Cengîz Çandar: Heke Erdogan biçe dê rêya çareseriyê vebe

img
AMED -  Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê AKP-MHP’ê têk biçin û tecrîda li Îmraliyê were rakirin û wiha got: “Em ne ji bo bibin parlamenter lê ji bo têkoşînê diçin meclisê.” 
 
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û giştî ku dê di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin demekî kin ma ye. Hilbijartin, ji bo hemû partiyan jî xwedî cihekî girîng in. Hem AKP ku 21 sal in îktîdar e û şirîkê wê yê biçûk MHP’ê û hem jî Maseya Şeşling ku serkêşiya wê CHP dike van hilbijartinan ji bo xwe weke “hilbijartina man û nemanê” dibînin. Tifaqa Ked û Azadiyê ku Partiya Çepên Kesk pêkhateyeke wê ye jî van hilbijartinan ji bo xelasiya ji tarîtiya heyî weke firsendeke girîng dinirxîne. 
 
Hemû derdorên civakê namzetên serdema nû pir mereq dikirin. Lîsteyên hemû partiyan diyar bûn û gelek navên surprîz di lîsteyan de cih girtin. Yek ji van surprîzan jî rojnameger Cengîz Çandar e ku raya giştî ji nêz ve nas dike. 
 
EV NÎVESR E ROJNAMEGERIYÊ DIKE
 
Partiya Çepên Kesk Çandar li Amedê weke namzet nîşan da. Çandar, di sala 1948’an de li Enqereyê ji dayik bû û ji Fakûlteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bû. Li Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya ODTU’yê weke asîstan dest bi kariyera xwe ya akademîk kir. Lê ev kariyera wî bi “Muxtiraya leşkerî” ya 12’ê Adara 1971’an nîvco ma. Di tevgerên ciwanan ên nifşê 68’an de roleke çalak lîst. Di sala 1976’an de jî dest bi rojnamegeriya profesyonel kir. Di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de ku nîvesre didome de hem nûçegihantî, hem edîtorî hem jî qunciknûsî kir. Di serî de çapemeniya Lubnanê, bi gelek weşanên biyanî re xebitî. 
 
Endamekî Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO) yê berê bû lewma di qada polîtîkaya derve û herêma Rojhilata Navîn xebatên bibandor kir. Çandar, li gelek welatên Rojhilata Navîn xebitî û di şerên Îran-Iraq, şerê navxweyî yê Lubnanê, Îsraîl-Filistîn û Ereb-Îsraîlê de nûçegihantiya şer kir. Ji hilweşandina Dîwarê Berlînê heta “Şoreşa Qedîfe” ya Çekoslovakyayê, şahidiya gelek bûyeran kir. Ne tenê li Rojhilata Navîn, her wiha li Ewropa û Amerîkayê jî ma. 
 
Di salên 70’î de li Sûriyeyê bi pirsgirêka kurd re hevnas bû. Celal Talabanî ku piştî Sedam bûbû yekemîn serokkomarê Iraqê, di sala 1973’yan de nas kir. Piştre jî eleqeyeke wî ya zêde ji bo pirsgirêka kurd çêbû. Têkildarî pêvajoyên şer gelek nivîs û gotar nivîsand. Yek ji raporên wî yên herî zêde tê zanîn jî ev e: Daketina ji Çiyê-PKK dê Çawa Çekan Berde? Xelaskirina Pirsgirêka Kurd ji Tundiyê.  
 
Di tevahiya jiyana xwe ya rojnamegeriyê de gelek caran hêjayî xelatan hate dîtin. Di heman demê de pirtûkên Filistîna li Ber Xwe Dide (1976), Nedera Rojhilata Navîn (1983), Randevûya bi Dîrokê re (1983), Heft Rengên Rojê (1987), Bajarên Min (1999), Bi Serfirazî bi Ser Ketin (2000) û Ekspresa Mezopotamyayê: Rêwîtiyeke Dîrokê (2012). 
 
Çandar, di gulana sala 2016’an de li ser vexwendina Enîstîtûya Xebatên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Stockholmê çû Swêdê. Piştî ku namzetiya wî diyar bûy jî piştî 7 salan hate Stenbolê. Demekî kin piştre jî derbasî Amedê bû ku dibêje “Di dîtina ewil de lê aşiq bûm” û dest bi xebatan kir. 
 
LI KUÇEYÊN SÛRÊ ELEQEYA ZÊDE
 
Piştî eşkerekirina navan, yek ji namzetên herî zêde nîqaş li ser tên kirin jî Çandar e. Hinek derdoran ji ber helwesta wî ya di referandûma guherandina makeqanûnê ya di sala 2017’an de ku digot “Bes nîne lê erê” û hinek jî bi hinceta “lîberalbûnê” wî rexne dikin. Tevî van rexneyan jî weke namzetê Partiya Çepên Kesk hate nîşandan. Vê yekê di nava beşeke mezin de jî rê li ber kelecaneke mezin vekir.
 
Me jî li navçeya Sûrê ku Çandar weke “şêrîna dilê min” pê re hevpeyvîn kir. Hem li cihê ku me bi Çandar re hevpeyvîn kirî hem jî li kolanên Sûrê eleqeyeke zêde bo Çandar heye.  Welatiyên Sûrê yên ku li ber deriyên malên xwe li benda fitarê disekinin, weke “wekîlê min” bang lê dikin, hembêz dikin û pê re wêneyan dikişînin. 
 
Hejmara kesên pirsa “Gelo Cengîz Çandar hûn in?” dikin jî kêm nîne.  Ji eleqeya mezin xuyaye ku şêniyên Sûrê hêj ji niha ve Çandar weke “wekîlê” xwe qebûl kirine. 
 
Me jî li “kuçeyên” Sûrê pirs ji Çandar kirin û wî jî bersiv dan...
 
 Hûn li Amedê weke namzet hatin nîşandan. We ev yek çawa pêşwazî kir? Ji bo we tu wateyeke vê heye? 
 
Ji bo vegotina vê rewşê peyvên min dê nekarin têr bikin. Ji ber ku ez gotineke wisa nabînim ku vê keyfxweşî û şanaziya xwe vebêjim. Dema cara ewil mijara namzetiyê hatiye vekirin, Hevserokê Giştî yê HDP’ê (Mîthat Sancar) – hevalekî min pir kevn e – bi min re hevdîtin kir. Min jê re got; ‘Gelo hûn dê min li ku weke namzet nîşan bidin. Gelo dikarî îşaretekê bidî min?’ Lê tiştek negot. Ji min re got; ‘dê li bajarekê kurdan be, ne li bajarên rojava.’ Min jî jê re got; ‘ez gelek keyfxweş bûm. Ji ber ku ez bi awayekî çalak tirk im lê ruhê min kurdistanî ye.’ Min ew gotin jî cara ewil ji wî bihîstibû. Wî gotibû ku kurdistanî ye. Min jî jê re got; ‘Ez ne di wateya erdnîgariyê de Kurdistanî me lê ji hêla ruhî ve kurdistanî me.’ Digotin çendek gotegot hene û Amed e. Min digot; ‘ax, xwezî ew der bûya, îşala.’ Dema vegeriyam Stenbolê, parêzerê min ez pêşwazî kirim. Ji bo radestkirina namzetan a YSK’ê tenê du saet mabûn. Lê li ser medyaya civakî hatibû belavkirin. Ji min re got ser xêrê be. Min jê pirsî bê ka ku dere. Ji ber ku bi sala ye her tim di deqeya dawî de golê diavêjin min. Got; ‘Amed.’ 
 
 Dema navê Amedê hat gotin hûn çi fikirîn? Ji ber ku hûn her carê dibêjin ku girêdaneke we ya taybet bi vê derê re heye.
 
Keyfxweşiyeke gelek mezin bû. Ez li bajarekê kurdan hatibûm nîşandan û ser her du çavan. Lê cihê Amedê pir cuda ye. Ji ber du sedeman; Amed cihekî pir taybet e. 23 sal berê min pirtûkeke bi navê ‘Bajarên Min’ weşandibû. Quds, ji bo min cihekî wisa bû. Bajarê dayika min Selanîk bo min cihekî wisa ye. Stenbol bo min cihekî wisa ye. Amed ji bo min cihekî wisa ye. Cihekî pir taybet e. 
 
Çavê her çar aliyên Kurdistanê li Amedê ye. Nebûye paytexta tu dewletan. Lê hem kurdên Başûr (Herêma Federe ya Kurdistanê), hem yên li Îranê, hem jî yên li Sûriye û Iraqê gelek pêşketin. Ez tevahiya pêşengên damezirîner ên wan deveran nas dikim. Ji Mam Celal Talabanî yê rehmetî heta Mesût Barzanî. Ji bo wan jî ya diyarker, Amed. Çavê wan her tim li vê derê ye. Ev der berê xwe bide ku derê, çi bike, ruh û zêhna her kesî jî li gorî vê derê teşe digire. Erdnîgariya Tirkiyeyê jî wisa ye. 
 
 Çavê her çar aliyên Kurdistanê li Amedê ye. Eyarê dide her çar aliyên Kurdistanê. Ez evîndarê bajarê Amedê me. Weke zarokê vê derê têm hesibandin. Madem ez zarokê vê derê me, madem wê demê dê bibim nûnerê wê, wê demê divê ez bikarim ji wan mirovan re bibim bersiv. 
 
Wan, bajarekî girîng û mezin e. Heta li Wanê jî çavê her kesî li Amedê ye. Colemêrg, devera herî dûr e. Lê hûn tiştekî bipirsin, dibêjin; ‘Ka em lê binêrin bê ka dê li Amedê çi bibe.’ Ev der, eyarê dide her deverê. Eyarê dide her çar aliyên Kurdistanê. Her wiha eyarê dide Tirkiyeyê. Em ji vê gotina bi nav û deng a Mesût Yilmaz vê rastiyê fêm dikin; ‘Rêya Brukselê ji Amedê re derbas dibe.’ Bruksel, devera herî rojava ya rojava ye. Nîvsaet piştre Ewropa diqede. Bruksel tê çi wateyê, tê wateya Yekitiya Ewropayê. Rêya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê ji Amedê re derbas dibe. Amed, cihekî wiha ye. 
 
Ji ber van sedeman jî namzetiya min a vê derê bo min bo cihê keyfxweşiyeke pir mezin. Min 40 alên emrê xwe da pirsgirêka kurd, hinek bedel dan ber çavan, hinek aktorên sereke yên erdnîgariya kurdan ji nêz ve nas kir. Peyvên Amed û parlamenteriyê dema li gel hev bi kar tînim, bo min cihê şanaziyeke mezin e ku jiyan xwedî wate dibe wê demê. Civaka herî wefadar a vî welatî kurd in. Namzetiya min a li bajarê ku ew bo xwe weke sembol dibînin, ez gelek bi kelecan kirim. 
 
Ji hêla din ve jî ez evîndarê Amedê me. Min navê ‘Evîna di dîtina ewil de’ lê kiribû. Cara ewil dema ez ji Wanê ber bi Dîlokê ve diçûm, di adara sala 1971’an de min Amed dîtibû. Weke min çendek roj berê di vekirina bûroya hilbijatinê ya li Sûrê de gotibû; her cara ez dikatim Amedê, ji bo min weke gihiştina hev a du evîndaran e. Ez niha weke zarokê vê derê me. Û ez ê niha bibim nûnerê wê. Di van sê rojên dawî de dema di nava gel de digerim, hezkirina wan a ji bo min, li hemû keyfxweşiyên min hesteke pir cudatir li min zêde kir; berpirsyartî. Madem ez zarokê vî bajarî me û dê bibim nûnerê wê; wê demê divê ez bikarim ji hezkirina van mirovan re bibim bersiv û xeyalên wan têk nebim. 
 
 Tê zanîn ku we di demên berê de perwerdeya bi zimanê kurdî dît. Piştî ku hûn bûn namzet, hûn cara ewil li Erxeniyê bi kurdî axivîn. Gelo sedemeke vê ya taybet hebû? 
 
Ez çima ji vî temenî şûnde xwe hînî kurdî dikim? Vê yekê eleqeya xwe bi temamî bi rêzgirtina min a li hemberî kurdan re heye. Ji ber ku ne diyar e bê ka dê bi kar bînim na na. Li rexekê kesekê ku bi pirsgirêka kurd û kurdan re ewqas eleqedar, li rexa din jî miletekê ku welatê min ji sedî 20 ji wan pêk tê. Ew zimanê min ê dayikê diaxivin. Lê ez zimanê wan nizanim. Em ji bo ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bidin kurdan, ji bo kurdî bibe zimanê fermî têdikoşin. Heke kesek rabe û pirsa; ‘gelo tu bi kurdî dizanî?’ bike, wê demê bersiveke ku tu bikarî bidî tune ye. Madem hûn ji bo mafên gelê kurd ewqas têdikoşin – di serî de zimanê kurdî- wê demê divê mirov rêzgir be û hînî zimanê wan bibe. Min dest bi dersan kir. Min 2 saet ders digirt. Lê min nekarî 7 salan qet bi kar bînim. 
 
 Ez çima ji vî temenî şûnde xwe hînî kurdî dikim? Vê yekê eleqeya xwe bi temamî bi rêzgirtina min a li hemberî kurdan re heye. Madem hûn ji bo mafên gelê kurd ewqas têdikoşin – di serî de zimanê kurdî- wê demê divê mirov rêzgir be û hînî zimanê wan bibe. 
 
Weke henekekê wiha dibêjim; 7 sal berê kurdiya min baştir bû. Lê ji ber kurdan qels bû. Digotin; ‘çima?’ Min jî digot; ji ber ku her tim bi min re bi tirkî diaxivin! Dema ez çûm Erxeniyê – ez nikarim bi dûvdirêjî li pêşberî girseyan biaxivim – ji nişkan ve hate bîra min. Heke ez li herêma kurdan bi wan re bi kurdî biaxivim, wê demê ew tişta ku jê re dibêjim rêzgirtin, şênbertir dibe. Wê kêliyê peyv nehate bîra min, min jî got ‘gît’ çawa dihat gotin. Gotin; ‘here.’ Li ser vê yekê min jî ji Tayyîp Erdogan re got; ‘Here Erdogan here, oxir be.’ Me karî ewqas xelas bikin. Dîmen, li ser medyaya civakî belav bû. Min jî got me baş kiriye. 
 
 Em bi navçeya Erxeniyê berdewam bikin. We di axaftina xwe de pênaseya rejîma zordest kir û we derî nîşanî îktîdarê da. Gelo hûn jî tev li nirxandina dê ev hilbijartin bibin dawiya AKP û Erdogan dibin an na?
 
Heke Erdogan biçe, dê AKP di nava çendek salan de ji hev belav bibe. Ji ber ku rejîma yekzilamî ye, partiya yekzilam e. Heke otorîteya wî ya li ser welêt têk biçe, dê partiya wî jî nekare xwe li ser pêyan bigire. Partiyên girêdayî şexsan, nikarin bêyî şexsan xwe li ser pêyan bigirin. Partiya Anavatanê, ANAP, DSP... Dê mîna wan partiyan, AKP jî nemîne. Lewma divê Erdogan têk biçe. Îxtîmalek dê Erdogan têk biçe. Tespîta min ev e; ev rejîm di karesata erdhejê de di bin kavilan de ma. Mimkin nîne ku bikare ji bin van kavilan derkeve. Divê hîleyên pir mezin bike ku ev jî ewqas hêsan nîne. Dê vê biceribîne. Lê muxalefet gelek berfireh bûye, bertekên gel pir mezin in ku dê êdî hîleyên wan jî bi kêrî pênc qirûşan neyên. An jî dê li fîrikê bide û li dijî cihekî şer bide destpêkirin. Divê rewşeke pir awarte derxîne. Ji bo wê jî demekî pir kin ma. Heke nekare vê bike, mimkin nîne ku têk neçe. Dê rejîma wî jî li gel wî têk biçe û îxtîmaleke ku em di 15’ê gulanê de li Tirkiyeyeke nû hişyar bibin. 
 
 Ev salên dûvdirêj in hûn li ser pirsgirêka kurd diaxivin, nivîsan û pirtûkan dinivîsin. Gelo ev hilbijartin ji bo pirsgirêka kurd û çareseriya wê tê çi wateyê? 
 
Ya yekemîn; heta ku Erdogan hebe dê pirsgirêka kurd bi tu cihekî ve neçe. Çendek roj berê Selahattîn Demîrtaş digot; ‘Erdogan, ji bo kurdan rûpeleke tarî ye ku dê tu carî neyê vekirin. Û ew rûpel hatiye girtin.’ Dema hûn dibêjin Erdogan, di heman demê de wiha dibêjin; Ev rejîm, rejîmeke pir neteweperest û êrişkar e. Ya ku hêmanên vê rejîmê bi hev re girê dide jî dijminatiya kurdan e. Ewqas dijminatiya kurdan dikin ku ji bo pêşîlêgirtina avadaniyeke kurdan a li Sûriyeyê, êrişî kurdan li Sûriyeyê dike. Ji ber vê yekê bi DYA’yê re pirsgirêkên mezin dijî. DYA, sîwaneyeke leşkerî bo kurdên wê derê çêdike lewma jê re dibêje; ‘Tu çawa dibî şirîkê minî. Ev pirsgirêk, ji bo min pisgirêkek man û nemanê ye.’ Heke kurd nebin, AKP û MHP nikarin bi hev re vê rejîmê ava bikin û bidomînin. Heke ev rejîm bimîne dê li ser navê çareserkirina pirsgirêka kurd tu tiştek çênebe. Ji ber ku tişta ev ji pirsgirêka kurd fêm dikin ev e; divê kurd bên eciqandin. Dixwazin kurdan tune bikin.
 
 Heke ev rejîm bimîne dê li ser navê çareserkirina pirsgirêka kurd tu tiştek çênebe. Ji ber ku tişta ev ji pirsgirêka kurd fêm dikin ev e; divê kurd bên eciqandin. Dixwazin kurdan tune bikin. Divê piştî çûna Erdogan ev mijar bê nîqaşkirin û bingeha wê bê avakirin.  Ji bo dareke ku hûn li axê diçînin şîn bibe, divê hûn av bidin û ji bo wê tav lazim e. Hewcehî bi avhewa heye. 
 
Dema em ji vî alî ve nêz dibin, gelo dê di çareserkirina pirsgirêka kurd de pêşketin çawa bibe? Şertê ewil; çûna Erdogan e. Şerê duyemîn; hilweşandina rejîma AKP-MHP’ê ye. Piştre jî dikare di çareserkirina pirsgirêka kurd de pêşketin çêbibe. Ev pirsgirêk, pirsgirêkeke zehmet e. Di yek du rojan de çareser nabe. Tiştekî baş e ku li meclisê bê çareserkirin. Di vê mijarê de Kemal Kiliçdaroglû, Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li ser mitabiq bû. Ev destpêkeke baş e. Lê ji bo ku li ser mijarê were axaftin, divê ji ewil Erdogan biçe û piştre jî mercên wê bên amadekirin. Ji bo dareke ku hûn li axê diçînin şîn bibe, divê hûn av bidin û ji bo wê tav lazim e. Hewcehî bi avhewa heye.  Hûn nikarin tiştekî li ser botenê biçînin. Divê hûn axê peyda bikin ku tovik li ser bireşînin. Heke wisa çêbû jî dê Tirkiye asayî bibe. Dê bibe destpêka demokratîkbûnê. Pîvana vê jî ew e ku hemû siyasetmedarên kurd werin berdan, dawî li rejîma qeyûman bînin. Divê siyasetmedarên kurd ên li derveyî bajar li sirgûnê bikarin vegerin. Ya ku em ê ji vê rewşê fêm bikin jî dê ev be; Tirkiye asayî dibe, bingeha demokratîkbûnê çêdibe. Piştî van mercan hûn dikarin êdî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd biaxivin. 
 
 Gelo pirsgirêka herî dijwar a welat ku ev pirsgirêk e wê bi kîjan muxatab û li ser kîjan zemînê were çareserkirin? 
 
Pirsgirêka kurd pirsgirêkek pir alî ye. Di nava demê de êdî kevnare bûye. Lewma ye ku çareseriya wê jî ne pir hêsan e. De hadê em çareser biki; Em bêjin nûnerên CHP’ê û Partiya Çepên Kesk rûniştin, Alî Babacan dê îtîraz neke, Partiya Pêşerojê dê îtîraz neke û dibe alîkarî jî bikin. Partiya Saadetê jî neyînî nêz nabe. Em bêjin ku piştî hilbijartinê Partiya ÎYÎ helwestek cuda jî nîşan bide. Temam baş e wê demê em biaxivin û çareser bikin. Baş e em ê ji têkoşîna çekdarî ya kurdan çi bikin? Bi salane ew li serê çiya ne. Demek hat behskirin ku wê dest ji çekê berdin. Heta hin hewldan jî çêbûn. Ji ber ku ev hewldan bi dilek nîvçe dihat kirin, ji berk u rehendên pirsgirêkê baş nehat têgihiştin otorîteya siyasî di nîvî de hişt. Pirsgirêk hin bêtir kûr bû. Heta ku şert û mercên danîna çekan neyên mîsogerkirin dê nebe. Heta ji bo berdana çekan divê muxatab bên girtin. Dibe ku hin şertên wan jî ji bo berdana çekan hebe, tu yê çi bêjî? Wê wek her tim gotin û daxuyaniyên xwe klasîk bêjin, ‘çekan berdin, werin teslîmî edaleta tirk bibin, em ê we bi darizînin, bikevin girtîgehê, çi were serê we jê razî bin’? Ji bo çi, ji bo berdana çekan… Jixwe çareseriyek wiha eletewşî nabe. Kî wê çima çekan berdin. Ji bo ew dest ji çekan berdin divê hin geşedanên ku wê mîsoger bike û gavên mîsogerkirî bên avêtin. 
 
Îsabeta vê meseleye ew e ku yanî divê pirsgirêka kurd di bin sîwana Meclisê de were nîqaşkirin û çareserkirin. Tenê bi partiyên siyasî jî nabe. Partî tenê ji bo çareseriyê têr nakin. Wekî din jî muxatabên vê pirsgirêkê hene. Hûn neçarin wan muxataban jî di quncikek hişê xwe de bicih bikin. Hûn neçarin wan muxataban jî wek aliyên diyalogê tev li pêvajoyê bikin. 
 
 Aktor û muxatabê herî girîng ê pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan tê zanîn û tecrîda li ser wî didome. Bi salane ne parêzer û ne jî malbata wî nikare li gel wî hevdîtin bike. Gelo ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêwîstî bi vekirina deriyên Îmraliyê nîne? 
 
Şertek asayîbûnê jî rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Tecrîd jî rê li ber asayîbûnê digire. Dikarim vê bêjim, wê deriyên girtîgehan bên vekirin, wê deriyên Tirkiyeyê jî li yên sirgûnê re vebibin, dê dawî li sepanên qeyûman bê anîn û tecrîd rabe. Dê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. Heta ku ev nebin ne mimkûn e ku asayîbûn çêbibe û kes nikare pirsgirêka kurd jî çareser bike. 
 
Gelo Abdullah Ocalan muxatab e? Jixwe Tayyîp Erdogan wî muxatab girt. Ji sala 2013'an heta sala 2015’an gelek ûnsûrên di nav dewletê de çûn pê re hevdîtin kirin. Wek li Osloyê 11 caran pê re hevdîtin kirine, ne hevdîtinên veşarî bûn jî. Serokkomar bi xwe got, “em bi Îmraliyê re rûdinên, hevdîtin dest pê kirin û em pêvajoyek aştiyê ya nû didin destpêkirin.” Ev serkeftinek girîng e. Em ne mecbûr in ku Amerîkayê ji nû ve kifş bikin. Çiy anî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin? Belê hevdîtin hat kirin. Em behsa tiştek ku qet nebûye nakin. Baş e gelo ev hevdîtin ji bo ku Abdullah Ocalan çêdikir bi dawî bû? 
 
Şerteke din a asayîbûnê jî rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Hûnê bi baskê çekdar re biaxivin ka çek çawa tê berdan. Ya herî girîng jî hûn ê tecrîda li ser kesê ku pêşengê vê tevgerê ye rakin û pê re hevdîtinê bikin. We berê hev dît. Em dikarin bi pêvajoyeke ku ev hemû pêk werin ber bi çareseriya pirsgirêka kurd ve biçin.
 
 KCK’ê bi wesîleya erdhejê biryara bêçalakatiyê girt lê paşê ragihand ku vê biryarê heta piştî hilbijartinê dirêj kiriye. Lê belê ev pêvajo nehat nirxandin. Gelo niha ji bo ev bêçalakatî nekeve valatiyê divê nêzîkatiya partiyên siyasî û bi taybetî muxalefeta ku dibêje ez bibim îktidar çawa be? 
 
Wisa xuya dike ku ew ê xwe nexin bin vî barî. Derdê wan ew e ku xwe bigihînin vê hilbijartinê. Heke ku Partiya Çepên Kesk bi awayek xurt biçe Meclisê û tesmîliyeta xwe ava bike, ev girîngiyek awarte ye. Em navê hin tiştan lê bikin; Di nava çend rojên dawî de hest û tecrûbeya min li Amedê wergirt bêjim. Ev tevgerek gel e. Hûn dixwazin bêjin HDP an jî bêjin Partiya Çepên Kesk. Li ber çavê min û li ber çavê her kesî tevgera gel heye. Ne tu tesmîliyet. Heke ku Partiya Çepên Kesk biçe Meclisê tê wê maneyê ku tevgera gel diçe Meclisê. Qeweta tu partiyê wek ya Partiya Çepên Kesk nîne. Çimkî ew tevgera gel tesmîl nakin, ew hilbij3eran temsîl dikin. Em vê tevgera gel temsîl dikin. Ev tevger tam jî alî û îskeletê vê meseleye ye. Lewma divê ev pirsgirêk ji aliyê muxalefetê ve jî rast were xwendin û baş were têgihiştin. Lewma jî di vî warî wezîfeyek mezin dikeve ser milên me. 
 
