:56 18 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek diyar kir ku li Stenbolê wê encamên hilbijartinê çarenûsa Tirkiyeyê û Kurdistanê diyar bike û got: “Me di 31’ê Adarê de hejand û leqand, em ê di 14’ê Gulanê de hilweşînin.” 
 
Partiya Çepên Kesk bi stratejiya avakirina Komara Demokratîk û Rêya Sêyemîn li ser dika siyasetê û hilbijartinê ye. Partiya Çepên Kesk li bajarê Stenbolê ku 10 milyon hilbijêrên wê hene, hedef dike ku 2 milyon deng werbigire. Di hilbijartina 2018’an de HDP’ê li Stenbolê milyonek û 195 hezar deng wergirtibû. Niha Partiya Çepên Kesk dixwaze wê rêjeyê ango wan dengan derxe du qatan. Partiya Çepên kesk ji bo hedefa xwe ya 2 milyon deng pêk bîne, li 39 navçeyên Stenbolê ku dabeşî 3 herêman hatiye kirin, xebatek bênavber didomîne. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li Herêma 2’yemîna Stenbolê namzetê parlamenteriyê yê rêza yekemîn ê Partiya Çepên Kesk e. Çîçek li navçeyan bênavber xebata hilbijartinê didomîne û ji hilbijêran re behsa girîngiya hilbijartinê dike ku û dibêje ku ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê ya di sedsala duyemîn de serkeftina partiya wan girîng e. 
 
Çîçek di sala 1978’an de li Dêrsimê tê dinê û li gel malbata xwe di sala 1985’an de neçar dimîne koç bikin. Çîçek dibistana seretayî, navîn û lîseyê wek zarokek kedkar diqedîne û hê di temenê zarokatiya xwe de li metropolek rojavayê Tirkiyeyê ku bi nakokiya çînê re tê nasîn mezin dibe. Hişmendiya wî ya polîtîk jî di wan salên bi bandor de çêdibe. Hem dixebite hem jî dixwîne. Di sala 1997’an de Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê qezenc dike. 
 
Çîçek li zanîngehê di sala 1998’an de doza azadiya kurd nas dike û dest bi têkoşîna siyasî dike. Ew ewilî di nava xebatên Baskên Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) dest bi têkoşîna xwe ya siyasî dike. Piştî zanîngehê kuta dike, bi awayek dilxwaz dest bi parastina mafên mirovan û bi taybet jî dest bi parastina mafên welatiyên kurd dike. Çîçek parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dike û ji ber vê tê girtin û 3 salan di girtîgehê de dimîne. 
 
Piştî ku Çîçek hat berdan serdemek jî wezîfeya Hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi rê ve bir. Piştre bû di nava Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de cih girt. Têkoşîna siyasî ya Çîçek ku di 1998’an de dest pê kir, niha bi Hevberdevkiya HDK’ê didomîne. Çîçek zewicandî û bavê du zarokan e. 
 
Çîçek têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ajansa me re axivî û behsa bandora hilbijartinê Stenbolê kir. 
 
‘HÊRSA GEL ÊDÎ EŞKERE YE’ 
 
Çîçek anî ziman ku atmosfera xebatên wan hilbijartinê dişibe atmosfera hilbijartina 7’ê Hezîranê û wiha got: “Niha xebatên me bi coşek mezin ku wê coşê dide her kesî re derbas dibe. Em bi pêvajoyek mîna pêvajoya 7’ê Hezîranê re rûbirû mane. Helbet di wê serdemê de di çareserkirina pirgirêka kurd de pêvajoyek asayîbûnê û aram hebû. Em nikarin bêjin ku encamên wê hilbijartinê ji pêvajoya çareseriyê qut e. Niha jî di nava civakê de hêrsek zêde heye. Sedemê hêrs ango nerazîbûna civakê wisa zêde bûye û bingeha wê xwe dispêre polîtîkayên AKP’ê. Êdî civak li rêyek din digere û guhertinê dixwaze. Têkoşîna azadiya gelê kurd a statûyê û gelek pirsgirêkên din di nav hev de ne. Ji bilî rizgariyê tu rêyek me din nîne. Bi pêvajoya hilbijartinên 14’ê Gulanê re niha heyam ew heyama pêngavê ye. Li qadê hemû çavdêriyên me di vî warî de ne. Êdî civak dixwaze ji îktidara AKP-MHP’ê rizgar bibe.” 
 
‘ENCAMÊN HILBIJARTINA STENBOLÊ GIRÎNG E’ 
 
Çîçek destnîşan kir ku bal kişand ser encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê û dengên bi milyonan mirov ên li Stenbolê û wiha got: “Stenbol hem di hilbijartina xwecihî  de û hem jî di hilbijartina giştî de çarenûsa welat û Kurdistanê diyar dike. Navenda herî grîng a Tirkiyeyê ye. Dema meriv dibêje Stenbol, bajarek kurd, elewî tê bîra mirov. Stenbolê bajarê hemû herêmên Tirkiyeyê ye. Stenbol bajarê kedkar, karker, jin, ciwan û hilberînê ye. Encamên hilbijartinê ku em ê ji Stenbolê bi dest bixin, wê bandorê li ser her deverê bike. Ev ne hesabek matematîkê ye, di heman demê de ev hesabxwestinek siyasî ye, hesabxwestinek civakî , hesabxwstinek ked û azadiyê ye. Hilbijartina li Stenbolê ji bo rizgariya ji AKP-MHP’ê gelek girîng e, gelek bi nirx û jiyanî ye. Divê rayek me jî li Stenbolê neyê şewitandin. Divê hemû welatiyên me rayên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
Me îktidarên beriya vê îktidarê jî dîtin. Dibe ku emre vê îktidarê dirêj dom kir lê dawiya hemû îktidarên ku tekperestiyê kirin, dîktatoriyê kirin ser sergoyê dîrokê bû. Hemûyan di nava wî sergoyê de cihê xwe girtin. Lewma me viya bi ser xist, em dema bihûrî de bi ser ketin, me di hilbijartina Stenbolê de vê îktidarê hejand. Me li bajarên mezin wan têk bir. Ev serkeftina gelê kurd, HDP’ê, têkoşîna sosyalist bû. Ev serkeftin serkeftina xwe me bi xwe ye. Em neçarin vê serkeftinê di vê hilbijartinê de bêtir bikin. Me di 31’ê Adara 2019’an de hejand û leqand, em ê di hilbijartinên 15’ê Gulanê de hilweşînin. Em neçarin ku bi vê baweriya xwe tevger bikin. Em vê hilbijartinê wek hilbijartina civakî pênase dikin. Di pêvajoya hilbijartinê de tevgeriya girseyan bêtir dibe û eleqeya ji bo polîtîkayê zêdetir dibe.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

24/04/2023
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin