Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN

  • rojane
  • 16:15 19 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê bi coşeke mezin bûroyên hilbijartinê hatin vekirin. Di axaftinên vekirina bûroyan de bang li gel hate kirin ku xwedî li dengên xwe derkevin û peyama têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê hate dayîn. 

 
Ji hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Parlamenteran re 26 roj man. Yek ji van partiyên xwe herî xurt ji bo hilbijartinan amade dikin Partiya Çepên Kesk e. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk bênavber dixebitin û coş û enerjiya wan li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bûye. Namzet tev li vekirina buroyên hilbijartinê bûn, serdana gel û dikandaran kirin. 
 
SÊRT  
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Sêrtê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Sêrtê Eşref Tekîn û Emîne Aşkara û şandeya li gel wan serdana esnafên hala fêkî û sebzeyan kirin. Dikandaran şandeyê bi kêfxweşî pêşwazî kir. 
 
Dikandarek banga piştgiriya bo namzetan kir û got: “Em jî li çep û rastê xwe dixebitin.” 
 
Dikandarek din jî bi xêrhatina şandeyê kir û got: “Înşelah em ê her sê nazmetên xwe jî bişînin Meclisê.” 
 
Dikandarek din jî wiha got: “Serkeftin, em amade ne. Serokatiya şaredariyê ji destê te girtin lê belê em ê te wek wekîl bişînin Meclisê.” 
 
XARPÊT
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Xarpêtê jî li taxa Hîcretê buroya hilbijartinê vekirin. Gelek ciwan beşdarî vekirina buroyê bûn. Namzetên Partiya Çepên Kesk Savaş Erdogan û Sultan Yaray axaftinên kurt kirin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê. Jinan û namzetan kurdeleyê birîn û buroyê vekirin. 
 
MELETÎ
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Erxevan a Meletiyê bûroya hilbijartinê vekir. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Meletiyê, endam û rêveberên partiyê û gelek şeniyên navçeyê tev li vekirina bûroyê bûn. Beriya vekirina bûroyê girse tevî namzetên parlamenteriyê yên bajêr li navçeya Erxevanê tax bi tax geriyan û gelên navçeyê vexwendin vekirina bûroyê. Şande, ji hêla gel ve bi coş hate pêşwazîkirin. 
 
Gelek şeniyên navçeyê li ber avahiya bûroyê kom bûn. Welatiya alayên Partiya Çepên Kesk li ba kirin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Navçeya Erxevanê bi rengên Partiya Çepên Kesk hate xemilandin û bûroya hilbijartinê di nava çepik, tililî û dirûşman hate vekirin. 
 
ŞIRNEX
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Elkê ya Şirnexê bûroya hilbijartinê ya ciwanan vekir. Namzetên Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal Aslan, Bedirhan Osal, endam û rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên bajar, aktîvîstên TJA’yê û bi sedan welatî tev li vekirina bûroya hilbijartinê bûn. Beriya vekirina bûroyê, welatiyan li pêşiya bûroyê li ber dahol û zirneyê xelekên govendê gerandin. 
 
‘EV GAVEKE NÛ YE’
 
Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal Aslan di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û wiha got: “Mirov bi zimanê xwe, ava xwe, axa xwe û nasnameya xwe bi rûmet e. Lê bi van êrîşan dixwazin ku civaka me bêrûmet bikin. Lê gelê me li dijî van êrişan zêdetir xwedî li nasnameya xwe û çanda xwe derdikeve. Em dizanin bêtehemûliya wan, tirsa wan ji qirêjiya wan tê. Li dijî vê qirêjiyê me têkoşineke mezin da. Me di malên xwe de, li kolanên xwe û li girtîgehan bedelên giran dan. Lewma ev gav, gaveke nû ye. Em ê çareseriyeke mayînde bînin. Divê em bi vê hişmendiyê nêzî hilbijartinan bibin. Divê em bizanin ku her dengek dê ji bo girtîgehan û Îmraliyê be. Divê em bi hejmareke gelek mezin bikevin parlamentoyê û 15’ê gulanê bi jiyaneke demokratîk rabin.”
 
‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’ 
 
Bedirhan Osal jî got ku divê ku gel di vê pêvajoyê de bi erka xwe rabe û wiha domand: “Bi salane êrişî çand, ziman û nasnameya me dikin. Heta ku êrişî miriyên me jî kirin. Lê gelê kurd li dijî van êrişan serê xwe netewand û me tekoşîna xwe mezintir kir. Em ne mecbûr in ku 5 salên din jî di vê taristanê de bijîn. Em ê bi şev û roj di xebatên hilbijartinê de cih bigirin. Em ê di 14’ê gulanê de hesaba her tiştê ku ji me hatiye standin bipirsin.”
 
Piştî axaftinan, bûroya hilbijartinê di nava tililî û çepikan de hate vekirin. 
 
Şande, piştre jî derbasî bajarokê Dêrahînê bûn. Li vir jî namzetan govend gerandin û axaftinên kin kirin. Namzetan qala girîngiya hilbijartinan kir û bang li gel kir ku xwedî li dengên xwe derkevin. 
 
Piştî axaftinan bûroya hilbijartinê hate vekirin. 
 
AMED 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi şandeya namzetên parlementeriyê, Ceylan Akça, Mehmet Emîn Aktar, Azad Bariş û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Abbas Şahîn, parlameterê HDP’ê Îmam Taşçier rêxistinên DBP'ê û HDP'ê yên navend û navçeyan li bazara çarşemê ya navçeya Yenîşehîrê namzetên partiyê dan nasîn. Şandeyê kesên li bazarê silav kirin û belavok belav kirin.
 
Li aliyê din şandeya ku namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên jin yên Amedê, Adalet Kaya û Halîde Turkoglû, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Tekîn Sakik û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de serdana gundê Gozelî yê navçeya Peyasa Amedê kir. Dema ji hêla şandeyê ve belavok hatin belav kirin, şêniyên gund ji bo serkeftinê diayan kirin. 
 
Namzetan guhdariya pirsgirêkên şêniyên gund kirin. Dû re dengê çepik û tilîliyan li gund bilind bû û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî Berxwedana Zîndanan” , “Jin jîyan Azadî” hat berz kirin.
 
ÇEWLIG
 
Partiya Çepên Kesk li navenda bajêr ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê bi gel re civiya. Namzetên parlementeriyê yên Çewligê yên Partiya Çepên Kesk Cemîle Tûrhalli, Farûk Aris û Omer Farûk Hulakî û Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemîr û  Hevserokê HDP'a Çewligê Feyzî Şahanoglû tevlî civîna bi gel re bûn. 
 
Di civînê de namzeta parlementeriyê Cemîle Tûrhalli got: "Ez gelek bextewar im ez beşdarî ve civînê bû me û bi were me. Em li vir bi coş in û kelecana gelê xwe his dikin. Kesek bi tena serê xwe bê wate ye û wateya bi tenêtiyê tune ye. Em ne bi tenê ji bo kesayeta xwe li vir in. Em ji bo hebûna neteweya xwe li vir in û em ê hemû bi hev re li vî welatî bi ser bikevin. Em ê dest bi dest, mil bi mil bi hev re bi ser bikevin."
 
Namzetê parlementeriyê Farûk Aris jî got: "Li pêşiya me hilbijartineke gelek girîng heye. Ger em bi awayekî bi hêz herin parlementoyê dê qezencên me hemû xurt bin. Ger em di vê hilbijartinê de jî vê desthilatê neşînin dê faşîzm li her derî fermî bibe."
 
Piştî civîna bi gel re partiyî heya buroya hilbijartinê ya li taxa Beşyolê meşiyan. 
 
DÎLOK
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Onat Kûtlû ya navçeya Şehîtkamîl buroya hilbijartinê vekir. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dîlokê, namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk, Dayikên Şemiyê û bi sedan kes tevlî vekirinê bûn. Di vekirinê de bi coşeke mezin dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” hat berzkirin.
 
Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Avnî Bînîcî di vekirinê de axivî û diyar kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de dawî li desthilatdariiya AKP-MHP’ê bînin û got: “Hin xeyalan dikirin. Digotin li vî welatî êdî tu kes nikare qala wekhevî û azadiyê bike. Em ê AKP-MHP’ê ku van xeyalan dikirin, biavêjin ser çopa dîrokê. Em ê mil bidin milê hev û 14’ê Gulanê veguherînin govenda aştiyê.”
 
Piştî axaftina Bînîcî dirûşmeyên “AKP wê hesabê bide gel” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.
 
Parlementerê HDP’ê yê Wanê û Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Mûrat Sarisaç diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê, hilbijartinên hesab xwestinê ye. Damezrandina sedsala bê ye."
 
Sarisaç destnîşan kir ku divê ewlehiya sindoqên hilbijartinê bên parastin û wiha got: “Divê her kes xwedî li dengê xwe derbikeve. Ji bo bûyîna erkdarê sindoqê divê serî li partiya me bidin. Sedsala pêşiya me wê bibe sedsala jiyana hevpar a wekhev. Wê bibe bihara tevahiya Tirkiyeyê."
 
Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sevda Karaca jî wiha got: “Em baweriya xwe bi gelê xwe tînin ku wê ji bo hilbijartinan bixebitin. Dengê tifaqa ked û azadiyê wê li hemû kolanan deng vede.”
 
 
 

Sernavên din

24/04/2023
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin