Seylan: Em ê gotin û daxwazên gel têxin rojeva Meclisê

  • rojane
  • 09:46 19 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Namzetê herêma duyemîn a Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Îhsan Seylan diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li 10 Ekîm-Der û ÎHD’ê li meclisê bidomîne û wiha got: “Em li pey rihetiyê nînin. Kolan û meclis qadên têkoşînê ne. Em ê gotin û daxwazên gel bixin rojeva meclisê.” 
 
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û giştî yên 14’ê Gulanê çendek roj mane. Xebatên Partiya Çepên Kesk ên hilbijartinê jî bênavber didomin. Yek ji bajarên ku encamên hilbijartinê lê herî zêde tên mereqkirin jî Enqere ye. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ragihand ku dê di vê hilbijartinê de li welêt 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr dengê xwe bidin. Di hilbijartinên giştî yên 2018’an de li herêma duyemîn a Enqereyê milyonek û 185 hezar û 218 kesan deng da û di van hilbijartinan de jî li seranserî Enqereyê dê 12 hezar û 251 sindoq bên danîn û bi giştî 4 milyon û 280 hezar û 941 hilbijêr dengê xwe bidin. 
 
Partiya Çepên Kesk, Îhsan Seylan li herêma 2’yemîn a Enqereyê weke namzetê parlamenteriyê nîşan dan. 
 
Îhsan Seylan
 
ÎHSAN SEYLAN KÎ YE?
 
Seylan, li navçeya Tatos a Erziromê ji dayik bû û li zanîngeha Enqereyê û Zanîngeha Anatoliya ya Eskîşehîrê xwend. Seylan, têkildarî kurd, elewî, bindestan û qadên binpêkirinên mafan xebat kirin. Her wiha produktorî û derhêneriya belgefîlma Qîra Enqereyê kir ku kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de hatine qetilkirin vedibêje. Seylan, di rêveberiya damezirîner a Komeleya Aştî Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) de bû hevserok û her wiha di serî de Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, têkildarî pirsgirêkên gel, bawerî û civakî de di nava rêxistinên civaka sivîl de xebat meşandin.  Di pêvajoya hilbijartinê de Seylan ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê veqetiya û lê hêj jî li 10 Ekîm-Derê rêveber e. Seylan, li herêma 2’yemîn a Enqereyê bû namzetê parlamenteriyê. Seylan, têkildarî Komkujiya 10’ê Cotmehê li serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû doz vekir û dibêje ku dê hesaba 10’ê Cotmehê li meclisê bipirse. 
 
‘HÊJ JÎ HÊVÎ HEYE’
 
Seylan, anî ziman ku li seranserî zilm, êş û faşîzm zêde dibe û ev yek jî bi xwe re gelek binpêkirinên mafan tîne. Seylan, wiha domand: “Di 10’ê Cotmehê de 103 kes hatin kuştin û nêzî 500 birîndar hene. Gelo ma ev mijar di rojeva Tirkiyeyê de ye? Vaye bi ser re 90 meh derbas bûn. Tenê têkoşîna malbat û rêxistinên civaka sivîl heye. Me xwest di têkoşîna wan a edaletê de bi wan re bin. Li hêla din jî em kirdeyên mijarê ne lewma li wir in. Li ÎHD’ê em dibînin ku di qada mafên mirovan de pirsgirêk hene. Her roj êş, bêhiqûqtî, zext û îşkence hene. Li gorî min kesên xwedî wijdan wisa hîs dikin û têdikoşin. Dema em malbateke dilbiêş dibînin, cih girtina li cem wan ne vebijêrkek lê neçariyeke. Berpirsyartiyeke wijdanî ye. Jiyan, qadeke têkoşînê ye. Têkoşîneke mezin heye û ji bo ku wê têkoşînê li van qadan jî bidomînin em ketin rêyeke wiha. Hêvîdarim ku em têkoşînê veguhêzin qadên hîn baştir. Daxwaza me ew e ku cîhaneke ku hemû kes ziman û çanda xwe bi awayekî azad dijî ava bibe. Ev yek mimkin e. Her tim hêvî ye û em li pey wê hêviyê ne.” 
 
‘PARTIYA ÇEPÊN KESK JI BO PÊŞEROJÊ HÊVIYÊ DIDE’ 
 
Bi domdarî Seylan got ku di têkoşîna xwe ya dûvdirêj de her tim gotina “aştiyê” esas girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna me ya heta niha her tim ser siyasetê re bû. Me hîs kir ku Partiya Çepên Kesk baş nêzî rewşê dibe û dibe dengê bindestan û kesên rastî cihêkariyê tên. Hêviya pêşerojê dide mirovan. Di bernameya xwe de mafên jinan, zarokan, penaberan, astengdaran û her derdoran diparêze. Ev yek jî bo min pir girîng e. Lewma bûm namzetê partiya Çepên Kesk. Partiya Çepên Kesk hemû kesên ji bo mafên xwe têdikoşin digire nav xwe, hemû kesên rastî cihêkariyê tên diparêze û di mijarên girtîgeh û binçavkirinan de hestiyar tevdigere. Vê yekê jî bandor li min kir. Nêzikatiya wan a li hemberî astengdaran, di asta enternasyonalan de ye. Mînakeke vê ya din tune ye. Mirov, tenê ji ber vê jî ma be divê Partiya Çepên Kesk hilbijêr in.” 
 
‘MECLIS QADEKE TÊKOŞÎNÊ YE’
 
Di berdewamê de Seylan got ku heke were hilbijartin dê têkoşîna xwe ya heta niha li qada meclisê bidomîne û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê her tim di nava gel de bin. Em li pey rihetiya xwe nînin. Çawa ku kolan qadeke têkoşînê be, meclis jî wisa ye. Em ê gotin, fikr û daxwazên gel têxin rojeva meclisê. Gel li dijî vê îktîdara zordest bi berteke û bi hêvî ye. Em dibînin ku li vir jî Partiya Çepên Kesk heye. Rêxistinên ku ez di nav de cih digirim jî pir bi tendurist nêzî vê mijarê dibin. Mirovên ji gotinên xwe bawer û bedelên giran dayîn û malbat piştgiriyê didin. Em bi hêvî ne ku ev xerabî di 15’ê Gulanê de êdî biçe.” 
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

24/04/2023
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin