Vekirina buroyên hilbijartinê veguherî mitîngan: Dem dema azadiya gelê kurd e

  • rojane
  • 15:40 18 Nîsan 2023
  • |
img
AGIRÎ - Li navçeyên Dutaxê û Panosê bi hezaran kes namzetên Partiya Çepên Kesk pêşwazî kirin. Pêşwazîkirin veguherî mitîngên girseyî. Namzet Sirri Sakik axivî û got: “Sedsala nû wê bibe sedsala azadiya gelê kurd.” 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê Sirri Sakik, Nejla Demîr, Heval Bozdag û Zelal Yilmaz, li navçeyên Dutaxê û Panosê buroyên xwe yên hilbijartinê vekirin. Dayika Sema Yuc, Zennure Yuce beşdarî vekirina buroyan bû. Dirûşmaya girseyan jî ev bû: “4-0.” 
 
DÛTAX
 
Namzetan bi konvoyek qelebalix li navenda navçeyê geriyan. Pişt re bi meşê çûn ber buroya hilbijartinê. Girseyek qelebalix namzetan pêşwazî kir û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştî buro hat vekirin, namzet derketin ser otobusa hilbijartinê û girseyê silav kirin. Dayika Sema Yuce, Zennure Yuce ji li ser otobusê silav da gel. Di vê kêliyê de girseyê bênavber dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. 
 
Namzet Nejla Demîr bal kişand ser zextên darazê yên li ser gelê kurd û got: “Dixwazin cezayê muebedê li 36 hevalên me bibirin. Dixwazin îradeya gelê kurd ceza bikin. Lê belê em ê paşve gav neavêjin. Emê serî li ber vê pergala zalim netewînin.”
 
Sirri Sakik jî bi kurdî xelkê silav kir. Sakik bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û got: “Heke em bibin yek wê ev zilm di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe. Ji ber vê yekê yekitiya me pir girîng e. Civaka li vir peyamê dide hemû kurdan. Em dibêjin dema pêş dema azadî, aştî û demokrasiyê ye. Em dixwazin di sedsala pêş de rêwitiya têkoşîneke dijwar bi demokrasiyê tacîdar bikin. Sedsala nû wê ji bo kurdan bibe sedsala azadî, aştî û demokrasiyê. Wê ev sedsal bibe sedsala azadiya gelê kurd. Em ê di 14’ê Gulana 2023’an de her hevalê xwe yê sirgûnê vegerînin ser axa wan û zindanan vala bikin. Em ê azadiyan pêk bînin. Hemû hevrêyên xwe vegerînin. Heke hûn 4 hevalên me bişînin Meclisê em ê bibin dengê we yê çareseriyê.” 
 
PEYAMA 4-0 
 
Sakik destnîşan kir ku ew ê li Agiriyê 4 parlamenteran bibijêrin û got: “4 parlamenter li ber fermana we amade bin. Em ê hemû şaredariyên li bajêr bi dest bixin. Em ê çend meh şûn ve hemû şaredariyên xwe şûnve bigirin. Kurd bi têkoşîna xwe ya mafdar hatin van rojan. Em ji têkoşînê hatin heyama müzakereye. Em ê rêya efûya giştî vekin. Wê zext nikaribin me bêzar bikin. Heke zext bi ser biketina em ê îro ne li vir buna. Berxwedan û serkeftin deynê stûyê me ye.” 
 
PANOS
 
Şandeya namzetan piştî Dutaxê berê xwe da Panosê. Konvaya ji sedan wesayît pêk dihat her ku çû zêde bû. Şande li Panosê Cadeya Cumhuriyetê meşiya û bi hezaran kes tev li meşa wan bûn. Li ber buroyê bi sedan welatî şandeyê pêşwazî kir. Vekirina buroyê veguherî mitîngek girseyî. Girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
Namzet Zelal Yilmaz axivî û diyar kir ku wê gelê Agiriyê xwedî li hemû namzetên xwe drekeve û wiha got: “Em dizanin hûnê xwedî li me derkevin. Em ê 4 namzetan jî bişînin Meclisê. Dengê hûn bikar bînin gelek girîng in û berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. 20 sal in ev me cihê dikin û her tim bi çavê dijminatiyê li me dinêrin. Em  ê vê rejîma faşîst biqewirînin. Em ê ferqîrî û betaliyê rakin. Em ê vê îktidara ku we feqîr û betal hiştiyê bişînin. Ew êdî nikarin sozan bidin wê êdî hesab bidin.” 
 
Namzet Heval Bozdag jî wiha got: “Em ê hewl bidin ku hêjayî vê coş û gelê xwe bin. Em ê roja 14’ê Gulanê çavê xwe li rojek girîng vekin. Em ê wê rojê bikin ku êdî jiyana nû dest pê bike. Îktidara AKP-MHP’ê talanê li her deverê pêk anî, xelkê feqîr kir, rejîma rantê ava kir û xwezaya me talan kir. Avahiyên sexte çêkir û bi hezarna kes di van avahiyan de jiyana xwe ji dest dan. Ew ê di 14’ê Gulanê de hesabê vê yekê bidin.” 
 
Sirri Sakik jî axaftinek kurt kir û behsa girîngiya hilbijartinê kir. 
 
BAZÎD
 
Li gundên navçeya Bazîdê jî xebata hilbijartinê hat kirin. Xebatkarên partiyê li gundên Kazan, Pullutarla, Aşagî Tavla geriyan û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê. Xebatkarên partiyê li ketinên gundan alên partiya xwe daliqandin. 
 
GIYADÎN
 
Şandeya namzetan dê sibê serdana navçeya Giyadînê bike. Rêveberên partiyê li taxên navçeyê belavokan belav kirin û her kesî vexwedinîn pêşwazî namzetên xwe. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/04/2023
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin