Rapora girtîgehên Behra Reş: Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin

  • rojane
  • 17:05 19 Nîsan 2023
  • |
img
WAN - Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, OHD û TUHAY-DER’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Behra Reş eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku hemû mafên girtiyan tên binpêkirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Behra Reş eşkere kir. Daxuyanî li avahiya Baroya Wanê hate dayîn. 
 
Parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û rêveberên TUHAY-DER’ê tev li daxuyaniyê bûn. Rapora girtîgehan ji hêla parêzerê OHD’ê Mehmet Fettah Keleş ve hate xwendin. Hat diyarkirin ku rapor li ser daxwaza malbatên girtî û hikûmxwaran hatiye amadekirin. 
 
Keleş da zanîn ku li ser daxwaza malbatan çûne serdana Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê, Girtîgeha Zarokan a Kavakê, Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, Girtîgeha Tîpa Me a Bayburtê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê û Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê û bi girtiyan re hevdîtin kirine. Bi domdarî Keleş, diyar kir ku rapora xwe di encama agahiyên ji hevdîtinên bi girtiyan re, hevdîtinên girtiyan ên li ser telefonan bi malbatên xwe re kirine û name û faksên girtiyan ji parêzerên xwe re şandin kom kirine, hatiye amadekirin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA T A BAFRAYÊ
 
Têkildarî Girtîgeha Bafrayê Keleş ev agahî dan: “Girtî dema ji bijîşkê li revîrê dixwazin sewqî nexweşxaneyê bên kirin, di dema sewqkirinê de cendirme lêgerîna nava dev lê ferz dikin û girtiyên vê sepanê red dikin jî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Ji ber vê rewşê, hinek girtiyên nexweş ev 2 sal in naçin nexweşxaneyê. Her wiha li girtîgehê girtiyên nexweş ên rewşa giran hene, li revîra girtîgehê tenê derman tên nivîsandin, dermanên hatine nivîsandin dereng tên, lijneya çavdêriyê bi awayekî keyfî berdana girtiyan taloq dike, girtiyên ku ev 30 sal in di girtîgehê de ji ber ku sepana ‘poşmantiyê’ qebûl nakin nikarin ji mafên xwe yên berdana bi şertê kontrola edlî sûd bigirin, mafê nepeniya hevdîtina parêzer-miwekîlan tê binpêkirin, rêveberiya girtîgehê dest dane ser pirtûkên girtiyan û paşve nade, lêgerînên li qawîşan zêde kirine û li derveyî armancên xwe tên kirin. Rojname, pirtûk û TV’yên muxalîf tên astengkirin, bihayê tiştên kantînê pir zê de ye, nameyên bi kurdî nayên dayîn, di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî tê ferzkirin, tenê girtiyên edlî dikarin ji mafê hevdîtina telefonê ya bidîmen sûd bigirin, çalakiyên sosyal hatine bisînorkirin, fatûreyên zêde yên ceyranê tên birîn, peywendiya qawîşan a bi qawîşên din re hatiye qutkirin. Ev agahî ji me re hatin ragihandin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA L A GÎRESÛNÊ
 
Sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyê dereng tên kirin, lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin, girtî tenê dikarin bikevin revîra girtîgehê û mafên wan ên tenduristiyê tên binpêkirin. Sewqên girtiyên nexweş ên weke Şehmûz Koç, Yahya Guneş, Aydin Genç, Mehmet Dalga, Hamdîn Çîçek Mehmet Çaldirici, Ahmet Zenger, Mehmet Emîn Susin, Bahrî û girtiyên din ên ji bo nexweşxaneyê nayên kirin. Her wiha nikarin mafên xwe yên tenduristiyê bi kar bînin. Di heman demê de ji ber ku dosyayên Erkan Benlî û Ekrem Alaca teqez bûne, derbasî statûya hikûmxwaran bûne lê li hucreyên li aliyê girtiyên edlî tên ragirtin..
 
ÎNFAZ TÊN ŞEWITANDIN
 
Cezayên disiplînê li girtiyan tên birîn. Girtiyên siyasî li bloqên cuda û li deverên ji hev dûr tên ragirtin. Hatine îzolekirin û nikarin tu çalakiyên civakî bikin. Her wiha li Girtîgeha Espiyeyê bihayê tiştên kantînê pir zêde ye, xwarin kêm tên dayîn û bi tendurist nînin. Li qawîşên bo 8 kesan 21 girtî tên ragirtin, hinek girtî li erdê radizên, girtiyê bi navê Îsa Aslan rastî êrişa gardiyanan hat û hate derbkirin, derheqê girtiyên li vê qawîşê dimînin de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin, girtî li ser telefonên xerab hevdîtinan dikin, di dema hevdîtinan de girtî dengê kesên li hember pir kêm dibihîsin, lijneya çavdêriyê înfazên girtiyên bi navên Emîn Edemen, Îzzettîn Sevîlgen, Ahmet Zenger, Mehmet Aktaş, Asim Demîr, Ercan Îşcan û Serkan Erkuş ji bo 6 mehan taloq kiriye û hinceta vê yekê jî weke îdiaya ‘veqetîna wan a ji rêxistinê nehatiye tespîtkirin’ hatiye nîşandan. Ev agahî bi me re hatin parvekirin.”
 
GIRTÎGEHÊN TRABZON, BAYBURT Û RÎZEYÊ
 
Keleş, da zanîn ku gelek binpêkirinên li girtîgehên din tên kirin, li Girtîgeha Beşîkduzuyê tên kirin û wiha domand: “Rêveberiya girtîgehê bêyî ku sedemekî nîşan bide, daxwaznameyên girtiyan ên ji bo wezaret û saziyên din desteser dike, cendirmeyên ku di dema sewqkirina nexweşxaneyê de li gel girtiyan dimînin, bi israr dixwazin ku tedawî bi awayekî kelemçekirî were kirin lewma daxwazên revîr û nexweşxaneyê yên girtiyan nayên pêşwazîkirin, ji ber van binpêkirinên rêveberiya girtîgehê jî girtî ji tîrmehê heta niha bi awayekî dorveger di greva birçîbûnê de ne û her 5 rojan carekê komeke cuda dikeve grevê. Lê hat ragihandin ku girtiyan ji ber erdhejên Mereşê dawî li vê çalakiya xwe anîne.” 
 
Bi domdarî Keleş anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê û Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê jî li revîr û nexweşxaneyê tedawiya destkelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin, xebatên hevpar ên girtiyan bi temamî hatine bisînorkirin, destûra mafê sihbetê û spora hevpar nayê dayîn, dest danin ser nameyên girtiyan, rûpelên kêm tên dayîn, înfazên girtiyan tên şewitandin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA S A KAVAKÊ
 
Têkildarî Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê jî Keleş ev agahî parve kir: “Girtiyên ku ji ber erdhejên Mereşê li vir hatin sewqkirin, di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatin. Destûr nehat dayîn ku girtî tiştên xwe bi xwe re bînin. Li revîra girtîgehê bijîşk tune ye, xebatkarên girtîgehê li dijî girtiyan provakasyonan dikin, li qawîşên bo 3 kesan 4 kes dimînin, di dema hejmartinên rûtîn ên rojane de li girtiyan ferz dikin ku rabin ser pêyan, derheqê girtiyên ku hejmartina ser pêyan red dikin de lêpirsînên disiplînê tên destpêkirin, destûra sihbetê û spora hevpar nayê dayîn.” 
 
Di encamnameya raporê de jî hat destnîşankirin ku divê rêgezên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî esas bên girtin û tavilê ev binpêkirinên mafan bi dawî bibin. Her wiha bang hat kirin ku derheqê kesên rê li ber van binpêkirinan vedikin de lêpirsîn were destpêkirin. 
 

Sernavên din

24/04/2023
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin