Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin

  • rojane
  • 16:33 19 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê di civîna gel a Partiya Çepên Kesk a Licê de axivî, wiha got: “Heqîqet li Îmraliyê ye. Em ê Îmraliyê bigirin û Ocalan azad bikin.”
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Licê ya Amedê bi gel re civiya. Namzetên parlamenteriyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztruk, rojnamevan Cengîz Çandar, Sorgul Aytek û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Hişyar Ozsoy beşdarî civîna gel bûn. Hevjîna Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, Başak Demîrtaş jî bi namzetan re bû. Beriya civînê bi konvoya wesayîtan li bajêr tûr hate avêtin. Di rê de ji konvoyê her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin. Welatiyên li derdorê jî bi îşaretên serkeftinê û tilîliyan namzet silavkirin. Namzetên piştî tûra bajêr hatin qada buroya hilbijartinê ya bi alên Partiya Çepên Kesk hate hilbijartin, li vir bi awayekî bicoş hatin pêşwazîkirin. 
 
DEMÎRTAŞ: LICÊ DÊ DESTANÊ BINIVÎSE
 
Başak Demîrtaş a bi awayekî bicoş girse silav kir wiha got: “Van rojan yek heye ew jî ji Selahattîn re dibêje ‘Selo’. Bawer im ew jî veşartî ji Selahattîn hez dike. Bi salan e zilmê li gelê me dike, dixwaze van veşêre. Bi salane bi awayekî neheqî siyasetmedarên me li hundir radigirin lê gelê me li ber xwe dide. Em ê serî li ber heqaretên desthilatê netewînin. Em ê di 14’ê Gulanê de Partiya Çepên Kesk mezin bikin, em ê ji bo partiya xwe bi awayekî xurt bişînin Meclisê bi hemû hêza xwe bixebitin. Ya dikeve berê me em layiqî serkeftin û berxwedana Licê bin ne wisa? Bi milyonan hevalên ciwan wê îsal deng bikarbînin. Ji bo ku em di sindoqan de bi awayekî xurt serbikevin em nebêjin ‘Êdî bes e’? Licê xwedî li zarokên xwe derket, Licê li ser pêyan e. Licê çavkaniya me ya serbilindiyê ye. Di 14’ê Gulanê de Licê dê dîsa destanê binivîse.”
 
ÇANDAR: EM Ê ZILMÊ BI DAWÎ BIKIN
 
Namzetê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çandar jî gel bi kurdî silav kir û wiha got: “Licê tu deman ji zilmê re serê xwe netewand, li ser piyan sekini. Zarokên ku di 22’yê Cotmehê de li qadan bûn ewên ku niha ev qad tejî kirine. Rêyeke rast a Licê nîne, qeyûm paşguh kiriye. Ev zilm hêj li ser me hemûyan berdewam dike. Ji bo ku em di 14’ê Gulanê de ji vê zilmê re bêjin bes e em ê biçin Meclisê. Em ê kesên di girtîgehê de dîl tên girtin derxînin. Heke em Demîrtaş, Kişanak û Tûncel neînin vir bila ew Meclis ji me re heram bibe. Lê ne tenê wan kesên ku neçar man axa xwe terk kirin heke em neînin bila ew Meclis ji me re heram be. Hêza ku em ji we digirin em ê vê zilmê bi dawî bikin, em ê bikevin rêya Enqereyê. Em ê bi hev re serbikevin.”
 
OZTURK: LICÊ DILÊ KURDISTANÊ YE
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê pişt re axivî, girîngiya Licê ya ji bo Kurdistanê destnîşan kir û wiha got: “Licê dilê Amedê ye. Serkeftina me dê weke berxwedana Licê be. Gelê me yê hêja van sond xwaribû, di sala 2014’an de plana çokdanînê xistin meriyetê. Gotin ‘em ê vê carê xelas bikin an jî em ê bikin kurdên ku em dixwazin’. Planeke ku nekirin neman. Her derê Kurdistanê talan dikin, çekên kîmyewî bikartînin. Dixwazin pêşiyê li me bigirin, Rojava, Efrîn cihên aştî lê heye didin DAÎŞ’ê. Em weke gelê kurd û tirk bi hev re ne lê ev pergal dijminê ziman, çand û nasnameya kurdan e. Em ê di 14’ê Gulanê de ji wan re bêjin na. Em ê vê pergalê bişînin sergoyê dîrokê.”
 
‘HEQÎQET LI ÎMRALIYÊ YE’ 
 
Ozturk, bal kişand ser polîtîkayên înkarê yên li dijî kurdan û wiha berdewam kir: “Derdê me bi vê pergalê re heye. Bi sedan salan e em bedel didin, can didin lê berxwedana xwe didomînin. Hûn nikarin ji gelekê re ‘bêjin nasnameya xwe înkar bikin’. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe ne aborî ne jî tu pirsgirêkên din nayên çareserkirin. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin. Xwestin Girava Îmraliyê bidin ji bîr kirin lê nebû. Fikrên Birêz Ocalan îro ne tenê li Kurdistanê ji bo hemû gelan bûn hêvî. Heqîqet li Îmraliyê ye. Îro demokrasî û mafên mirovan û vîna gel di bin tecrîdê de ye. 2 sal in nikare bi kesê re hevdîtinê bike. 14’ê Gulanê ji bo me hilbijartineke dîrokî ye ji ber vê her deng û her rey girîng e. Wê reyek ji bo aştiyê be. Em ê Îmraliyê bigirin û Ocalan azad bikin.”
 
Di dema axaftina Ozturk de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” hatin berzkirin. 
 
Namzeta din Sorgul Aytek jî destnîşan kir ku li dijî kesên çanda kurdan tune dihesibînin divê bi hev têbikoşin û wiha got: “Em ê tax bi tax kolan bi kolan mal bi mal bigerin, daxwaza azadiyê ya gelê xwe veguhêzin 14’ê Gulanê. Em ê qeyûman di sindoqan de bihêlin û bişînin Enqereyê. Heta ku ziman û çanda me azad nebe xew li me heram e. Em ê di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de serkeftinê bi hev re pîroz bikin.”
Piştî axaftinan şande bi tilîliyan buroya hilbijartinê vekir. Civîna gel bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

24/04/2023
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin