Ûysal a bi wesyeta Yadê Gulê bû parêzera Ocalan ji Partiya Çepên Kesk namzet e

  • jin
  • 11:17 19 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal a ji bo wesyeta dayika xwe bi cih bîne bû parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, anî ziman ku ji bo daxwaza dayika xwe û bi hezaran kurdan bi cih bîne wê li Meclisê têkoşîna xwe bidomîne. 
 
Partiya Çepên Kesk piştî ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê namzetên wan diyar bûn xebatên xwe bênavber didomîne. Yek ji herêmên ku xebat lê zêde tên meşandin jî bajarên Botanê ne. Armanca Partiya Çepên Kesk a li Şirnexê jî ew e ku bike 4 û 0. Yek ji parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal, rojnamevan Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez û Bedîrhan Osal namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê ne. Newroz Ûysal a di nav namzetan de cih digire di heman demê de parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike. 
 
Newroz Ûysal
 
JI DAYIKA XWE BI BANDOR BÛ
 
Ûysal, di sala 1992’yan de li gundê Gilûdur ê girêdayî Şirnexê hate dine. Piştî salên 1980 û 1990’an ji ber polîtîkayên ewlehiyê bihezaran gund hatin valakirin. Yek ji gundê hate valakirin jî Gilûdur bû. Ûysal hêj di temenê biçûk de bi malbata xwe re ewilî koçî Şirnexê kir pişt re jî li Cizîrê bi cih bû. Ûysal a li malbateke welatparêz mezin bû, di temenê xwe yê biçûk de bû şahidê îşkence, girtin û neheqiyan. Ûysal ji nasnameya welatparêz û têkoşîna dayika xwe ku li bajêr weke Yadê Gulê (Gulê Ûysal) tê zanîn bi bandor bû. 
 
DI TEMENÊ BIÇÛK DE DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR
 
Dema biçûk bû bi dayika xwe re di mitîng, Newroz, bîranîn û çalakiyên li bajêr hatin kirin de helbestên nivîsandibûn xwendin. Herkesê êdî ew weke (Newroza Yadê Gulê) nas kir. Daxwaza herî mezin a Yadê Gulê jî dîtina Abdullah Ocalan bû. Dema Abdullah Ocalan bi komploya navnetewî di sala 1999’an de anîn Tirkiyeyê ji keça xwe ya 7 salî xwest hiqûqê bixwîne û bibe parêzerê Abdullah Ocalan. Ev daxwaza wê bû wesyeta wê. Ûysal a li ser vê daxwaza dayika xwe sekini hem di xebatên ciwanan de cih girt hem jî li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn di xebatên şano, koro û folklorê de cih girt. 
 
BÛ PARÊZERA KESÊN HATIN QETILKIRIN
 
Ûysal a ji bo daxwaza dayika xwe bi cih bîne beşa Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê qezenç kir di sala 2014’an de mezûn bû. Ûysal a ji bo parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bike kete nava hewldaneke zêde serî li Buroya Hiqûqê ya Asrinê dide û pişt re jî dibe endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD). Ûysal, tecrubeya xwe ya parêzeriyê ya ewil di salên 2015’an û 2016’an de bi parêzeriya kesên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di qedexeya derketina derve ya li Şirnex û navçeyên wê hatin îlan kirin de hatin qetilkirin kir. 
 
Ûysal, diyar kir ku hesreta dayika wê ya herî mezin “Kurdistaneke azad û azadiya Ocalan” bû û bi lêv kir ku ji bo daxwaza bi hezaran kurdan û dayika xwe bi cih bîne wê têkoşîna xwe li Meclisê bidomîne. 
 
Ûysal, da zanîn ku pareke mezin a dayika wê heye ku îro di nav têkoşînê de cih digire. Ûysal, anî ziman ku dayika wê li herêmê weke kedkara partiyê bi navê Yadê Gulê tê nasîn û wiha got: “Ji zarokatiya min heta dayika min jiyana xwe ji dest da ez bi çîrok, serpêhatî, êş, zemar û klamên wê yên dengbêjiyê mezin bûm. Min di mitîng, çalakî, bîranînan de bi taybetî helbest dixwendin. Ji ber vê yekê herkesê ji min re digotin ‘Newroza Yadê Gulê’. Bavê min, bapîrê min û xalê min di oxira vê têkoşînê de di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Daxwaza dayika min a herî mezin azadiya Birêz Ocalan bû. Digot ‘Ez Ocalan azad nebînim wê mirada min di ber de bimîne’. Ji ber wê yekê dixwest ez bibim parêzer.”
 
‘TÊKOŞÎNA MIN DÊ BIDOME’ 
 
Ûysal, anî ziman ku ji damezrandina Tirkiyeyê heta niha li dijî kurdan hiqûqa dijminatiyê tê kirin û wiha berdewam kir: “Gelek pirsgirêkên ku vê feraseta hiqûqê bi cih anîne hene. Dewlet hiqûqê weke şantajê û ji bo armancên xwe weke amûrekê bikartîne. Mînaka vê ya herî mezin jî Girava Îmraliyê ye. Ji bo tecrîda li Îmraliyê didome û hiqûqê tê sepandin bê rakirin gelek têkoşiyan. Îro her du tifaq jî hewl didin li ser tecrîda Birêz Ocalan ji xwe re qadekê vekin. Em jî li dijî vê helwestê li dijî hemû manîpulasyon û spekulasyonên Birêz Ocalan di nav de ye têkoşîna xwe bidomînin.”
 
PIRSGIRÊKA ŞERÊ TAYBET E
 
Ûysal, li aliyê din bal kişand ser gelek pirsgirêkên bajêrê ku weke namzet lê hatiye nîşandan û diyar kir ku wê van pirsgirêka bibe Meclisê û têkoşîna xwe ya hiqûqî jî bidomîne.
 
Ûysal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber hem Şirnexî me hem jî parêzer im min firsend dît ku li gelek pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî, ekolojîk ên bajêr binerim. Ji bo pirsgirêkên aydê Şirnexê çareser bikin û gel jî gelekî polîtîk e em ê têkoşîna statu û bingeha wê maf e bidin. Ji ber ku li vir texrîbata ekolojîk, xizanî û bêkarî hemû ji ber pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê pêk tên û encama polîtîkaya şer a ku hikumeta heyî li ser Kurdistanê dimeşîne ye. Di bernameya me de derxistina polîtîkayên desthilata heyî yên polîtîkayên şerê taybet yên li ser Şirnexê heye. Îro li dijî jin û ciwanan polîtîkayên hişbir û fihûşê zêde bûne, tundiya li dijî jinê zêde bûye. Birîna daran a li Çiyayê Cûdî pirsgirêka nexweşxaneyên li herêmê berdewam dike. Em ê van pirsgirêkan bi saziyên têkildar re parve bikin û çareseriyekê bibînin.”
 
‘EWLEHIYA HILBIJARTIN’ 
 
Ûysal, destnîşan kir ku bi salane li welat pirsgirêka ewlehiya hilbijartinê heye û pê de çû: “Di mijara ewlehiya hilbijartinê de xebatên ku partiya me kirine hene. Ji ber Partiya Çepên Kesk cara ewil e dikeve hilbijartinê, ji ber qanûnan nikare li ser sindoqan peywîrdaran bi cih bike. Ji ber vê yekê wê muşahît, rayedarên me yên partiyê û parêzer di vê pêvajoyê de rol bigirin. Komîsyona me ya hilbijartinê û ya teknîkê xebatên xwe bi hev re dimeşînin. Pergaleke ji aliyê partiya me hatiye avakirin heye li gorî vê wê perwerdehî bê dayîn. Piştî cejnê em ê muşahîtan perwerde bkin. Pişt re wê gund bi gund navçe bi navçe perwerde bên dayîn. Ji bo hilbijartin di hawirdoreke ewle de bê kirin divê hemû rêxistinên sivîl ên civakî piştgiriyê bidin. Dîsa divê li dijî bêhiqûqiyên li ser sindoqan derkevin holê gelê me li deng û sindoqên xwe xwedî derkeve.”
 
‘LI DIJÎ PERGALA KU KURDAN TUNE DIHESIBÎNE TÊKOŞÎN’ 
 
Ûysal, anî ziman ku ji bo mekanizmaya hiqûqê ya heyî bê guhertin û pêşî li darizandina adil bê vekirin wê têbikoşin û ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê pergaleke hiqûqê ku nasname û statuya kurdan tune dihesibîne heye. Me hewl da bi vê re têbikoşin. Di hiqûqa Tirkiyeyê de feraseteke cihekar heye. Nîqaşên makeqanûnî yek ji krîza herî mezin a li Tirkiyeyê ye. Xalên di pergala yekperest bi israr û bi awayekî faşizan li me tên ferzkirin. Gelek guhertinên qanûnî yên ji rêgeza şewitandina înfazan bigire heta gelek pêkanînên înfazê yên hatin guhertin li benda me ne. Ji bo temamê van were guhertin divê siyaseteke wekhev û azad derkeve holê.”
 
‘GEL WÊ ŞANSEKÊ NEDE DESTHILATÊ’ 
 
Ûysal, bi lêv kir di vê hilbijartinê de wê gelê Şirnexê bi 4 û 0’ê bersiva desthilatê bide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me li Şirnexê îdiaya gel bi awayekî zelal dît û êdî li holê ye ku desthilat wê şens nede vê desthilatê. Niha armanca me ya bingehîn ew eku wekîlê ku ji ber hejmara leşkeran li Şirnexê zêde bû û gelê me yê ji ber qedexeyan bajar terikandin û êdî venegeriyan winda kir paşve bigirin. Gel gelek bi hêrs e. Bêguman divê ev rewş me ber bi dilrehetiyê ve nebe. Ewlehiya hilbijartinê ya niha ji bo me gelekî girîng e. Tevî her tiştî jî ez bawer im em ê bikin 4 û 0.”
 

Sernavên din

24/04/2023
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin