Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket

  • rojane
  • 11:47 20 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku têkildarî hilbijartina serokkomariyê dê di rojên pêş de helwesta xwe zelal bikin û got: “Erdogan di ferqê de ye ku têk diçe. Hewldanên çareseriyê hene. Ev çîrok li Amedê pûç derket. Di 15’ê gulanê de wê biharek din were.”
 
Ji hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê re demek hindik ma, namzetên partî û serokkomariyê derketine qadan. Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû piştî cejnê dê lez bide xebatên hilbijartinê û biçe nêzî 40 bajaran mitîng û hevdîtinê li dar bixe. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê piştî diyarkirina namzetan daketin qadan. Partiya Çepên Kesk li Colemêrg, Mêrdîn, Antalya û Tekîrdagê bi bernameyên tûran dest bi maratona hilbijartinê kir. Vekirina buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran veguherî mitîngan. Xebatên Partiya Çepên Kesk piştî cejnê li 60 navendan bi mitîngan bidome. 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ji ajansa me re axivî û behsa atmosfera hilbijartinê kir.
 
‘GEL BIRYARA XWE DAYE’
 
Akin bal kişand ser rewşa ku Tirkiye têde derbas dibe û got: “Tirkiye di hilbijartinek gelek aloz de derbas dibe. Her kes li bendê ye ku wê ev hilbijartin çawa derbas bibe. Em jî tevî hemû zext û astengiyên siyasî jî xebatên xwe bênavber didomînin. Gelek bajaran xebatên me ku tên kirin gelek baş xuya dike. Manzarayên tên dîtin pir erênî ne. Partiya Çepên Kesk êdî hat qebûlkirin. Li her deverê mirov bi alên partiya me digerin. Ev rewş di heman demê de teqîna hêrsekê jî dide nîşandan. Hevalên me ruh û atmosfera xebata hilbijartinê ya niha dişibînin ruh û atmosfera hilbijartina 7’ê Hezîranê. Civak li ser pêya ye û li benda wê rojê ye. Heke tevî vê rejîma giran jî gel wisa li ber xwe dide, ev encama berxwedana ezamet nîşan dide. Me di serdan û tûrên xwe de dît ku gel êdî li dijî vê rejîma yekperest biryara xwe daye.”
 
‘COŞ Û ENERJÎ ZÊDE YE’ 
 
Akin da zanîn ku ew wek partî ji hilbijartinê re amade bûn û got: “Di van şert û mercan de divê me van lîstokan xera bikira. Me jî hemûyan bi hev re vê lîstokê xera kir. Me gava xwe ya ewil bi hatina Newrozê re avêt. Her kes li qadan dibêje Partiya Çepên Kesk. Wek îradeya xwe beyan dikin. Gelê me wisa dide xuyakirin ku wê pir xurt xwedî li partiya xwe derkeve. Xebatên me bênavber, bi hemû coş û enerjiya xwe ya zêde didomin. Her roja em ber bi hilbijartinê ve diçin, xwedî derketina gel û hêrsa gel zêdetir dibe.” 
 
Akin bal kişand ser lîsteya namzetên parlamenteriyê ku amade kirine û wiha got: “Ez dikarim bêjim ji bo diyarkirina namzetan me zehmetî kişand. Bi hezaran kes serlêdana bernamzetiyê kiribû. Ji bo partiyek ewqas berfireh û erêkirina her kesî karên giran dikevin ser mile te. Ne rehet e. Lê me baweriya xwe bi hişê xwe yê kolektif anî û me vê pêvajoyê derbas kir. Niha jî em li qadan têkoşînek mezin didin. Ji her beşên civakê namzetên me hene. Jin, ciwan û netew, bîr û baweriyên din hene. Nîqaşa li ser namzetan êdî qediya û dem dema têkoşînê ye.”
 
‘GEFÊN ERDOGAN ÊDÎ PERE NAKIN’ 
 
Akin bal kişand ser gefên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên li dijî siyasetmedarên kurd û wiha axivî: “Ev êdî rêbazek klasîk e. Ev rêbaz gelek li Tirkiyeyê hat bikaranîn û hê jî pir tê bikaranîn. Lê ev tişt ji aliyê me ve têkçûyî ye. Dixwaze bi ser HDP’ê re eyaran bide muxalefetê. Niha jî dixwazin bi ser Partiya Çepên Kesk re dikin. Hemû nijadperest, yekperest û faşîst dixwazin bi me re şer bikin û xwe bi vî awayî li ser pêya bigirin. Dixwazin siyaseta dijminatiyê ava bikin. Jixwe ne hewce em wan bikin muxatabê xwe jî. Gel jî êdî bi van dizane û cihê van gefan êdî di nav gel de jî hatiye têkbirin. Gef û gurên wan êdî pere nakin. Ji vê saetê şûnve em wî û wan nakin muxatabê xwe jî.” 
 
TIFAQA KED Û AZADIYÊ BO NAMZETÊ SEROKKOMARIYÊ HELWESTA XWE ZELAL DIKE
 
Akin bal kişand ser piştevaniya partiya wan a ji bo namzetê serokkomariyê û wiha axivî: “Li ser mijara diyarkirina namzetekî hevpar an jî diyarkirin û nediyarkirina namzet gelek xebat hatin kirin. Beriya erdhejê me yê namzetê amade dikir. Lê belê bi erdhejê re Tirkiye kete pêvajoyeke nû. Di erdhejê de wêraniyeke mezin çêbû. Me jî bawerî pê anî ku wê di tûra yekem de ev pirsgirêk çareser bibe, ji ber ku me niyet nedikir ku ji niha û pê de ev rojekê jî desthilatdariyê bidomînin. Armanca me serokkomarî ye, armanca me Rêya Sêyemîn e ku em li Meclisê bixin meriyete. Me helwesta xwe nîşan nedaye, bi taybetî ku ew bi berdewamî hewl dan ku me di mijara namzediyê de tengav bikin û dixwestin me sûcdar bikin. Me jî got hemin wisa ye em ê namzet dernexin. Me helwestek wisa nîşan da. Di rojên pêş de em ê geşedanan binirxînin û gavên ku ew ê bavêjin binêrin û li gorî wê biryarê bidin.
 
Di rojên pêş de em ê helwesta xwe pir zelal û eşkere ragihînin.  Gelê me jî jixwe ji peyama me fêm kiriye û dizanin mesele çi ye. Em ê bi awayek eşkere wek Tifaqa Ked û Azadiyê têkildarî mijarê civînek çapemeniyê li dar bixin. 
 
Kiliçdaroglû li ser pirsgirêka kurd vîdoeyek belav kir. Di van şert û mercên dîrokî de gelê kurd û her wiha hêzên berxwedêr careke din nîşan dan ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke bingehîn e û divê bê axaftin. Heke îro pirsa kurd ku yek ji pirsgirêkên sereke be û tê axaftin, heke hemû alî hewl bidin ku ji rast û çepê xwe bi vê pirsê re têkilî daynin, bi baweriya min ev encama berxwedana gelê kurd a li dijî rûxandin û şerê 7 salên dawî ye. Ev pirsgirêk di sedsalên pêş de wekî pirsgirêkek neçar e ku divê were nîqaşkirin û çareserkirin. Em ê bibin vî barî hildin ser milê xwe û nûner û berdevkê vê. Ez difikirim ku ew ê her kes li ser vê yekê bikişîne. Ez wisa difikirim ku wê her kes jî piştgiriya vê yekê bike. 
 
‘GELÊ KURD NASNAME Û ZIMANEK AZAD DIXWAZE’
 
Akin destnîşan kir ku muxalefet ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd meylek ku bi aliyê çareseriyê hilberîne ve nîşan da û got: “Lê ne mimkûn em vê têr bibînin. Ev têr nake. Gelê kurd êdî hemwelatîbûna azad dixwaze. Kurd dixwazin bi awayek azad li vî welatî bi zimanê xwe biaxivin. Dixwazin bi eşkereyî nasnameya xwe bînin ziman.”
 
 ‘ERDOGAN JI AMEDÊ DEST VALA VEGERIYA’
 
Akin bal kişand ser serdana Serokkomar Erdogan a Amedê û wiha got: “Erdogan dizane ku winda kiriye û têk diçe. Lêgerîna çareseriyan heye. Ji ber ku nikarin siyasetê bikin, hewl didin hêzên xwe bigihînin hev, ketine pey lîstikan. Ji ber vê yekê ji ber ku dizanin têkiliya AKP-MHP'ê têrê nake, hewl didin hêza xwe zêde bikin. Hewl didin bi yên ji xwe tarîtir û xerabtir re bibin yek. Ev bi rastî jî nîşan dide ku êdî tu tiştek wan nikare xelkê bixapîne. Lê li Amedê çîroka wan pûç derket. Em jî li wir bûn. Her deverê dorpêç kiribûn. Diyar bû gelek kesan ji derve anîbûn û xelkê bi zextan li wir kom kiribûn. Erdogan ji Amedê dest vala vegeriya. Me dît ku Erdogan û rejîma wî têk diçin. Tenê bi derfetên mezin ên dewletê hewl didin xwe li ser lingan bihêlin. Pir sûcdar in. Dibînin heke nikaribin li ser desthilatdariyê bisekinin, dawiya wan nexêr e. Lê belê tu kes nemaye ku vê yekê qebûl bike û tercîhên wan bipejirîne. Pirsgirêk tenê ev e; Di van hilbijartinan de pêwîst e sindoqên wê rojê bi awayekî pir ewle bên parastin. Divê hemû gelê me ji bo 14’ê Gulanê xwe baş amade bikin û xwedî li sindoqan derkevin.”
 
‘BILA KES NEBÊJE KU WÊ AKP TÊK NEÇE’ 
 
Akin da zanîn ku ew ber bi heyamek nû ya guhertinê ve diçin û wiha axivî: “Em êdî dawiya vê rejîmê dibînin. Fînala wan xuya dike. Tenê ne di van 21 salên AKP’ê de li Tirkiyeyê seranserî dîrokê komarek ku bi demokrasiyê hatiye birêvebirin me nedîtiye. 
 
Em gotegot û gotinên wek “heke AKP di hilbijartinê de bi ser nekeve wê dest ji îktidarê bernede” red dikin. Kes nikare bêje ev çîrok nahilweşe. Çimkî me di hilbijartina herêmî de viya dît û em bi ser ketin û ew têk çûn. 
 
Divê gelê me teslîmî van senaryoyên tirsê nebe. Em naxwazin gelê me xwe teslîmî tiştên wisa bike. Divê gelê me xwedî li rayên xwe derkeve. Em bi bawerin ku em ê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Em bi bawerin wê 15’ê Gulanê bibe bihar. Em ji vê re dibêjin bihara Newrozê.”
 
MA / Azad Altay  
 

Sernavên din

08/05/2023
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin