Li Giyadînê eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan

  • rojane
  • 17:23 19 Nîsan 2023
  • |
img
AGIRÎ - Civînên namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê yên Zêdikan û Giyadînê veguherîn mitîngê. Namzetê bajêr Sirri Sakik wiha got: “Mezinên we li vir dîrok nivîsand wê zarokên wan mezinan jî di 14’ê Gulanê de dîrokê binivîsin.”
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê Sirri Sakik, Nejla Demîr, Heval Bozdag û Zelal Yilmaz li navçeyên Zêdikan û Giyadînê bi gel re civiyan. Civînên navçeyan ku bi hezaran kes tev li bûn veguherîn mitîngê. 
 
ZÊDIKAN
 
Di civîna Zêdikanê ya danasîna namzetan hate kirin de namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik axivî. Sakik, anî ziman ku gelê kurd heta niha ji aliyê desthilatan ve tune hatine hesibandin û wiha got: “Ev bajêr bajarekî li dijî neheqiyan li ber xwe daye ye. Ez bi hin rûspiyan re axivîm, ditirsin lê ji mirinê wêdetir rê nîne, paşve gav avêtin nîne. Roj roja yekitiyê ye, em hemû dê li dijî vê zilm û zorê bibin yek. Ez dizanim ev bajar çawa li dijî zor û zehmetiyê li ber xwe dide. Mezinên we li vir dîrok nivîsandin wê zarokên wan mezinan jî di 14’ê Gulanê de dîrokê binivîsin.”
 
‘OLÎ ÎSTÎSMAR DIKIN’
 
Sakik, derketina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a bi cilnivêjê ya mitîngê rexne kir û wiha berdewam kir: “Ez ji Serokkomar dipirsim; tu bi cilnivêjê derdikevî lê beriya 70 rojan 11 bajêr ser û bin bûn. Hêj cenaze di bin kavilan de ne lê tu hestên gel ên olî îstîsmar dikî û hewl didî dengan bigirî. Em ji herkesê deng dixwazin. Heke hûn bixwazin li ser vê axê aştî çêbibe dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Deng bidin ku kes nemire, bila li vî welatî aştî hebe.”
 
Şande piştî axaftina Sakik ji bo ku li navçeya Giyadînê tev li civîna gel bibe ji navçeyê veqetiya. 
 
 GIYADÎN
 
Di ketina navçeyê de şande ji aliyê konvoya ji dehan wesayîtan pêk tê ve hate pêşwazîkirin. Şandeyê piştî bi konvoyê li navçeyê tûrek avêt bi tevlibûna bi hezaran kesan li kolanên navçeyê meşek li dar xist. 
 
Di meşê de her tim dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Pişt re bi tevlibûna hezaran kesan danasîna parlamenteran hate kirin. Di danasînê de ewilî Zelal Yilmaz axivî û wiha got: “Em ê vê pergala şer û kedxwariyê ku gelê me mehkumî birçîtî û xizantiyê kir qet qebûl nekin. Em ê vê bi hev re biguherînin û teqez qezenc bikin.”
 
Nejla Demîr a piştî Yilmazê mafê axaftinê wergirt jî wiha got: “Em dizanin hûn ê dîsa li pişt partiya me û doza me bisekinin. Em soz didin dema em çûn Meclisê em ê şaredariyên xwe yên qeyûman îro xespkirine jinûve têxin xizmetê.”
 
Heval Bozdag jî qala xizankirina bajarî kir û wiha got: “Em ê bi hev re serbikevin. Baweriya me tam e. Hemû desthilatên hatin keda me xwarin.”
 
GUL DANÎN CIHÊ ZAROKÊN KU LÊ HATIN QETILKIRIN 
 
Sakik, ê piştî Bozdag axaftineke kurt kir Muhammet Aydemîr (15) û Orhan Aslan (16) ê di sala 2015’an de ji aliyê leşkeran hatin kuştin ve bi bîr anîn. Sakik, bi bîr xist ku Aydemîr û Aslan ên dema li firinê dixebitîn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin înfazkirin  û wiha got: “Du zarok kuştin û çek danîn li cem wan. Pişt re gotin me ‘Endamên PKK’ê kuştin’ lê derewan dikin. Mamosteyên wan zarokan karneyên wan nîşandan. Kujerên wan her du zarokan nehatin dîtin, nehatin cezakirin. Em soz dikin em ê bikin ku kujer cezayê pêwîst bigirin. Ji bo ku ew bên darizandin em ê her tiştî bikin.”
 
Di dema axaftina Sakik de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin. 
 
Şande pişt re ber bi cihê ku Aydemîr û Aslan lê hatin qetilkirin ve meşiyan. Bi bav û birayên Muhammet Aydemîr re gu danîn cihê lê hatin qetilkirin. Girseya ku bi şandeyê re dimeşiya her tim dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berzkirin. 
 
Şande pişt re ji navçeyê veqetiya. 
 
 

Sernavên din

26/04/2023
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:07 Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin
07:17 Li dijî rojnameger, siyasetmedar û hunermendan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
24/04/2023
22:49 Ji ciwanên Amedê xebata ji bo hilbijartinê
20:54 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: 2 zarok hatin qetilkirin
20:06 Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin
16:58 Li çar aliyan xebatên hilbijartinê: Em ê vê pergala zordar bişînin
15:51 Walîtiyê panela ku Umît Ozdag hedef nîşan da qedexe kir
14:56 Hişyariyan li ber çavan negirtin: Konbajar hat rakirin
14:52 Keskîn: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike
14:51 Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin
14:31 Kiliçdaroglû: Em ê li her derê edaletê bicih bikin
14:17 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdanên xwe didomîne
13:22 Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mitîngê kirin
13:12 Ji Colemêrgê peyam: Bêguman rewşa me biqûdret e
12:48 Li Elkê bertek nîşanî pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya bi wesayîtên zirxî hate dayîn
12:48 Li Hezexê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn
12:29 AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir
12:28 Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îran dê sibê bicivin
12:17 Rojnamevan negirtin danişîna doza rojnamevan Şahînlî
12:00 Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê
11:38 Li Sûdanê di pevçûnan de 264 kesan jiyana xwe ji dest da
11:08 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Hevrûbûn gava ewil a avakirina aştiya civakî ye
10:40 Hasan Cemal: Heta Erdogan neçe wê rêya çareseriya pirsgirêka kurd jî venebe
10:16 'Karker û kedkar wê tesîrê li ser hilbijartinê bikin’
10:15 ‘Vaye hat, wê bê Partiya Çepên Kesk
09:08 Parêzer Donmez: Li Îzmîrê dê dengekî gelê me jî berhewa nebe
09:06 Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin
09:05 Bû sedema mirina karkerekî, lê qeyûm nahêle der barê wî de doz bê vekirin