Ez li gorî ku dawî li rejîma AKP-MHP’ê hatiye dibêjim. Heke xwediyên rejîma nû alîgir in ku pirsgirêk li ser qada Meclisê were çareserkirin, wê demê divê em wekî Partiya Çepên Kesk rave bikin û wan razî bikin ka ev çawa dibe. Dive ew werin qanihkirin. Em dikarin wî karî jî bikin. Hê Tifaqa Millet xwe nêzî meseleyê nekiriye. Lê em dikarin wan nêzî meseleyê bikin. Aliyê herî girîng ê Partiya Çepên Kesk ev e. Ev aliyê girîng çiye; wê bibe hêza mifteya Parlamenteya Tirkiyeyê ya nû. Yanî wê bibe hêza mifteya çareseriya demokratîkkirina Tirkiyeyê. Wê bibe mifteya guhertina li Tirkiyeyê. Çimkî heke li parlamentoyê hêza Partiya Çepên Kesk nebe, ne mimkûn e ku li aliyê Tirkiyeyê gav werin avêtin. Pêwîste ku Tifaqa Millet ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên rast biavêje. Divê ku rê û rêbazên rast werin ceribandin. Ji bo vê jî rola Partiya Çepên Kesk gelek girîng e. 
 
 Em dîsa vegerin ser hilbijartinê, partiya we 100 parlamenter daniye pêşiya xwe, bi rojane hûn li qadê ne, li qadê rewş çawa ye, hûn rojnamevanek xwedî ezmûn in, gelo texmîna we ya ji bo hilbijartinê çiye? 
 
Dema em li Amedê dinêrin em ê 600 parlamenteran derxin (dikene). Heke pêkhateyên tifaqê bi lîsteyên cuda neçûna hilbijartinê, dibe ku me 112 parlamenteran bi dest bixista. Hin kes dibêjin, 75 parlamenter. Hin kes jî dibêjin 80-82 parlamenter. Lê belê texmîna min ew e; pêlek ku wê îktidarê serûbin bike tê. Gelek normal e ku em derdora 90-100 parlamenteran bi dest bixin. Yên mayî jî bila tifaq parî bikin. 
 
 Li gorî rewşa ku tê xuyakirin hûnê di heyama nû de hûnê li parlamentoyê bin, hûn wek parlamenterekî hedefa we çiye? Armanca we çi ye û hûnê li ser kîjan mijaran bisekinin?
 
Heke ez bêm hilbijartin ez ê nûnertiya rûmeta Amedê bikin. Tişta ku ji min tê hêvîkirin, ez wiha rave bikim; Partiya Çepên Kesk ango HDP ev partiyên têkoşînê ne, ne tenê partî ne. Tevgera gel bi xwe ye. Lewma em endamên partiyeke ku kevneşopiya wê têkoşîn e. Bi vê ferasetê em ê di Meclisê de cihê xwe bigirin. Em ji bo têkoşînê ne ku bibin parlamenter û em diçin wir. Ji bo têkoşîna aştiyê, ji bo têkoşîna demokrasiyê. Ji bo vê yekê gel nûnertiya xwe dide me. Di serdema qanûnçêkirina ya bê de serdemek ku em ê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimînin. Dema em biçin wir, ez jî dizanim ku; Pêvajoyeke ku em ê têde bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimînin. Ya ku li wir ji min tê hêvîkirin ev e ku bi zanîna ku min heya niha berhev kiriye, rolên ku dê di nav plansaziyek stratejiyek guncan de bikevin destê min. Weke soz, sozek ji bo Amediyan, ku ez bibim wekîlê wan, dikarim vê bêjim; Ez ê qet tu carî we nedim şermê, ez ê nehêlim ku serê we bê tewandin, ez ê vî bajarê rast û leheng, bajarê êşdar, lê serbilind, bi rûmet, hay ji taybetmendiyên wê hebim û hewl bidim ku temsîl bikim. 
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

24/04/2023
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin