Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me

  • rojane
  • 12:38 20 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Wezareta Dadê têkildarî astengkirina hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi malbat û parêzeran re nêrînên xwe bi AYM’ê re parve kir. Wezaretê ev îdia kirin: “Miameleya xerab tune ye. Ji ber sedemên ne bi destê me, hinek kêmanî derdikevin û ev yek jî tiştekî maqûl e.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Abdullah Ocalan, ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî bû û axaftina wan di nivî de hatibû qutkirin. Ji hevdîtina ser telefonê heta niha jî tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayên girtin. 
 
GIRTÎGEH HEVDÎTINAN ASTENG DIKE
 
Rêveberiya girtîgehê, di 7’ê gulana 2021’an de têkildarî Abdullah Ocalan û girtiyên din biryarek da û hevdîtina ziyaretvanan asteng kir. Parêzer ji vê biryarê nehatin agahdarkirin. Bi vê yekê re mafê îtîrazê yê parêzeran hate astengkirin. Ji girtiyan Veysî Aktaş, serî li 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da. Lê belê dadgeriyê di 1’ê hezîrana 2021’an de serlêdana îtîrazê red kir. Aktaş, piştre jî biryara dadgeriyê bir 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê. Dadgehê, di 18’ê hezîranê de îtîraz red kir û bi vê yekê re biryar teqez bû. 
 
Rêveberiya girtîgehê, di 18’ê tebaxê û di 23’yê mijdara 2021’an de du biryarên din dan û bi giştî ji bo 6 mehan hevdîtina bi ziyaretvanan re qedexe kir. Li gel vê; Serdozgeriya Komarê ya Bursayê jî ji bo qutkirina peywendiya di navbera parêzer û Abdullah Ocalan de, di 12’ê cotmeha 2021’an de serlêdan kir. 4’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê daxwaz qebûl kir û ji bo 6 mehan qedexe kir ku parêzer bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Heman biryar, di 22’yê cotmehê de teqez bû. 
 
TECRÎD BIRIN AYM’Ê
 
Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û miwekîlên din re di 22’yê mijdara 2021’an de serlêdan kirin. 4’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bi hinceta biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan, serlêdan red kir. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê jî bêyî sedemekî nîşan bide, biryara redkirinê qebûl kir û biryar di 1’ê kanûna 2021’an de teqez bû. Li ser vê yekê parêzeran bi sedema ku miwekîlên wan rastî tecrîda girankirî, qedexeyan û miameleya xerab tên, di 24’ê kanûna 2021’an de li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdanên şexsî kirin. 
 
JI BO 23 HEVDÎTINAN NÊRÎN HAT XWESTIN
 
Di nava 8 salan de Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê bi dehan caran serî li AYM’ê dan. Hat zanîn ku AYM’ê ji bo 23 serlêdanan ji Wezareta Dadê nêrîn xwestiye. Wezaretê jî têkildarî qedexeyên hevdîtinên bi parêzeran re, qedexeyên hevdîtina bi malbatê re, cezayên disiplînê, mafê telefonê, qedexeyên di dema Rewşa Awarte (OHAL) de yên li Îmraliyê û gelek mijarên din de agahî bi AYM’ê re parve kir. AYM’ê têkildarî 23 dosyayan ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê nêrîn û agahî xwest. 
 
LI GORÎ WEZARETÊ ‘MIAMELEYA XERAB’ TUNE YE!
 
Wezareta Dadê di 24’ê adarê de têkildarî serlêdana derheqê astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re bi AYM’ê re nêrîn parve kir. Ajansa Mezopotamyayê(MA) xwe gihand nêrînên wezaretê. Wezaret, balê dikişîne ser biryarên dadgehê û îdia dike ku tecrîda li Îmraliyê “miameleya xerab” nîne. Wezaret, bi domdarî dibêje ku miameleya xerab têgeheke “îzafî’ ye”, biryarên têkildarî astengkirinan bi bîr dixe û tecrîdê li Îmraliyê weke tecrîdeke “sivik” dinirxîne û vê îdiayê dike: “Li Îmraliyê miameleyeke xerab tune ye.” 
 
PARASTINA ‘JI BER SEDEMÊN NE JI DESTÊN ME TÊN’
 
Wezaret, di bersiva xwe de îdia dike ku mafên şandin û wergirtina nameyan, hevdîtinên bi parêzer û malbatan ên Abdullah Ocalan û girtiyên din li gorî mewzûatê tên cîbicîkirin. Ji sala 2011’an heta niha Ocalan tenê 5 caran di rewşên “îstîsnaî” de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye û cara ewil di 27’ê nîsana 2020’an de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî ye. Wezaretê, parastina xwe li ser van hevdîtinan kir. 
 
Di bersiva xwe de wezaretê têkildarî înfazkirina ceza ya Abdullah Ocalan û girtiyên din jî wiha got: “Li gorî cezayê hikûmxwarên din ên di heman rewşê de, zehmetiyên wê bêhtirin.” Bi vê yekê re wezaret li xwe mikûr hat ku di înfazkirina cezayê Abdullah Ocalan û girtiyên din de “cihêkariyê” dike.
 
Têkildarî qedexeyên hevdîtinên bi malbat û parêzeran re jî wezaret vê nirxandina balkêş dike: “Ji ber sedemên ne ji dest tên, di mijara hevdîtina parêzer û malbatan ên bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li heman girtîgehê tên ragirtin de kêmanî çêdibin. Hem ev rewş û hem jî girtina tevdîrên zêde yên ewlehiyê, rewşeke maqûl e û bi awayekî eşkere tu bingeha wê nîne...” Lê belê di bersivê de derheqê “sedemên ne ne ji dest” tu agahî nehatine dayîn. 
 
NIKARIN NAMEYAN BIŞÎNIN DERVE
  
Di heman demê de têkildarî redkirina daxwazên hevdîtinan jî wezaretê îdia kir ku rewşeke “keyfî” tune ye û ev rewş bi qedexeyên hevdîtinan bi ziyaretvan û parêzeran ên sîstematîk parast. Wezaretê, hevdîtina Mehmet Ocalan a di 12’ê çileyê, 5’ê hezîranê û di 12’ê tebaxa 2019’an de ku piştî greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatiye destpêkirin hatibû kirin, bi bîr xist. Wezaretê, hevdîtinên behsa xeberê û 2 hevdîtinên li ser telefonê ku piştî 21 salan hatin kirin weke mînak nîşan da û îdia kir ku qedexeyên heyî “keyfî” nînin. 
 
Wezaretê, îdia kir ku di sala 2021’an de 162 û di sala 2022’yan de jî 77 name dane Abdullah Ocalan. Her wiha wezaretê îdia kir ku name dane girtiyên din jî. Wezaretê, têkildarî nameyan tu agahiyên din parve nekir. Dewlet nahêle Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo derve nameyan bişînin û wezaretê têkildarî vê mijarê tu agahî nedan. 
 
BÛROYA HIQÛQÊ YA SEDSALÊ BERSIV DA
 
Piştî wezaretê, AYM’ê di 3’yê nîsanê de îcar ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê nêrîn xwest. Parêzeran heta 18’ê nîsanê derheqê 23 dosyayan de nêrînên xwe parve kirin û diyar kirin ku hincetên wezaretê yên têkildarî qedexekirina hevdîtinên bi parêzer û malbatan re eleqeya xwe bi rastiyê re nînin.
 
Parêzeran bal kişand ser biryara Benalî-Lîbya ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û destnîşan kirin ku bi qedexekirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re biryara qedexeya îşkenceyê ya NY’yê tê binpêkirin û ev rewş incommunicado (bêpeywendiya mutleq) ye. Parêzeran, got ku Abdullah Ocalan û miwekîlên wan ji 25’ê adara 2021’an ve di mercên incommunicado de tên ragirtin û berevajî wezaretê, divê serlêdana wan di çarçoveya xala 17’emîn a Destûra Bingehîn (qedexeya miameleya xerab û îşkenceyê) de were nirxandin. 
 
EV 25 MEH IN AGAHÎ NAYÊN GIRTIN
 
Bi domdarî parêzeran da zanîn ku ji Ocalan 25 meh in tu agahî nayên girtin û diyar kirin ku îdiaya “name tên dayîn” ên wezaretê jî “spekulasyon e” û divê were teyîdkirin. Parêzeran, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Piştî 20’ê tîrmeha 2016’an ve nivîsandina nameyan a serlêdêran hatiye astengkirin. Parêzeran gelek name nivîsandine lê nayê zanîn bê ka ev name hatine radestkirin an na. Ji bo teyîdkirina vê rewşê jî mekanîzmayeke jêbawer û vekirî tune ye. Di vê mijarê de girîng e ku wezaret eşkere bike bê ka çend name ji serlêdêran re nehatine dayîn, hejmara nameyên hatine sansûrkirin çiqas in û nameyên ku serlêdêran xwestin bişînin lê dest danîne ser çiqas in.”
 
VEGUHERÎ PERGALEKE CEZAYÊ
 
Di berdewamê de parêzeran bal kişand ser mewzûatên neteweyî û navneteweyî û gotin ku di vê çarçoveyê de mafên Abdullah Ocalan û miwekîlên wan ên din hatine xespkirin. Parêzeran, diyar kir ku Girava Îmraliyê tekane girtîgeha li giravê ye, di çarçoveya herêma qedexe ya leşkerî de ye û bi rejîmeke awarte tê birêvebirin. Parêzeran, ev rewş weke tecrîd pênase kirin û gotin ku astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatan re, hevdîtina li ser telefonê û qedexekirina nameyan jî veguheriye pergaleke “cezayê” û ev rewş li miwekîlên wan tê ferzkirin. Her wiha parêzeran bal kişand ser rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya di 5’ê tebaxa 2020’an ku tecrîda li Îmraliyê weke “nayê qebûlkirin” dinirxîne û bibîrxistin ku di rapora CPT’yê de tê gotin ku “hincetên fermî” yên têkildarî astengkirina hevdîtinên bi malbatê re xapînok in. 
 
XALA 17’AN A DESTÛRA BINGEHÎN
 
Parêzeran, got ku merc û miameleyên ji bo têkbirina aliyê fîzîkî û derûnî yên şexsan girêdayî qanûnên “Miameleya xerab in” û ev tişt anîn ziman: “Têkildarî derfetên hewayê paqij, periyodên hevdîtinên miwekîlên ên bi hev re, xwegihandina weşaên çapkirî, dîtbarî û guhdarîkirinê tu agahî li ber dest nînin. Ji cîhana derve bi temamî hatine îzolekirin, tu agahî jê nayên girtin û mercên heyî nayên venihêrtin. Ev rewş jî bi xwe re xetereya her cureyên binpêkirinan tîne. Şêweyê sepanên rejîma înfaza girankirî û rewşa agahîjênegirtinê, bi taybet ji bo şexsê serlêdêran heye. Bi taybet jî li herêma qedexe ya leşkerî tên ragirtin û mercên girtîgehê jî tenê li gorî yên wê derê ne. Rejîma sepanê ya taybet heye ku nêzikatiya giştî derbas dike. Ji ber van sedeman jî xala 17’an a Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin.” 
 
ROLA ABDULLAH OCALAN HATE BIBÎRXISTIN
 
Parêzeran, di heman demê de bal kişand ser girîngiya rola Abdullah Ocalan a di nava civaka kurd de û diyar kirin ku ji bo li Tirkiyeyê rêvebirineke demokratîk hebe, Ocalan tekane muxatab e. Parêzeran, qala “Pêvajoya guftûgoyê” kirin û gotin ku dema dengê Abdullah Ocalan digihije derve, rewşeke erênî derdikeve holê û anîn ziman ku divê qedexeya li ser hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bi dawî bibin.
 
AYM bi sala ye serlêdanên parêzeran bêbersiv dihêle û nayê zanîn bê ka dê biryara xwe ya têkildarî serlêdanan kengî bide. 
 
MA /  Mehmet Aslan
 

Sernavên din

08/05/2023
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin