Namzetên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomînin: Em ê di 14'ê Gulanê de serkeftinê pîroz bikin

  • rojane
  • 16:11 18 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran serdana dikandar û xelkê kirin û diyar kirin ku ew ê vê pergalê biguherînin. 
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê bi coş û enerjiyek zêde xebatên xwe yên hilbijartinên 14’ê Gulanê îro jî domandin. 
 
ANTALYA
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Antalyayê bi xebatkarên çapemeniyê yên li bajêr re civiyan. Civîn li hotêlek Konyaaltiyê pêk hat û gelek rojnamevan tev li bûn. 
 
Namzeta parlamenteriyê ya Antalyayê Canan Çalagan diyar kir ku taymendiya wan ji partiyên din cuda dike ew e ku partiya wan partiya jinan e û namzetên partiya wan ji kolanan, ji qadên têkoşînê hatine û ew bang li hemû kesî dikin ku piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin. 
 
‘GELO EM Ê DENGÊ XWE BIDIN DEMOKRASIYÊ YAN BIDIN REJÎMÊ?’
 
Namzetê parlamenteriyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç jî diyar kir ku ev hilbijartin ji bo civakê hilbijartina “biryar” û “çarenûsê” ye û got: “Divê em baş biryara xwe bidin, gelo ka em ê dengê xwe bidin demokrasiyê yan jî rejîma yek zilamî? Em wisa bi bawerin ku wê hilbijrênên me ji vê rejîma yek zilamî hesab bipirsin.” 
 
Piştî axaftinên destpêkê, namzetan pirsên rojnamevanan bersivandin. 
 
AMED
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê jî li navçeyên navendî yên Amedê; Sûr, Rezan, Bajarê Nû û Peyasê serdana dikandaran û gel kirin. Namzetan belavokên vexwendina şahiya HDP’êy a êvarê dê li navçeya Peyasê bê lidarxistin belav kirin û xelkê vexwendin şahiyê. 
 
Namzet Cengîz Çandar û şandeya pê re li Cadeya Doktor Sitki Gural serdana dikandaran û xelkê kirin. Xelkê bi coşek mezin şandeyê pêşwazî kir. 
 
ÇANDAR: EM BI HEV RE BIGUHERÎNIN 
 
Esnafan da zanîn ku ew ji ber polîtîkayên îktidarê yên aboriyê êdî bêzar bûne û zehmetiyan dikişînin. Namzet Cengîz Çandar ê rojnamevan jî bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û ev axaftin xelkê kêfxweş kir. Çandar destnîşan kir ku ew ê guhertin û veguhertinê bi hev re pêk bînin. 
 
Du welatiyên ku dê di 14’ê Gulanê de daweta xwe bikin, şandeyê silav kirin û gotin, “em wî biqelibînin û du cejnan pîroz bikin.” 
 
BAJARÊ NÛ
 
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û namzet parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç û şandeya pê re jî li navçeya Bajarê Nû serdana dikandaran û welatiyan kirin û belavokan li wan belav kirin. Welatiyên ku bi kêfxweşî şandeyê pêşwazî kirin gotin, “Em ê div ê hilbijartinê de bi ser bikevin, serkeftin a me ye.” 
 
 
SÛR
 
Namzetên Amedê Adalet Kaya û Mehmet Emîn Aktar û şandeya li gel wan jî li navçeya Sûrê serdana dikandaran kirin. Namzet ji hêla welatiyan ve bi dilgermî hatin pêşwazîkirin. Aktar û Kaya li pirsgirêkên dikandaran û welatiyan guhdar kirin û ji bo çareseriyê xwestin her kes piştgiriya wan bike. Namzetan belavokan li dikandaran û welatiyan belav kirin. 
 
 
Dikandaran ji namzetan re dan zanîn ku partiya wan Partiya Çepên Kesk e û ew ji bilî partiyê dengê xwe nadin tu partiyê. 
 
Namzetan ji dikandaran re destnîşan kir ku ew ê bi piştgiriya xelkê xwe dawî li vê pergala ku xizaniyê bi ser gel de aniye bînin û gotin: “Em ê piştî hilbijartinê vê carê ji bo serkeftinê pîroz bikin werin serdana we.” 
 

Sernavên din

24/04/2023
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin